Derbazî serecemê

Min Nihêrandina Xwedêye Derheqa Xûnê Qebûl Kir

Min Nihêrandina Xwedêye Derheqa Xûnê Qebûl Kir

Min Nihêrandina Xwedêye Derheqa Xûnê Qebûl Kir

Doxdirek Gilî Dike

NEXWEŞXANÊDA ser komcivîna doxdira min kin şirovekir derheqa lêkolînên xwe paşî qelişandina cinyaz. Reqa wî merivê mirî hebû. Axiriyê min got, wekî meniya mirina wî merivî hêmolîs bû, dêmek xirabbûna êrîtrosîtên xûnê. Û usa jî kêmasiya fûnksiya gurçika, kîjan ku pêşda hatibû ji wê yekê, wekî gelek xûn berdabûnê.

Profêsorek usa hêrs ket, ku rabû ser niga û kire qarînî: “Tu dixwazî bêjî, wekî me xûna nelayîq berî wî daye?” Min gotê: “Na ez vê yekê naxwazim bêjim”. Paşê min pê şikil hine parên gurçikên wî merivî nîşanî wan kir û got: “Em dikarin bivînin, gurçikada êrîtrosîtên xûnê çiqas xirab bûne, çi ku dide kifşê, wekî hema ev bû menî, wekî kêmasiya fûnksiya gurçika pêşda hat”. * Ser komcivînê, derece usa giran bû, wekî gevriya min ziha bû. Rast e ez doxdirê cahil bûm, ew profêsor bû, lê yeke min safî kiribû xwe ker nekim.

Hingê ez Şedê Yehowa nîbûm. Ez hatime bûyînê sala 1943 li bakura Japonyayê, şeherê Sêndayêda. Bavê min patoloj û psîkîatir bû. Min jî safî kir, ku bibime doxdir. Sala 1970 çaxê ez ûnîvêrsîtêta doxdirtiyê kûrsa dudada bûm, min keçikeke bi navê Masûko stand.

Patolojiyêda Kûr Dibim

Heta ez hîn dibûm, Masûko dixebitî seva ku ebûra malbeta me bike. Ez bi temamî nava doxdirtiyêda bûm. Ez heyr-hujmekar bûm, ku bedena meriva çiqas hewas çêkirî ye, lê tu car nedifikirîm derheqa wê yekê, ku Efirandar heye. Min tirê pê lêkolînkirina doxdirtiyê, nêta emirê min hebe. Çaxê ez bûme doxdir, min safî kir patolojiyêda kûr bim. Ev heye lêkolînkirina meniya nexweşiya, prosêsa nexweşiya, axiriya nexweşiya û ev nexweşî ça hukum dibin.

Qelişandin û lêkolînkirina ciniyazên merivên ku bi reqê nexweş bûn, cem min dudilîbûn pêşda anî derheqa kara xûnberdanê. Cem nexweşê ku kansera wî stadiya paşin e, ji bo xûnçûyînê dikare anêmiya pêşda bê. Xîmiyotêrapiya anêmiyayê diha pêşda dibe, lema jî gelek car doxdir nexweşara xûnberdanê kifş dikin. Min destpêkir bifikirim, wekî xûnberdan, bedenêda kanserê diha bela dike. Îro îda eyan e, wekî xûnberdan îmûnîtêtê sist dike, ji bo çi jî kanser dîsa dikare pêşda bê cem wî merivî, yê ku ji kanserê qenc bûye. Û hejmara mirina wan nexweşa zêde dibe. *

Dereca ku min sêrîda gilî kir, sala 1975 qewimî bû. Ev profêsor doxdirê gêmotolojiyê bû û ev nexweş hema patsîêntê wî bû. Lema jî ecêbmayî nîne, ku ew çima usa hêrs ket, çaxê min got wekî meniya mirina wî merivê nexweş, xûnberdan bû! Lê dîsa jî min berdewam kir fikirên xwe şirovekim û hêdî-hêdî profêsor xwe ker kir.

Nexweşî û Mirin wê Îda Tune be

Wî wedeyîda kulfeteke emirda mezin, ku Şedê Yehowa bû, hat tevî jina min xeber da û besa Yehowa kir. Jina min lê pirsî ku “Yehowa” çi tê hesabê. Ewê caba wê da û got: “Yehowa navê Xwedayê rast e”. Jina min Masûko ji biçûktayê Kitêba Pîroz dixwend, lê navê Yehowa têda nedîtibû. Çimkî wê welgerandinêda dewsa navê Yehowa, hatibû nivîsarê xebera “XUDAN”. Niha îda ewê zanibû, ku navê Xwedê heye!

Masûko derbêra hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir bi alîkariya vê kulfetê. Rojekê çaxê ez şev siheta 1:00 hatime mal, jina min bi şabûn minra got: “Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî nexweşî û mirin îda wê tune bin”. Min caba wê da: “Hergê usa be, wê gelek baş be”. Ewê zêde kir: “Dinya teze gelek nêzîk e, lema jî ez naxwazim wekî tu wedê xwe badîhewa xerc kî”. Ez fikirîm wekî jina min dixwaze, ku ez doxdirtiya xwe bihêlim, lema jî ez gelek hêrs ketim û orta me hev ket.

Lê jina min hindava minda hêviya xwe unda nekir. Ewê Xwedê Yehowara dua dikir, wekî Kitêba Pîrozda rêzeke usa bivîne, kîjan ku wê dilê min bigire. Hema giliyê ji Waîz 2:22, 23, (ÎM) dilê min girtin: “Çi feyda mirov ji hemû keda wî û xemxwarina wî ya li ser rûyê erdê heye? . . . Bi şev jî dilê wî rihetiyê nabîne. Ev jî pûç e”. Ev gilî hema derheqa min bûn, çimkî min bi temamî serê xwe kiribû nava doxdirtiyê. Û ji vê yekê min lezet nedidît.

Sala 1975, meha Tîrmehê, rojeke Ledê, çaxê jina min çû civata Şedên Yehowa, min safî kir ku ez jî herim. Ew gelek ecêbmayî ma, çaxê dît ku ez jî wêderê me. Wêderê Şedên Yehowa bi dil û can ez qebûl kirim. Ji vî çaxî her Led ez diçûme civatê. Weke mehek şûnda birakî destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz tevî min derbaz ke. Sê meh paşî wê yekê, çaxê cara ewlin jina minra şedetî dan, ew hate nixumandinê.

Nihêrandina Xwedêye Derheqa Xûnê Qebûl Dikim

Zûtirekê ez pêhesiyam, wekî li gora Kitêba Pîroz, Mesîhî gerekê xwe ji xûnê dûr bigirin (Destpêbûn 9:4, Karên Şandiya 15:28, 29). Minra çetin nîbû nihêrandina Xwedêye ser xûnê qebûl kim, çimkî ez îda dudilî dibûm, ku kara xûnberdanê heye. * Ez difikirîm: “Hergê Efirandar heye û Ewî ev temî daye, dêmek usa rast e”.

Ez usa jî pêhesiyam, wekî gunê Adem bûye meniya nexweşiya û mirinê (Romayî 5:12). Wî wedeyî min nexweşiya atêrosklêroz lêkolîn dikir. Çiqas em mezin dibin, tamarên me hişk dibin û teng dibin, çi ku dibe meniya nexweşiya dilik, tamarên mejû û gurçika. Niha minra femdarî bû, wekî meniya nexweşiya û mirinê nekamilbûna me ye, kîjan ku ji Adem gihîşte me. Paşî wê yekê xîreta mine hindava doxdirtiyê unda bû. Tenê Yehowa Xwedê dikare nexweşiya û mirinê bide hildanê!

Sala 1976, meha Adarê, dêmek heft meh paşî wê yekê çaxê min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, min îda terka lêkolînkirina xweye doxdirtiyê da. Ez ditirsiyam ku ezê îda tu car nikaribim ça doxdir bixebitim. Lê min nexweşxaneke dinda xwera xebat dît. Sala 1976, meha Gulanê ez hatime nixumandinê. Ez difikirîm, wekî safîkirina lape baş ew e, wekî ez xizmet kim ça pêşengê hertim. Û sala 1977, meha Tîrmehê, min pêşengtî destpêkir.

Piştgiriya Nihêrandina Xwedê Dikim Derheqa Xûnê

Sala 1979, meha Mijdarê min tevî Masûko safî kir wekî derbazî civateke herêma Tîbayê bim, kîderê ku hewcetiya mizgînvana hebû. Wêderê nexweşxanekêda min xebata nîvrojî xwera dît. Ser xebatê hema roja pêşin, çend doxdira dora min girtin. Wana ji min dipirsîn: “Ça Şedê Yehowa, tê çi bikî hergê nexweşekîra lazim be, ku xûnê berdinê?”.

Min bi qedir wanara şirovekir, wekî ezê xwe li temiya Xwedêye derheqa xûnê bigirim. Min got, wekî hene mêtodên qenckirinêye usa jî, ku xûn nayê xebitandinê û ezê her tiştî bikim, wekî merivê nexweş qenc kim. Paşî xeberdana meye weke sihetekê, doxdirê sereke minra got: “Baş min te fem kir. Lê hergê nexweşekî usa bînin, wekî xûn gelek unda kiriye, hingê emê xwexa pê mêtoda xwe wî qenc kin”. Gişkara eyan bû wekî xeysetê wî doxdirê mezin giran e. Lê paşî vê xeberdanê me ziman hevra dît, û îda ewî timê qedirê baweriya min digirt.

Dikevime Nava Cêribandina

Çaxê me herêma Tîbayêda xizmet dikir, şeherê Ebînêda avakirina fîlîala Şedên Yehowa destpêbû. Ez tevî jina xwe her heftî diçûme wêderê, seva ku alîkariya doxdirtiyê bidime Şedên Yehowa, ku bi rezedilî wê derê dixebitîn. Çend meh şûnda min û jina minra teglîf şandin, ku Beytela Ebînayêda xizmet kin. Sala 1981, meha Adarê, em derbazî avayîkî wedelû bûn. Wê derê 500 zêdetir xizmetkarên rezedilî dijîtin. Şebeqa min meydana avakirinêda ciyê serşûştinê û destav temiz dikirin. Lê paşî nîvro, xûşk-bira dihatine bal min û min bona sihet-qewata wana xem dikir.

Wêderê patsîênteke min, xûşka me Îlma Îzlob bibû, kîjan ku sala 1949 ji Avstralyayê hatibû Japonyayê ça mîsyonêr. Ew ji nexweşiya lêykêmyayê diçerçirî. Doxdira gotibûn, wekî ewê tenê çend meha bijî. Û usa jî gotibûn, wekî xûnberdan wê emirê Îlmayê hinekî dirêj ke. Lê ew razî nebibû û safî kiribû, wekî rojên xweye paşin Beytelêda derbaz ke. Wan çaxa dermanekî usa ça êrîtropoêtîn tune bû, kîjan ku xûnêda êrîtrosîta zêde dike. Hêmoglobîna Îlmayê carna berjêr dibû heta 3, 4 grama! Lê norma hêmoglobînê 12-15 gram e. Min aliyê xweda hemû tişt dikir, ku alî wê bikim. Îlmayê heta xilaziya emirê xwe baweriya qewî da kifşê hindava Xebera Xwedê. Emirê wê weke heft sala dirêj bû. Ew sala 1988, meha Çileyê mir. Ewê heta xilaziyê aminiya xwe xwey kir!

Wedê xizmetkirina meye Beytelêda hine Beytelvanara lazim bû opêrasiya bikin. Em gelek razî ne ji wan doxdira, yên ku nexweşxaneke nêzîkî Beytelêda dixebitîn, çimkî wana alîkarî dida me û opêrasiya bêy xûnberdan dikirin. Gelek car wana ez teglîfî ser opêrasiyayê dikirim, wekî bivînim ku opêrasiya ça derbaz dibe, carna jî wekî alî wan bikim. Ez gelek razî me ji wan doxdira, yên ku qedirê nihêrandina Şedên Yehowaye hindava xûnê digirin. Wedê şixulkariya tevî wan, gelek mecal minra vedibûn, wekî derheqa baweriya xwe wanara gilî kim. Wan paşwextiya ji wan doxdira yek hate nixumandinê û bû Şedê Yehowa.

Hewas e bêjim, wekî mêdîsîna alîkîva pêşda çû bi saya wan doxdira, kîjana ku qewat xerc dikirin, wekî Şedên Yehowa bêy xûnberdan qenc kin. Opêrasiyên bêy xûn eşkere nîşan kirin, wekî mêtoda qenckirinêye bêy xûn çiqas kêrhatî ye. Li gora lêkolînkirina, derecên usada yên nexweş diha zû qenc dibin û çetinayên paşî opêrasiyayê kêm dibin.

Berdewam Dikim ji Doxdirê Herî Mezin Hîn bim

Ez xîret dikim ku pêbihesim, wekî mêdîsînayêda çi guhastin û pêşdaçûyîn dibin. Ya ferz ew e, wekî ez berdewam dikim ji Yehowa, Doxdirê Herî Mezin hîn bim. Yehowa ne ku tenê vê yekê divîne, çi ku tê kifşê, lê hê zêde. Ew temamiya heyîtiya meriva divîne (1 Samûyêl 16:7). Ez çawa doxdir çaxê nexweş qenc dikim, dixebitim ku hiş-aqilê xwe ne ku tenê bidim ser nexweşiyê, lê bi temamî ser wî kesî. Ev yek alî min dike, wekî ez bikaribim mêtoda here baş bijbêrim seva ku wana qenc kim.

Ez berdewam dikim Beytelêda xizmet kim û şabûna mezin distînim ji wê yekê, ku merivara gilî dikim derheqa Yehowa û nihêrandina wîye ser xûnê. Ez dua dikim wekî Hekîmê Herî Mezin, Yehowa Xwedê, hemû nexweşiya û mirinê bide hildanê. Gilî kir Yasûsî Ayzaû.

^ Li gora Kitêba (“Modern Blood Banking and Transfusion Practices”) yê Doxdir Dênîs Harmênîng, “rêaksiya hêmolîs dêmek xirabkirina êrîtrosîta, ji bo vê yekê pêşda tê, ku organîzma meriva hemû tiştî zû texmîn dike. Meniya vê yekê jî ew e, çaxê nexweş hemle ye, pêşda xûn berî xwe daye, usa jî hergê organekî merivekî din dane dewsa organa wî”. Pêşiya xûnberdanê, bi lêkolînkirinê nayê standinê têderxin wan dijbedena, kîjan ku organîzma merivada rêaksiya nebaş wedê xûnberdanê pêşda tînin. Li gora edebyeteke doxdirtiyê, hêmolîs “dikare pêşda bê hingê jî, hergê hema pirtî xûna nelayîq berî yê nexweş din. Çaxê gurçik îda fûnksiya xwe naynin sêrî, organîzma yê nexweş destpêdike hêdî-hêdî jerdadayî be, çimkî gurçik îda xûnê naparzinin, dêmek fîltr nakin” (“Daileys Notes on Blood”).

^ Jûrnaleke doxdirtiyê ya sala 1988, meha Tebaxê usa dibêje: “Ew nexweşên ku wedê opêrasiya kanserê, xûnê berî wan didin, halê wan diha xirab dibe, ne ku yê wekî xûnê berî wan nadin” (“Journal of Clinical Oncology”).

^ Hê zêde elametî, seva vê yekê ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa xûnê, binihêrin broşûrêda “Ça Xûn Dikare Emirê Te Xilaz ke?”, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine.

[Nivîsar]

“Min got, wekî hene mêtodên qenckirinêye usa jî, ku xûn nayê xebitandinê û ezê her tiştî bikim wekî merivê nexweş qenc kim”

[Nivîsar]

“Opêrasiyên bêy xûn eşkere nîşan kirin, wekî mêtoda qenckirinêye bêy xûn çiqas kêrhatî ye”

[Şikil]

Jorê: Derdikevim bi gotara ser hîmê Kitêba Pîroz

Aliyê rastê: Niha tevî jina xwe Masûko