Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 30

Pêxembertiya Berê Tê Sêrî

Pêxembertiya Berê Tê Sêrî

“Ezê nava te û kulfetê . . . dijminatîyê daynim” (DESTPÊBÛN 3:15).

KILAMA 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

VÊ GOTARÊDA *

1. Demeke kin paşî ku Adem û Hêwayê gune kirin, Yehowa çi kir? (Destpêbûn 3:15)

 DEMEKE kin paşî ku Adem û Hêwayê gune kirin, Yehowa bi saya pêxembertîkê hêvî da zureta wan. Gotinên wî Destpêbûn 3:15-da hatine nivîsarê (bixûne).

2. Ev pêxembertî çira ferz e?

2 Ev pêxembertî Kitêba Pîrozda, kitêba pêşinda nivîsar e. Bi rastî hemû kitêbên din, yên Xebera Xwedê bi gotinên Destpêbûn 3:15-va girêdayî ne. Gotinên vê rêzê nîşan dikin, ku Xwedê wê Xilazkarekî bişîne, wekî Mîrê-cina û hemû piştgirên wî qir ke. * Ev yek wê bona dostên Yehowa keremeke gelek mezin be!

3. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

3 Vê gotarêda, emê cabên van pirsên derheqa gotinên ji Destpêbûn 3:15 bistînin: Kesên ku ev rêz besa wan dike, kê ne? Ev pêxembertî çawa tê sêrî? Em çawa ji pêkhatina vê pêxembertiyê karê distînin?

KESÊN KU EV RÊZ BESA WAN DIKE, KÊ NE?

4. “Mer” kê tê hesabê, û em vê yekê ji ku zanin?

4 Destpêbûn 3:14, 15 gilî dike derheqa “mer”, “zureta” mer, “kulfet” û “zureta” kulfetê. Kitêba Pîroz mera zelal dike, ku bi sîmbolîk ewana kê têne hesabê. * Ya pêşin, were em bivînin ku “mer” kê tê hesabê. Tê kifşê ku ev rêz besa merekî rêalî nake, çimkî heywan wê nikaribûya gotinên Yehowa Xwedê fem kira. Lema jî eşkere ye, ku Yehowa fermana xwe dabû efrînekî xweyîfem. Gelo ev efrîn kî ye? Eyantî 12:9 raste-rast dibêje, ku ev “merê berê”, Mîrê-cina ye. Lê gelo zureta mer kî ye?

MER

Mîrê-cina Eyantî 12:9-da ça “merê berê” tê navkirinê (Abzasa 4 binihêre)

5. Zureta mer kî ne?

5 Kesên ku çev didine nihêrandin û rabûn-rûniştina kesekî, Kitêba Pîroz wana bi sîmbolîk ça “zureta” wî nav dike. Lema jî hemû melek û meriv, yên ku dijminên Xwedê û xizmetkarên wî ne, para zureta mer in. Mesele, him melek, yên ku rojên Nuhda kifşkirina xwe hîştin û daketin ser erdê, him jî merivên ku çev didine bavê xwe, Mîrê-cina, zureta mer in (Destpêbûn 6:1, 2; Yûhenna 8:44; 1 Yûhenna 5:19; Cihûda 6).

ZURETA MER

Melekên xirab û merivên ku miqabilî Yehowa û xizmetkarên wî ne (Abzasa 5 binihêre)

6. Em ji ku zanin ku “kulfet” Hêwa nîne?

6 Gelo “kulfet” kî ye? Eşkere ye ku Hêwa nîne, çimkî rêz dibêje ku zureta kulfetê wê serê mer “bihincirîne”. Lê çawa me dît, mer Mîrê-cina ye, û tu merivekî gunekar ji zureta Hêwayê nikare serê vî melekê xirab bihincirîne. Lê gelo Mîrê-cina wê ça bê qirkirinê?

7. Çawa ku Eyantî 12:1, 2, 5, 10 nîşan dikin, ev kulfeta ji Destpêbûn 3:15 kê ye?

7 Kitêba paşin ya Kitêba Pîroz zelal dike, wekî kulfet, derheqa kîjanê Destpêbûn 3:15-da tê gotinê, kê ye (Eyantî 12:1, 2, 5, 10 bixûne). Ev kulfet meriv nîne. Li gora rêzê, “hîv binê piyada” ye û “kofîke ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû”. Jêra zareke mexsûs dibe, dêmek Padşatiya Xwedê. Padşatî ya ezmanî ye, lema gerekê kulfet jî ezmanî be. Bi vê yekê em fem dikin ku kulfet, para ezmanî ya teşkîleta Yehowa ye, ya ku ji melekên amin e (Galatî 4:26).

KULFET

Para ezmanî ya teşkîleta Yehowa, ya ku ji melekên amin e (Abzasa 7 binihêre)

8. Para sereke ya zureta kulfetê kî ye, û ew kengê bû para vê zuretê? (Destpêbûn 22:15-18)

8 Xebera Xwedê mera eyan dike, ku zureta sereke ya kulfetê kî ye. Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, wekî ev kesê sozdayî wê ji zureta Birahîm bê (Destpêbûn 22:15-18 bixûne). Li gora vê pêxembertiyê, Îsa hema ji rikiniyata vî mêrê amin bû (Lûqa 3:23, 34). Lê seva ku zuret bikaribe Mîrê-cina kuta ke, gerekê ew ji meriva qewattir be. Lema jî, gava Îsa weke 30 salî bû, ew bi ruhê pîroz, ça Kurê Xwedê hate kifşkirinê. Ji vî wedeyî, ew îda bû para sereke ya zureta kulfetê (Galatî 3:16). Paşî mirin û rabûna Îsa, Xwedê “bi rûmet û hurmet kofî danî sêrî” û hemû hukum da wî, “wekî kirên Mîrêcin xirab ke” (Îbranî 2:7; Metta 28:18; 1 Yûhenna 3:8).

ZURETA KULFETÊ

Îsa Mesîh û 144 000 hempadşên wî (Abzasa 8 û 9 binihêre)

9-10. (a) Para duda ya zureta kulfetê kî ne, û ewana çawa dibin para zureta kulfetê? (b) Niha emê derheqa çi şêwir kin?

9 Lê xêncî Îsa, kesên din jî wê bibûna para zuretê. Pawlosê şandî zelal kir, ku ew kî ne. Ewî Cihû û Necihûyên bi ruhê pîroz kifşkirîra usa got: “Heger hûn para Mesîh in, wekî usa ye zureta Birahîm in û warên wî sozî ne” (Galatî 3:28, 29). Çaxê Yehowa Mesîhîk bi ruhê pîroz kifş dike, ev kes îda dibe para zureta kulfetê. Dêmek zuret ji Îsa Mesîh û 144 000 hempadşên wî ne (Eyantî 14:1). Ewana gişk xîret dikin ku çev bidine Bavê xwe Yehowa.

10 Niha em zanin wekî kesên derheqa kîjana ku Destpêbûn 3:15-da tê gotinê, kî ne. Were em bi temamî bivînin, ku Yehowa evê pêxembertiyê çawa tîne sêrî, û em ji vê pêxembertiyê çi karê distînin.

EV PÊXEMBERTÎ ÇAWA HATIYE SÊRÎ?

11. “Penîya” zureta kulfetê ça birîndar bû?

11 Li gora Destpêbûn 3:15, mer wê “penîya” zureta kulfetê bigezta. Ev gotin hate sêrî, gava Mîrê-cina, Cihû û Romaya da xebatê, wekî ewana Kurê Xwedê bikujin (Lûqa 23:13, 20-24). Çawa ku birîna peniyê demekê dibe sebeb ku kesek nikare rê here, Îsa jî demekê nikaribû tiştek bikira, çimkî ew sê roja mirî bû (Metta 16:21).

12. Serê mer wê kengê û çawa bê hincirandinê?

12 Seva ku pêxembertiya ji Destpêbûn 3:15 bihata sêrî, lazim bû ku Îsa ji mirinê bihata rakirinê. Gelo çira? Çimkî li gora vê rêzê, zuret wê serê mer bihincirîne. Bona vê yekê, lazim bû ku birîna peniya Îsa qenc be. Hema usa jî qewimî. Roja sisiya paşî mirina Îsa, ew ça kesê ruhanîye nemirî ji mirinê hate rakirinê. Vê roja ku Xwedê îda kifş kiriye, Îsa Mesîh wê serê Mîrê-cina bihincirîne (Îbranî 2:14). Îsa û hempadşên wî, wê hemû dijminên Xwedê, dêmek zureta mer, qir kin (Eyantî 17:14; 20:4, 10). *

EV PÊXEMBERTÎ ÇA ALÎ ME DIKE?

13. Em ji pêkhatina vê pêxembertiyê ça karê distînin?

13 Xizmetkarên Xwedê ji pêkhatina vê pêxembertiyê gelek karê distînin. Gava Îsa ser erdê dijît, ewî bi cûrekî bêqisûr çev dida xeysetê Bavê xwe (Yûhenna 14:9). Lema jî me Yehowa Xwedê bi saya Îsa nas kir û wî hiz kir. Usa jî, em ji gotinên Îsa û ji vê yekê ku ew îro çawa rêberiya civatê dike, karê distînin. Îsa me hîn dike, ku gerekê em ça bijîn, wekî Yehowa ji me razî be. Usa jî, em gişk ji mirina Îsa, dêmek ji birîndarkirina peniya wî, karê distînin. Gelo çi cûreyî? Gava Îsa ji mirinê rabû, ewî qîmeta xûna xwe ça qurbaneke bêqisûr berva da, ya ku “me ji hemû guna” paqij dike (1 Yûhenna 1:7).

14. Ji bo pêkhatina pêxembertiya Yehowa çima wext lazim bû? Şiroveke.

14 Giliyên ku Yehowa baxçê Êdênêda gotibû, nîşan dikirin, wekî ev pêxembertî wê derbêra bi temamî nehata sêrî. Wext lazim bû wekî zureta kulfetê pêşda bihata, wekî Mîrê-cina piştgirên xwe top kira û wekî nav wanda nefret û dijminatî pêşda bihata. Ça baş e wekî bi saya vê pêxembertiyê em haş ji vê yekê hene, ku dinya Mîrê-cina wê xizmetkarên Yehowa nefret bike. Îsa jî şagirtên xwera got ku ewana wê ber çevê vê dinyayê reş bin (Marqos 13:13; Yûhenna 17:14). Îlahî 100 salên paşwextiyê, me pêkhatina pareke vê pêxembertiyê dîtiye. Gelo çawa?

15. Dinya çira diha zêde me nefret dike, û çira ne lazim e wekî em Mîrê-cina bitirsin?

15 Wexteke kin paşî ku Îsa sala 1914-da bû Padşê Padşatiya Xwedê, Mîrê-cina ji ezmana hate avîtinê. Ew îda nikare vegere ezmana, û demeke nêzîkda, wê qira wî bê (Eyantî 12:9, 12). Lema ew gelek hêrs e, xwera cî navîne û hêrsa xwe ser xizmetkarên Xwedêda dirijîne (Eyantî 12:13, 17). Ew e menî ku ev dinya, Şedên Yehowa hê zêde nefret dike. Dîsa jî, ne lazim e wekî em Mîrê-cina û piştgirên wî bitirsin. Mîna Pawlosê şandî, em dikarin bi bawerî usa bêjin: “Heger Xwedê pişta me ye, kî dikare miqabilî me be?” (Romayî 8:31). Em dikarin bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin, çimkî ça me dît, gelek gotinên ji Destpêbûn 3:15 îda hatine sêrî.

16-18. Kûrtîs, Ûrsûla û Cêsîkayê ji femkirina Destpêbûn 3:15, ça kar dîtine?

16 Gotinên Destpêbûn 3:15 dikarin alî me bikin, wekî em nava tengasiyada amin bimînin. Mîsyonêrek bi navê Kûrtîs, yê ku Gûamêda xizmet dike, dibêje: “Gava ez rastî tengasiya têm û aminiya min tê cêribandinê, fikirandina ser Destpêbûn 3:15 alî min dike, wekî ez îtbariya xwe hindava Bavê xweyî ezmana unda nekim”. Kûrtîs hizreta vê rojê ye, gava Yehowa me ji hemû tengasiya xilaz ke.

17 Xûşkeke bi navê Ûrsûla, ya ku Almanyayêda dijî, dibêje ku femkirina Destpêbûn 3:15 baweriya wê vê yekêda diha qewî kiriye, ku Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê. Ew yek ku hemû pêxembertiyên din vê pêxembertiyêva girêdayî ne, ser wê gelek hukum kiriye. Usa jî, ew dibêje: “Gava ez pêhesiyam, ku Yehowa derbêra çare dît, wekî însanet bê hêvî nemîne, min hê zêde Yehowa hiz kir”.

18 Xûşkeke bi navê Cêsîka, ya ku Mîkronêsyayêda dijî, usa dibêje: “Tê bîra min ku gava min cara pêşin fem kir, wekî min riya rastiyê dîtiye, ez gelek şa bûm! Pêkhatina pêxembertiya ji Destpêbûn 3:15 nîşanî min dike, ku jîyîna îro gerekê usa nîbûya. Usa jî, vê pêxembertiyê baweriya min diha qewî kiriye ku xizmetiya Yehowara jîyîna lape baş e, û axiriyêda jîyîna min wê diha baş be”.

19. Em çira dikarin bawer bin, ku para xilaziyê ya vê pêxembertiyê wê bê sêrî?

19 Çawa me dît, Destpêbûn 3:15 niha tê sêrî. Em rind zanin ku zureta kulfetê û zureta mer kî ne. Para sereke ya zureta kulfetê, Îsa Mesîh ye. Birîna peniya wî qenc bûye, û ew niha ça Padşa ser text rûniştiye. Demeke nêzîkda, hilbijartina kesên ku para duda ya zuretê ne, wê xilaz be. Hergê para pêşin ya vê pêxembertiya Xwedê îda hatiye sêrî, em dikarin bawer bin ku para xilaziyê jî wê bê sêrî, dêmek serê mer wê bê hincirandinê. Gava Mîrê-cina bê qirkirinê, nigên xizmetkarên Xwedê wê şabûna erd negire! Heta ku ev roj bê, mêrxasiya xwe unda nekin. Xwedayê me wê eseyî sozên xwe bîne sêrî. Bi saya zureta kulfetê, ewê ser “hemû miletên dinyayê” keremên bêhesab bibarîne (Destpêbûn 22:18).

KILAMA 23 Yehowa Serwêrtiya Xwe Destpêkir

^ Heta ku em gotinên Destpêbûn 3:15 rind fem nekin, emê nikaribin elametiya Kitêba Pîroz bi temamî fem bikin. Lêkolîna vê rêzê dikare baweriya me hindava Yehowa û sozên wî diha qewî bike.

^ Binihêre broşûra “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, têma “Elametiya ji Kitêba Pîroz”.

^ Binihêre çargoşe “Destpêbûn 3:14, 15 Besa Kê Dike?”