TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | MELEKÊN XWEDÊ; EWANA BI RASTÎ HENE
Gelo Melekê Te Heye, ku Te Xwey Dike?
Kitêba Pîroz nabêje ku melekê her merivekî heye, û wî xwey dike. Carekê Îsa got: “Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçûka yekî bêhurmet nekin, çimkî ez wera dibêjim, ku milyaketêd wan li ezmana timê rûyê Bavê minî ezmana dibînin” (Metta 18:10). Îsa nedigot ku cem her merivekî heye melek, lê ewî digot ku melek dîna xwe didine şagirtên wî. Xizmetkarên rast, ji kirên nerast û xof xwe dûr digirin, û xwe nakine bin qeziyê bi wê meniyê, ku melekên Xwedê wê wana biparêzin.
Gelo ev tê hesabê ku melek alî meriya nakin? Na (Zebûr 91:11). Hinek bawer dikin wekî Xwedê meleka meriyara dişîne, ku wana biparêzin û rêberiyê wan bikin. Kênêt derheqa kîjanî ku me gotara pêşinda xeber da, vî cûreyî bawer dike. Em nikarin bêjin, ku Kênêt nerast e. Şedên Yehowa gelek car divînin îzbatiya wê yekê, ku çawa melek wedê xizmetê alî wan dikin. Melek nayêne dîtinê, lema jî em nikarin bêjin ku çawa û çiçax Xwedê wana dide xebatê, ku cûre-cûre derecada alî meriya bike. Çi jî hebe em gerekê şikirdariya xwe Xwedayê Himzorra bidine kifşê, bona wê alîkariyê ku ew dide me (Kolosî 3:15; Aqûb 1:17, 18).