Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 34

Nava Rastiyêda Bijîn

Nava Rastiyêda Bijîn

“Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarên min nava rastiyêda dijîn” (3 YÛHENNA 4).

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

VÊ GOTARÊDA *

1. Çima baş e wekî em gilî kin, ku em çawa hatine ser riya “rastiyê”?

 “TU ÇAWA hatî ser riya rastiyê?” Nava Şedên Yehowada, ev pirs gelek cara tê dayînê. Gava em hevra dibine nas, yek ji pirsên pêşin, yên ku em ji hevdu dipirsin, ev e. Em gelek hiz dikin hevdura derheqa xwe gilî kin û bêjin, wekî me çawa Yehowa nas kiriye (Romayî 1:11). Xeberdanên usa tînin bîra me, wekî riya rastiyê çiqas qîmet e. Usa jî, em safî dikin ku timê “nava rastiyêda” bimînin, dêmek li gora xwestina Yehowa bijîn (3 Yûhenna 4).

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

2 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin hine meniya ku em çima rastiyê hiz dikin. Paşê, emê bivînin ku em çawa dikarin berdewam kin, wekî vê pêşkêşê qîmet kin. Bi saya vê gotarê emê diha zêde bişêkirînin, wekî Yehowa me berbi rastiyê kişandiye (Yûhenna 6:44). Usa jî, ev gotar wê xwestina me diha qewî ke, wekî em kesên dinra derheqa rastiyê gilî kin.

EM ÇIMA “RASTIYÊ” HIZ DIKIN?

3. Em herî zêde çima rastiyê hiz dikin?

3 Menî gelek in ku çira em rastiyê hiz dikin. Ya herî ferz, em Yehowa hiz dikin, yê ku Kaniya rastiyê ye. Bi saya Kitêba Pîroz, em ne tenê hîn bûne ku ew Efirandarê erd û ezmana ye, lê em pêhesiyane ku ew Bavê meyî dilovan e û bona me xem dike (1 Petrûs 5:7). Em zanin wekî Yehowa ye “Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo” (Derketin 34:6). Yehowa heqiyê hiz dike (Îşaya 61:8). Gava ew divîne ku em êşê dikişînin, ew xemgîn dibe û hazir e ku li wexta rast hemû kul û derdên me kokêva rake (Yêremya 29:11). Em gelek hîviya wê rojê ne! Belê, menîk ku çima em Yehowa haqas hiz dikin, ev e.

Rastiya Kitêba Pîroz Mîna ... Lengerê ye

Çawa ku lenger nahêle wekî av gemiyê bive, hêviya me jî dikare wedê tengasiya me xwey ke. Usa jî, rastiya Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî em merivên dinra jî derheqa hêviya xwe gilî kin. (Abzasa 4 heta 7 binihêre)

4-5. Pawlosê şandî hêviya me çima beramberî lengerê kir?

4 Dîsa çima em rastiyê hiz dikin? Riya rastiyê kareke mezin dide me. Mesele, bi saya rastiya Kitêba Pîroz, hêviya me heye. Pawlosê şandî derheqa vê hêviyê usa nivîsî: “Gumana bona jiyîna me dibe lengereke hîmgirtî û amin” (Îbranî 6:19). Çawa ku lenger gemiyê digire, wekî av lê nebe, hêviya me jî dikare wedê tengasiya alî me bike, wekî qewî bimînin.

5 Kontêksta vê rêzê nîşan dike, wekî Pawlosê şandî besa hêviya jîyîna ser ezmana dikir, ya ku Mesîhiyên kifşkirî hîviyê ne. Hêviya Mesîhiyên ku hîviya jîyîna ser erdê ne jî mîna lengerê ye (Yûhenna 3:16). Belê, hêviya jîyîna herheyî ser erdê, nêta jîyînê dide me.

6-7. Rastiya Kitêba Pîroz ça alî Îvon kir, wekî axiriyê netirse?

6 Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke bi navê Îvon. Gava ew zar bû, ewê rastiya Kitêba Pîroz nizanibû, û ew ji mirinê ditirsiya. Carekê, ewê ev cimle xwend: “Axiriya axiriyê, her kes dimire”. Îvon dibêje: “Seva van gotina, şev xew nedikete çevê min, û ez derheqa axiriyê difikirîm. Min xwera digot: ‘Ez bawer nakim ku emir haqas kin e. Ez çima hatime dinyayê?’ Min nedixwest bimirim!”

7 Paşê, gava Îvon hinekî mezin bû, ew rastî Şedên Yehowa hat. Ew dibêje: “Min bawer kir ku ez dikarim heta-hetayê Cinetêda ser erdê bijîm”. Gelo xûşka me ji rastiyê çawa kar dît? Ew dibêje: “Ez îda axiriyê û mirinê natirsim û şev rihet radizêm”. Îvon rastiyê gelek qîmet dike, û ew bi dil û can kesên dinra besa hêviya xwe dike (1 Tîmotêyo 4:16).

Rastiya Kitêba Pîroz Mîna ... Xiznê ye

Em dikarin him niha, him jî bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda heta-hetayê Yehowara xizmet bikin, ev xizneke gelek qîmet e û hêjayî her tiştî ye. (Abzasa 8 heta 11 binihêre)

8-9. (a) Mesela Îsada, merivekî ku xizne dît, ev xizne çiqas qîmet dikir? (b) Rastî bona te çiqas qîmet e?

8 Mizgîniya Padşatiya Xwedê jî pareke rastiyê ye. Îsa Mesîh rastiya derheqa Padşatiyê beramberî xizneke veşartî kir. Li gora Metta 13:44, Îsa usa got: “Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Erdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hemû hebûka xwe difiroşe û wî erdî dikire”. Ev mêr vê xiznê nedigeriya, lê gava dît, ewî mal-halê xwe firot ku vê xiznê qazanc ke. Gelo çira? Ewî zanibû ku ev xizne ji hemû tiştên ku cem wî hebûn, qîmettir e.

9 Lê tu jî rastiyê usa qîmet dikî? Bêşik erê! Çimkî çi ku dinya pêşkêşî me dike, nikare şabûneke usa bide me, ça xizmetiya Yehowara dide me. Him jî, hêviya me heye ku emê heta-hetayê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda bijîn. Usa jî, dostiya me tevî Yehowa, hêjayî her qurbankirina ye, lema jî em bi dil û can xîret dikin, wekî “her aliyava li wî xweş bên” (Kolosî 1:10).

10-11. Maîkl çima jîyîna xwe guhast?

10 Geleka ji me êpêce tişt ji xwe kêm kirine, wekî dilê Yehowa şa kin. Hineka ji me xebata baş hîştine. Hinek jî îda pey hebûkê nakevin. Hine meriva çaxê Yehowa nas kirin, jîyîna xwe bi temamî guhastin. Mesele, birakî bi navê Maîkl jî usa kir. Gava ew zar bû, ewî Yehowa nas nedikir. Cahiltiyêda, ew gulaşê hîn bû. Ew dibêje: “Sport bona min gelek ferz bû. Carna ez difikirîm ku ji min qewattir kesek tune”. Lê gava Maîkl destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, ew pêhesiya ku Yehowa zulmiyê nefret dike (Zebûr 11:5). Maîkl ser xûşk-birê ku tevî wî hînbûn derbaz dikirin, usa dibêje: “Wana tu cara minra nedigot ku gerekê ez gulaşê bihêlim. Wana tenê rastiya Kitêba Pîroz ez hîn dikirim”.

11 Çiqas ku Maîkl derheqa Yehowa hîn dibû, haqas hê zêde ewî Yehowa hiz dikir. Îlahî wî xweş dihat ku Yehowa himberî xizmetkarên xwe çiqas rem e. Wede şûnda, Maîkl fem kir ku gerekê ew safîkirineke ferz bike. Ew dibêje: “Bona min gelek çetin bû terka gulaşê bidim. Lê min zanibû ku hergê ez vê yekê bikim, Yehowa wê ji min razî be, û ez bawer bûm ku xizmetiya wî hêjayî her tiştî ye”. Maîkl fem kir, ku rastiya Kitêba Pîroz çiqas qîmet e, û ewê yekê wî hêlan kir ku jîyîna xwe biguhêze (Aqûb 1:25).

Rastiya Kitêba Pîroz Mîna ... Çirakê ye

Çawa ku çira alî me dike wekî em teriyêda riya xwe bivînin, Xebera Xwedê jî teriya dinya Mîrê-cinada riya rast nîşanî me dike. (Abzasa 12 û 13 binihêre)

12-13. Rastiya Kitêba Pîroz çawa alî Maylîyê kir?

12 Kitêba Pîroz qîmeta rastiyê beramberî çirayê dike, ku teriyêda diçûrise (Zebûr 119:105; Efesî 5:8). Xûşka me Maylî, ya ku Azerbaycanêda dijî, ronaya ku ewê ji Xebera Xwedê standiye, gelek qîmet dike. Bavê wê Misilman bû, lê diya wê Cihû bû. Maylî dibêje: “Ez tu car dudilî nedibûm ku Xwedê heye, lê hine pirsên min hebûn. Mesele, ez berxwe diketim: ‘Çira Xwedê meriv efirandine û çira meriv temamiya emirê xwe êşê dikişînin û paşê jî heta-hetayê cenimêda dişewitin?’ Meriva digot ku her tişt qirara Xwedê ye. Lema jî ez berxwe diketim: ‘Gelo Xwedê xweş tê gava divîne, ku ça meriv diçerçirin?’”

13 Maylî berdewam dikir cabên pirsên xwe bigere. Wext şûnda, ewê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û hate ser riya rastiyê. Ew dibêje: “Hînkirinên Kitêba Pîroz ku bi logîkî û bi îtbar in, nihêrandina min bi temamî guhastin û alî min kirin wekî ez bibim meriveke bextewar. Bi saya vê yekê, edilayî kete dilê min”. Mîna Maylîyê, em gişk şikiriyê didine navê Yehowa, yê ku em “ji terîstaniyê gazî ronaya xweye hujmekar kirine” (1 Petrûs 2:9).

14. Em ça dikarin rastiyê hê zêde hiz bikin? (Binihêrin çargoşe “ Meselên Din”.)

14 Eva tenê çend serhatî bûn, ku qîmeta rastiyê nîşan dikin. Bêşik, tu jî gelek serhatiyên usa zanî. Gelo em dîsa çira rastiyê hiz dikin? Hergê em derheqa vê yekê lêkolîna şexsî bikin, ev yek wê alî me bike ku hê zêde rastiyê hiz bikin. Belê, çiqas zêde em rastiyê hiz bikin, haqas hê zêde emê mecala bigerin, wekî razîbûna xwe bona vê yekê bidine kifşê.

EM ÇA DIKARIN NÎŞAN KIN KU EM RASTIYÊ HIZ DIKIN?

15. Em çawa dikarin nîşan kin ku em rastiyê hiz dikin?

15 Bi vê yekê ku em berdewam dikin Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em nîşan dikin ku em rastiyê hiz dikin. Firqî tune ku çend sal e em Şedên Yehowa ne, gerekê em terka hînbûnê nedin. Jûrnala pêşin ya “Birca Qerewiliyêda” usa dihate gotinê: “Rastî, ew heye mîna kulîrka biçûk, kîjan ku çolê mezin dibe, û der-dora wê zîwanên derewiyê mezin dibin û nav xweda lê vedişêrin. Hergê hûn dixwazin ewê kulîrkê bivînin, hûn gerekê rind bigerin. . . . Gava we ew dît, lazim e bisekinin û hildin. Lê tenê bi vê kulîrkeke rastiyê, têr nebin. . . . Dîsa yên din bigerin, nesekinin hê zêde top kin”. Lêkolîn hêsa nîne, lê bi rastî hêja ye ku em vê yekê bikin.

16. Tu çi cûreyî lêkolînê dikî? (Metelok 2:4-6)

16 Hine meriv xwendin û lêkolînê haqas hiz nakin. Lê Yehowa mera dibêje ku timê rastiyê lêkolîn kin, wekî bikaribin diha baş rastiyê fem kin (Metelok 2:4-6 bixûne). Gava em vê yekê dikin, cefê me badîhewa naçe, çimkî ev yek timê karê dide me. Birakî bi navê Korî dibêje ku gava ew Kitêba Pîroz dixûne, ew dîna xwe dide temamiya rêzê: “Ez hemû spartina dixûnim, her elametiya zêde dinihêrim û diha zêde lêkolînê dikim. . . . Bi vî cûreyî, ez ji xwendinê kareke mezin distînim!” Firqî tune em çi cûre lêkolînê dikin, wê baş be wekî em vê yekê bi dil û can bikin. Usa emê nîşan kin, ku em rastiyê gelek qîmet dikin (Zebûr 1:1-3).

17. Em ça dikarin li gora rastiyê bijîn? (Aqûb 1:25)

17 Em hemikî zanin, wekî bes nîne ku em tenê rastiyê lêkolîn bikin. Seva ku em ji rastiyê karê û şabûna rast bistînin, em gerekê li gora tiştên ku em hîn dibin, bijîn (Aqûb 1:25 bixûne). Gelo em ça dikarin bizanibin hela em li gora rastiyê dijîn yan na? Birakî me dibêje ku em gerekê dilê xwe lêkolîn bikin û têderxin, hela em kîjan aliyada îda pêşda çûne, û kîjan aliyada gerekê dîsa ser xwe bixebitin. Pawlosê şandî usa got: “Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn” (Fîlîpî 3:16).

18. Em çima xîret dikin ku “nava rastiyêda” bijîn?

18 De bidine hesabê xwe ku heger em çi ji destê me tê bikin, wekî “nava rastiyêda” bijîn, emê kareke çiqas mezin bistînin! Him jîyîna me wê diha baş be, him jî emê dilê Yehowa û dilê xûşk-bira şa kin (Metelok 27:11; 3 Yûhenna 4). Gelo hêja nîne wekî em rastiyê hiz bikin û li gora rastiyê bijîn?

KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!

^ Çawa Şedên Yehowa, em derheqa cûrê jîyîna xwe û baweriya xwe gelek cara dibêjin “rastî”. Firqî tune ku em teze hatine ser riya rastiyê, yan îda gelek sal e, wê baş be ku em bifikirin wekî em çira rastiyê hiz dikin. Bi vî cûreyî, emê hê zêde xîret bikin ku dilê Yehowa şa kin.