Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 33

Çevê Yehowa ser Xizmetkarên Wî ne

Çevê Yehowa ser Xizmetkarên Wî ne

“Çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne” (ZEBÛR 33:18).

KILAMA 4 “Yehowa Şivanê Min e”

VÊ GOTARÊDA *

1. Îsa çira ji Yehowa hîvî kiribû, wekî ew şagirtên wî biparêze?

 ŞEVA pêşiya mirina xwe, Îsa tiştekî mexsûs ji Bavê xweyî ezmana hîvî kiribû. Ewî ji Yehowa xwestibû wekî ew şagirtên wî biparêze (Yûhenna 17:15, 20). Yehowa hilbet xizmetkarên xwe hertim xwey dikir, û çevê wî timê ser wan bû. Lê Îsa Mesîh zanibû ku Mîrê-cina wê diha zêde miqabilî wan şer bike. Lema jî seva ku ewana bikaribûna himberî hicûmê Mîrê-cina qewî bisekiniyana, ewana hewcê alîkariya Yehowa bûn.

2. Li gora Zebûr 33:18-20, çira ne lazim e ku em tengasiya bitirsin?

2 Îro, dinya Mîrê-cina Mesîhiyên rastra gelek çetinaya tîne. Tengasiyên ku rastî me tên, dikarin mêrxasiya me bişkênin û aminiya me bicêribînin. Lê ev gotar wê mera nîşan ke, ku ne lazim e wekî em bitirsin. Çevê Yehowa ser me ye, ew hemû tengasiyên me divîne, û her gav hazir e alî me bike, wekî em sebir kin. Were em dîna xwe bidin du serhatiyên ji Kitêba Pîroz, yên ku nîşan dikin, wekî “çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne” (Zebûr 33:18-20 bixûne).

GAVA EM XWE TENÊ TEXMÎN DIKIN

3. Kengê em dikarin xwe tenê texmîn kin?

3 Temamiya dinyayêda xûşk-birên me gelek in, lê dîsa jî dibeke em xwe carna tenê texmîn bikin. Mesele, gava lazim e ku cahil baweriya xwe hevaldersxanên xwera şirovekin, yan gava ewana derbazî civateke din dibin, dibeke ew xwe tenê texmîn bikin. Carna em dibeke xemgîn dibin, dikevin dêprêsiyê û difikirin ku em tenê mane. Dibeke em dilê xwe kesekîra venakin, çimkî ditirsin ku ewana wê me fem nekin. Car-cara em dibeke dilteng dibin û difikirin ku serê kesekî mera tune ye. Sebeb çi be jî, gava em xwe tenê texmîn dikin, diqewime êş bikeve dilê me û em xwe bêçare texmîn kin. Lê Yehowa tu car naxwaze ku em bikevin halekî usa. Em vê yekê ji ku zanin?

4. Gelo Êlyas pêxember çira got: “Ez tenê mam”?

4 Serhatiya Êlyas pêxember bîne bîra xwe. Îzabêlê sond xwaribû ku ewê wî bikuje, lema Êlyas reviya û 40 rojî zêdetir rêda bû (1 Padşatî 19:1-9). Axiriya-axiriyê, ew hundurê şkeftekê rûnişt û Yehowara got: “[Ça pêxember] ez tenê mame” (1 Padşatî 19:10, ÎM). Welatda pêxemberên din jî hebûn. Mesele, Obadya 100 pêxember ji destê Îzabêlê xilaz kiribû (1 Padşatî 18:7, 13). Lê Êlyas çima xwe tenê texmîn dikir? Kitêba Pîroz bi temamî zelal nake çira Êlyas xwe tenê texmîn dikir. Gelo dibeke ew difikirî ku hemû pêxemberên ku Obadya wan xilaz kiribû, îda hatine kuştinê? Gelo sebeb ev bû ku paşî raberîbûna ser Çiyayê Karmelê, tu kes venegeriya ser riya Yehowa? Yan jî, gelo Êlyas difikirî ku tu kes derdê wî nizane û bona wî xem nake? Menî çi bû jî, em bawer in ku Yehowa rind fem dikir, wekî Êlyas xwe çira tenê texmîn dikir, û ewî zanibû ku ew çawa dikare alî wî bike.

Gava em xwe tenê texmîn dikin, serhatiya Êlyas çawa dikare dilê me rihet ke? (Abzasa 5 û 6 binihêre)

5. Yehowa ça Êlyas da bawer kirinê, wekî ew xwe tenê texmîn neke?

5 Gelo Yehowa çawa alî Êlyas kir? Seva ku Êlyas dilê xwe veke, pêşiyê Yehowa du cara ji wî pirsî: “Êlyas tu li vir çi dikî?” (1 Padşatî 19:9, 13, ÎM). Gava Êlyas derdê dilê xwe Yehowara rêt, Yehowa guh da wî. Paşê, Yehowa qewata xwe nîşanî Êlyas kir û îzbat kir ku ew kêleka wî ye. Usa jî, ewî Êlyasra got ku xêncî wî, gelek kesên din jî Wî dihebînin (1 Padşatî 19:11, 12, 18). Paşî ku Êlyas dilê xwe Yehowara vekir û caba wî bihîst, bêşik ewî xwe hê rihet texmîn kir. Hingê Yehowa çend şixulên ferz dane Êlyas: Ewî jêra got ku bira ew Hazaêl ça padşê Sûryayê, Yehû ça padşê Îsraêlê û Êlîşa ça pêxember kifş bike (1 Padşatî 19:15, 16). Bi vî cûreyî, Yehowa alî wî kir ku ew dîna xwe bide tiştên baş. Usa jî, Xwedê Êlîşa ça alîkar da wî. Gava tu xwe tenê texmîn dikî, gelo tu çawa dikarî ji Yehowa alîkariyê bistînî?

6. Gava tu xwe tenê texmîn dikî, tu dikarî derheqa çi dua bikî? (Zebûr 62:8)

6 Yehowa dixwaze ku tu wîra dua bikî. Ew derdên te divîne, û ewî soz daye ku ewê her gav guh bide duayên te (1 Têsalonîkî 5:17). Kitêba Pîroz dibêje ku duayê rasta ber dilê Wîda şîrin e (Metelok 15:8). Çaxê tu xwe tenê texmîn dikî, gelo tu dikarî derheqa çi dua bikî? Mîna Êlyas, dilê xwe Yehowara veke (Zebûr 62:8 bixûne). Wîra besa xem û derdên xwe bike û bêje ku ewana ser te çawa hukum dikin. Ji Yehowa reca bike ku ew sebirê bide te. Hergê tu xwe mektebêda tenê texmîn dikî û ditirsî ku hevaldersxanên xwera besa Kitêba Pîroz bikî, dua bike ku Yehowa bîlanî û mêrxasiyê bide te, wekî tu bikaribî bi zelalî û bi zarşîrinî xeber dî (Lûqa 21:14, 15). Hergê tu xemgîn î yan fikirên nebaş têne hişê te, ji Yehowa bixwaze ku ew alî te bike, wekî tu xûşk yan birakî cêribandîra besa hestên xwe bikî. Tu dikarî ji Yehowa reca bikî wekî ew alî vî kesî bike, ku ew derdê dilê te rind fem ke. Dilê xwe Yehowara veke, dîna xwe bide caba wî û alîkariya kesên din qebûl ke. Ev yek wê alî te bike ku tu xwe bi zêdeyî tenê texmîn nekî.

Gelo tu xîret dikî ku hê zêde xizmet kî û tevî kesên din derkevî xizmetê? (Abzasa 7 binihêre)

7. Tu ji serhatiya Maûrîsyo çi hîn bûyî?

7 Yehowa şixulekî ferz daye me hemûya. Bawer be ku ew xîreta te divîne û him xizmeta te, him jî şixulê ku tu civatêda dikî, qîmet dike (Zebûr 110:3). Çaxê tu şixulê Yehowa dikî, gelo ew yek ça dikare alî te bike, gava tu xwe tenê texmîn dikî? Were em dîna xwe bidine serhatiya birakî cahil bi navê Maûrîsyo. * Demeke kin paşî ku Maûrîsyo hatibû nixumandinê, hevalekî wî hêdî-hêdî ji riya rastiyê dûr diket. Maûrîsyo dibêje: “Gava min didît ku ew çawa ji Yehowa dûr dikeve, ez xweda dudilî bûm. Ez berxwe diketim hela ezê bikaribim sozê ku min dabû Yehowa bînim sêrî û malbeta Yehowada bimînim. Min xwe tenê texmîn dikir, û ez difikirîm ku tu kes min fem nake”. Gelo çi alî Maûrîsyo kir? Ew dibêje: “Min diha zêde xizmet dikir. Ew yek alî min kir ku nekevime heyra xwe û fikirên nebaş ji hişê xwe derxim. Gava ez tevî kesên din derdiketim xizmetiyê, ez şa dibûm û min xwe haqas tenê texmîn nedikir”. Hergê nayê standinê wekî em tevî xûşk-bira derkevin xizmetiyê, em dîsa jî dikarin tevî wan nema binivîsin yan pê têlê xizmet bikin. Dîsa çi alî Maûrîsyo kir? Ew dibêje: “Min usa jî civatêda gelek şixul dikir. Gava min civatêda ders distand, min bi dil û can xwe hazir dikir û pê van dersa derdiketim. Bi saya vê yekê min texmîn dikir ku Yehowa û kesên din min qîmet dikin”.

GAVA EM RASTÎ TENGASIYÊN GIRAN TÊN

8. Tengasiyên giran çawa dikarin ser me hukum kin?

8 Em zanin ku van rojên axiriyêda, em dikarin rastî tengasiya bên (2 Tîmotêyo 3:1). Lê dîsa jî em dikarin nişkêva rastî çetinayên usa bên, yên ku em ne jî hîviyê bûn. Mesele, çetinayên aliyê perada, nexweşîke giran yan mirina merivê meyî delal. Wî wedeyî, em dikarin xwe bêçare texmîn kin, îlahî hergê tengasî pey tengasiyara tên, yan jî hergê gişk derbekêra têne serê me. Lê bîr neke ku çevê Yehowa ser me ye, û bi alîkariya wî em dikarin nava hemû tengasiyada sebir kin.

9. Îbo rastî çi tengasiya hat?

9 Were em bînin bîra xwe ku Yehowa çawa alî Îbo kiribû. Derbekêra, çend kul-derd hatin serê vî mêrê amin. Rojekêda, Îbo hemû keriyên xwe unda kirin, û xulamên wî hatine kuştinê. Lê ya herî xirab ew bû, ku hemû zarên wî mirin (Îbo 1:13-19). Wexteke kin paşî vê yekê, gava ewî hê şîna zarên xwe dikir, Îbo giran nexweş ket (Îbo 2:7). Halê Îbo haqas xirab bû, ku ewî got wekî emirê wî îda ber çevê wî reş bûye (Îbo 7:16).

Yehowa dibêje Îbo wekî Ew bona hemû efrînên xwe xem dike, seva ku Îbo bawer be, ku Ew wî hiz dike û wê bona wî xem bike (Abzasa 10 binihêre)

10. Yehowa ça alî Îbo kir, wekî ew bikaribe amin bimîne? (Binihêre şikilê rûyê jûrnalê.)

10 Çevê Yehowa ser Îbo bû. Yehowa wî hiz dikir, lema jî ewî alî wî kir, wekî ew bikaribe amin bimîne. Mesele, seva ku Îbo bîlanî û hizkirina Yehowa diha baş fem bike, Yehowa wîra besa çend heywanên hewas kir (Îbo 38:1, 2; 39:9, 13, 19, 27; 40:15; 41:1, 2). Usa jî, Yehowa bi saya xortekî amin bi navê Elîhû mêrxasî û dilbînî da Îbo. Elîhû wîra got ku Yehowa sebira xizmetkarên xwe hertim xelat dike. Xêncî vê yekê, Yehowa hine fikirên Îbo bi saya Elîhû rast kirin. Elîhû alî Îbo kir wekî ew bi zêdeyî ser xwe nefikire, lê dîna xwe bide mezinaya Yehowa (Îbo 37:14). Usa jî, Yehowa şixulek da Îbo; ewî jêra got wekî ew bona sê hevalên xwe, yên ku gune kiribûn, dua bike (Îbo 42:8-10). Gava em rastî tengasiyên giran tên, gelo Yehowa ça alî me dike?

11. Gava em rastî tengasiya tên, Kitêba Pîroz ça dilê me rihet dike?

11 Yehowa tevî me xeber nade çawa ku ewî tevî Îbo xeber dabû, lê ew bi saya Kitêba Pîroz tevî me xeber dide (Romayî 15:4). Bi saya hêviya ku ew dide me, ew dilê me rihet dike. Gava em rastî tengasiya tên, em dikarin ji gelek rêza dilbîniyê bistînin. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje ku tu tişt û tu tengasî nikare “hizkirina Xwedê ser me sar ke” (Romayî 8:38, 39). Usa jî, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin” (Zebûr 145:18). Yehowa mera dibêje ku hergê em xwe bispêrin wî, emê bikaribin nava hemû telî-tengasiyada sebir kin û şabûna xwe unda nekin (1 Korintî 10:13; Aqûb 1:2, 12). Xebera Xwedê tîne bîra me wekî xelata ku Yehowa dide me, heta-hetayê ye, lê tengasiyên ku em niha dikişînin, wedelû ne (2 Korintî 4:16-18). Yehowa soz dide ku ewê Mîrê-cina û piştgirên wî, yên ku sebebê hemû tengasiyên me ne, ser heta-hetayê kuta ke (Zebûr 37:10). Gelo tu çend rêzên ku dilbîniyê didin, ezberî zanî, yên ku dikarin alî te bikin, wekî nava tengasiyên axiriyêda sebir kî?

12. Seva ku em ji Kitêba Pîroz diha zêde karê bistînin, gerekê em çi bikin?

12 Yehowa dixwaze ku em berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr ser bifikirin. Em çiqas tiştên ku hîn dibin jîyîna xweda tînin sêrî, haqas baweriya me diha qewî dibe, û em diha nêzîkî Bavê xweyî ezmana dibin. Ev yek alî me dike wekî em nava tengasiyada sebir kin. Usa jî, Yehowa ruhê pîroz dide kesên ku xwe dispêrin Xebera wî. Tengasiya me çi be jî, ruhê pîroz “zorayiya qewatê ji Xwedê” dide me, wekî em bikaribin ber her tiştî sebir bikin (2 Korintî 4:7-10).

13. Xwarina ruhanî, ya ku “xulamê amin” dide me, çawa alî me dike ku em nava tengasiyada sebir kin?

13 Pê alîkariya Yehowa, “xulamê amin û serwaxt” xwarina ruhanî têr û tije dide me. Bi saya vê yekê, Yehowa alî me dike, wekî em baweriya xwe ava kin û ruhanîda hişyar bimînin (Metta 24:45). Em gerekê van tiştên ku Yehowa dide me, rind bidine xebatê. Xûşkeke ku Amêrîkayêda dijî, dibêje wekî ew çiqas van xwarinên ruhanî qîmet dike: “Nava 40 salên ku min Yehowara xizmet kiriye, aminiya min gelek car dihate cêribandinê”. Ajovanekî serxweş pê avta xwe kalikê wê xist û ew mir, dê-bavê wê giran nexweş ketin û mirin û ew xwexa jî du cara bi kanserê nexweş ket. Gelo çi alî wê dikir ku ew sebir bike? Ew usa dibêje: “Yehowa hertim min xwey dikir. Xwarina ruhanî, ya ku ew bi saya xulamê amin dide me, alî min dikir wekî ez neşkêm. Lema jî ez dikarim mîna Îbo usa bêjim: ‘Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim!’” (Îbo 27:5, DT).

Em çawa dikarin alî xûşk-bira bikin? (Abzasa 14 binihêre)

14. Gava em rastî tengasiya tên, Yehowa çawa bi saya xûşk-bira alîkarî û dilbînî dide me? (1 Têsalonîkî 4:9)

14 Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî hevdu hiz bikin û wedê tengasiya, dilbîniyê bidine hev (2 Korintî 1:3, 4; 1 Têsalonîkî 4:9 bixûne). Gava em rastî tengasiya tên, xûşk-bira mîna Elîhû dixwazin alî me bikin, ku em amin bimînin (Karên Şandiya 14:22). Mesele, gava mêrê xûşkeke bi navê Dîana, giran nexweş ket, civata wê alî wê kir ku ew ruhanîda qewî bimîne. Ew dibêje: “Minra gelek çetin bû. Lê wan mehên zorda, me qewat û destê Yehowa didît. Civata me piştgiriya me dikir. Wana teseliya me dikir, mera têlê dixistin û em hemêz dikirin, wekî em sist nebin. Ez erebê najom, lema jî xûşk-bira ez dibirim civîna û xizmetê”. Em çiqas bextewar in, wekî em para malbeteke usa dilgerm in!

BONA HIZKIRINA YEHOWA ŞÊKIRDAR BE

15. Em çima bawer in ku em dikarin nava çetinayada amin bimînin?

15 Zû yan dereng, emê gişk rastî tengasiya bên. Lê ça me dît, emê tu car tenê nîbin. Mîna bavekî dilovan, çevê Yehowa hertim ser me ye. Ew kêleka me ye, ew hewar-gaziya me dibihê, û ew hazir e ku piştgiriya me bike (Îşaya 43:2). Em zanin ku em dikarin nava çetinayada amin bimînin, çimkî Yehowa bi merdanî her tişt daye me, wekî em bikaribin sebir kin. Wedê çetinaya em ji dua, Kitêba Pîroz, xwarina ruhanî û xûşk-birên dilgerm, qewatê distînin.

16. Em çawa dikarin bin perê Yehowada bimînin?

16 Em çiqas şêkirdar in ku çevê Bavê meyî ezmana ser me ye. “Dilê me pê Wî şa dibe” (Zebûr 33:21). Seva ku em Yehowara nîşan kin, wekî em alîkariya wî qîmet dikin, em gerekê hemû tiştên ku ewî daye me, bidine xebatê. Usa jî, gerekê em xîret bikin ku bin perê Xwedêda bimînin. Hergê em çi ji destê me tê bikin, wekî guh bidin Yehowa û tiştên rast bikin, çevê wî wê heta-hetayê ser me be! (1 Petrûs 3:12)

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

^ Seva ku em bikaribin ber tengasiya sebir kin, mera alîkariya Yehowa lazim e. Ev gotar wê mera nîşan ke ku çevê Yehowa ser xizmetkarên wî ne. Ew tengasiyên me divîne, û alî me dike ku em ber wan teyax kin.

^ Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.