Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 4

Yehowa Kerem Dike Xîreta Me seva Derbazkirina Êvara Bîranînê

Yehowa Kerem Dike Xîreta Me seva Derbazkirina Êvara Bîranînê

“Vê yekê bona bîranîna min bikin” (LÛQA 22:19).

KILAMA 19 Şîva Xudan

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Çira her sal em diçin ser Êvara Bîranînê?

 WEKE 2 000 sal pêşda, Îsa Mesîh bona halxweşiya me emirê xwe qurban kir, û bi vê yekê riya jîyîna heta-hetayê bona me vekir. Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh nîşanî şagirtên xwe kir, wekî ewana gerekê çawa bi nan û şeravê, qurbanbûna wî bînin bîra xwe (1 Korintî 11:23-26).

2 Em guh didine vê temiya Îsa, çimkî em wî gelek hiz dikin (Yûhenna 14:15). Her sal wedê Bîranîna mirina Îsa, em dixwazin şêkirdariya xwe nîşan kin. Lema jî em dua dikin û kûr difikirin, wekî qurbanbûna wî bona meriya çi tê hesabê. Him jî çi ku ji destê me tê em dikin, seva ku hemû meriva teglîfî ser vê civîna mexsûs kin. Hemikî emê îzinê nedin wekî tiştek riya me bigire û bibe menî, ku em neçin ser Êvara Bîranînê.

3. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine çi?

3 Vê gotarêda emê bivînin ku xizmetkarên Yehowa çawa xîret dikin, wekî (1) Êvara Bîranînê li gora rêberiya Îsa derbaz kin, (2) meriva teglîfî ser Êvara Bîranînê kin û (3) nava çetinayada jî Êvara Bîranînê derbaz kin.

EM BÎRANÎNÊ LI GORA RÊBERIYA ÎSA DERBAZ DIKIN

4. Her sal wedê Êvara Bîranînê, em caba kîjan pirsa distînin, û çima em gerekê van rastiyên Kitêba Pîroz gelek qîmet kin? (Lûqa 22:19, 20)

4 Her sal wedê Êvara Bîranînê, em guh didine gotarekê, ku li ser hîmê Kitêba Pîroz e, û zelal caba çend pirsên ferz dide. Em pêdihesin ku meriv çima hewcê qurbanê ne û mirina merivekî çawa dikare heqê gunên geleka bide. Ev gotar tîne bîra me, ku mena nan û şeravê çi ye û kî gerekê sîmbola bixwe û vexwe (Bixûne Lûqa 22:19, 20). Û em derheqa wan keremên axiriyê difikirin, yên ku ew meriv wê bistînin, hêviya kîjana jîyîna heta-hetayê ser erdê ye (Îşaya 35:5, 6; 65:17, 21-23). Em gerekê wan rastiyên Kitêba Pîroz gelek qîmet kin. Bi mîlyarda meriv van rastiya fem nakin û nizanin ku qurbana Îsa çiqas qîmet e. Usa jî ewana Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li gora rêberiya wî derbaz nakin. Gelo çima?

5. Paşî mirina heçî zef şandiya, çi qewimî?

5 Zûtirekê paşî wê yekê çaxê heçî zef şandiyên Îsa mirin, Mesîhiyên qelp ketin nav civatê (Metta 13:24-27, 37-39). Ewana “tiştên xêlif” xeber didan, seva ku “şagirta pey xwe bibin” (Karên Şandiya 20:29, 30). Mesele, ew Mesîhiyên qelp digotin, ku ji bo baxşandina gunên meriva, bes nîne ku bedena Îsa Mesîh “carekê bona gunehildana geleka” ça qurban bê dayînê. Wana digot ku qurbanbûna Îsa dîsa û dîsa gerekê bê dayînê (Îbranî 9:27, 28). Îro jî gelek meriv baweriya xwe vê hînkirina qelp tînin. Ewana her heftê, yan jî carna her roj dêrêda top dibin, seva ku qurbanbûna Îsa Mesîh derbaz kin. b Lê hine dêrên dinda, mirina Îsa Mesîh diha kêm derbaz dikin, û heçî zef ji wana zelal fem nakin, wekî qurbanbûna Îsa Mesîh çi tê hesabê. Dibeke hine meriv ji xwe dipirsin: “Gelo mirina Îsa bi rastî tê hesabê, ku gunên me dikarin bêne baxşandinê?” Gelo çima ewana evê pirsê didin? Menîk ev e, ku ewana dikevin ber bayê wan meriya, yên ku dudilî dibin, wekî bi saya qurbanbûna Îsa bi rastî gunên meriva dikarin bêne baxşandinê. Gelo Mesîhiyên rast çawa alî meriva dikin, wekî ewana mena Êvara Bîranînê fem bikin û evê cejinê rast derbaz kin?

6. Sala 1872-da koma lêkolînkarên Kitêba Pîroz çi fem kir?

6 Sala 1870-da, komeke lêkolînkarên Kitêba Pîroz, bin rêberiya Çarlz Rassêlda, destpêkir Nivîsarên Pîroz kûr lêkolîn ke. Wana dixwest fem bikin, ku qîmeta qurbanbûna Îsa Mesîh bi rastî çida ye û bîranîna mirina wî gerekê çawa derbaz kin. Sala 1872-da, bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz wana fem kir, ku Îsa Mesîh emirê xwe bona hemû meriva ça qurban da. Wana ev rastî venedişart, lê bi saya kitêba, rojnema û jûrnala bela dikirin. Û wede şûnda, mîna Mesîhiyên pêşin, wana destpêkir Êvara Bîranînê salê carekê derbaz kin.

7. Em ji şixulê lêkolînkarên Kitêba Pîroz çi karê distînin?

7 Heta roja îro, em ji lêkolîna wan mêrên amin kareke gelek mezin distînin. Yehowa ça bêjî çevê me vekir, ku em mena qurbanbûna Îsa Mesîh hê rind fem kin û bizanibin ku ev çi karê mera tîne (1 Yûhenna 2:1, 2). Usa jî me fem kiriye, ku Kitêba Pîroz du hêvî dide merivên amin. Dêmek hine kes wê li ezmana bijîn, lê bi mîlyona merivên din wê heta-hetayê li ser erdê bijîn. Gava em difikirin ku Yehowa çiqas me hiz dike û kara qurbanbûna Îsa Mesîh seva me çi ye, em diha nêzîkî Yehowa dibin (1 Petrûs 3:18; 1 Yûhenna 4:9). Mîna xûşk-birên amin yên wedê berê, em jî meriva teglîf dikin ku tevî me Êvara Bîranînê derbaz kin, çawa ku Îsa Mesîh temî dabû şagirtên xwe.

EM MERIYA TEGLÎFÎ SER ÊVARA BÎRANÎNÊ DIKIN

Tu çawa dikarî wedê belakirina teglîfên bona Bîranînê, hê zêde xizmet kî? (Binihêre abzasa 8-10) e

8. Gelo xizmetkarên Yehowa çi kirine, ku meriva teglîfî ser Êvara Bîranînê bikin? (Binihêre şikil.)

8 Nava gelek salada, xizmetkarên Yehowa meriva teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin. Sala 1881-da, xûşk-birên ji Dewletên Yekbûyî hatine teglîfkirinê ser civateke mexsûs, mala birakî li bajarê Alêgêynî (Pensîlvanya). Zûtirekê her civatekê Êvara Bîranînê îda xwexa derbaz dikir. Meha Gulanê, sala 1940-da, mizgînvanara gotin, ku ewana dikarin hemûya teglîf kin, yên ku dixwazin hê zêde pêbihesin. Sala 1960-da cara pêşin, Beytelê civatara teglîfên neşirkirî bona belakirinê şand. Hingêva bi mîlyarda teglîfên ser Êvara Bîranînê hatine belakirinê. Gelo em çima haqas qewat û wedê xwe xerc dikin, seva ku meriya teglîf kin?

9-10. Em kê teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin? (Yûhenna 3:16)

9 Xwestina me ev e, wekî merivên ku cara pêşin têne ser Êvara Bîranînê, pêbihesin wekî Yehowa û Îsa Mesîh bona me çi kirine (Bixûne Yûhenna 3:16). Em hêvîdar in, wekî tiştên ku ewana wêderê bivînin û bibihên wê dilê wan bigire û ewana wê bixwazin hê zêde hîn bin û bibine xizmetkarên Yehowa.

10 Em usa jî wan meriya teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin, yên ku îda Yehowara xizmet nakin. Em evê yekê dikin, seva ku bînine bîra wan, wekî Yehowa dîsa jî wana hiz dike. Gelek ji wan têne ser Êvara Bîranînê, û em hatina wanra gelek şa dibin. Bîranîn tîne bîra wan, ku çaxê wana Yehowara xizmet dikir, jîyîna wan çiqas xweş bû. Werên em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Monîkayê. c Wedê pandêmiya COVID-19 ewê dîsa xizmetiya xwe destpêkir. Paşî Êvara Bîranînê, sala 2021-da, ewê usa got: “Ev Êvara Bîranînê gelek dilê min girt. Paşî 20 sala min dîsa xizmetiya xwe destpêkir û meriva teglîfî ser Êvara Bîranînê dikir. Min ev yek bi dil û can dikir, çimkî ez gelek ji Yehowa û Îsa Mesîh razî me, seva tiştên ku wana bona min kiriye” (Zebûr 103:1-4). Firqî tune meriv wê evê teglîfê qebûl kin yan na, em dîsa jî bi xîret wana teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin. Ya lape ferz ew e, ku Yehowa xîret û cefê me qîmet dike.

11. Yehowa çawa xîreta me kerem kiriye? (Hagay 2:7)

11 Yehowa xîreta me ku em meriya teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin, kerem kiriye. Sala 2021-da ji bo pandêmiya COVID-19 hine qedexekirin hatibûn kirinê, lê yeke 21 367 603 kes hatin ser Êvara Bîranînê. Terîxiyêda ev hesabekî lape bilind bû û weke du car û nîva ji hejmara Şedên Yehowa zêdetir e! Hemikî bona Yehowa ne ku hejmara meriva ferz e, lê her merivek ku tê ser Êvara Bîranînê (Lûqa 15:7; 1 Tîmotêyo 2:3, 4). Em bawer in, ku bi saya vî şixulî ku em meriya teglîf dikin, Yehowa alî me dike ku merivên dilsax bivînin (Bixûne Hagay 2:7).

NAVA ÇETINAYADA JÎ ÊVARA BÎRANÎNÊ DERBAZ DIKIN

Yehowa xîreta me bona derbazkirina Bîranînê kerem dike (Binihêre abzasa 12) f

12. Çi çetinayî dikarin riya me bigirin, wekî em Êvara Bîranînê derbaz nekin? (Binihêre şikil.)

12 Îsa Mesîh pêxembertî kiribû, ku rojên axiriyêda, emê rastî cûre-cûre çetinaya bên. Mesele, peyketin aliyê malbetêda, zêrandin, şer, nexweşiyên giran û gelek tiştên din (Metta 10:36; Marqos 13:9; Lûqa 21:10, 11). Carna, dibeke ji bo wan meniya mera çetin be bêne ser Êvara Bîranînê. Gelo, xûşk-birên me, nava wan tengasiyada çi kirine û Yehowa çawa alî wan kiriye?

13. Yehowa çawa mêrxasî û xîreta Artyom kerem kir?

13 Girtina xûşk-bira. Xûşk-birên me, yên ku seva baweriya xwe dikevine kelê, her tiştî dikin seva ku Êvara Bîranînê derbaz kin. Werên em dîna xwe bidine serhatiya birê me Artyom. Wedê Êvara Bîranînê sala 2020-da, birê me tevî çar merivên din kelêda cîkî gelek biçûkda rûniştibû. Dîsa jî ewî mecal dît, wekî sîmbolên bona Êvara Bîranînê dest xe û gotarê hazir ke. Lê girtiyên din ku tevî wî bûn, cixare dikişandin û timê xeberdana xweda çêr didane xebatê. Gelo Artyom çi kir? Ewî ji wana reca kir, wekî wedê Bîranînê hema sihetekê cixarê nekişînin û çêra nekin. Artyom ecêbmayî ma ku wana ev yek qebûl kir. Ew dibêje: “Min ji wan pirsî: ‘Hûn dixwazin hine tişta derheqa Bîranînê pêbihesin?’” Pêşiyê wana nedixwest, lê çaxê wana dît ku Artyom çawa Bîranîn derbaz kir, wana gelek pirs dane wî.

14. Wedê pandêmiya COVID-19, çi hate kirinê, seva ku Êvara Bîranînê bê derbazkirinê?

14 Pandêmiya COVID-19. Çaxê pandêmiya koronavîrûsê destpêbû, Şedên Yehowa nikaribûn ser Êvara Bîranînê tevayî top bin. Lê dîsa jî evê yekê riya wan negirt, ku Bîranînê derbaz kin. d Wan ciya kîderê ku întêrnêt hebû, Êvara Bîranînê pê vîdêo-konfêrênsiyayê derbaz dibû. Lê gelo ew meriv întêrnêta kîjana tune bû, çawa Bîranîn derbaz kirin? Hine welatada birên me xem kirin, wekî xûşk-birên me bikaribin gotara Bîranînê bi saya têlêvîziyonê binihêrin, yan jî bi radîoyê bibihên. Xêncî vê yekê, ev gotar ser 500 zimana zêdetir hate xwendinê. Birên meyî delal vîdêoya gotarê şandin ciyên dûr, wekî wêderê jî xûşk-birên me bikaribin Bîranînê derbaz kin.

15. Mesela Syûyê çi me hîn dike?

15 Peyketin aliyê malbetêda. Bona hine merivên ku dixwazin Bîranînê derbaz kin, tengasiya herî mezin ev heye peyketin aliyê malbeta wanda. Dîna xwe bide serhatiya xwendekarekê bi navê Syû. Sala 2021-da, rojek pêşiya Bîranînê, Syûyê gote wê xûşkê ya ku tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, wekî ji bo peyketina aliyê malbetêda, ewê nikaribe bê ser Bîranînê. Xûşka me wêra Lûqa 22:44 xwend. Paşê ewê Syûyêra got, ku gava em rastî peyketina tên, em gerekê çev bidine Îsa Mesîh, Yehowara dua bikin û baweriya xwe wî bînin. Roja din, Syûyê xwera sîmbolên bona Bîranînê hazir kir û ser jw.org bernama Şêwirkirina Kitêba Pîroze Şebeqê nihêrî. Êvarê, çaxê ew otaxa xweda tenê bû, ewê bi saya têlê guh dabû gotara Êvara Bîranînê. Paşî wê yekê, ewê xûşka mera usa nivîsî, ya ku tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir: “Te duhu dilê min gelek qewî kir. Her tişt çi ku ji destê min hat min kir, wekî bikaribim guh bidime gotara Êvara Bîranînê, û Yehowa vê yekêda alî min kir. Ez bêhesab bextewar im û Yehowara razî me!” Lê çaxê tu rastî derecên vî cûreyî têyî, tu bawer dikî, wekî Yehowa wê alî te jî bike?

16. Çima em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê xîreta me ku Bîranînê derbaz kin, kerem ke? (Romayî 8:31, 32)

16 Yehowa xîreta me qîmet dike, ya ku em didine kifşê bona derbazkirina Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Hergê em razîbûna xwe bona tiştên ku Yehowa seva me kiriye, bidine kifşê, ewê me kerem ke (Bixûne Romayî 8:31, 32). Çi jî hebe, em dixwazin îsal jî bêne ser Bîranînê. Him jî em dixwazin, wekî heftiyên pêşiya û paşî Êvara Bîranînê, hê zêde xizmet kin.

KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne

a Roja Sêşemê, 4 Nîsanê, sala 2023, bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayêda, wê Bîranîna mirina Îsa Mesîh derbaz kin. Gelek kes wê cara pêşin bêne ser Êvara Bîranînê. Usa jî gelek xûşk-birên me, ku îda gelek sal e xîreta xwe xizmetiyêda unda kirine, wê dîsa tevî me top bin. Hinekara wê hêsa nîbe ji bo derecên xwe bêne ser Êvara Bîranînê, lê yeke ewana wê bên. Firqî tune tu çi halîda bî jî, bawer be ku hergê tu xîret bikî wekî bêyî ser vê civînê, dilê Yehowa wê gelek şa be.

b Li gora nihêrandina wan, wedê vê cejinê nan û şerav dibin beden û xûna Îsa Mesîh. Ewana bawer dikin wekî xûn û bedena Îsa her car tê qurbankirinê, gava kesek ji wan sîmbola dixwe û vedixwe.

c Hine nav hatine guhastinê.

d Binihêre ser malpera jw.org, gotara bi navê “Derbazkirina Êvara Bîranînê, Sala 2021”.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ji sala 1960, teglîfên bona Êvara Bîranînê hatine guhastinê. Niha ewana ça bi formata neşirkirî, usa jî bi formata elektronîk derdikevin.

f ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Dereca din—Xûşk-bira wedê tevlihevbûna welat, dizîkava Bîranînê derbaz dikin.