Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 6

Tu Bawer î ku Safîkirinên Yehowa Hertim Rast in?

Tu Bawer î ku Safîkirinên Yehowa Hertim Rast in?

“Ew Qeya ye, kirina wî kamil e, çimkî hemû rîyên wî heqî ne. Xudan amin e, neheqî cem wî tuneye, ew heq e û li ser heqîyê ye” (QANÛNA DUCARÎ 32:4).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. (a) Hinekara çira çetin e îtbariya xwe kesên xweyîhukum bînin? (b) Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

ÎRO gelek kes îtbariya xwe kesên xweyîhukum naynin. Gelo çira? Çimkî wana dîtiye ku sîstêmên qanûnî û polîtîkî hê zêde aliyê kesên dewlemend û kesên bi nav û deng digirin, ne ku alî kesîba dikin. Belê, çawa ku Kitêba Pîrozda hatibû nivîsarê, serwêrtiya meriva bi rastî jî zirarê dide her kesî (Waîz 8:9). Serda jî, hine serwêrên rêlîgî kirên ne baş dikin. Ji bo vê yekê hine kes baweriya xwe hindava Xwedê unda kirine. Lema, gava em tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêdikin, gerekê em alî wî bikin ku ew îtbariya xwe Yehowa û birên cabdar bîne, yên ku aliyê Wîda hatine kifşkirinê.

2 Hemikî ne tenê xwendekarên Kitêba Pîroz gerekê îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînin. Kesên ku gelek sala Yehowara xizmet dikin jî, gerekê tu car bîr nekin wekî safîkirinên Yehowa hertim rast in. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidinê ku baweriya me dikare van sê aliyada bê cêribandinê: (1) gava em Kitêba Pîroz dixûnin, (2) gava em ji teşkîleta Yehowa rêberiyê distînin û (3) gava axiriyêda em rastî tengasiya bên.

GAVA TU KITÊBA PÎROZ DIXÛNÎ, ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNE

3. Hine serhatiyên Kitêba Pîroz çima dikarin îtbariya me hindava Yehowa bicêribînin?

 3 Çaxê em Xebera Xwedê dixûnin, dibeke carna mera çetin e ku meniyên hine safîkirinên Yehowa fem bikin. Mesele, kitêba Jimarda tê gotinê ku Yehowa ferman da, wekî mêrekî ku roja Şemiyê qirş top kiribû, bikujin. Lê kitêba 2 Samûyêlda em divînin ku çend qirne paşî vê yekê, Yehowa bênamûsî û mêrkujiya Dawid baxşand (Jimar 15:32, 35; 2 Samûyêl 12:9, 13). Em dibeke difikirin: “Yehowa çima gunên giran yên Dawid baxşandin, lê ferman da wekî mêrekî ku gunekî biçûk kiribû, bikujin?” Seva ku em caba vê pirsê bistînin, wê baş be wekî em wedê xwendina Kitêba Pîroz sê tişta bînin bîra xwe.

4. Gotinên ji Destpêbûn 18:20, 21 û Qanûna Ducarî 10:17 çawa baweriya me diha qewî dikin, wekî hemû safîkirinên Yehowa rast in?

4Kitêba Pîroz carna her tiştî zelal nake. Mesele, em zanin ku Dawid seva gunên xwe ji dil tobe kir (Zebûr 51:2-4). Lê gelo mêrê ku qanûna Şemiyê teriband, yekî çawa bû? Gelo ew seva gunê xwe poşman bû? Gelo ewî berê jî qanûnên Yehowa diteriband û temiyên wî pişt guhê xweva davît? Kitêba Pîroz caba van pirsa nade. Lê em dikarin bawer bin ku cem Yehowa neheqî tu car “tuneye” (Qanûna Ducarî 32:4). Deng-bes, firqîkirina orta meriva û derecên din, carna dikarin ser nihêrandina meriva hukum kin, lê Yehowa usa nîne. Xwedê zane ku bi rastî çi qewimiye, û ew safîkirinên xwe li gora vê yekê dike (Destpêbûn 18:20, 21; Qanûna Ducarî 10:17 bixûne). Çiqas em Yehowa nas dikin û prînsîpên wî hîn dibin, haqas em bawer dibin wekî safîkirinên wî rast in. Lema jî heger em rastî hine rêza bên, yên ku em bi temamî fem nakin, wê baş be wekî em bînin bîra xwe, ku Yehowa “rast e, hemû rê-dirbên Xweda” (Zebûr 145:17).

5. Qisûrdarî çawa dikare ser nihêrandina me ser heqiyê hukum ke? (Usa jî çargoşe bi navê “ Qisûrdarî Nihêrandina Me ser Heqiyê Xirab Dike”.)

5Em gunekar in, lema jî nihêrandina me ser heqiyê carna şaş e. Xwedê em sûretê xweda efirandine, lema jî em ji neheqiyê eciz dibin (Destpêbûn 1:26). Lê çiqas jî em bifikirin ku em her tiştî zanin, yeke em qisûrdar in û nihêrandina me dikare nerast be. Mesele, bîne bîra xwe ku gava Yehowa safî kir wekî rema xwe cimeta Neynowayê bîne, Ûnis çiqas eciz bû (Ûnis 3:10–4:1). Lê dîna xwe bidê ku safîkirina Yehowa kareke çiqas mezin anî! Zêdetirî 120 000 kesên ku tobe kirin, sax man. Eyan e ku nihêrandina Ûnis şaş bû, lê nihêrandina Yehowa rast bû.

6. Yehowa çira mecbûr nîne, wekî bona safîkirinên xwe hesaba bide me?

6Yehowa mecbûr nîne bona safîkirinên xwe hesaba bide me. Belê, Yehowa carna îzin dida ku xizmetkarên wî fikirên xwe hindava safîkirinên wî bêjin (Destpêbûn 18:25; Ûnis 4:2, 3). Carna jî Yehowa xwexa meniyên safîkirinên xwe wanra şirovedikir (Ûnis 4:10, 11). Lê Yehowa mecbûr nîne ku her safîkirinên xwe mera şiroveke. Ew Efirandarê me ye, lema jî ew hewcê qebûlkirina me nîne, ne pêşiya ku ew tiştekî bike, ne jî paşî vê yekê (Îşaya 40:13, 14; 55:9).

GAVA TU RÊBERIYÊ DISTÎNÎ, ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNE

7. Dibeke çi mera çetin be, û çira?

7 Em sed selefî bawer in, wekî hemû şixul û safîkirinên Yehowa rast in. Lê dibeke mera çetin be îtbariya xwe birên kifşkirî bînin. Em dibeke berxwe dikevin hela ewana li gora rêberiya Yehowa her tiştî dikin, yan li gora hiş-aqilê xwe. Dibeke kesên ku wedê berê dijîtin jî usa difikirîn. Serhatiyên ji  abzasa sisiya bide ber çevê xwe. Dibeke merivekî wî mêrî, yê ku qanûna Şemiyê teriband, berxwe diket û difikirî hela Mûsa bi rastî ji Yehowa pirsî, pêşiya ku ferman bide wekî wî bikujin. Yan jî, dibeke hine hevalên Ûriyayê Hîttî difikirîn, wekî Dawid serê xwe xilaz kir, çimkî ew padşa bû. Rastî ev e wekî Yehowa îtbariya xwe wan meriva tîne, kîjana ku ewî teşkîleta xweda kifş kirine. Lema jî, heger em îtbariya xwe wana naynin, em nikarin bêjin wekî em îtbariya xwe Yehowa tînin.

8. Li gora Karên Şandiya 16:4, 5, civatên qirna yekê çawa rêberî distandin, û îro em ça rêberiyê distînin?

8 Îro, Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt”, rêberiya teşkîleta xwe dike (Metta 24:45). Mîna koma rêberiyê ya qirna yekê, ev xulam bona xizmetkarên Xwedê ser temamiya dinyayê xem dike û rêberiyê dide rûspiyên civata (Karên Şandiya 16:4, 5 bixûne). Rûspî jî vê rêberiyê civatada didine xebatê. Gava em guh didin rêberiya ku em ji teşkîletê û ji rûspiya distînin, em nîşan dikin ku em îtbariya xwe safîkirinên Yehowa tînin.

9. Kengê dibeke mera çetin be wekî safîkirinên rûspiya qebûl kin, û çira?

9 Dibeke cara mera hêsa nîne wekî safîkirinên rûspiya qebûl kin. Mesele, van salada gelek civat û mihal tezeda hatine organîzekirinê. Hine dera, rûspiya mizgînvanara gotiye wekî ewana derbazî civateke din bin, kîderê hejmara mizgînvana hindik e. Gava mera tê gotinê wekî em derbazî civateke din bin, diqewime mera çetin e heval û merivên xwe bihêlin. Gelo rûspî raste-rast ji Xwedê rêberiyê distînin ku kîjan mizgînvan gerekê here kîjan civatê? Hilbet na. Lema jî dibeke mera nehêsa ye wekî vê rêberiyê qebûl kin. Lê Yehowa îtbariya xwe rûspiya tîne û îznê dide, wekî ewana safîkirinên usa bikin, û gerekê em jî îtbariya xwe wana bînin. *

10. Li gora Îbranî 13:17, çira ferz e wekî em tevî rûspiya hevkariyê bikin?

10 Heger safîkirinên rûspiya ne li gora dilê me bin jî, wê baş be ku em tevî wan hevkariyê bikin û piştgiriya safîkirinên wan bikin, wekî yektiya nav xizmetkarên Xwedêda xirab nebe (Efesî 4:2, 3). Gava her kes bi milûktî gura safîkirinên koma rûspiya dikin, civat diha pêşda diçe û geş dibe (Îbranî 13:17 bixûne). Ya herî ferz, gava em îtbariya xwe birên kifşkirî tînin, em nîşan dikin wekî em îtbariya xwe Yehowa tînin (Karên Şandiya 20:28).

11. Çi dikare alî me bike wekî îtbariya xwe rêberiya rûspiya bînin?

11 Pêşiya ku rûspî safîkirina dikin, ewana dua dikin, wekî Yehowa ruhê pîroz bide wan. Usa jî, ewana li gora prînsîpên Kitêba Pîroz û rêberiya teşkîleta Yehowa van safîkirina dikin. Ewana dixwazin dilê Yehowa şa kin û xizmetkarên wî bi cûrekî baş xwey kin. Ev birên amin zanin wekî ewana gerekê hesab bidin Xwedê, ku ça cabdariyên xwe tînin sêrî (1 Petrûs 5:2, 3). Were bifikirin: Merivên vê dinyayê seva milet, rêlîgiya û polîtîkê hev nefret dikin, lê xizmetkarên Yehowa yektiyêda Xwedêyê rast dihebînin. Gelo ev yek ku Yehowa teşkîleta xwe çawa kerem dike, alî me nake wekî em îtbariya xwe rêberiya rûspiya bînin?

12. Gava rûspî lêkolîn dikin hela kesek bi rastî tobe dike yan na, gerekê ewana dîna xwe bidin kîjan faktora?

12 Yehowa dixwaze wekî rûspî civat ruhanîda temiz xwey kin, û eva cabdarîke mezin e. Gava Mesîhîk gunekî giran dike, Yehowa dixwaze wekî rûspî safî kin ku hela ev kes dikare civatêda bimîne yan na. Ji bo vê yekê, gerekê ewana têderxin hela ew seva kirên xwe bi rastî poşman dibe yan na. Heger ew dibêje jî wekî ew tobe dike, gelo ew kirên xwe bi rastî nefret dike? Gelo ewî xwera qirar kiriye wekî vî guneyî careke din neke? Heger rûyê hevalên nebaşda ewî gunê giran kiriye, gelo ew hazir e wekî hevaltiya xwe tevî wan bibire? Rûspî gerekê bi alîkariya Kitêba Pîroz dîna xwe bidin hemû faktora û usa jî vê yekê ku kesê gunekar ça ser kirên xwe dinihêre. Paşê, gerekê ewana safî kin hela ew kes dikare civatêda bimîne yan lazim e wekî ew ji civatê bê derxistinê (1 Korintî 5:11-13).

13. Gava heval yan merivekî me ji civatê tê derxistinê, dibeke emê bona çi berxwe kevin?

13 Gelo baweriya me hindava rûspiya çawa dikare bê cêribandinê? Heger kesê ku ji civatê hatiye derxistinê heval yan merivê me nîne, dibeke mera hêsa be wekî safîkirina rûspiya qebûl kin. Lê heger ew hevalê me ye, wî çaxî mera dikare çetin be. Dibeke em berxwe dikevin hela rûspiya bi rastî dîna xwe dane hemû faktora yan na. Usa jî, dibeke em dudilî bin hela wana bi rastî li gora xwestina Yehowa ev yek safî kirine yan na. Gelo çi dikare alî me bike wekî em safîkirina wan qebûl kin?

14. Heger heval yan merivekî me ji civatê bê derxistinê, gerekê em çi bîr nekin?

14 Gava kesek ji civatê tê derxistinê, gerekê em bîr nekin wekî ev yek bona kara civatê ye û dikare kesê gunekarra jî karê bîne. Heger kesekî ku tobe nake civatêda bimîne, ew dikare zirarê bide civatê (Galatî 5:9). Usa jî, dibeke ew fem neke ku gunê wî çiqas giran e, û xîret neke wekî nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe rast ke, seva ku dîsa dostiya xwe tevî Yehowa qazanc ke (Waîz 8:11). Em dikarin bawer bin ku gava rûspî safî dikin wekî kesek gerekê ji civatê bê derxistinê, ewana vê safîkirinê li gora prînsîpên Yehowa dikin. Ewana ser vê cabdariyê sera-bera nanihêrin, çimkî ça hakimên wedê berê, ewana ne ku bona meriva, lê bona Yehowa dîwanê dikin (2 Dîrok 19:6, 7).

ÇIRA FERZ E WEKÎ EM NIHADA ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNIN?

Çi wê alî me bike wekî em wedê tengasiya mezin îtbariya xwe rêberiya teşkîletê bînin? (Abzasa 15 binihêre)

15. Çira ferz e ku em nihada îtbariya xwe rêberiya Yehowa bînin?

15 Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas diha zêde em gerekê îtbariya xwe safîkirinên Yehowa bînin. Gelo çira? Wedê tengasiya mezin, diqewime rêberiya ku emê bistînin cara mera ecêb yan nelogîkî bê kifşê. Yehowa wê hemikî raste-rast tevî me xeber nede. Lê ewê bi saya birên kifşkirî rêberiyê bide me. Wedê tengasiya mezin, gelo emê bikevine şikê hela rêberiya ku me ji birên cabdar standiye, bi rastî ji Yehowa ye yan na? Hingê wê gelek ferz be wekî em îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînin. Lema jî gerekê em îda nihada guh bidin rêberiya teşkîleta Xwedê. Heger em îtbariya xwe van rêberiya tînin, kîjan ku em îro distînin û pey van rêberiya diçin, wê mera hêsa be wedê tengasiya mezin jî usa bikin (Lûqa 16:10).

16. Axiriyêda baweriya me çawa dikare bê cêribandinê?

16 Xêncî vê yekê, gava Yehowa axiriyêda dîwana vê dinya zulm bike, gelo emê ça xwe bidine kifşê? Niha, em derheqa hêvîke xweş ça hemû merivara usa jî merivên xweyî nebawermendra gilî dikin. Lê wedê Harmegedonê, Yehowa wê bi saya Îsa Mesîh derheqa axiriya wan wê safîkirina xilaziyê bike (Metta 25:31-33; 2 Têsalonîkî 1:7-9). Hingê emê nikaribin safî kin ku kê hêjayî rema Yehowa ye û kê na (Metta 25:34, 41, 46). Gelo emê hingê jî bawer bin wekî Yehowa timê rast dîwanê dike? Gelek ferz e ku em nihada baweriya xwe hindava Yehowa diha qewî kin, wekî axiriyêda jî bi dil û can îtbariya xwe wî bînin.

17. Emê çi karê bistînin, gava Yehowa dîwana vê dinya xirab bike?

17 Bîne ber çevê xwe wekî dinya tezeda, gava emê axiriya dîwana Yehowa bivînin, emê çiqas şa bin. Rêlîgiyên qelp, timaya sîstêmên komêrsî û polîtîkî, yên ku bi hezara sala emirê meriva giran kirine û zulmî kirine, wê îda tune bin. Tu kes wê îda kal û pîr nebe û nexweş nekeve, û tu kes wê îda merivên xweyî hizkirî unda neke. Mîrê-cina û cinên wî wê hezar sal girtî bin. Axiriya raberîbûna wan wê kokêva bê rakirinê (Eyantî 20:2, 3). Hingê, emê çiqas razî bin ku me îtbariya xwe safîkirinên Yehowa aniye!

18. Em ji mesela Îsraêliya ku Jimar 11:4-6 û 21:5-da nivîsar e, çi dersa hîn dibin?

18 Gelo îtbariya me hindava safîkirinên Yehowa, dinya tezeda jî dikare bê cêribandinê? Bîne bîra xwe ku gava Îsraêlî ji xulamtiya Misrê aza bûn, wede şûnda çi qewimî. Hine ji wana dikire kute-kut û gazinê xwe dikirin, çimkî wana bîra xwarinên Misrê dikirin, û ev mana ya ku Yehowa dida wan, nedişêkirandin (Jimar 11:4-6; 21:5 bixûne). Paşî tengasiya mezin, gelo emê jî seva hine tişta eciz bin? Mesele, em nizanin ku çiqas şixul wê hebe heta ku em erdê temiz kin û hêdî-hêdî bikin cinet. Diqewime wê gelek şixul hebe, û pêşiyê jîyîna me wê hevekî çetin be. Gelo emê hingê seva tiştên ku Yehowa daye me, gazina bikin? Heger em nihada bona tiştên ku Yehowa dide me razî bin, ew yek wê alî me bike wekî em hingê jî şêkirdar bin.

19. Vê gotarêda dersên sereke çi ne?

19 Safîkirinên Yehowa her gav rast in. Gerekê em îtbariya xwe wan bînin. Usa jî, gerekê em îtbariya xwe wan kesa bînin, yên ku aliyê Yehowada hatine kifşkirinê. Were em tu car van gotina bîr nekin: “Qewata we wê yekêda ne, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê” (Îşaya 30:15, DT).

KILAMA 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye

^ abz. 5 Ev gotar wê nîşanî me bike ku çima ferz e wekî em îtbariya xwe Yehowa û birên cabdar bînin, yên ku aliyê Wîda hatine kifşkirinê. Usa jî, emê bivînin ku em ji vê yekê çawa karê distînin û ev yek ça me bona axiriyê hazir dike.

^ abz. 9 Carna, dibeke meniyên ferz hebin, wekî kesek yan malbetek civata xweda bimînin. “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ya meha Mijdarê, sala 2002, “Qutiya Pirsa” binihêre.