Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 1

Bawer be wekî Temamiya Xebera Xwedê Rastî ye

Bawer be wekî Temamiya Xebera Xwedê Rastî ye

RÊZA SALA 2023: “Xeberên Te temamîya xweva rastî ne” (ZEBÛR 119:160).

KILAMA 96 Xebera Xwedê, Xizne ye

VÊ GOTARÊDA a

1. Gelek meriv çima îtbariya xwe Kitêba Pîroz naynin?

 GELEK meriv nizanin ku îtbariya xwe kê bînin. Ewana bawer nakin wekî kesên navdar, mesele polîtîk, zandar yan bîznêsmên, bi rastî bona wan xem dikin. Usa jî, ewana îda qedirê rêberên rêlîgî nagirin, yên ku dibêjin ew Mesîhî ne, çimkî ewana tenê rûva nîşan dikin, wekî guh didine Xebera Xwedê. Lema jî îda baweriya gelek meriva hindava Kitêba Pîroz unda bûye.

2. Li gora Zebûr 119:160, gerekê em çida bawer bin?

2 Em xizmetkarên Yehowa ne, lema jî em bawer in, wekî “Xwedayê rastiyê” ew e, û ew timê xêra me dixwaze (Zebûr 31:5; Îşaya 48:17). Bêşik, em dikarin îtbariya xwe gotinên Kitêba Pîroz bînin, çimkî ew “temamîya xweva rastî” ye (Bixûne Zebûr 119:160). Em tevî gotinên zandarekî Kitêba Pîroz qayîl in, ew dibêje: “Gotinên Xwedêda qet şaşî tune û qet şik jî tune, ku gilîkî Xwedê wê neyê sêrî. Xizmetkarên Xwedê dikarin îtbariya xwe gotinên wî bînin, çimkî ewana îtbariya xwe Xwedê tînin”.

3. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi?

3 Em çawa dikarin alî meriva bikin, wekî ewana jî mîna me îtbariya xwe Xebera Xwedê bînin? Were em dîna xwe bidin sê tişta, ku baweriya me hindava Xebera Xwedê diha qewî dikin: Kitêba Pîroz nehatiye guhastinê, pêxembertiyên Kitêba Pîroz hatine sêrî û Kitêba Pîroz dikare jîyîna meriva biguhêze.

KITÊBA PÎROZ NEHATIYE GUHASTINÊ

4. Hine meriv çima difikirin wekî Kitêba Pîroz hatiye guhastinê?

4 Yehowa Xwedê Kitêba Pîroz bi saya 40 mêrên amin dabû nivîsarê. Lê manûskrîptên esilî, dêmek yên orîjînal, heta îro nemane. b Çi ku îro bal me heye, ev tenê kopiyên kopiya ne. Lema jî, hine meriv berxwe dikevin, hela gotinên esilî yên Kitêba Pîroz, hatine xweykirinê yan na. Lê em ji ku zanin, wekî Kitêba Pîroz nehatiye guhastinê?

Bergirên cêribandî, yên Nivîsarên Îbranî, fesal û bi xîret Xebera Xwedê kopî dikirin, wekî şaşiya bernedin (Binihêre abzasa 5)

5. Nivîsarên Îbraniye Pîroz çawa dihatine kopîkirinê? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

5 Yehowa temî dabû ku Nivîsarên Pîroz bêne kopîkirinê, wekî bêne xweykirinê. Mesele, ewî padşên Îsraêlêra gotibû wekî ewana xwera kopîke Qanûnê binivîsin, û ewî Lêwî kifş kirin, wekî ewana Qanûna Xwedê cimetê hîn kin (Qanûna Ducarî 17:18; 31:24-26; Nehemiya 8:7). Çaxê Cihû ji dîltiya Babîlonê vegeriyane welatê xwe, nivîskarên xîret gelek kopiyên Nivîsarên Pîroz, yên ser zimanê Îbranî çêkirin (Ezra 7:6). Wana ne tenê xeber gelek fesal dinivîsîn, lê herfên van kopiya jî dijmartin, wekî îzbat bin, ku her tişt rast hatiye kopîkirinê. Lê dîsa jî ji bo vê yekê ku meriv bêqisûr nînin, hine şaşiyên biçûk hatine berdanê. Lê bi saya wê yekê, ku gelek kopî hatine çêkirinê, ev şaşî dikarin hêsa bêne dîtinê. Gelo çawa?

6. Şaşiyên destnivîsarên Kitêba Pîrozda çawa dikarin bêne dîtinê?

6 Bi saya mêtodên teze, şaşiyên ku destnivîsarên Kitêba Pîrozda hene, dikarin hêsa bêne dîtinê. Mesele, bide ber çevê xwe ku 100 nivîskar hatine kifşkirinê, wekî rûpêlekê pê destê xwe kopî kin. Yek ji wan, kopiya xweda şaşîke biçûk kiriye. Seva ku em vê şaşiyê bivînin, em dikarin kopiya wî û yên din beramberî hev kin. Mîna vê yekê, gava zandar çend manûskrîptên Kitêba Pîroz beramberî hev dikin, ewana van şaşiya, yên ku nivîskara berdaye, divînin.

7. Gelek kesên ku Kitêba Pîroz kopî dikirin, ça dixebitîn?

7 Kesên ku destnivîsarên Kitêba Pîroz kopî dikirin bi xîret dixebitîn, ku her tişt rast be. Mesele, Kodêksa Lenîngradê bîne ber çevê xwe. Ev destnivîsara Kitêba Pîroz sala 1008 yan 1009 D.M.-da hatibû nivîsarê. Lê van salada hine destnivîsarên hê kevin hatine dîtinê. Hine ji wan weke 1 000 sal ji Kodêksa Lenîngradê kevintir in. Nava van 1 000 salîda, gelek kopî hatine çêkirinê, û paşê, ji van kopiya, kopiyên din hatine çêkirinê. Gelo ev yek derheqa destnivîsarên esilî çi nîşan kiriye? Zandarên ku destnivîsarên kevin beramberî yên teze kirine, dîna xwe danê, wekî rast e hine firqiyên biçûk hebûn, lê yeke elametiya esilî ya Kitêba Pîroz nehatiye guhastinê.

8. Çi firqî hebû orta kopiyên Nivîsarên Yûnanî û kopiyên kitêbên dine berê?

8 Mîna kesên ku Nivîsarên Îbranî kopî dikirin, Mesîhiyên pêşin jî her 27 kitêbên Nivîsarên Yûnanî fesal kopî dikirin. Ev kopî civînên wanda û xizmetiyêda dihatin xebitandinê. Zandarekî ev manûskrîptên Nivîsarên Yûnanî, beramberî nivîsarên din kir, yên ku dewranekêda hatibûn nivîsarê. Ew dibêje ku diha zêde kopiyên Nivîsarên Pîroz ser zimanê Yûnanî ne, û ew kopî bi temamî ne. Kitêbek usa dibêje: “Em dikarin bawer bin, wekî çi ku em îro welgerandina başda [ya Nivîsarên Yûnanî] dixûnin, mîna vê yekê ye, çi ku nivîskarên wan kitêba orîjînalêda nivîsî bûn” (Anatomy of the New Testament).

9. Li gora Îşaya 40:8, em derheqa elametiya Kitêba Pîroz çi zanin?

9 Bi saya xîreta wan meriva, yên ku fesal Nivîsarên Pîroz bi qirna kopî kirine, gotinên Kitêba Pîroz nehatine guhastinê. c Bêşik, Yehowa usa kiriye, wekî Xebera wî rast bigihîje meriva (Bixûne Îşaya 40:8). Rast e hine meriv qebûl dikin, ku elametiya Kitêba Pîroz hatiye xweykirinê, lê dîsa jî ewana dudilî dibin, wekî ew ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê. Lê em ji ku zanin, wekî Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê? Were em çend îzbatiya şêwir kin.

PÊXEMBERTIYÊN KITÊBA PÎROZ BI ÎTBAR IN

Left: C. Sappa/​DeAgostini/​Getty Images; right: Image © Homo Cosmicos/​Shutterstock

Pêxembertiyên Kitêba Pîroz demên berêda hatine sêrî û îro jî têne sêrî (Binihêre abzasa 10-11) e

10. Kîjan pêxembertî îzbat dike, ku giliyên ji 2 Petrûs 1:21, rast in? (Binihêre şikil.)

10 Terîxî nîşan dike, wekî gelek tiştên ku berêda Kitêba Pîrozda hatibûn nivîsarê, bi qirna şûnda hatin sêrî. Em ecêbmayî namînin, çimkî em zanin, ku kaniya van gotina, Yehowa ye (Bixûne 2 Petrûs 1:21). Bide ber çevê xwe, ku Kitêba Pîrozda derheqa wêrankirina Babîlonê çi hatibû gotinê. Qirna 8-da B.D.M., Îşaya pêxember ji bîna ber Xwedê nivîsî bû, ku bajarê Babîlonê, kîjan ku wî çaxî nav û deng bû, wê bê zeftkirinê. Serda jî, ewî pêxembertî kiribû, ku navê wî mêrî, kîjan ku wê bajêr bindest ke, Koreş e. Îşaya pêxember gotibû, ku ça dora bajar wê bê girtinê (Îşaya 44:27–45:2). Usa jî, Îşaya pêşda gotibû, ku axiriyêda Babîlon wê bi temamî bê wêrankirinê û tu car wê neyê avakirinê (Îşaya 13:19, 20). Hema usa jî qewimî. Sala 539-da B.D.M., bajarê Babîlonê kete destê Mediya-Farisa, û îro wî ciyî tenê kevir-kuçik mane.—Kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! dersa 03, abzasa 5-da, binihêre vîdêo Kitêba Pîroz Derheqa Ketina Babîlonê Pêxembertî Kiriye.

11. Gotinên Daniyêl 2:41-43 îro çawa têne sêrî?

11 Xêncî pêxembertiyên Kitêba Pîroz, yên ku berê hatibûn sêrî, îro jî hine pêxembertiyên Kitêba Pîroz ber çevê me têne sêrî. Mesele, bide ber çevê xwe, ku pêxembertiya Daniyêl derheqa Anglo-Amêrîkayê, dêmek împêriya hemdinyayê, çawa hate sêrî (Bixûne Daniyêl 2:41-43). Vê pêxembertiyêda zelal hatibû gotinê, wekî ev împêriya hemdinyayê, wê alîkîva mîna hesin qewî be, alîkîva jî mîna heriya sor sist be. Îro em xwexa divînin, ku ev yek usa ne. Brîtanya û Amêrîka qewata mîna hesin dane kifşê vê yekêda, ku herdu Şerên Hemdinyayêda serketinêda roleke mezin lîstin. Îro jî ewana aliyê eskeriyêva gelek qewî ne. Lê yeke qewata wan ji aliyê bineliyên wanva tê sistkirinê, çimkî bi saya mîtîngên xebatçiya, kampaniyên mafên meriva û raberîbûnên bona azayê, cimet heqê xwe dewa dike. Êkspêrtek usa dibêje: “Nav welatên dêmokratîk û pêşdaçûyîda, tu welatekî ku qasî Amêrîkayê aliyê polîtîkîda parevekirî ye, tune ye”. Îlahî wan paşwextiyada, Brîtanya, dêmek para din ya vê împêriya hemdinyayê, hate parevekirinê, çimkî nihêrandina cimetê derheqa heleqetiya orta welatên ku dikevine Yektiya Ewropayê, ji hev cude dibe. Ew cudebûn nava cimetêda, riya Împêriya Hemdinyayê ya Anglo-Amêrîkayê digire, wekî her tişt xweserîxwe bike.

12. Em çima bawer dikin ku pêxembertiyên Kitêba Pîroz wê bêne sêrî?

12 Gelek tiştên ku Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû îda hatine sêrî, û ev yek baweriya me gelek qewî dike, ku Xwedê wê axiriyêda jî sozên xwe bîne sêrî. Mîna zebûrbêjekî, em Yehowara usa dibêjin: “Ez dihelim ji dest heyra azadîya Te, min guman danîye li ser wê xebera Te” (Zebûr 119:81). Bi saya rêzên Kitêba Pîroz, Yehowa bi dilovanî “hêviyê û axiriya baş” dide me (Yêremya 29:11, DT). Hêviya me ne ku kirên merivava girêdayî ye, lê sozên Yehowava. Were em berdewam kin pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz lêkolîn kin, û bi vê yekê diha zêde îtbariya xwe Xebera Xwedê bînin.

BI MÎLYONA MERIV JI ŞÎRETÊN KITÊBA PÎROZ KARÊ DISTÎNIN

13. Li gora Zebûr 119:66, 138, çi îzbat dike, wekî em dikarin îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin?

13 Kesên ku li gora şîretên Kitêba Pîroz dijîn, jîyîna xwe aliyê başda diguhêzin. Serhatiyên wan, baweriya me hindava Kitêba Pîroz diha qewî dike (Bixûne Zebûr 119:66, 138). Mesele, gelek jin-mêrên ku hindik mabû hev biqetin, niha tevayî jîyîneke bextewar derbaz dikin, çimkî ewana îda li gora şîretên Kitêba Pîroz dijîn. Û dilê zarên wan jî rihet e, çimkî ewana divînin, wekî dê-bavê wan, wana hiz dikin û wana dibine xweyî (Efesî 5:22-29).

14. Çawa serhatiya Cêk nîşan dike, rastiya Kitêba Pîroz çi cûreyî jîyîna meriva aliyê başda diguhêze?

14 Bi saya şîretên Kitêba Pîroz, kesên ku gunên giran kirine jî, dikarin jîyîna xwe aliyê başda biguhêzin. Dîna xwe bidinê ku şîretên Kitêba Pîroz, ser merivekî qaçax bi navê Cêk, d çawa hukum kirine. Ew merivekî zulm û bêrem bû, û ji kesên ku hîviya cezaya mirinê bûn, yê herî xof bû. Lê rojekê, gava hînbûneke Kitêba Pîroz dihate derbazkirinê, Cêk jî wêderê bû. Dilovaniya birên ku hînbûn derbaz dikirin, dilê wî girt, û ewî jî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Çiqas ewî prînsîpên Kitêba Pîroz jîyîna xweda dida xebatê, haqas rabûn-rûniştin û xeysetê wî, aliyê başda dihate guhastinê. Wede şûnda, Cêk hazir bû, wekî bibe mizgînvanekî nixumandî, û paşê, ew hate nixumandinê. Ewî bi dil û can girtiyên dinra besa Padşatiya Xwedê dikir, û herî kêm, çar meriv hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin. Gava roja cezaya mirina wî hat, Cêk îda merivekî din bû. Advokatekî wî got: “Eva îda Cêkê berê nîne, kîjanî ku min 20 sal pêşda nas dikir. Hînkirinên Şedên Yehowa jîyîna wî guhastin”. Rast e Cêk ji cezaya mirinê xilaz nebû, lê serhatiya wî nîşan dike, wekî qewata Kitêba Pîroz heye, ku jîyîna meriva aliyê başda biguhêze û em dikarin îtbariya xwe vê kitêbê bînin (Îşaya 11:6-9).

Bi saya şîretên Kitêba Pîroz, emirê gelek meriva ji cûre-cûre mileta, berbi başiyêva hatiye guhastinê (Binihêre abzasa 15) f

15. Ev yek ku xizmetkarên Yehowa li gora Kitêba Pîroz dijîn, ji kesên din çida cude dibin? (Binihêre şikil.)

15 Xizmetkarên Yehowa yektiyêda nin, çimkî ewana li gora rastiya Kitêba Pîroz dijîn (Yûhenna 13:35; 1 Korintî 1:10). Dinya aliyê polîtîkî, etnîkî û statûsa sosyalî, tevlihev e, lê nav meda edilayî û yektî heye. Were em dîna xwe bidinê, ku çawa yektiya Şedên Yehowa ser xortekî bi navê Cên hukum kir. Ew welatekî Afrîkayêda mezin bû. Gava welatê wîda şer destpêbû, ew çû eskeriyê, lê paşê, ew revî çû welatekî nêzîk. Wêderê, ew rastî Şedên Yehowa hat. Cên dibêje: “Ez pêhesiyam wekî merivên ji dînê rast tevî polîtîkê nabin, nav wanda cudetî tune û ewana hevdu hiz dikin”. Usa jî, Cên dibêje: “Ez hazir bûm ku emirê xwe bona welatê xwe bidim. Lê gava min rastiya Kitêba Pîroz nas kir, min jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kir”. Cên jîyîna xwe bi temamî guhast. Dewsa ku miqabilî merivên ji miletên din şer bike, ew niha her kesîra besa mizgîniya edilayê dike. Belê, şîretên Kitêba Pîroz ser merivên ji cûre-cûre miletî, gelek hukum dike. Ev yek îzbat dike, ku em dikarin îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînin.

TIMÊ ÎTBARIYA XWE XEBERA XWEDÊ BÎNE

16. Çira ferz e ku em baweriya xwe hindava Xebera Xwedê hê qewî kin?

16 Dinya çiqas diçe diha xirab dibe, û baweriya me hindava rastiyê, wê bê cêribandinê. Hine meriv dibeke usa bikin, wekî hindava rastiya Kitêba Pîroz şik bikine dilê me, yan jî wekî em dudilî bin, hela xulamê amin bi rastî aliyê Xwedêda hatiye kifşkirinê yan na. Lê hergê em bawer bin, ku Xebera Yehowa hertim rast e, hicûmên usa wê nikaribin baweriya me sist kin. Emê xwera qirar kin, wekî “ji her-heyê heta xilaziyê” qanûnên Yehowa xwey kin (Zebûr 119:112). Emê şerm nekin wekî merivara besa rastiyê bikin û wanra bêjin, wekî ewana jî riya rastiyêda bimeşin (Zebûr 119:46). Serda jî, emê bikaribin qewî û bi şabûnê nava peyketin û çetinayên dinda sebir kin (Kolosî 1:11; Zebûr 119:143, 157).

17. Rêza salê wê çi bîne bîra me?

17 Em gelek razî ne ku Yehowa rastî mera eşkere kiriye! Bi saya vê rastiyê, em dikarin vê dinya tevlihevda qewî bisekinin, û nêta jîyîna me heye. Usa jî, rastiya Kitêba Pîroz hêvî dide me, ku emê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda bi jîyîneke xweş bijîn. Bira rêza bona sala 2023 alî me bike, wekî em bawer bin ku temamiya Xebera Xwedê rastî ye! (Zebûr 119:160)

KILAMA 94 Razî ne seva Xebera Xwedê

a Rêza ku bona 2023 hatiye bijartinê, baweriya me qewî dike: “Xeberên Te temamiya xweva rastî ne” (Zebûr 119:160). Bêşik, tu jî usa difikirî. Lê sed heyf ku gelek kes bawer nakin, wekî Kitêba Pîroz rast e û dikare bi cûrekî baş rêberiya me bike. Bi saya sê îzbatkirinên ku emê vê gotarêda bivînin, em dikarin merivên diltemiz bidine bawerkirinê, wekî Kitêba Pîroz û şîretên wê bi îtbar in.

b Xebera “manûskrîpt” tê hesabê destnivîsandina berê.

c Bona hê zêde elametiyê derheqa vê yekê, ku Kitêba Pîroz çawa hatiye xweykirinê, têkeve malpera jw.org û bi saya lêgerînê, bigere “Terîxî û Kitêba Pîroz”.

d Hine nav hatine guhastinê.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Li gora fermana Xwedê, bajarê Babîlonê axiriyêda bi temamî wêran bû.

f ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xortek dewsa ku tevî meriva şer bike, ji Kitêba Pîroz pêdihese, ku çawa edilayêda bijî û ça alî kesên din bike wekî ewana jî edilayêda bijîn.