Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 2

“Hiş-Aqilê Xwe Nû kin”

“Hiş-Aqilê Xwe Nû kin”

“Hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin, seva fem kin çi ye qirara Xwedê ku qencî, xweşî û kamilî ye” (ROMAYÎ 12:2, DT).

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Paşî nixumandinê, em gerekê berdewam kin çi bikin?

 EM TIMÊ jî mala xwe temiz dikin, usa nîne? Gava em derbazî maleke teze dibin, hemikî em wî rind paqij dikin. Lê hergê em mala xwe hertim paqij nekin, emê wext şûnda nava tozêda bifetisin. Lema jî, lazim e ku em hertim mala xwe temiz kin, wekî mala me ter-temiz û cî-war be.

2 Mîna vê yekê, lazim e ku em berdewam kin ser fikir û xeysetê xwe bixebitin. Pêşiya ku em hatine nixumandinê, me hilbet gelek xîret dikir ku jîyîna xwe biguhêzin û “xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1). Lê niha jî lazim e ku em berdewam kin “bi ruh û fikirên xweda nûyejiyîn bin” (Efesî 4:23). Gelo çira? Çimkî toz û qirêjaya vê dinyayê dikare me zû bilewitîne. Lema jî, seva ku em ber çevê Yehowa temiz bimînin, gerekê em timê fikir, xeyset û xwestinên xwe bicêribînin.

TIMÊ “HIŞ-AQILÊ XWE NÛ KIN”

3. Em çawa dikarin “hiş-aqilê xwe nû kin”? (Romayî 12:2)

3 Gelo em çawa dikarin hiş-aqilê xwe “nû kin”, dêmek fikirên xwe biguhêzin? (Bixûne Romayî 12:2) Gilî-gotina Yûnanî “hiş-aqilê xwe nû kin”, ne tenê ev e, ku em jîyîna xwe bi çend kirên qenc bixemilînin. Lazim e ku em dilê xwe û xeysetê xwe bicêribînin. Hergê lazim be, gerekê em xwe biguhêzin, wekî jîyîna me heta destê me tê, li gora prînsîpên Yehowa be. Gerekê em vê yekê ne tenê carekê, lê timê bikin.

Gelo safîkirinên te derheqa xebat û hînbûnê nîşan dikin ku tu ji her tiştî zêdetir Padşatiya Xwedê digerî? (Binihêre abzasa 4-5) c

4. Seva ku fikirên me nekevin ber bayê vê dinyayê, em gerekê çi bikin?

4 Gava em bigihîjin bêqisûrtiyê, wî çaxî wê hêsa be wekî em pê hemû kirên xwe dilê Yehowa şa kin. Lê heta wê demê, gerekê em ser xwe bixebitin ku bigihîjin vê nêtê. Dîna xwe bidinê ku Romayî 12:2-da, Pawlos nav nûkirina hiş-aqilê me û femkirina qirara Xwedêda çi girêdan çêkir. Em gerekê nekevin ber bayê vê dinyayê, lê xwe bicêribînin û têderxin hela fikirên Xwedê ser nêt û safîkirinên me çiqas hukum dikin.

5. Em çawa dikarin fem bikin hela em bi rastî bawer dikin, wekî roja Yehowa nêzîk e? (Binihêre şikil.)

5 Vê meselê bîne ber çevê xwe: Yehowa dixwaze wekî em “hîviya Roja Xwedê bin” (2 Petrûs 3:12). Ji xwe bipirse: “Gelo jîyîna min nîşan dike, wekî ez rind fem dikim, ku xilaziya vê dinyayê gelek nêzîk e? Gelo safîkirinên min derheqa bijartina xebat û hînbûnê didine kifşê, wekî jîyîna minda xizmetiya Yehowara tiştê herî ferz e? Gelo ez bawer dikim ku Yehowa wê bona hewcên min û malbeta min xem bike, yan ez hertim pey tiştên matêrîalî dikevim?” Gava Yehowa divîne ku em li gora qirara wî dijîn, ew gelek şa dibe (Metta 6:25-27, 33; Fîlîpî 4:12, 13).

6. Gerekê em berdewam kin çi bikin?

6 Em gerekê fikirên xwe her tim bicêribînin û hergê lazim be, gerekê em wana rast bikin. Pawlos Korintiyara usa got: “Hûn dilê xwe bicêribînin û dîna xwe bidinê, ka hûn nava baweriyêda ne? Xwe enene kin” (2 Korintî 13:5). “Nava baweriyêda” bin, ne tenê tê hesabê car-cara herin civîna û mizgîniyê bela kin. Ev gotin usa jî tê hesabê fikir, xwestin û nêtên me jî. Seva ku berdewam kin hişê xwe nû kin, gerekê em Xebera Xwedê bixûnin û hîn bin ku mîna wî bifikirin. Paşê, çi lazim be jî, gerekê em vê yekê bikin ku xwe li gora qirara Yehowa rast bikin (1 Korintî 2:14-16).

“MERIVÊ NÛ LI SER XWE WERGIRIN”

7. Li gora Efesî 4:31, 32, gerekê em çi bikin, û dibeke çira mera nehêsa be vê yekê bikin?

7 Bixûne Efesî 4:31, 32. Xêncî vê yekê ku gerekê em fikirên xwe biguhêzin, em gerekê “merivê nû li ser xwe wergirin” (Efesî 4:24). Ji bo vê yekê, xîret lazim e. Mesele, em gerekê xîret bikin ku hunurên usa ça kîn, nefret û hêrs ji xeysetê xwe derxin. Lê çira ew cara dikare nehêsa be? Çimkî hunurên xirab diqewime gelek kûr nav meda rûniştibin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “sitqê dilê mêriv ji zarotîyêda xirab e” (Destpêbûn 8:21). Çawa ku emê ji serhatiya birakî bivînin, lazim e ku meriv paşî nixumandinê jî berdewam ke xeyset-hunurên xwe kontrol ke, yên ku nav wîda kûr rûniştine.

8-9. Serhatiya Stêfan çawa nîşan dike, ku gerekê em timê merivê kevin ji xwe dûr xin?

8 Birakîra, bi navê Stêfan, çetin bû hêrsa xwe kontrol ke. Ew dibêje: “Paşî nixumandinê, lazim bû wekî ez ser vê kêmasiya xwe bixebitim. Carekê, gava min mal bi mal xizmet dikir, ez ketim pey dizekî, yê ku radîoya ereba min dizî. Gava ez îda gelek nêzîkî wî bûm, ewî radîo avît û revî çû. Çaxê min xûşk-birên dinra gilî kir, wekî min radîoya xwe çawa ji diz stand, ser vê yekê rûspîkî ji min pirsî: ‘Stêfan, hergê te ew diz bigirta, teyê çi bikira?’ Bi saya vê pirsê, min fem kir ku gerekê ez berdewam kim ser xwe bixebitim wekî bibim yekî edilayîhiz”. b

9 Çawa serhatiya Stêfan nîşan dike, em çiqas jî bifikirin ku me xwe îda rast kiriye, yeke xeyseteke xirab dikare nişkêva dîsa xwe eyan ke. Hergê tiştekî usa bê serê te, dilteng nebe û nefikire ku tu Mesîhîkî xirab î. Pawlosê şandî usa got: “Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî” (Romayî 7:21-23). Hemû Mesîhî qisûrdar in, û çawa ku lazim e wekî em mala xwe timê paqij kin, lazim e ku em ser kêmasiyên xwe her gav bixebitin, wekî em paqij bimînin. Gelo çawa?

10. Em çawa dikarin himberî xeysetên xirab şer bikin? (1 Yûhenna 5:14, 15)

10 Yehowara dua bike û wîra bêje ku tu himberî kîjan xeysetê xirab şer dikî. Bawer bike wekî ewê guh bide te û alî te bike (Bixûne 1 Yûhenna 5:14, 15). Rast e, Yehowa xeysetê xirab wê bi keremetî ji te dûr nexe, lê ew dikare qewatê bide te, wekî tu serkevî (1 Petrûs 5:10). Hemikî lazim e, wekî tu li gora duayên xwe her tiştî bikî û xeysetên merivê kevin ji xwe dûr xî. Mesele, xwe ji fîlm û kitêbên ku xeysetên xirab ça tiştekî baş nîşan dikin, dûr bigire. Usa jî, îzinê nede wekî xwestinên xirab dilê teda mezin bin (Fîlîpî 4:8; Kolosî 3:2).

11. Em çawa dikarin berdewam kin merivê nû li xwe kin?

11 Bes nîne wekî tu tenê merivê kevin ji xwe bêxî, lê lazim e wekî tu merivê nû li xwe kî. Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî? Xwera nêt dayne, wekî gava tu derheqa hunurên Yehowa pêdihesî, çev bidî wî (Efesî 5:1, 2). Mesele, gava tu Kitêba Pîrozda derheqa baxşandina Yehowa dixûnî, ji xwe bipirse: “Gelo ez dibaxşînim kesên din?” Yan jî, gava tu dixûnî ku dilê Yehowa ser kesên ku ketine tengasiyê çiqas dişewite, ji xwe bipirse: “Gelo dilê min jî ser xûşk-birên ku destteng in, dişewite, û gelo ez dilşewatiya xwe pê kirên xwe nîşan dikim?” Gava tu xîret dikî wekî hişê xwe nû kî û xeysetê nû li xwe bikî, hindava xwe bi sebir be.

12. Stêfan çawa îzbat bû ku Kitêba Pîroz dikare meriva biguhêze?

12 Stêfan xeysetê nû hêdî-hêdî li xwe kir. Ew dibêje: “Ji roja nixumandinê, ez çend cara rastî derecên çetin hatim. Lê ez hîn bûm wekî xwe ji kesên ku hêrsa min radikin, dûr bigirim yan jî derecên usa diha giran nekim. Gava min xwegirtin dida kifşê, gelek meriva, û jina min jî, payê min didan. Ez jî carna ecêbmayî dimam ku min çawa dikaribû vê yekê bikim. Ez nikarim bêjim wekî min bi qewata xwe xeysetê xwe guhast. Dewsê, ez bawer im ku ev yek îzbat dike, wekî qewata Kitêba Pîroz heye meriva biguhêze”.

MIQABILÎ XWESTINÊN XIRAB ŞER BIKE

13. Çi wê alî me bike, wekî xwestinên cayîz nav xweda pêşda bînin? (Galatî 5:16)

13 Bixûne Galatî 5:16. Yehowa ruhê pîroz bi merdanî dide me, wekî em serketî bin û tiştên rast bikin. Gava em Xebera Xwedê lêkolîn dikin, em dihêlin wekî ruhê pîroz ser me hukum be. Usa jî em ruhê pîroz ser civata distînin. Wêderê, em dikarin tevî xûşk-bira wextê xwe derbaz kin. Ewana jî mîna me xîret dikin tiştên rast bikin, û ev yek mêrxasiyê dide me (Îbranî 10:24, 25; 13:7). Xêncî vê yekê, gava em ji dil Yehowara dua dikin û alîkariyê ji wî dixwazin, wekî kêmasîke xwe rast kin, ew bi saya ruhê pîroz qewatê dide me, wekî em berdewam kin ser xwe bixebitin. Diqewime xwestinên meye xirab bi temamî betavenebin, lê ew her tişt wê alî me bikin, wekî nekevine ber bayê van xwestina. Çawa Galatî 5:16 dibêje, yên ku bi saya ruh dimeşin, wê “xwestinên binyata însên nekin”.

14. Çima ferz e wekî em xwestinên cayîz berdewam kin nav xweda pêşda bînin?

14 Gava em destpêdikin xwe li şixulên ruhanî bigirin, lazim e ku em van şixula xwera bikin xeyset û berdewam kin xwestinên cayîz nav xweda pêşda bînin. Gelo çira? Çimkî hergê em fesal nîbin, xwestinên xirab dikarin me zeftî xwe kin. Paşî nixumandinê jî, dibeke tiştên usa me xweş bên, ji kîjana em gerekê xwe dûr bigirin, mesele xumarbazî, vexwarina îçkêye bêsînor yan pornografiya (Efesî 5:3, 4). Birakî cahil usa dibêje: “Problêmeke mine herî giran, miqabilî kîjanî ez şer dikim ev e, ku mêr min xweş tên. Berê ez difikirîm ku ev xwestin wê derbaz be, lê heta roja îro jî ev problêm hê bal min heye”. Hergê xwestineke teye xirab gelek qewî be, gelo çi dikare alî te bike?

Hergê xwestineke xirab cem te pêşda bê, nefikire ku halê te halekî bêçare ye. Bîr neke ku kesên din jî miqabilî xwestinên usa serketine (Binihêre abzasa 15-16)

15. Em ji ku zanin ku em dikarin himberî xwestinên xirab serkevin? (Binihêre şikil.)

15 Gava tu miqabilî xwestineke xirab û qewî şer dikî, bîr neke tu tenê nînî. Kitêba Pîroz dibêje: “Cêribandinên usa nayêne serê we, pêştirî wan cêribandinên ku têne serê merivên mayîn” (1 Korintî 10:13a). Dêmek, cêribandinên rastî kîjanî em tên, têne serê merivên din jî. Pawlosê şandî ev gilî Mesîhiyara nivîsîbûn, ça jinara usa jî mêrara, yên ku bajarê Korintêda dijîtin. Hinek ji wan berê bênamûsî dikirin, homosêksûal û îçkexwer bûn (1 Korintî 6:9-11). Paşî ku ewana hatine nixumandinê jî, wana bêşik carna miqabilî xwestinên xirab şer dikir. Rast e ewana gişk Mesîhiyên bi ruh kifşkirî bûn, lê dîsa jî ewana hê gunekar bûn. Firqî tune em miqabilî kîjan xeysetê xirab şer dikin, emê bikaribin serkevin, çimkî zanin wekî kesên din miqabilî xwestinên usa serketine. Kitêba Pîroz dibêje wekî hûn dikarin baweriyêda hîmgirtî bin, çimkî “zanin ku xûşk-birên we jî temamiya dinyayêda xût wan cefa dikişînin” (1 Petrûs 5:9).

16. Em gerekê ça nefikirin, û çira?

16 Nefikire ku tu kes nikare tengasiyên te fem bike, ku halê te halekî bêçare ye û tu nikarî himberî xwestinên xirab şer bikî. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin” (1 Korintî 10:13b). Lema, hergê xwestineke xirab gelek qewî be jî, em dikarin himberî wê serkevin. Pê alîkariya Yehowa, em dikarin xwe bigirin, û nekevine ber bayê vê xwestina xirab.

17. Hergê xwestinên xirab pêşda bên jî, em çi dikarin kontrol kin?

17 Vê yekê tu car bîr neke: Em merivne qisûrdar in, dibeke emê nikaribin xwestinên xirab bi temamî ji hişê xwe derxin. Lê gava xwestinên usa cem te pêşda bên, tu dikarî wana înkar kî. Ûsiv jî usa kiribû. Gava ew ji aliyê jina Potîfar hate cêribandinê, ew zû ji wêderê revî (Destpêbûn 39:12). Belê, gerekê xwestinên xirab nebine sebeb wekî tu kirên xirab bikî.

BERDEWAM KE SER XWE BIXEBITE

18-19. Çaxê em ser xwe dixebitin, wekî “hiş-aqilê xwe nû kin”, em dikarin çi ji xwe bipirsin?

18 Seva ku em hiş-aqilê xwe nû kin, lazim e timê ser xwe bixebitin, wekî fikir û kirên me Yehowa xweş bên. Lema jî fikirên xwe her gav bicêribîne û ji xwe bipirse: “Gelo ez bi jîyîna xwe nîşan dikim, ku ez fem dikim wekî xilaziya vê dinyayê çiqas nêzîk e? Gelo ez berdewam dikim merivê nû li xwe kim? Gelo ez îzinê didim, wekî ruhê Yehowa rêberiya jîyîna min bike, ku ez nekevim ber xwestinên bedenê?”

19 Gava tu xwe enene bikî, dîna xwe bide pêşdaçûyîna xwe û bîr neke ku tu qisûrdar î. Hergê lazim be ku tu xwe rast kî, mêrxasiya xwe unda neke, lê guh bide şîreta ku Fîlîpî 3:16-da tê dayînê: “Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşda herin, ÎM”. Hergê tu usa bikî, bawer be ku Yehowa wê xîreta te kerem ke.

KILAMA 36 Dilê Xwe Xwey ke

a Pawlosê şandî şagirtên Îsara gotibû, wekî ewana îzinê nedin, ku ev dinya xirab ser fikir û kirên wan hukum ke. Ev şîret bona me ye jî. Gerekê em îzinê nedin, wekî ev dinya xirab ser me hukum ke. Lema jî, gava em divînin wekî fikirên me ne li gora xwestina Xwedê ne, gerekê em fikirên xwe biguhêzin. Vê gotarêda, emê şêwir kin ku em ça dikarin vê yekê bikin.

b Binihêre gotara bi navê “Emirê Min Çiqas Diçû Hê Xirab Dibû”, ji Birca Qerewiliyê, 1 Tîrmehê, sala 2015.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahil difikire hela here zanîngehê, yan destpêke ça pêşeng xizmet ke.