We Zanibû?
Wedê berê Îsraêliya çira qelen didan?
WEDÊ berê, qelen didane mala bavê bûkê. Qelen ew hebû pere, heywan yan jî tiştên din yên qîmet. Dewsa qelen, hine kesa bona mala bavê bûkê dixebitîn. Mesele, Aqûb qebûl kir wekî heft sala li ber destê bavê Rahêlê bixebite (Destpêbûn 29:17, 18, 20). Gelo nêta vî edetî çi bû?
Zandar Karol Mêyêrs usa dibêje: “Qelen ça berdêla komeka bûkê bû. Bona malbetên ku ebûra xwe bi cotkariyê dikirin, komeka wê gelek qîmet bû”. Usa jî, qelen dikaribû dostiya orta malbeta zeva û malbeta bûkê diha qewî kira. Ev dostî wedê tengasiya gelek ferz bû. Usa jî, qelen nîşan dikir wekî keçik îda dergîstî ye û zûtirekê wê ji mala bavê xwe derbazî mala mêrê xwe be.
Edeta qelendayînê nedihate hesabê ku keçik dihate firotanê. Kitêbek usa dibêje: “Ev yek ku pere yan tiştekî din didane mala bavê bûkê, usa dihate kifşê ku tê bêjî bûk dikirîn. Lê [qelen] bi eslê xwe heqê bûkê nîbû, lê berdêl bû ku didane mala bavê bûkê” (Ancient Israel—Its Life and Institutions).
Hine welatada, edetê qelendayînê hê heye. Heger Mesîhî qelen bixwazin, gerekê bi “berbihêriyê” qelenekî mezin nexwazin (Fîlîpî 4:5; 1 Korintî 10:32, 33). Bi vî cûreyî, ewana wê nîşan kin, wekî “perehiz” û çevbirçî nînin (2 Tîmotêyo 3:2). Usa jî, heger dê-bav qelenekî mezin nexwazin, hingê zeva wê mecbûr nîbe wekî dewata xwe paş xe, ku bi sala bixebite seva ku qelen hazir ke. Heger zeva pêşeng e, ewê mecbûr nîbe xizmeta xwe bihêle û sibê heta êvarê bixebite, wekî bikaribe qelenê bûkê bide.
Hine dera, qanûnên derheqa qelen hene. Mesîhiyên ku ciyên usa dijîn, gerekê guh bidin wan qanûna. Gelo çira? Xebera Xwedê dibêje ku gerekê Mesîhî “gura . . . hukumetiyada” bin û guh bidin van qanûna ku miqabilî qanûnên Xwedê nînin (Romayî 13:1; Karên Şandiya 5:29).