Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIN! № 1, 2024 | Çima Qedir Kêm Bûye?

Îro meriv ça lazim e qedirê hev nagirin, lema jî çaxê kesek qedir dide kifşê, ev yek bona geleka dikare ecêbmayî be.

Mesele, heçî zef meriv kêm qedirê hev, dê-bavê xwe, kesên emirda mezin, serwêrên dewletê, mezinê xebatê û dersdara digirin. Lê ser malperên sosyal meriv, merivên din bêhurmet dikin û qedirê hev nagirin! Li gora gotara ji jûrnala bi navê Harvard Business Review, çiqas diçe “qedir nav merivada hê kêm dibe”. Usa jî têda tê gotinê, wekî meriv derheqa vê yekê îda êpêce wext e dibêjin.

 

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Meriva?

Pêbihesin çima ferz e qedirê meriva bigirin û çi tu dikarî bikî, wekî qedir bidî kifşê.

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Emir?

Dîna xwe bidine şîreta ji Kitêba Pîroz derheqa vê yekê ku em ça dikarin qedir bidine kifşê hindava emirê xweda û hindava emirê merivên dinda.

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Malbetê?

Hemû malbet dikarin bextewar bin, çaxê hemû nefer qedirê hevdu digirin.

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Xwe?

Kitêba Pîroz alî meriva dike qedirê xwe bigirin, emirê xwe baş kin û xwe qîmet kin.

Çima Qedir Kêm Bûye?

Bixûnin gotarên derheqa qedir û derheqa vê yekê, ku Şedên Yehowa ça qedirê meriva digirin û meriva hêlan dikin, wekî nav temamiya dinyayê qedirê hev bigirin.