Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Meriva?
ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA MERIVADA
Çaxê em hindava merivada qedir didine kifşê, ev yek me ji hêrsê û şer-dewa xwey dike.
-
Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike” (Metelok 15:1). Xeberdan yan kirên bêqedir agir hê gur dikin û dibine berbi axiriya xirab.
-
Îsa got: “Dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje” (Metta 12:34). Xeberdana bêqedir eyan dike, ku em çi cûreyî xwe didine kifşê hindava merivên ku bi miletê xwe, bereka xwe, yan bi cûrê emirê xwe ji me cude dibin.
Li gora lêkolîna paşin, ya ku 28 welatada derbaz bû, ji 32 000 meriva 65 selefa gotin, wekî himberî berê qedir nav merivada îro gelek kêm bûye.
TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
Ser xebatê yan jî mektebêda wî çaxî jî qedirê meriva bigire, hergê nihêrandina te ji ya wan cude dibe. Dîna xwe bide wan tişta, çida tu dikarî tevî wan razî bî. Ev yek wê alî te bike meriva sûcdar nekî.
Hindava merivada usa be, çawa tu dixwazî wekî ewana hindava teda bin. Hergê tu hindava merivada heyf û heq bî, ewana jî wê hindava teda usa bin.
Bibaxşîne meriva. Nêtên meriva neke bin şikê, çimkî diqewime wana nedixwest pê xeber yan kirên xwe dilê te bêşînin.
ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN
Şedên Yehowa kîderê nîbin jî, qedir didine kifşê hindava hemû merivên dor-berê xwe.
Em bêpere hînbûna Kitêba Pîroz tevî hemû meriva derbaz dikin, lê em zorê meriva nakin ku bawerî yan fikirên wan mîna yên me bin. Dewsê, em şîreta ji Kitêba Pîroz didine xebatê, ku mizgîniya xêrê “bi xof û milûktiyê” bela dikin (1 Petrûs 3:15; 2 Tîmotêyo 2:24).
Em firqiyê nakine orta meriva û şa dibin gava merivên ji cûre-cûre mileta têne civatên me û dixwazin hê zêde derheqa Kitêba Pîroz hîn bin. Em “qedirê hemûya” digirin û hindava merivada bi sebir in (1 Petrûs 2:17).
Em qedirê hukumetiya wî welatî digirin kîderê dijîn (Romayî 13:1). Em gura qanûna dikin û xercê dewletê didin. Xêncî vê yekê, em tevnebûyînê xwey dikin û usa jî qedirê mafê meriva digirin, yên ku bona şixulên polîtîkêva girêdayî safîkirina dikin.