Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 28

Padşatiya Xwedê Îda Serwêrtiyê Dike!

Padşatiya Xwedê Îda Serwêrtiyê Dike!

Padşatiya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê wî” (EYANTÎ 11:15).

KILAMA 22 Bira Padşatiya Te Bê!

VÊ GOTARÊDA *

1. Halê dinyayê çi îzbat dike?

 GAVA tu halê dinyayê divînî, tu bawer dikî ku rojekê, her tişt wê baş be? Malbetada çiqas diçe hizkirin unda dibe û sar dibe. Nav temamiya dinyayê, zulmî û zordarî zêde dibe, û gelek meriv hêrs in û tenê xwe hiz dikin. Gelek meriv îda îtbariya xwe kesên xweyîhukum naynin. Lê ev yek ku halê dinyayê haqas xirab e, dikare baweriya te diha qewî ke, ku her tişt wê baş be. Gelo çira? Çimkî Kitêba Pîroz berêda gotibû ku “rojên axiriyêda” meriv wê usa bin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Pêkhatina vê pêxembertiyê, kîjan ku tu kes nikare înkar ke, eşkere îzbat dike ku Îsa Mesîh bûye Padşê Padşatiya Xwedê, û ewî îda destpêkiriye ser ezmana hukum bike. Derheqa Padşatiyê, gelek pêxembertiyên din jî hatibûn gotinê. Niha, emê çend pêxembertiyên din şêwir kin, yên ku van salên paşwextiyê têne sêrî.

Mîna parên şikilekî, ku dibine şikileke tam û zelal, pêxembertiyên ji kitêba Daniyêl û Eyantî zelal nîşan dikin wekî xilazî zûtirekê wê bê, çawa ku Yehowa soz daye (Abzasa 2 binihêre)

2. Vê gotarêda emê çi şêwir kin, û çira? (Şikilê rûyê jûrnalê şiroveke.)

2 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine (1) vê pêxembertiyê ku me hîn dike, wekî Padşatiya Xwedê kengê destpêkir serwêrtiyê bike, (2) pêxembertiyên ku me hîn dikin, wekî kengê Îsa Mesîh ser ezmana bûye Padşê Padşatiya Xwedê û (3) pêxembertiyên ku nîşan dikin, wekî zûtirekê çi wê bê serê dijminên Padşatiya Xwedê. Emê bivînin ku ew pêxembertî mîna parên şikilekî, dibine şikileke tam û zelal, kîjan ku nîşan dike wekî xilazî zûtirekê wê bê, çawa Yehowa soz daye.

ÇA TÊDERXIN KU KENGÊ PADŞATIYA XWEDÊ DESTPÊKIR SERWÊRTIYÊ BIKE?

3. Daniyêl 7:13, 14 derheqa Padşê Padşatiya Xwedê çi dibêje?

3 Çawa ku kitêba Daniyêl 7:13, 14-da hatibû pêxembertîkirinê, Îsa serwêrê herî baş e, çimkî Padşatiya wî wê tu car nekeve destê kesekî din. Merivên ji hemû mileta wê wîra xizmet bikin. Rêzên din yên ji kitêba Daniyêl jî pêxembertî kiribûn, wekî Îsa Mesîh wê paşî ‘heft dema’ Padşatiyê bistîne. Gelo em dikarin tê derxin ku Îsa kengê bû Padşa?

4. Şiroveke ku Daniyêl 4:10-17 çawa alî me dike, wekî em hesab kin, ku kîjan salê Îsa Mesîh bû Padşa. (Spartinê jî binihêre.)

4 Daniyêl 4:10-17 bixûne, ÎM. “Heft dem” tê hesabê 2 520 sal. Ev dem sala 607 B.D.M.-da destpêbû. Vê salê, Babîloniya bajarê Orşelîmê wêran kirin, û padşê xilaziyê ji textê Yehowa hate rakirinê. “Heft dem” sala 1914 D.M.-da xilaz bûn. Vê salê, Yehowa Îsa Mesîh kire Padşê Padşatiya xwe, kîjanîra ku bi qanûnî textê Padşatiyê diket * (Hezeqêl 21:25-27).

5. Pêxembertiya derheqa ‘heft dema’ çi karê mera tîne?

5 Gelo em ji vê pêxembertiyê çi karê distînin? Pêkhatina pêxembertiya derheqa ‘heft dema’ baweriya me diha qewî dike, ku Yehowa sozên xwe wextda tîne sêrî. Çawa ku ewî bona sazkirina Padşatiya xwe wede kifş kiribû, Ewê pêxembertiyên din jî li gora wedê kifşkirî bîne sêrî. Belê, roja Yehowa wê derengî nekeve! (Hebaqûq 2:3)

EM JI KU ZANIN KU ÎSA MESÎH NIHA PADŞA YE?

6. (a) Em ji ku zanin wekî Îsa niha ser ezmana serwêrtiyê dike? (b) Pêxembertiya ji Eyantî 6:2-8 vê yekê çawa îzbat dike?

6 Nêzîkî xilaziya xizmetiya xwe ser erdê, Îsa şagirtên xwera zelal kir, ku meriv wê çawa fem bikin, wekî ewî ser ezmana destpêkiriye hukum bike. Mesele, ewî got ku şer, xela û erdhej wê hebin. Ewî usa jî got ku “cî-ciya” nexweşî wê hebin. Pandemiya COVID-19 yek ji van nexweşiya ye. Ew hemû qewimandin parên “nîşana” vê yekê ne, ku Îsa Mesîh serwêrtiyê dike (Metta 24:3, 7; Lûqa 21:7, 10, 11). Paşî çûyîna Îsa Mesîh ser ezmana, 60 salî zêdetir şûnda, ewî Yûhennayê şandîra dîsa got ku ev tişt wê biqewimin (Eyantî 6:2-8 bixûne). Ji wexta ku Îsa Mesîh sala 1914 bû Padşa, gotinên wî bi rastî jî hatine sêrî.

7. Paşî vê yekê ku Îsa bû Padşa, halê dinyayê çira diha xirab bû?

7 Paşî vê yekê ku Îsa bû Padşa, halê dinyayê çima diha xirab bû? Li gora Eyantî 6:2, paşî ku Îsa destpêkir serwêrtiyê bike, ewî pêşiyê miqabilî Mîrê-cina û cinên wî şer kir. Kitêba Eyantî serê 12 nîşan dike, wekî Mîrê-cina vî şerîda da der û tevî cina hat avîtinê ser erdê. Axiriya vê yekê çi bû? Kitêba Pîroz usa dibêje: “Wey li erdê û li berê, çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê” (Eyantî 12:7-12).

Em hemikî şa nabin ku tiştên xirab diqewimin, lê pêkhatina gotinên Kitêba Pîroz baweriya me diha qewî dike, ku Padşatiya Xwedê îda serwêrtiyê dike (Abzasa 8 binihêre)

8. Gava em pêkhatina pêxembertiyên derheqa Padşatiyê pê çevê xwe divînin, ev yek ser me çawa hukum dike?

8 Gelo em ji vê pêxembertiyê çi karê distînin? Him halê dinyayê him jî xeyset-hunurên meriva, nîşan dikin ku Îsa bi rastî jî bûye Padşa. Lema jî, gava em divînin ku însanên li der-dora me çiqas xwehiz û hêrs in, em bi zêdeyî berxwe nakevin, çimkî em fem dikin ku kirên wan îzbat dikin, wekî Padşatî îda hukum dike! (Zebûr 37:1) Çiqas em nêzîkî Harmegedonê dibin, haqas halê dinyayê wê diha xirab be (Marqos 13:8; 2 Tîmotêyo 3:13). Gelo em şêkirdar nînin, wekî Bavê meyî dilovan mera zelal dike ku sebebê van tişta çi ye?

ÇI WÊ BÊ SERÊ DIJMINÊN PADŞATIYA XWEDÊ?

9. Pêxembertiya ji Daniyêl 2:28, 31-35 derheqa împêriya hemdinyayê ya xilaziyê çi dibêje, û ev împêriya kengê pêşda hat?

9 Daniyêl 2:28, 31-35 bixûne, ÎM. Îro, ev pêxembertî jî ber çevê me têne sêrî. Xewna Nebûkedneser nîşan kiribû ku rojên axiriyêda, dêmek paşî destpêka serwêrtiya Mesîh, çi wê biqewime. Wê demê, împêriya hemdinyayê, ya ku bi sîmbolîk piyên “ji hesin û ji gilê” ye, gerekê xuya bûya. Ev împêriya hemdinyayê ya xilaziyê ye, û ew dijminê Îsa Mesîh ye. Wedê Şerê Hemdinyayê ya I, gava Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, bûne yek, ev împêriya hemdinyayê xuya bû, dêmek Anglo-Amêrîka. Xewna Nebûkedneser dîna me dikişîne ser du tişta derheqa vê împêriyayê, çi ku lê ji padşatiyên pêşiya vê cude dike.

10. (a) Pêxembertiya Daniyêl derheqa împêriya Anglo-Amêrîka çawa îro eşkere tê kifşê? (b) Em çida gerekê fesal bin? (Çargoşe “ Fesal bin!” binihêre.)

10 Firqiya pêşin ev e ku yektiya Brîtanya û Amêrîkayê ne ku bi mêtaleke ji zêr yan zîv e, lê bi tevliheviya hesin û gilê ye. Gil, dêmek heriya sor bi sîmbolîk tê hesabê cimet (Daniyêl 2:43). Îro eşkere ye, ku hukumê cimetê çawa riya vê împêriya hemdinyayê digire û car-cara îzinê nade ku ew xwestina xwe bîne sêrî. Ew rind tê kifşê wedê hilbijartinên polîtîkî, kampanyayên bona mafên bajarvana û protêstên mezin ku cimet pêşda tîne.

11. Ça xuyabûna împêriya hemdinyayê, dêmek Anglo-Amêrîka, baweriya me qewî dike ku em rojên axiriyêda dijîn?

11 Ya duda, împêriya Anglo-Amêrîkayê bi sîmbolîk piyên heykel in. Dêmek, li gora Kitêba Pîroz, ev împêriya hemdinyayê ya xilaziyê ye. Paşî vê serwêrtiyê, îda tu serwêrtî wê ciyê vê negire. Dewsê, ewê şerê Harmegedonêda tevî hemû serwêrtiyên dinyayê, ji aliyê Padşatiya Xwedêva bê wêrankirinê * (Eyantî 16:13, 14, 16; 19:19, 20).

12. Pêxembertiya Daniyêl çi îzbatkirinên din jî nîşan dike, yên ku baweriya me diha qewî dikin?

12 Gelo em ji vê pêxembertiyê çi karê distînin? Pêxembertiya Daniyêl îzbatkirinên din jî nîşan dike, ku em niha rojên axiriyêda dijîn. Zêdetirî 2 500 sal pêşda, Daniyêl gotibû ku paşî Babîlonê, wê çar împêriyên din ser xizmetkarên Xwedê hukum bikin. Usa jî, ewî nîşan kiribû ku împêriya Anglo-Amêrîkayê wê serwêrtiya paşin be. Ev yek baweriya me diha qewî dike, ku demeke nêzîkda Padşatiya Xwedê wê hemû serwêrtiyên dinyayê bi temamî kokêva rake û xwexa ser dinyayê padşatiyê bike (Daniyêl 2:44).

13. “Padşê heyşta” û “deh padşa”, yên ku Eyantî 17:9-12 besa wan dike, bi sîmbolîk çi têne hesabê, û ev pêxembertî ça hate sêrî?

13 Eyantî 17:9-12 bixûne. Paşî Şerê Hemdinyayê ya I, pêxembertiya din derheqa rojên axiriyê hate sêrî. Serwêrên dinyayê dixwestin tiştekî usa bikin ku şer îda tune bin û edilayî be. Lema jî meha Çileyê, sala 1920, wana teşkîleta Lîga Mileta saz kir. Lê meha Cotmehê, sala 1945, teşkîleta Miletên Yekbûyî dewsa wê hate sazkirinê. Ev teşkîlet li gora Kitêba Pîroz tê navkirinê “padşê heyşta”, lê ew xwexa împêriya hemdinyayê nîne. Ew qewata xwe ji serwêrtiyên polîtîkî distîne, yên ku piştgiriya wê dikin. Kitêba Pîroz bi zimanekî sîmbolîk, wana ça “deh padşa” nav dike.

14-15. (a) Eyantî 17:3-5 derheqa “Babîlona mezin” çi dibêje? (b) Dînên qelp îro çi halîda nin?

14 Eyantî 17:3-5 bixûne. Yûhennayê şandî ji bîna ber Xwedê, xewn-xeyalêda qavek dît bi navê “Babîlona mezin”, ya ku bi sîmbolîk împêriya hemdinyayê ya rêlîgiya qelp tê hesabê. Gelo ev xewn-xeyal çi eyan dike? Rêlîgiyên qelp ji berêva tevî împêriyên polîtîkîye hemdinyayê hevkariyê dikin û piştgiriya wan dikin. Lê demeke nêzîkda, Yehowa wê bike dilê serwêrên polîtîkî “ku xwestina wî bikin”. Axiriya vê yekê wê çi be? Serwêrên polîtîkî, dêmek “deh padşa”, wê hicûmî ser teşkîletên rêlîgiya qelp bikin û wana qir kin (Eyantî 17:1, 2, 16, 17).

15 Em ji ku zanin wekî zûtirekê “Babîlona mezin” wê bê qirkirinê? Bona caba vê pirsê, bîne bîra xwe ku berê bajarê Babîlonê çawa bi ava Çemê Feratê dihate parastinê. Kitêba Eyantî jî miletên ku îro piştgiriya “Babîlona mezin” dikin, beramber dike tevî “avên” ku lê diparêzin (Eyantî 17:15). Lê kitêba Eyantî dibêje ku ev av wê ‘biçike’. Ev yek tê hesabê ku gelek meriv wê terka dînên qelp bidin (Eyantî 16:12). Ev pêxembertî îro tê sêrî. Gelek meriv pişta xwe didine rêlîgiyên qelp û mecalên din digerin wekî problêmên xwe safî kin.

16. Em çi karê distînin ji femkirina pêxembertiyên derheqa eyanbûna Miletên Yekbûyî û qirkirina “Babîlona mezin”?

16 Gelo em ji van pêxembertiya çi karê distînin? Eyanbûna teşkîleta Miletên Yekbûyî û sistbûna rêlîgiya qelp jî îzbat dikin ku em rojên axiriyêda dijîn. Rast e “Babîlona mezin” çiqas diçe piştgiriya meriva unda dike û sist dibe, lê çawa Kitêba Pîroz dibêje, ewê bi cûrekî din bê kutakirinê. Ça me dît, Yehowa wê bike dilê ‘deh padşa’, dêmek dilê serwêrên polîtîkî, yên ku piştgiriya Miletên Yekbûyî dikin, wekî ewana “xwestina wî bikin”, dêmek qira “Babîlona mezin” bînin. Hingê dinê elam wê ecêbmayî bimîne * (Eyantî 18:8-10). Qirkirina “Babîlona mezin” wê dinê bihejîne û dibeke bibe sebeba gelek tengasiya, lê xizmetkarên Xwedê wê şa bin, çimkî ev dijminê Xwedê wê îda tune be û demeke nêzîkda emê ji vê dinya xirab bêne xilazkirinê! (Lûqa 21:28)

AXIRIYÊ NETIRSE

17-18. (a) Em çawa dikarin baweriya xwe diha qewî kin? (b) Gotara dinda, emê çi şêwir kin?

17 Daniyêl pêxembertî kiribû ku zanebûna rast wê zêde be. Bi rastî jî usa ye! Em pêxembertiyên derheqa rojên me îda fem dikin (Daniyêl 12:4, 9, 10). Çaxê em divînin, wekî gotinên Kitêba Pîroz çawa têne sêrî, gelo em Yehowara û Xebera wîra firnaq nabin? (Îşaya 46:10; 55:11) Seva ku baweriya te hê qewî be, berdewam ke Nivîsarên Pîroz lêkolîn bike û alî kesên din bike wekî ewana jî bibin dostên Xwedê. Yehowa wê hemû kesên ku xwe dispêrin wî biparêze û timê wê edilayê bide wan (Îşaya 26:3).

18 Gotara dinda, emê dîna xwe bidinê ku Kitêba Pîroz derheqa civata Mesîhîtîye rojên axiriyêda çi pêxembertî kiribû. Emê bivînin ku çawa ew pêxembertî bi pêxembertiyên derheqa rojên axiriyêva girêdayî ne. Usa jî, emê dîna xwe bidin hine îzbatkirina, ku Padşê me Îsa Mesîh rêberiya şagirtên xweyî amin dike.

KILAMA 61 Herin Şedetiyê Bidin!

^ Em bi rastî jî rojên mexsûsda dijîn. Çawa ku Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû, Padşatiya Xwedê îda serwêrtiyê dike. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çend pêxembertiyên ku hatine sêrî, wekî baweriya me diha qewî be û ku em bikaribin him îro him jî axiriyêda rihetiyê xwey kin û îtbariya xwe Yehowa bînin.

^ Binihêre dersa 32 abzasa 4 ya kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, û ser jw.org binihêre vîdêo bi navê “Padşatiya Xwedê ji Sala 1914 Serwêrtiyê Dike”.

^ Bona hê zêde elametî derheqa pêxembertiya Daniyêl, binihêre jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 15 Hezîranê, sala 2012, rûp. 14-19.

^ Bona hê zêde elametî derheqa qewimandinên axiriyê, binihêre kitêba “Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!”, serê 21.