Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çev Bidine Bawerî û Guhdariya Nuh, Daniyêl, û Îbo

Çev Bidine Bawerî û Guhdariya Nuh, Daniyêl, û Îbo

“Nuh, Daniyêl û Îbo . . . bi rastiya xwe wê emirê xwe xilaz kirana” (HEZQL. 14:14, DT).

KILAMÊN: 89, 119

1, 2. a) Çira mesela Nuh, Daniyêl, û Îbo dikarin me bişidînin? b) Hezeqêl kîjan derecada giliyên ji rêza sereke ya vê gotarê nivîsî?

DIQEWIME hûn rastî çetinaya tên, mesele aliyê sihet-qewatêda, aliyê perada, yan jî dibeke rastî peyketina tên. Cara jî dibeke xizmetiya Yehowada wera çetin e şabûna xwe xwey kin. Hergê dereca we usa ne, mesela Nuh, Daniyêl û Îbo dikare we bişidîne. Ewana hersêk jî gunekar bûn û mîna me rastî tengasiya dihatin. Cara hela hê emirê wan jî dikete bin qeziyê. Lê yeke wana aminiya xwe xwey kir, û Xwedê wana hesab kir ku ewana bawerî û guhdariyêda mesele ne. (Bixûne Hezeqêl 14:12-14.)

2 Hezeqêl giliyên ji rêza sereke ya vê gotarê sala 612 B.D.M. Babîlonyayêda nivîsî * (Hezql. 1:1; 8:1). Hingê, çawa hatibû pêxembertîkirinê Orşelîm îda nêzîkî wêrankirinê bû, û sala 607 B.D.M. ew pêxembertî hate sêrî. Wî wedeyî tenê hine meriv xilaz bûn, yên ku mîna Nuh, Daniyêl û Îbo amin bûn û gura Xwedê dikirin (Hezql. 9:1-5). Nava wan hine merivada Yêremya, Barûk, Ebedmelek, û Rekebiya bûn.

3. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Wedê axiriya vê dinya zulm jî, tenê ew meriv wê xilaz bin, yên ku mîna Nuh, Daniyêl û Îbo, amin û rast in (Eyan. 7:9, 14). Lema jî were em şêwir kin ku çira Yehowa ew hersêk hesab kir mesela aminiyê û rastiyê. Çaxê em serhatiya wan şêwir kin, dîna xwe bidin ku 1) ewana rastî kîjan tengasiya hatine, û 2) çawa em dikarin baweriyêda û guhdariyêda çev bidine wan.

NEH QIRNA ZÊDETIR NUH AMIN BÛ Û GURA XWEDÊ DIKIR

4, 5. Nuh rastî kîjan tengasiya hat, û çira sebira wî rastî jî meseleke mezin e?

4 Nuh rastî kîjan tengasiya hat? Wedê Henoxda, dêmek bavê kalikê Nuh, meriv gelek zulm bûn. Ewana “hemû gotinêd xirab” hindava Yehowa xeber didan (Cihûd. 14, 15). Zorbetî jî gelek bela bibû. Rojên Nuhda, “xirabîyava erd tijî bibû”. Milyaketên xirab hatibûn ser erdê, xwe kiribûn meriv û xwera jin distandin. Hin jî zar ku wanra dibûn gelek bêrem û zulm bûn (Destp. 6:2-4, 11, 12). Lê Nuh ji wan hemûya gelek cude dibû. “Nuh ber çevê Xudan kerem dît. . . . [Ew] nava merivêd wî zemanîda merivekî rast û kamil bû. Nuh rîya Xwedêda diçû” (Destp. 6:8, 9).

5 Dîna xwe bidinê ku ew gilî derheqa Nuh çi didine kifşê. Ya pêşin, bifikirin ew pêşiya Sêlavê zemanên xirabda çiqas wext riya Xwedêda diçû. Ew ne ku 70 yan jî 80 sala wê dinya xirabda dijît, lê weke 600 sala! (Destp. 7:11). Ya duda, wedê Nuhda civat tune bû, ku alî wî bikira û ew bişidanda. Ça tê kifşê, hela hê xûşk-birên wîyî helal jî aliyê ruhanîda piştgiriya wî nedikirin. *

6. Çi cûreyî Nuh mêrxasiya mezin da kifşê?

6 Nuh nedifikirî wekî bes e tenê merivekî baş be. Ewî usa jî “rastî dannasîn dikir”, û eyan gişkara digot derheqa baweriya xwe hindava Yehowa (2 Pet. 2:5). Pawlosê şandî got ku Nuh “bi wê baweriyê dîwana dinê kir” (Îbrn. 11:7). Bêşik dikarin bêjin ku hingê meriva qerfê xwe Nuh dikirin û pey diketin. Dibeke hela hê jî wî didane tirsandinê ku wê xirabiyê jêra bikin. Lê Nuh ji meriva neditirsiya (Metlk. 29:25). Nuh mêrxas bû, çimkî Yehowa mêrxasî dabû wî, çawa xizmetkarên xweyî aminra dide.

7. Wedê avakirina gemiyê Nuh rastî çi çetinaya dihat?

7 Nuh paşî pênc qirna zêdetir riya Xwedêda diçû, û paşê Yehowa jêra got ku gemiya mezin ava ke, seva meriv û heywan wedê Sêlavê xilaz bin (Destp. 5:32; 6:14). Bona Nuh rastî jî nehêsa bû gemiya mezin ava ke. Lê ewî zanibû ku çetinayî wê ne ku tenê avakirina gemiyêda be, lê meriv jî wê diha zêde wî bikenin û miqabilî wî derkevin. Yeke ewan tişta rê wî nedigirtin, û ewî baweriya xwe Xwedê dianî û gura wîda bû. Nuh hema “usa jî kir” ça Xwedê jêra got (Destp. 6:22).

8. Ji çi tê kifşê ku Nuh îtbariya xwe Yehowa dianî?

8 Çetinaya din jî bona Nuh ew bû, ku ewî gerekê jin-zarên xwe xwey kira. Pêşiya Sêlavê, meriv gerekê cefê giran bikişandana seva erd bêcer kirana û berên erdê bistandana. Femdarî ye Nuh jî usa ebûra xwe dikir (Destp. 5:28, 29). Lê yeke hiş-aqilê wî ne ku ser vê yekê bû, lê ser heleqetiya tevî Xwedê. Dîna Nuh ser tiştên ruhanî bû, hela hê wedê avakirina gemiyê jî, ku weke 40 yan 50 salî kişand. Û paşî Sêlavê jî 350 sala ewî usa dijît (Destp. 9:28). Rastî jî Nuh baweriyêda û guhdariyêda meseleke baş hîştiye!

9, 10. a) Em ça dikarin bawerî û guhdariyêda çev bidine Nuh? b) Xwedê ça dinihêre ser wan meriva, yên ku gura wî dikin?

9 Ça em dikarin çev bidine bawerî û guhdariya Nuh? Em vê yekê dikin çaxê piştgiriya rastiya Xwedê dikin, ne para vê dinya Şeytan in, û çaxê emirê meda Padşatiya Yehowa ciyê pêşin digire (Met. 6:33; Yûhn. 15:19). Bona vê yekê dinê me hiz nake. Mesele, em xwe li qanûnên Xwedê digirin derheqa zewacê û heleqetiya sêksûalî, lê ew yek geleka xweş nayê û lema ewana cara mêdyayêda ser me xeber didin. (Bixûne Malaxî 3:17, 18.) Lê em mîna Nuh, Xwedê ditirsin, ne ku meriva. Em zanin ku tenê ew dikare emirê heta-hetayê bide me (Lûqa 12:4, 5).

10 Wê kêrhatî be hûn pirsên usa bidine xwe: “Gelo ezê hingê jî riya Xwedêda herim, hergê meriv qerfê xwe min bikin yan jî ser min nebaş xeber din? Hergê aliyê perada çetinayên min hebin, gelo ezê îtbariya xwe Yehowa bînim ku ew wê min bibe xweyî?”. Hergê hûn çev bidine bawerî û guhdariya Nuh, hûnê dudilî nebin ku Yehowa wê bona we xem ke û alî we bike (Fîlî. 4:6, 7).

ŞEHERÊ XIRABDA DANIYÊL AMIN Û GURA XWEDÊDA MA

11. Daniyêl û sê hevalên wî rastî kîjan tengasiya hatin? (Binihêre şiklê ewlin.)

11 Daniyêl rastî kîjan tengasiya hat? Ew çawa dîl dijît Babîlonêda, şeherê ku bi pûtparistî û sêrbaziyêva tije bû. Xêncî vê yekê, merivên Babîlonê Cihû nimiz dikirin, û qerfê xwe wan û Xwedêyê wan Yehowa dikirin (Zeb. 137:1, 3). Bidine ber çevê xwe, ku ew yek çawa dilê Daniyêl û Cihûyên amin diêşand! Hin jî, ew tevî sê hevalên xwe, Hananya, Mîşaêl û Azarya, diketine çeva, çimkî ewana hatibûne bijartinê û hînkirinê seva padşara xizmet kin. Wanra hate gotinê, wekî vê xwarinê bixwin, kîjan didane padşa. Lê Daniyêl dilê xweda safî kir, wekî wan xwarina nexwe, seva xwe ber çevê Xwedê heram neke (Dan. 1:5-8, 14-17).

12 a) Kîjan xeyset-hunurên Daniyêle baş hebûn? b) Yehowa ça ser Daniyêl dinihêrî?

12 Dîsa çetinayîke Daniyêl hebû, ku alîkîva dihate kifşê tê bêjî ew yek çetinayî nîbû. Padşa cabdariyên mexsûs dabû Daniyêl, çimkî ew merivekî serwaxt û bîlan bû (Dan. 1:19, 20). Lê Daniyêl tu car qure û xwerazî nedibû. Ew milûk û şkestî ma, û timê şikirî dida Yehowa (Dan. 2:30). Dîna xwe bidinê, çaxê Yehowa got ku Daniyêl, Nuh û Îbo merivên rast in, hingê Daniyêl hê cahil bû. Belê, Yehowa badîhewa wîda bawer nîbû. Daniyêl heta mirinê amin ma û gura Xwedêda bû. Çaxê ew weke 100 salî bû, milyaketê Xwedê wî dilrihet kir û got: “Ya, Daniyêl, tu merivekî gelek qîmet î” (Dan. 10:11, DT).

13. Çira dibeke Yehowa usa kir wekî Daniyêl ciyê bilind bigire?

13 Bi alîkariya Yehowa, Daniyêl ça wezîr xizmet dikir hin Împêriya Babîlonêda, hin jî Meda-Farisêda (Dan. 1:21; 6:1, 2). Dibeke Yehowa usa kir, wekî Daniyêl ciyê bilind bigire seva ku pişta cimeta xwe bigire, çawa Ûsiv Misirêda, û usa jî Ester û Mordokaî Farisêda * (Dan. 2:48). Bidine ber çevê xwe ku Hezeqêl û Cihûyên din ku dîltiyêda bûn, dibeke çiqas dilgerm bûn ku dîtin, wekî Yehowa Daniyêl da xebatê seva alî wan bike!

Ewên ku Yehowara amin dimînin, ber çevê wî gelek qîmet in (Binihêre abzasa 14, 15)

14, 15. a) Çi cûreyî dereca Daniyêl mîna dereca me ye? b) Îro dê-bav ji dê-bavê Daniyêl çi dikarin hîn bin?

14 Ça em dikarin çev bidine bawerî û guhdariya Daniyêl? Îro em jî çawa xerîb vê dinyayêda dijîn, kîjan ku bi bênamûsiyê û hebandina qelp tije ye. Meriv bin hukumê Babîlona Mezinda nin, dêmek bin împêriya rêlîgiya qelpda, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike cî-warê “cina” (Eyan. 18:2). Lê em ji vê dinyayê başqe dibin, û bona vê yekê meriv hela hê jî me dikenin (Marq. 13:13). Mîna Daniyêl, were em jî nêzîkî Xwedayê xwe Yehowa bin. Çaxê em bi milûktî gura wî bikin û îtbariya xwe wî bînin, emê jî ber çevê wî gelek qîmet bin (Hag. 2:7).

15 Dê-bav dikarin mesela baş ji dê-bavê Daniyêl hîn bin. Çaxê Cihûdayêda Daniyêl hê biçûk bû, gelek merivên wêderê xirab bûn. Lê ew mîna wan nîbû, ew mezin dibû û Xwedê hiz dikir. Femdarî ye ev hizkirina wî xwexa nehatibû. Eşkere ye ku dê-bavê wî ew hîn dikirin, wekî Xwedê hiz bike (Metlk. 22:6). Hela hê navê Daniyêl jî ku tê hesabê “Hakimê Min Xwedê ye”, dide kifşê wekî dê-bavê wî merivne xwedêxof bûn (Dan. 1:6). Lema jî dê-bavno, bi sebir bin hindava zarên xwe çaxê derheqa Yehowa hîn dikin. Tu car baweriya xwe hindava wan unda nekin (Efes. 6:4). Xêncî vê yekê, hin tevî wan dua bikin, hin jî bona wan. Çaxê hûn aliyê xweda her tiştî bikin seva rastiya Xwedê bigihîje dilê wan, Yehowa wê we gelek kerem ke (Zeb. 37:5).

ÎBO DEWLETIYÊDA Û KESÎBIYÊDA JÎ AMIN Û GURA XWEDÊDA MA

16, 17. Îbo rastî kîjan tengasiya hat?

16 Îbo rastî kîjan tengasiya hat? Emirê xweda Îbo rastî tengasiyên gelek giran hat. Pêşiya wan tengasiya, ew “ji hemûya lawên Rojhilatê . . . yê herî mezin bû” (Îb. 1:3). Ew dewletî, navdar, û gelek xweyîqedir bû (Îb. 29:7-16). Lê yeke ew tu car qure nebû û pişta xwe neda Xwedê. Yehowa wî nav kir xizmetkarê “min”, û paşî wan giliya ewî derheqa Îbo got: “[Ew] zilamê rast û kamil; ji Xwedê ditirse û ji xirabiyê xwe vedikîşîne” (Îb. 1:8).

17 Lê wextekî gelek kinda, emirê Îbo lapte hate guhastinê. Ewî hemû tişt unda kir, û usa dilteng bibû ku mirin xwera dixwest. Em zanin meniya kul-derdên wî Şeytanê buxdanbêj bû, yê ku şer avîte Îbo yançi ew bona kara xwe Xwedê dihebîne. (Bixûne Îbo 1:9, 10.) Yehowa ev yek pişt guhê xweva neavît. Lê ewî mecal da Îbo, seva ew aminiya xwe jêra îzbat ke, û nîşan ke wekî ew bi dilê temiz û ji hizkirinê Xwedê dihebîne.

18. a) Çi we xweş tê aminiya Îboda? b) Em çi pêdihesin derheqa Yehowa, ku çawa ew hindava Îboda bû?

18 Şeytan pey hev bela dianî serê Îbo. Ewî usa anî serê wî, wekî Îbo bifikire yançi ew kul-derd ji Xwedê bûn (Îb. 1:13-21). Paşê, sê hevalên qelp hatin cem Îbo, wekî yançi ber dilê wîda bên, lê bi rastiyê wana bi giliyên xwe dilê Îbo dêşandin. Ji giliyên wan derdiket, wekî Xwedê usa serê wî kir, çimkî wî ceza dike (Îb. 2:11; 22:1, 5-10). Lê hingê jî Îbo aminiya xwe xwey kir. Rast e wedekî ew nerast difikirî, lê Yehowa fem dikir ku ew ji êşa dilê xwe usa difikire (Îb. 6:1-3). Xwedê didît ku Îbo tu car pişta xwe nade Wî, û hela hê hingê jî gava Şeytan pey wî ket û bi derewiyê wî pêpes kir. Çaxê tengasiyên Îbo xilaz bûn, Yehowa du cara zêdetir wî kerem kir, û hin jî 140 sala emirê wî dirêj kir (Aqûb 5:11). Û paşî vê yekê jî, Îbo berdewam dikir Yehowara amin bimîne. Lê em ji ku vê yekê zanin? Çaxê Hezeqêl giliyên ji rêza sereke ya vê gotarê nivîsî, îda gelek qirne derbaz bibû ku Îbo miribû.

19, 20. a) Ça em dikarin bawerî û guhdariyêda çev bidine Îbo? b) Ça em dikarin dilşewatiyêda çev bidine Xwedê?

19 Ça em dikarin çev bidine bawerî û guhdariya Îbo? Firqî tune em rastî çi çetinaya bên, bira Yehowa emirê meda timê ser ciyê pêşin be, bi temamî îtbariya xwe wî bînin, û bi temamiya dilê xwe gura wî bikin. Meniyên me hê gelek hene vê yekê bikin, ne ku yên Îbo! Mesele bifikirin ser vê yekê, ku em derheqa Şeytan û telikên wî hê zêde zanin (2 Korn. 2:11). Hin jî bi saya kitêba Îbo, em zanin ku çira Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin. Ji Kitêba Daniyêl em fem dikin ku Padşatiya Xwedê serwêrtiya rêalî ye, kîjan ku bin serwêrêtiya Îsa Mesîhda ne (Dan. 7:13, 14). Û em zanin ku zûtirekê ev Padşatî wê hemû kul-derda kuta ke.

20 Serhatiya Îbo usa jî me hîn dike ku çiqas ferz e em ber dilê xûşk-birada bên, çaxê ewana telî-tengiyada nin. Hinek ji wan xûşk-bira dibeke mîna Îbo, tiştên nerast bêjin (Waîz 7:7). Were em wana neheq nekin, lê wana fem bikin û dilgerm kin. Wî cûreyî emê çev bidine Yehowa, Bavê meyî hizkirî û rem (Zeb. 103:8).

YEHOWA WÊ TE “QEWAT KE”

21. Giliyên ji 1 Petrûs 5:10 çi eyan dikin derheqa Nuh, Daniyêl û Îbo?

21 Rast e Nuh, Daniyêl û Îbo cûre-cûre wedada dijîtin, û dereca wan jî ne mîna hev bû, yeke wana her tengasiyada sebir dikirin û qewî diman. Serhatiya wan giliyên Petrûsê şandî tînin bîra me, yê ku nivîsî: “Xwedêyê hemû kerema . . . pey hinek cefa dîtinêra, wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke” (1 Pet. 5:10).

22. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

22 Ew giliyên ji 1 Petrûs 5:10 bona me ne jî. Yehowa bi wan giliya dide kifşê ku ew wê xizmetkarên xwe qewat ke û bişidîne. Belê, her kes ji me dixwaze wekî Yehowa me bişidîne û qewat ke seva jêra amin bimînin. Lema jî em dixwazin bawerî û guhdariyêda çev bidine Nuh, Daniyêl û Îbo! Gotara dinda emê şêwir kin ku ewana amin man çimkî wana Yehowa nas dikir. Wana “tam fem” dikir ku Yehowa çi ji wana dewa dikir (Metlk. 28:5). Em jî dikarin bibine mîna wan.

^ abz. 2 Hezeqêl sala 617 B.D.M. ketibû dîltiyê. Sala şeşada ya dîltiya wî, ewî giliyên ji Hezeqêl 8:1–19:14 nivîsî, dêmek sala 612 B.D.M.

^ abz. 5 Bavê Nuh, Lamex, ku merivekî xwedêxof bû, weke pênc sala pêşiya Sêlavê mir. Hergê dê û xûşk-birên Nuh wedê Sêlavê sax bûn, ewana dibeke Yehowara xizmet nedikirin, lema ewana xilaz nebûn.

^ abz. 13 Vê yekê em dikarin bêjin ser sê hevalên Daniyêl jî, çimkî ewana jî xizmetiya padşada ciyê bilind digirtin (Dan. 2:49).