Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rêberiya Rast û Nerast: Bijartina ku Hûn Gerekê Bikin

Rêberiya Rast û Nerast: Bijartina ku Hûn Gerekê Bikin

Normên ku em dijbêrin wekî li gora wan bijîn, wê hukum ke ser temamiya emirê me. Yehowa derheqa vê yekê zane, lema jî ew dixwaze, wekî em li gora normên wî bijîn.

Yehowa dixwaze wekî emirê me bi edilayê û şabûnê tije be.

“Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî. Xwazî te guh bida qanûnên min! Hingê wê edilaya te mîna çêm bûya û rastiya te mîna pêlên berê” (Îşaya 48:17, 18, DT).

Xwedê Efirandarê meye, lema jî ew hê rind zane em ça gerekê bijîn. Ew dixwaze wekî em guh bidine rêberiya wî, çimkî ev yek wê bona kara me be. Çaxê em guh didine temiyên Xwedê, em nafikirin hela axiriya vê yekê wê baş be, yan na. Emê timê bijartina rast bikin, dêmek ev bijartin ya ku edilayê û şabûnê tîne.

Yehowa ji me dewa nake vê yekê bikin, çi ku ji qewata me der e.

“Çimkî ev emirê ku ez îro li te emir dikim, ne dûrî te ye ne jî ew çetin e” (Qanûna Ducarî 30:11).

Çaxê em destpêdikin li gora normên Xwedê bijîn, wî çaxî diqewime mera lazim be, fikir û kirên xwe biguhêzin. Lê dîsa jî Yehowa wê ji qewata me der tişta ji me dewa neke, çimkî ew Efirandarê meye û sînora qewata me zane. Û çiqas zêde em Yehowa nas dikin, haqas em îzbat dibin, ku “temiyên wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3).

Yehowa soz dide, wekî wê alî wan bike kê safî dike li gora normên wî bijî.

“Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji tera dibêje: ‘Netirse, ezê ji tera bibim alîkar’ ez im’” (Îşaya 41:13, ÎM).

Em dikarin li gora normên Xwedê bijîn û bawer bin, ku ewê alî me bike. Ew dikare bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz hêviyê û dilbîniyê bide me.

Bi mîlyona meriv ser temamiya dinyayê îzbat bûne, ku çaxê ewana li gora normên Xwedê dijîn, emirê wan diha baş dibe. Hûn dikarin hê zêde derheqa şîretên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in pêbihesin. Vê yekêda broşûra bi navê Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! ya ku ser hîmê Kitêba Pîroz e dikare alî we bike, kîjan ku hûn dikarin ser malpera jw.org bidine kişandinê. Vê broşûrêda sê ders hene:

  • Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Te Bike?

  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me

  • Gelo Hûn Dikarin Îtbariya Xwe Kitêba Pîroz Bînin?

Çiqas hûn Kitêba Pîroz hîn bin û lêkolîn kin, haqas hûnê bivînin ku şîretên wê kevin nebûne; “ew heta-hetayê hîmgirtî ne” (Zebûr 111:8). Hergê em li gora normên Kitêba Pîroz bijîn, emirê me wê berbi başbûnê here. Lê dîsa jî, Xwedê zorê me nake, li gora normên wî bijîn (Qanûna Ducarî 30:19, 20; Yêşû 24:15). Ev bijartin, her kes ji me xwexa gerekê bike.