Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çima Mera Lazim e Hêvî?

Çima Mera Lazim e Hêvî?

Çima Mera Lazim e Hêvî?

HERGÊ Daniyêl kîjan ku ji kanserê mir, hêviya xwe xweyî kira, kansera wî wê qenc bûya? Ew wê îro sax bûya? Hela hê ew meriv jî yên ku bawer dikin, wekî hêvî meriva qenc dike, vê yekêra wê razî nebin? Bi rastî nelazim e hêviyê usa hesab kin, ku ew dermanê hemû nexweşiya ye.

Çaxê ji Doxdir Nêytan Çêrnî qisekirin hildidan, ewî got, wekî xof e hergê qewata hêviyê pir zêde hesab kin çaxê xeberdan diçe derheqa wan meriya, yên ku giran nexweş in. Ewî zêde kir: “Derecên usa hene, ku mêr, jinên xwera şer dikin seva wê yekê, ku ewana gelek wede xerc nakin ser rihetiya dilê xwe û pozîtîv nafikirin. Nihêrandina usa ku yan çi kanserê dikarin kontrol kin, nerast e. Hergê ev yek bi rastî usa bûya, dêmek halê merivê nexweş vê yekêva wê girêdayî bûya, ku ew çi cûreyî ser nexweşiya xwe dinihêre. Lê ev yek usa nîne”.

Bi rastî merivê bi nexweşiya giran ku nayê qenckirinê, dikeve nav şerekî giran himberî nexweşiyê, kîjanêda ew gelek qewat xerc dike. Neferên malê gerekê evî şerî usa giran nekin, ku yê nexweş xwe neheq texmîn ke. Lê gelo ev tê hesabê, ku kara hêviyê qe tune?

Hemikî em gerekê nefikirin, ku kara hêviyê qe tune. Mesele, ew doxdirê ku wan meriya dinihêre, nexweşiya kîjana nayê qenckirinê, şixulê wî ew e wekî êşên wan, kêm ke. Doxdirên usa bawer in, wekî mêtoda vî cûreyî gelek qîmet e, çimkî nexweş îda zef naçerçire û medê xwe nake. Gelek îzbatiyên din jî hene, wekî hêvî dikare hê zêde alîkariyê bide yên nexweş.

Qîmeta Hêviyê

Rojnemevan Gîfford-Cons, yê ku derheqa têmên mêdîsînayê dinivîsî, usa gotiye: “Hêvî dermanekî qewî ye”. Ewî gelek lêkolîn dikirin, ku têderxe wekî çiqas ferz e merivên ku nexweşiya wan nayê qenckirinê, aliyê êmosiyalîda bêne qewîkirinê. Gelek meriv dibêjin, ku piştgiriya vî cûreyî alî meriya dike, wekî nihêrandina pozîtîv xwey kin. Lêkolîna ku sala 1989-da derbaz bû, da kifşê, ku ew nexweşên ku alîkariya vî cûreyî distînin, dirêj dijîn. Lê lêkolînên ku paşê hatibûn kirinê eyan kirin, ku gerekê evê yekê sed selefî rast hesab nekin. Çi jî hebe lêkolîna îzbat kirine, wekî nexweşên ku evê alîkariyê distînin, êşên wan haqas tune ne û ewana nakevine dêprêsiyayê haqas, çiqas ewên ku ewê komekê nastînin.

Werên em lêkolîna din binihêrin, kîjan ku dide kifşê wekî nihêrandina pozîtîv çawa hukum dike ser nexweşên ku nexweşiya wan tamarên dilikva girêdayî ye. Ji weke 1 300 mêra zêdetir hate pirskirin, ku ewana ser jîyînê ça dinihêrin, pozîtîv yan nepozîtîv. Paşî dehe sala cem 12 selefa zêdetir ji wan mêra ev nexweşiya tamarên dilikva girêdayî hate dîtin. Ji wana weke 2 cara zêdetir ew meriv bûn, nihêrandina kîjana nepozîtîv bû. Lora Kûbzanskî, zandara sihet-qewatêva girêdayî, ya ku zaningeha doxdirtiyêda ders dida, usa dibêje: “Ev fikira ku nihêrandina pozîtîv baş hukum dike ser sihet-qewatê, berê ser hîmê îzbatiya nîbû. Lê ev lêkolîna teze, îzbatî da vê yekê”.

Hine lêkolîna dane kifşê, wekî ewên ku difikirin ku sihet-qewata wan sist e, paşî opêrasiyonê dereng têne ser xwe. Lê ewên ku difikirin wekî sihet-qewata wan baş e, hê zû qenc dibin. Hinek meriv dibêjin ku merivên pozîtîv diha dirêj dijîn! Mesele, wedê lêkolînekê dixwestin bidîtana, ku çawa nihêrandina pozîtîv û nepozîtîv hukum dibe ser merivên emirda mezin. Merivên mezinra ser êkranê hine tişt nîşan kirin, çi ku da kifşê, wekî yên emirda mezin bîlan û cêribandî ne. Paşê pê rêçûyîna wan hate kifşê ku wana qewat stand û şidiyan. Dêmek evê yekê usa rind ser wan hukum kir, ça ku 12 heftiya sportêva mijûl bûna.

Çawa şirovekin, wekî hêvî, usa jî nihêrandina pozîtîv û rast, bona sihet-qewatê kêrhatî ne? Diqewime zandar û doxdir heta niha hiş û bedena meriva haqas rind lêkolîn nekirine, ku bikaribin caba rast bidin. Lê dîsa jî hine merivên cêribandî ku vî alîda dixebitin, şirovekirina wêye hîmlî didin. Mesele, profêsorekî-nêvrolog usa dibêje: “Baş e timê dilşa û bi hêviyê bijîn. Ev tişteke baş e, ku nahêle strês pêşda bê û baş hukum dike ser bedenê. Ev dîsa mêtodek e, bi saya çi jî meriv dikarin sihet-qewata xwe baş xwey kin”.

Hine doxdir, psîxolog û zandar evê yekê hesab dikin mêtoda teze, lê bona lêkolînkarên Kitêba Pîroz ev tişteke nû nîne. Weke 3 000 sal pêşda, Silêman padşê bîlan, ji bîna ber Xwedê usa nivîsî: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Metelok 17:22). Ev yek bi rastî jî tişteke logîkî ye. Vê rêzêda nayê gotinê, wekî dilê şa dikare hemû nexweşiya qenc ke, lê dibêje ew “mîna dermanê kêrhatî ye”.

Bi rastî jî hergê hêvî derman bûya, her doxdirekî wê bigota, ku evî dermanî bidine xebatê. Xêncî wê yekê, hêvî ne tenê bona sihet-qewatê baş e.

Nihêrandina Pozîtîv, Nepozîtîv û Jîyîna Te

Zandara têderxistin, wekî nihêrandina pozîtîv hemû aliyava gelek baş hukum dike ser meriya. Merivên usa mektebêda, ser xebatê û hela hê sportêda jî serfiraz in. Lêkolînek evê yekê îzbat dike, kîjan ku ser komeke keçika, yên ku sportêva mijûl dibûn, hate kirinê. Ji mamosteyên koma wan hîvî kirin, wekî gilî kin ku her keçikek sportêda çiqas tişt dikare bike. Lê hema wê demê ji wan keçika jî pirsîn, ku bêjin wekî hêviya wan çiqas qewî ye. Axiriyê hate kifşê, wekî ewên ku hêviya wan qewî bû, diha serfiraz bûn, ne ku yên bi feresetên baş. Gelo çima qewata hêviyê usa mezin e?

Zandar ji lêkolîna nihêrandina nepozîtîv jî, gelek tişt pêhesiyane. Sala 1960-da, ser heywana lêkolîn dikirin, û sîndromeke teze pêhesiyan. Ev nav kirin “alîkariya hînkirî”. Wana têderxist, wekî cem hine meriya jî sîndroma vî cûreyî heye. Mesele, wana komeke meriva cêribandin. Ew meriv kirine odekê û dengê usa vêxistin, ku ewana eciz dibûn, û wanara gotin, wekî ewana dikarin evî dengî vêsînin hergê hine bişkoka pey hev biguvêşin. Wana karibû evî dengî bibirin.

Koma dudara jî gotin, wekî bişkoka bi vî cûreyî biguvêşin, ku deng vêsînin. Lê pê guvaştina wan, ev deng vênesiya. Çimkî ji wana geleka xwe bê hêvî texmîn dikirin û berxwediketin. Wedê cêribandinên din jî wana îda nedixwest tiştekî bikin, çimkî bawer bûn, wekî çi jî bikin wê badîhewa be. Lê dîsa jî vê komêda hebûn merivên bi nihêrandina pozîtîv, kîjana ku nedihîştin halê der-dorê wan, ser wan hukum be.

Martîn Sêlîgman, yê ku wan cêribandinada alîkarî dida, safî kir wekî jîyîna xweda hê zêde lêkolîna bike derheqa nihêrandina pozîtîv û nepozîtîv. Ewî destpêkir nihêrandina wan meriya lêkolîn ke, yên ku difikirîn wekî wê kêrî tiştekî neyên. Axiriyê ew hate ser wê nêtê, ku nihêrandina nepozîtîv riya meriya digire, wekî tiştekî jîyîna xweda bikin û pêşda herin. Martîn Sêlîgman paşî lêkolîna xweye derheqa nihêrandina nepozîtîv, usa got: “Paşî lêkolînên nava 25 salada, ez hatime ser vê nêtê, ku merivên nepozîtîv bawer dikin, wekî çi tiştê nebaş tê serê wan, ji bextê wan e û çi jî ewana bikin wê nebaş derê. Lê ez bawer im, wekî tevî merivên pozîtîv wê ev yek neqewime”.

Îro ev gilî bona hineka tişteke teze ye, lê lêkolînkarên Kitêba Pîroz zûdava evê yekê zanin. Dîna xwe bidinê Kitêba Pîroz çi dibêje: “Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î” (Metelok 24:10). Belê, Kitêba Pîroz zelal dike, wekî diltengî ku fikirên nerast pêşda tîne, meriva usa bêqewat dike ku nikarin tiştekî bikin. Gelo çi bikin ku nihêrandina nepozîtîv ji xwe dûr xin, nihêrandina pozîtîv qazanç kin û bi hêviyê bijîn?

[Şikil ser rûpêla 4, 5]

Hêvî dikare pir kêrhatî be