Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

RIYA KU DIBE BERBI BEXTEWARIYÊ

Hizkirin

Hizkirin

MERIV HIZRETA HIZKIRINÊ NE. Ne zewac, ne malbet, û ne jî hevaltî nikare bê hizkirin serfiraz be. Hemikî hizkirin pir ferz e, ku bikaribin nihêrandina rast xwey kin û bextewar bin. Lê gelo bi rastî “hizkirin” çi ye?

Li vir niha derheqa hizkirina romantîkî nayê gotinê, lê hemikî ev jî ferz e. Bi rastî li vir xeberdan diçe derheqa hizkirina daha mezin, çi ku mêriv hêlan dike xemgîniya xwe bona halxweşiya merivên din bide kifşê. Merivekî usa, yên dinêna pêşiya xwe datîne. Hizkirina vî cûreyî bi prînsîpa tê rêberîkirinê, lê ev dilgermiyêva û hestva girêdayî ye.

Kitêba Pîroz derheqa hizkirinê bedew şirowedike: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hizkirin hevsûdiyê nake, hizkirin kubar nabe, pişika xweda nawerime, bêpergal nîne, ya xwe nagere, zû hêrs nakeve, kînê najo, dilê xwe li neheqiyê şa nake, lê rastiyêra şa dibe. Hizkirin her gav dadixe . . . her gav xweyîguman e, her gav sebir dike. Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:4-8).

Hizkirina vî cûreyî “tu car kuta nabe”, û ewê tu car betavenebe. Lê pey wedera ev hizkirin daha qewî dibe. Hizkirin dûmikdirêj e, şîrin e û dibaxşîne, lema jî ev “bi yektiya tam hevva girêdide” (Kolosî 3:14). Xêncî wê yekê, heleqetiya ku hizkirina usava hevva girêdayî ye, wê bêxofiyêda be û bextewar be, çimkî ewê dîna xwe nede kêmasiyên meriya. Werên em şêwir kin derheqa yektiya zewacêda.

“BI YEKTIYA TAM HEVVA GIRÊDIDE”

Îsa Mesîh prînsîpên ferz eyan kir derheqa zewacê. Ew got: “Mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek. . . Bona vê yekê ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Metta 19:5, 6). Du prînsîpên sereke zelal dibin.

“HER DU WÊ BIBINE BEDENEK”. Zewac ev heye girêdana herî nêzîk, û hizkirin jî zewacê diparêze ji neaminiya mêr yan jinê. Jin û mêr dibine “bedenek” tenê tevî hev, ne ku tevî kesekî din (1 Korintî 6:16; Îbranî 13:4). Neaminî hildişîne hêviyê û zewacê. Hergê malbetêda zar jî hene, ev yek dikare aliyê êmosiyalîda wana ziyan ke, û ewana difikirin, ku kes wana hiz nake, wekî ewana xofiyêda nin û xeydê jî xwey dikin.

“EWÊD KU XWEDÊ KIRINE YEK”. Zewac usa jî heye hevgirêdana pîroz. Cotên zewicî yên ku evê yekê fem dikin, dixebitin ku zewaca xwe qewî kin. Çaxê çetinayî pêşda tên, ewana hemû tiştî dikin ku zewaca xwe xwey kin. Hizkirina wan qewî ye. Hizkirina vî cûreyî “her gav dadixe”, û alîkariyê dide çetinaya safî kin, seva bikaribin yektiyê û edilayê xwey kin.

Çaxê nava dê-bavada hizkirin heye, hingê zar jî kareke mezin distînin. Cêsîka keçika 20 salî usa dibêje: “Dê-bavê min bi rastî jî hev hiz dikin û qedirê hev zanin. Çaxê ez divînim, ça diya min qedirê bavê min zane, ez jî dixwazim çev bidime wê”.

Hizkirin ev xeysetê sereke ye bal Xwedê. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Lema jî ser Yehowa tê gotinê “Xwedêyê xwezilî” (1 Tîmotêyo 1:11). Çaxê em çev didine xeysetên Efirandarê xwe, hût hizkirinêda, em jî bextewar dibin. Kitêba Efesî 5:1, 2 usa dibêje: “Çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî û xwe li hizkirinê bigirin”.