Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hebûka Rast Qazanc kin

Hebûka Rast Qazanc kin

“Hûn bi hebûka nerast hevala xwera dest xin” (LÛQA 16:9).

KILAMÊN: 122, 129

1, 2. Vê dinyayêda çira wê timê merivên kesîb hebin?

ÎRO sîstêma êkonomîkî gelek çetinaya tîne. Mesele, gelek cahilara çetin e xebatê xwera bivînin. Hinek jî emirê xwe dikine bin qeziyê, seva ku derbazî welatên dewletî bin. Lê wan welatada jî kesîbbûn heye. Niha nav temamiya dinyayêda merivên dewletî diha dewletî dibin, lê yên kesîb hê belengaz dibin. Li gora hine hesaba, nav temamiya dinyayê ji hemû meriva selefek, merivên lape dewletî ne, û hebûka wan bi tevay haqas e, çiqas ya 99 selef merivên mayîn bi tevay. Yazix ew rastî usa ne, hine meriv usa dewletî ne ku hebûka wan dikare têra gelek rikinyatên wan bike, lê bi mîlîarda meriv kesîbiyêda dijîn û hizreta wan perî nan e. Îsa derheqa wî halî usa got: “Feqîrê her gav tevî we bin” (Marq. 14:7). Gelo çira ew nerastî heye?

2 Îsa ew gilî got çimkî zanibû, wekî ew hal wê neyê guhastinê, heta Padşatiya Xwedê neyê. Vê dinyayêda xêncî sîstêma polîtîkî û rêlîgî, heye sîstêma komêrsî, kîjan ku perehiz e. Ev sîstêm kitêba Eyantî 18:3-da bi sîmbolîk tê navkirinê “bazirgan”, û ew jî pareke vê dinya Şeytan e. Rast e cimeta Xwedê bi temamî ji polîtîkê û dînên qelp qetiya ye, lê bi temamî ji vê sîstêma komêrsyayê nikare biqete.

3. Emê kîjan pirsa şêwir kin?

3 Wê kêrhatî be hergê em xwe bicêribînin, hela em ça nin hindava vê sîstêma komêrsîda. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Ez ça dikarim bi hebûka xwe aminiya xwe Xwedêra nîşan kim? Ça ez dikarim hê kêm bikevime nava komêrsyayê? Çi îzbat dike wekî vê dinya çetinda, cimeta Xwedê bi temamî îtbariya xwe Xwedê tîne?”

METELOK DERHEQA WEKÎLXERCÊ NÊAMIN

4, 5. a) Meteloka Îsada bazirgan kete çi halî? b) Îsa çi şîret da şagirtên xwe?

4 Bixûne Lûqa 16:1-9. Em gerekê kûr bifikirin ser meteloka Îsa derheqa wekîlxercê neamin. Wekîlxerc neheq kirin ku ew perê axayê xwe pûç dike. Ewî fem kir, wekî ew xebata xwe unda dike û “bi aqilî kir” ku destpêkir xwera “hevala” qazanc ke seva paşê ewana kêrî wî bên. * Bi vê metelokê Îsa nexwast şagirtên xwe hîn ke ku nerastiyê bikin seva vê dinyayêda ebûra xwe bikin. Îsa got wekî “merivêd vê dinê” usa dikin. Bi rastiyê Îsa dixwast ku şagirtên wî ji vê metelokê dersê xwera hîn bin.

5 Îsa zanibû wekî şagirtên wî jî mîna wî wekîlxercî wê rastî çetinaya bên, çimkî wê dinya komêrsîda bijîn. Lema jî ewî wanra şîreteke usa da: “Hûn bi hebûka nerast hevala xwera dest xin û gava hebûk kêm be, [Yehowa û Îsa] we bin konê heta-hetayêda qebûl kin”. Gelo ji vê şîretê em çi dikarin hîn bin?

6. Em ji ku zanin ku qirara Xwedêda tune bû, wekî sîstêma komêrsî hebe?

6 Rast e Îsa şirovenake ku çira ew ser hebûkê dibêje “nerast”, lê Kitêba Pîroz zelal nîşan dike wekî komêrsî, yanê pereqazanckirin qirara Xwedêda nîbû. Mesele, Yehowa Edenêda Adem û Hêwayêra têr-tije tişt da, ne ku çiqas wanra lazim bû (Destp. 2:15, 16). Hin jî, çaxê qirna yekêda ruhê pîroz hate ser yên bijartî, “ji wana tu kesî hebûka xwera nedigot ku: ‘ya min e’, lê her tiştêd wan yek bû” (Kar. Şand. 4:32). Îşaya pêxember got ku wê bê wede, wekî meriv bêheq ji dayîna erdê lezetê bivînin (Îşa. 25:6-9; 65:21, 22). Lê heta ku ew wede bê, şagirtên Îsara lazim e ku “bi aqilî” bijîn. Ewana gerekê “hebûka nerast”, dêmek ya vê dinyayê, usa bidine xebatê ku Xwedê jî xweş bên.

HEBÛKA NERAST BI AQILAYÎ BIDINE XEBATÊ

7. Lûqa 16:10-13-da çi şîret tê dayînê?

7 Bixûne Lûqa 16:10-13. Meteloka Îsada wekîlxerc heval xwera dest xistin seva kara xwe. Lê Îsa şagirtên xwe şîret kir wekî li ezmana xwera hevala qazanc kin, ne bona kara xwe, lê pê nêtên rast. Ew rêz nîşan dikin ku ça xebitandina “hebûka nerast”, girêdayî ye tevî aminiya me hindava Xwedê. Îsa got ku em dikarin Xwedêra amin bimînin, gava hebûka xwe rast xerc kin.

8, 9. Mesela wan meriva bînin, yên ku aminiya xwe nîşan dikin vê yekêda, ku ça hebûka nerast didine xebatê.

8 Em aminiya xwe Xwedêra îzbat dikin, çaxê bona şixulê belakirina mizgîniyê, derheqa çi jî Îsa pêxembertî kir, qurbana dikin (Met. 24:14). Qîzikeke biçûk ji Hindistanê qutiya biçûkda xwera pere top dikir, û ewê hela hê lîstok jî xwera nedikirî. Gava ev qutî tije bû, ewê ev pere qurban kir seva şixulê belakirina mizgîniyê. Birakî me ji Hindistanê, karxana wîye gûzên hindê (kokos) heye. Û ewî gelek kokos qurban kir seva ofîsa welgerandinê ya Malayalamê. Ewî zanibû wekî yeke fîlîal gerekê kokosa bikire, û lema fikirî hê baş e kokosa bide, ne ku pera. Belê, ew aqilayî ye. Birak jî ji Yûnanistanê timê bizirê zeytûnê, penîr, û xwarinên din bona xûşk-birên Beytelêda qurban dike.

9 Birakî me ji Şrî Lankayê kîjan ku niha dijî welatê xerîbda, erdê xwe û mala xwe daye seva li wêderê civîn û civatên mezin derbaz bin, û usa jî seva xizmetkarên hertim li wêderê bimînin. Ev qurbankirin e bona wî birayî, lê alîkariya mezin e seva xûşk-birên wê mihalê, destê kîjanada tune. Wan welatada, kîderê ku şixulê me qedexekirî ye, xûşk-bira mala xweda civata derbaz dikin. Bi saya vê yekê, gelek pêşeng û xûşk-birên din ku desteng in, perê xwe xerc nakin seva kiriya odê.

10. Em çi kerema distînin gava destvekirî ne?

10 Belê, meselên wan xûşk-bira nîşan dikin ku cimeta Xwedê “hindikîda amin” e, dêmek hebûka xwe rast didine xebatê (Lûqa 16:10). Lê gelo ew dostên Yehowa çi texmîn dikin gava qurbana dikin? Dilê wan şa dibe, çimkî ewana fem dikin ku çaxê ewana merd in, usa ewana hebûka “rast” qazanc dikin (Lûqa 16:11). Xûşkeke ku timê bona şixulê belakirina mizgîniyê pera qurban dike, gilî dike ku ew çi kerema distîne ji vê yekê: “Çaxê ez pera qurban dikim, ez texmîn dikim ku nava salada ez hatime guhastinê. Min têderxist ku çiqas zef ez vê yekêda merd im, haqas hê zef ez hindava merivada jî destvekirî dibim. Mesele, ez bûme merd baxşandinêda û sebirêda. Hin jî evê yekê alî min kir, ku kêm berxwe kevim û şîreta qebûl kim”. Gelek xûşk-bira texmîn kirine ku çaxê ewana destvekirî ne, kareke mezin distînin (Zeb. 112:5; Metlk. 22:9).

11. a) Çawa merdaniya me “aqilî” dide kifşê? b) Teşkîleta Xwedêda pere ça tê xerckirinê? (Binihêre şiklê ewlin.)

11 Em usa jî “bi aqilî” dikin çaxê qurbana dikin seva belakirina mizgîniyê. Dibeke em xwexa nikarin xizmet kin ça xizmetkarên hertim, yan jî derbazî wî cîyî bin kîderê hewcetî heye, lê em pera qurban dikin seva alî xûşk-birên din bikin xizmetiyêda (Metlk. 19:17). Mesele, perê ku tê qurbankirinê, alîkariyê dide seva edebyet hebin û şixulê belakirina mizgîniyê pêşda here welatên kesîbda, kîderê ku gelek meriv têne nava rastiyê. Besa xeberê, Kongoda, Madageskarêda, û Rwandayêda, Kitêba Pîroz gelek biha ye. Meriv gerekê weke heftêkê yan mehekê bixebite, seva Kitêba Pîroz bikire. Û bi sala xûşk-birên wêderê dijbartin, yan xwarinê bikirin seva neferên xwe, yan jî Kitêba Pîroz. Lê niha bi alîkariya perequrbankirina xûşk-bira, “zêdeya” ku heye “kêmasiya” tijî dike, û teşkîleta Yehowa Kitêba Pîroz weldigerîne û neşir dike bona hemû neferên malbetên wan û usa jî bona wan yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin. (Bixûne 2 Korintî 8:13-15.) Belê, herdu jî, ewên ku didin û yên ku distînin dibine dostên Yehowa.

HÊ KÊM BIKEVINE NAV KOMÊRSYA VÊ DINYAYÊ

12. Birahîm ça îzbat kir ku ew îtbariya xwe Xwedê tîne?

12 Em usa jî dikarin bibine dostên Yehowa, hergê em kêm bikevine nava komêrsya vê dinyayê û hebûka “rast” bigerin. Vê yekêda Birahîm meseleke baş mera hîştiye. Ewî gura Yehowa kir, û welatê dewletî Ûr hîşt çû seva çadirada bijî. Belê, ewî usa kir çimkî dixwest bibe dostê Yehowa (Îbrn. 11:8-10). Birahîm tu car nedikete pey hebûkê, çimkî bi temamî îtbariya xwe Xwedê dianî (Destp. 14:22, 23). Îsa şagirtên xwe hêlan dikir, wekî baweriya wan jî usa qayîm be. Carekê, ewî merivê dewletîra got: “Heger tu dixwazî kamil bî, here hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li ezmana hebe. Û pey min were” (Met. 19:21). Yazix, baweriya wî mêrikî kêm bû, lê hebûn meriv ku îtbariya xwe bi temamî Xwedê dianîn.

13. a) Pawlos çi şîret da Tîmotêyo? b) Îro em ça dikarin evê şîretê bona xwe bidine xebatê?

13 Tîmotêyo merivekî bi baweriya qewî bû. Pawlos wî nav kir “eskerê Mesîh Îsayî qenc” û paşê ser wan giliyên xweda zêde kir: “Tu esker şixulê binelîtiyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê” (2 Tîmt. 2:3, 4). Îro jî şagirtên Îsa, ji wan mîlyonekî zêdetir xizmetkarên hertim in, evê şîreta Pawlos didine xebatê. Ewana çev nadine vê dinyayê, kîjan ku perehiz e û tima ye û bîr nakin evê prînsîpê: “Deyndar dibe xulamê deyndayî” (Metlk. 22:7). Şeytan hema evê yekê dixwaze wekî em hemû wedê xwe û qewata xwe xerc kin û bibine xulamên vê dinyayê. Belê, em gerekê miqatî xwe bin, wekî safîkirinên usa nekin ku me bikine xulam. Mesele, hergê em perê qalim deynî hildidin seva tam bikirin, yan xwendina bilind bistînin, yan jî avta biha bikirin, em dikarin ser gelek sala bikevine bin deyna. Lema jî aqilayî ye, ku pey pera nekevin, deyna nekine stûyê xwe û perê xwe rast xerc kin. Usa wê tu tişt rê me negire ku Xwedêra xulamtiyê bikin û nebine xulamên komêrsya vê dinyayê (1 Tîmt. 6:10).

14. Nêta me gerekê çi be? Meselê bînin.

14 Seva ku nekevine bin bayê pera û hebûkê, em gerekê şixulê Xwedê daynin ciyê pêşin. Mêr û jinek yên ku berê xizmetkarên hertim bûn, bîznêseke mezin vekirin û perê qalim çêdikirin. Lê wana dixwest dîsa bibine xizmetkarên hertim, û lema bîznêsa xwe, qeyik, û hûr-mûrên xweye din firotin. Paşê, wana bi rezedilî alîkarî didane avakirina fîlîala sereke Worwîkêda, (Niyû York). Ew yek bona wan keremeke mezin bû, çimkî Beytelêda wana tevî qîza xwe û zevê xwe xizmet dikirin. Û usa jî çend heftiya dê-bavê wî birayî jî wêderê bûn, çimkî ewana jî alîkarî didane proêkta Worwîkê. Xûşkeke pêşeng ji Koloradoyê (Dewletên Yekbûyî), bankêda xebata nîvrojî xwera dît. Mezinên xebatê usa xebata wê begem kirin, ku jêra gotin wekî ew temamiya rojê bixebite, û sê cara zêdetir pera bistîne. Lê ew xûşk qayîl nebû, çimkî wê nikaribûya Yehowara gelek xizmet kira. Ew tenê çend mesele ne, lê hene dîsa gelek xûşk-bira, yên ku gelek tişt ji xwe kêm kirin, seva hê zêde Xwedêra xizmet kin. Belê, çaxê nêta me ew e ku şixulê Xwedê daynin ciyê pêşin, em îzbat dikin ku em dostiya xwe tevî Xwedê û hebûka ruhanî diha zef qîmet dikin, ne ku tiştên vê dinyayê.

GAVA HEBÛK KÊM BE

15. Kîjan hebûk bextewariya mezin tîne?

15 Hergê meriv dewletî ye, ew nayê hesabê ku Xwedê wî qebûl dike û kerem kiriye. Yehowa wana kerem dike yên ku “bi kirinêd qenc dewletî” ne. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:17-19.) Mesele, xûşkeke me bi navê Lûçîa * pêhesiya ku Albanyayêda hewcetiya mizgînvana heye. Ewê yekê lê hêlan kir ku sala 1993-da ji Îtalyayê derbazî Albanyayê be. Ew nehêsa bû çimkî xebata wê tune bû, lê ewê bi temamî îtbariya xwe Yehowa anî. Ew zimanê Albanî hîn bû û 60 merivî zêdetir anî ser riya rastiyê. Dibeke mihala meda gelek meriv nayên ser riya rastiyê, lê her tişt çi ku em dikin seva meriv riya jîyînê bivînin û ser bimînin, ne em, ne jî ewana tu car wê bîr nekin (Met. 6:20).

16. a) Çi wê biqewime tevî sîstêma komêrsyayê? b) Ev yek ça gerekê hukum be ser nihêrandina me hindava hebûkê?

16 Îsa got: “Gava . . . [hebûka nerast] kêm be”, ne ku “hergê kêm be” (Lûqa 16:9). Ew tê hesabê wekî ew sîstêma komêrsî wê ese kuta be. Wan rojên axiriyêda, gelek banka perê xwe unda kirine û gelek welatada jî krîzîs e. Lê axiriyêda halê dinyayê wê hê xirab be. Sîstêmên Şeytan, dêmek yê polîtîkî, rêlîgî, û komêrsî wê ese kuta bin. Pêxember Hezeqêl û Sêfanya pêxembertî kiribûn, wekî zêr û zîv, dêmek çi ku gelek qîmet e bona vê dinyayê, wê pûç bin û kêrî tiştekî neyên (Hezql. 7:19; Sêfn. 1:18). Bidine ber çevê xwe, hergê me xilaziya emirê xwe fem kir, ku me badîhewa “hebûka nerast” top dikir, lê hebûka rast xwera qazanc nekir, gelo emê çi texmîn kin? Emê xwe mîna wî merivî texmîn kin, kîjan ku temamiya emirê xwe dixebitî seva gelek pere top ke, lê ew pere qelp derketin (Metlk. 18:11). Belê, hebûka vê dinyayê ese kuta be, lema jî îzinê nedin tu tiştî rê we bigire seva “hevala” li ezman qazanc kin. Her tişt çi jî em bona Yehowa û Padşatiya wî bikin, ev yek wê bi rastiyê me dewletî û bextewar ke.

17, 18. Dostên Xwedê hîviya çi wedeyî ne?

17 Çaxê Padşatiya Xwedê bê, tu kes wê kirêda nîbe, ne jî deyn hilde seva tam bikire. Xwarin wê têr-tije û bê pere be. Hekîm û nexwaşxane wê tune bin. Dostên Yehowa wê ji berên erdê bi temamî lezetê bivînin. Zêr, zîv û xişir, wê bona xemilandinê bin, ne ku seva dewletî bin. Dar, kevir, û hesin, wê bona avakirina malên bedew bêne xebitandinê. Heval wê alî me bikin ne ku bona kara xwe, lê bi rezedilî û bi dil û can. Dinya tezeda emê her tiştîra ku erd wê bide şa bin.

18 Ew tenê hine tişt in, ku dostên Yehowa û Îsa, wê bistînin. Xizmetkarên Yehowa wê li ser erdê şa bin gava giliyên Îsa bibihên: “Werin bimbarekbûyiyêd aliyê Bavê minda! Ew Padşatiya ku bona we ji wextê efirandina dinyayêda hazir bûye war bin” (Met. 25:34).

^ abz. 4 Îsa ne got wekî wekîlxerc rastî neheqî kiriye hindava axayê xwe. Giliyê Yûnanî ji Lûqa 16:1 ku hatiye welgerandinê “gilî gihîşte”, dide kifşê ku şer avîtine wekîlxerc. Lê Îsa vê metelokêda derheqa meniya nabêje, lê derheqa kirê wekîlxerc.

^ abz. 15 Serhatiya xûşka me Lûçîa, dikarin bixûnin jûrnala “Hişyar Bin!” ya meha 22 Hezîranê, sala 2003, rûp. 18-22.