Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 35

“Alîkariya Hevdu Bikin”

“Alîkariya Hevdu Bikin”

“Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 TÊSALONÎKÎ 5:11).

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Li gora 1 Têsalonîkî 5:11, em gişk çi şixulî dikin?

 CIVATA te qe Oda Civatê ava yan teze kiriye? Tê bîra te ku civîna pêşin Oda Civatêda ça derbaz bû? Wê demê, te şikirî da navê Yehowa, usa nîne? Diqewime tu haqas şa bûy ku çevê te bi hêsira tije bûn û te nikaribû kilamê jî bêjî. Belê, em bona Odên Civata yên ku em ava dikin, pesinê Yehowa didin. Lê bes nîne ku em tenê odên bedew ava bikin. Gerekê em merivên ku têne wêderê jî, alîkariyê bidine wan. Ev yek wê diha zêde rûmetê bide Yehowa. Rêza serekeda ya vê gotarê, dêmek 1 Têsalonîkî 5:11, Pawlosê şandî got ku “alîkariya hevdu bikin” ev yek usa jî tê hesabê ku hevdu ava bikin (bixûne).

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

2 Pawlosê şandî rind zanibû wekî çawa xûşk-bira ava ke. Ewî halê wan rind fem dikir. Vê gotarêda, emê bivînin ku ewî çawa alî xûşk-bira dikir (1) wekî ber tengasiya sebir kin, (2) tevayî edilayêda bijîn û (3) ku baweriya wan diha qewî be. Were em bivînin ku em çawa dikarin çev bidine Pawlosê şandî û xûşk-bira qewî kin (1 Korintî 11:1).

SEBIRKIRINA BER TENGASIYA

3. Nihêrandina Pawlos ser xizmetiyê û xebatê ça bû?

3 Pawlos xûşk-bira gelek hiz dikir. Ew jî rastî gelek tengasiya hatibû, lema jî ewî halê wan rind fem dikir. Carekê, perê Pawlos nemabû û lazim bû ku ewî xwera xebatek bidîta, wekî ebûra xwe û hevalên xwe bikira (Karên Şandiya 20:34). Lema jî, gava Pawlos gihîşte bajarê Korintê, ewî sêrîda tevî Ekîla û Priskîlayê kon çêdikirin, wekî ebûra xwe bikin. Dîsa jî, ewî hemû “rojên şemiya” mizgînî dida Cihû û Yûnaniya. Paşê, gava Sîlas û Tîmotêyo jî hatin wêderê, “Pawlos bi xîret temamiya wextê xwe da hînkirina xeberê” (Karên Şandiya 18:2-5). Belê, Pawlosê şandî jîyîna xweda ya herî pêşin dîna xwe dida xizmetiya Yehowa. Pawlos yekî xîret û xebathiz bû, lema jî ewî dikaribû bi îsafa temiz xûşk-bira hêlan ke. Ewî wanra got, wekî îzinê nedin ku çetinayên jîyînê û hewcên malbetê bibin sebeb, wekî ewana “kîjan here qenc e”, dêmek xizmetiya Yehowa, pişt guhê xweva bavêjin (Fîlîpî 1:10).

4. Pawlos û Tîmotêyo çawa alî xûşk-bira dikirin ku ewana ber zêrandina amin bimînin?

4 Zûtirekê paşî ku bajarê Têsalonîkêda civat hate sazkirinê, şagirtên teze rastî zêrandinên giran hatin. Gava komeke merivên hêrs nikaribû Pawlos û Sîlas bidîtana, wana çend birên din birine ber serwêrên bajêr û gotin: “Evana hemû jî miqabilî emirên Qeyser diçin” (Karên Şandiya 17:6, 7). Hela bide ber çevê xwe, ku ev şagirtên teze seva vê yekê çiqas ditirsiyan! Serda jî, Pawlos û Sîlas nikaribûn Têsalonîkêda bimana ku dilê wan qewî bikin. Dîsa jî, Pawlos tiştek kir, wekî şagirtên vî bajarîda, xizmetêda sist nebin. Ewî wanra got: “Tîmotêyoyê birayê me . . . ser weda bişînin, ku baweriya we qewîn ke û dil bide we, wekî van tengasiyada tu kes ji we nelikume” (1 Têsalonîkî 3:2, 3). Diqewime Tîmotêyo Lîstrayêda, dêmek bajarê xweda, rastî peyketina hatibû. Wêderê, ewî dîtibû ku Pawlos çawa xûşk-bira hêlan dikir. Ewî dîtibû ku axiriyêda, Yehowa çawa ew kerem kiribû, lema jî ewî dikaribû xûşk-birên Têsalonîkêda bide bawerkirinê, wekî Yehowa wê alî wan jî bike (Karên Şandiya 14:8, 19-22; Îbranî 12:2).

5. Ramon çawa ji alîkariya rûspîkî kar stand?

5 Dîsa çi cûreyî Pawlosê şandî xûşk-bira qewî dikir? Gava Pawlos û Barnabas vedigeriyan Lîstra, Qonya û Entakyayê, wana her civatada rûspî kifş kirin (Karên Şandiya 14:21-23). Bêşik ji van birên kifşkirî, civata gelek hêlan distandin, û îro jî usa ye. Dîna xwe bidinê birakî bi navê Ramon çi dibêje: “Gava ez 15 salî bûm, bavê min ji malê çû, lê diya min ji civatê hate derxistinê. Ez dilteng bûm û min xwe tenê texmîn dikir”. Gelo çi alî Ramon dikir wekî nava van çetinayada sebir ke? Ew dibêje: “Rûspîkî bi navê Tonî ser civata û usa jî wedê din, tevî min xeber dida. Ewî minra derheqa hine meriva gilî dikir, yên ku nava tengasiyada şabûna xwe unda nedikirin. Tonî Zebûr 27:10 minra xwend û gelek cara besa Hizqiya padşa dikir. Rast e bavê wî wîra meselekî baş nehîşt, lê ew dîsa jî Yehowara amin ma”. Gelo alîkariya vî rûspî çawa ser Ramon hukum kir? Ew dibêje: “Bi saya hêlankirina Tonî, ez hine wede şûnda bûme xizmetkarê hertim”. Rûspîno, haş ji xûşk-birên usa hebin, yên ku mîna Ramon hewcê “gotineke qenc” in û alî wan bikin! (Metelok 12:25)

6. Pawlos çawa bi saya serhatiyên xizmetkarên Xwedê yên berê mêrxasî dida xûşk-bira?

6 Pawlosê şandî anî bîra xûşk-bira ku “elaleta şedaye giran” çawa bi saya qewata Yehowa ber çetinaya sebir kiribû (Îbranî 12:1). Pawlos zanibû ku serhatiyên kesên ku berê nava cûre-cûre tengasiyada serketine, dikarin mêrxasiyê bidin xûşk-bira û alî wan bikin, wekî dîna xwe bidin “bajarê Xwedêyê sax” (Îbranî 12:22). Îro jî usa ye. Her kes qewatê distîne ji vê yekê ku Yehowa çawa alî Gîdeon, Barak, Dawid, Samûyêl û gelek kesên din kiribû (Îbranî 11:32-35) Meselên aminiyê yên rojên me jî dikarin mêrxasiyê bidine me. Gelek nemada ku digihîjin ofîsa sereke, xûşk-bira dibêjin wekî ewana ji serhatiyên xûşk-birên amin, gelek qewî bûne.

EDILAYÊ NAV XÛŞK-BIRADA XWEY KIN

7. Şîreta Pawlos ji Romayî 14:19-21 çi me hîn dike?

7 Gava em pê gotin û kirên xwe edilayê dikine civatê, usa em xûşk-bira ava dikin. Em îzinê nadin ku yektiya me ji bo nihêrandinên cude, xirab be. Usa jî, heta ku prînsîpeke Kitêba Pîroz neyê teribandinê, em ser ya xwe nasekinin. Were em dîna xwe bidine meselekê: Civata Romêda hine Mesîhî Cihû bûn, hinek jî ji miletên din bûn. Gava Qanûna Mûsa hate betalkirinê, îda ne lazim bû ku ewana ji xwarinên ku berê qedexe bûn, xwe dûr bigirin (Marqos 7:19). Hingêva, hine Mesîhî îda aza van xwarina dixwarin. Lê hinek dîsa jî difikirîn ku gerekê van xwarina nexwin. Seva ku edilayî û yektiya civatê xirab nebe, lazim bû ku ewana çi bikin? Pawlosê şandî wanra usa got: “Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikeve” (Romayî 14:19-21 bixûne). Bi van gotina, Pawlos xûşk-bira da femkirinê, ku şer-dewên usa zirarê didine xûşk-bira. Pawlos xwexa jî hazir bû ku rabûn-rûniştina xwe biguhêze, wekî tu kes seva kirên wî nelikume û ji rastiyê dûr nekeve (1 Korintî 9:19-22). Lazim e em jî ji bo nihêrandinên xweye şexsî, tu kesîra nebine kevirê likumandinê, lê wana ava bikin û edilayê xwey kin.

8. Gava pirseke ferz pêşda hat, Pawlos çi kir, wekî edilaya civatê xirab nebe?

8 Gava hine kesa fikirên Pawlosê şandî qebûl nedikirin, ewî dîsa jî edilayî xwey dikir. Mesele, civata qirna yekêda hineka digot ku şagirtên ji miletên din jî gerekê bêne sinetkirinê, diqewime seva ku Cihû wana sûcdar nekin (Galatî 6:12). Ev nihêrandin bi dîtina Pawlos nerast bû, lê dîsa jî, ewî bi milûktî ji şandiya û rûspiyên li Orşelîmê derheqa vê pirsê şîret xwest (Karên Şandiya 15:1, 2). Bi vî cûreyî, Pawlosê şandî alî wan kir, wekî ewana şabûn û edilaya civatê biparêzin (Karên Şandiya 15:30, 31).

9. Em çawa dikarin çev bidine Pawlos?

9 Hergê deweke mezin pêşda tê, wê baş be ku em ji birên cabdar, yên ku Yehowa kifş kirine, rêberiyê bixwazin. Gelek cara em dikarin rêberiya Kitêba Pîroz edebyetên meda yan ji rêberiyên teşkîletê bistînin. Hergê em van rêberiya ser nihêrandinên xweye şexsîra bigirin, emê edilayê bikine civatê.

10. Dîsa çi cûreyî Pawlos edilayî dikire civatê?

10 Pawlos dixwest edilayê pêşda bîne, lema jî ewî dîna xwe dida, ne ku ser xeyset-hunurên nebaş yên xûşk-bira, lê ser hunurên wane baş. Mesele, xilaziya nema xwe Romayara, Pawlos besa navên gelek xûşk-bira kir, û derheqa wana tiştên xweş got. Wê baş be ku em jî mîna Pawlosê şandî derheqa hunurên xûşk-biraye baş xeber din. Bi vê yekê, em dikarin hizkirin û dostiya nav xûşk-birada ava bikin.

11. Hergê orta me û kesên dinda problêm çêbe, em çawa dikarin edilayê xwey kin?

11 Car-cara xûşk-birên cêribandî jî dikarin ser hine pirsa hevdura qayîl nebin yan jî hevra bikevine dewê. Pawlosê şandî û dostê wî Barnabas jî carekê hevra ketine dewê, ku Marqos tevî xwe bivin yan na. Kitêba Pîroz dibêje: “Ya wan li hev negirt, ev bû menî ji hev qetiyan” (Karên Şandiya 15:37-39). Lê Pawlos, Barnabas û Marqos paşê dîsa li hev hatin. Bi vî cûreyî, wana nîşan kir, wekî edilayî û yektiya civatê qîmet dikin. Wext şûnda, Pawlos payê Barnabas û Marqos da (1 Korintî 9:6; Kolosî 4:10). Hergê orta me û xûşk-birada problêm çêbe, gerekê em jî tevî wan li hev bên û dîna xwe bidin hunurên wane baş. Bi vî cûreyî, em dikarin edilayê û yektiyê xwey kin (Efesî 4:3).

QEWÎKIRINA BAWERIYA XÛŞK-BIRA

12. Hine xûşk-birên me rastî çi çetinaya tên?

12 Gava em baweriya xûşk-bira diha qewî dikin, em wana ava dikin. Mesele, hine xûşk-birên me ji aliyê malbet, hevalkar yan hevaldersxanên xweva rastî miqabilîbûnê tên. Hinek jî giran nexweş in yan dilbirîndar in. Usa jî, hine xûşk-birên me bi gelek sala Yehowara xizmet kirine û bi dil û can hîviya xilaziya vê dinya xirab in. Tiştên usa dikarin baweriya wan bicêribînin. Qirna yekêda jî, hine kes rastî tengasiyên usa dihatin. Gelo Pawlos çawa qewat dida wan?

Mîna Pawlosê şandî, em çawa dikarin xûşk-bira ava bikin? (Abzasa 13 binihêre) *

13. Pawlos çawa alî xûşk-bira kir, ku ewana bikaribin caba wan meriva bidin, yên ku qerfên xwe wana dikirin?

13 Pawlos Nivîsarên Pîroz dida xebatê wekî baweriya xûşk-bira ava bike. Mesele, hine Mesîhiyên Cihûra dibeke çetin bû, ku caba neferên xweye nebawermend bidin, yên ku xwe qure dikirin û digotin ku Cihûtî ji Mesîhîtiyê çêtir e. Nema Pawlos Îbraniyara, bêşik gelek qewat da wan xûşk-bira (Îbranî 1:5, 6; 2:2, 3; 9:24, 25). Bi alîkariya şirovekirina wî, wana dikaribû dengê miqabila bibiriya. Îro, em dikarin xûşk-bira hîn kin, ku ewana çawa dikarin bi saya edebyetên me caba wan meriva bidin, yên ku qerfên xwe wana dikin. Mesele, hergê mektebêda ser cahilên me dikenin, çimkî ewana baweriya xwe Xwedê tînin û têoriya êvolûsiyayê qebûl nakin, em dikarin wana hîn kin, ku çawa bidine xebatê broşûrên bi navê “Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?” û “Kaniya Emir; Pênc Pirsên Ferz” .

Mîna Pawlosê şandî, em çawa dikarin xûşk-bira ava bikin? (Abzasa 14 binihêre) *

14. Pawlos çiqas jî şixulê belakirina mizgîniyêva girêdayî bû, dîsa jî ewî çi dikir?

14 Pawlos xûşk-birara got wekî ewana “qencîkirinêda” hêlana bidine hev (Îbranî 10:24). Ewî ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirên xwe jî alî xûşk-bira dikir. Mesele, gava Cihûstanêda xela destpêbû, Pawlos bona hine hewcên xûşk-birên wêderê xem kir (Karên Şandiya 11:27-30). Pawlos çiqas jî şixulê belakirina mizgîniyêva girêdayî bû, dîsa jî ew hertim hazir bû alîkariyê bide belengaza (Galatî 2:10). Bi vî cûreyî, ewî baweriya xûşk-bira ava dikir, ku Yehowa wê wana xwey ke. Îro, gava em wext, xîret û feresetên xwe didine xebatê, wekî paşî teşqelên tebiyetê alîkariyê bidin xûşk-bira, yan jî bona şixulê hemdinyayê pera qurban dikin, bi vê yekê em jî baweriya xûşk-bira ava dikin. Usa em alî xûşk-bira dikin, wekî îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ewê tu car wana nehêle.

Mîna Pawlosê şandî, em çawa dikarin xûşk-bira ava bikin? (Abzasa 15 û 16 binihêre) *

15-16. Em gerekê hindava xûşk-birên ku baweriya wan sist bûye, çawa bin?

15 Pawlos hêviya xwe nedibirî ji wan xûşk-birên ku baweriya wan sist bibû. Dilê wî ser wan dişewitî, û ewî bi cûrekî germ û baş tevî wan xeber dida (Îbranî 6:9; 10:39). Mesele, temamiya nema xweye Îbraniyara, ewî gelek cara got “em” û “me”. Bi vî cûreyî, ewî nîşan kir wekî xwexa jî hewcê van şîreta ye (Îbranî 2:1, 3). Mîna Pawlos, em jî hêviya xwe ji xûşk-birên ku baweriya wan sist bûye, nabirin, lê em dikevin heyra wan. Bi vî cûreyî, em wana ava dikin û nîşanî wan dikin ku em wana hiz dikin. Gava em bi dilgermî û şîrin xeber didin, xûşk-birên me ji gotinên me hê zêde qewatê distînin.

16 Pawlos xûşk-birara got, ku Yehowa kirên wane qenc divîne (Îbranî 10:32-34). Hergê baweriya xûşk yan birakî sist bûye û em dixwazin alîkariyê bidinê, em jî dikarin mîna Pawlos bikin. Mesele, em dikarin wî bipirsin, hela ew çawa hatibû ser riya rastiyê, yan jêra bêjin ku ew bîne bîra xwe wekî Yehowa çawa alîkarî dabû wî. Em dikarin wî bidine bawerkirinê, ku Yehowa qenciya wî bîr nake û wê tu car pişta xwe nede wî (Îbranî 6:10; 13:5, 6). Xeberdanên usa dikarin xwestina van xûşk-birên delal diha qewî bikin, wekî berdewam kin Yehowara xizmet kin.

“DIL BIDINE HEV”

17. Wê baş be ku em kîjan feresetada pêşda herin?

17 Kesên ku şixulê avakirinêda dixebitin, wede şûnda dibine hoste, em jî mîna wan dikarin aliyê avakirina hevduda bibine hoste. Seva ku qewata xûşk-birên me zêde be, wekî ewana bikaribin ber tengasiya sebir kin, em dikarin wanra besa serhatiyên kesên amin bikin. Seva ku em edilayê xwey kin, em gerekê besa hunurên baş yên xûşk-bira bikin. Çaxê problêm pêşda tên, em gerekê edilayê xwey kin û li hev bên. Usa jî, em dikarin baweriya xûşk-bira qewî kin, ku dîna wan bidin ser gotinên Kitêba Pîroz, alîkariyê bidine wan û usa jî wan xûşk-bira bişidînin, yên ku ruhanîda sist bûne.

18. Wê baş be ku em berdewam kin çi bikin?

18 Çawa ku karkirina ser proêktên avakirinê yên teşkîletê, şabûnê mera tînin, avakirina xûşk-bira jî me dilxweş dike. Her avayî zû yan dereng hildişê, lê avakirina xûşk-bira dikare heta-hetayê bimîne. Lema jî were em hertim “dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin”! (1 Têsalonîkî 5:11)

KILAMA 100 Mêvanhiz bin

^ Jîyîna vê dinyayêda çetin e. Xûşk û birên me rastî gelek tengasiya tên. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidinê ku Pawlosê şandî çawa xûşk-bira hêlan dikir, û emê bivînin ku em çawa dikarin çev bidine wî.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bavek qîza xwe hîn dike ku ew çawa dikare edebyetên me bide xebatê, wekî dersdar û hevaldersxanên xwera şiroveke ku ew çira cejina “Roja Bûyîna Îsa” derbaz nake.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêrek derbazî herêmeke din bûne, wekî paşî teşqeleke tebiyetê alîkariyê bidin.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspîk teseliya birakî dike, baweriya kîjanî ku sist bûye. Ew wîra hine şikilên ji Mekteba Pêşenga nîşan dike, ya ku ewana çend sal pêşda tevayî derbaz bibûn. Gava ew ser van şikila dinihêre, ew tîne bîra xwe ku wana çiqas şabûn standibû, û xwestina wî zêde dibe ku dîsa Yehowara xizmet bike. Wext şûnda ew vedigere civatê.