Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dê-bav bi mesela xwe, zarên xwe hînê hizkirinê dikin

RÊBERÎ BONA SAFÎKIRINA ÇETINAYA

Hînbûna Kêrhatî

Hînbûna Kêrhatî

Carekê li Kanadayê, şagirtên mektebeke nav-deng derketine rêvîtiyê. Wî çaxî, çend xortên vê mektebê, bi destê zorê tevî gedekî bênamûsî kirin. Paşî wê qewimandinê, Lêonardo Stêrn li rojnemaya “Ottawa Citizen” nivîsî: “Hînbûna bilind, hebûk û nav-dengî, ji kirên xirab cahila nade paş”.

Stêrn berdewam dike: “Bi tebiyetî em zanin wekî rola ferz ya dê-bava ew e, ku zarên xwe hîn kin, wekî fem kin çine kirên rast û çi yê nerast. Lê îro kifş e wekî gelek dê-bav difikirin, ku bona zarên wan ferz e rind hîn bin û xebateke baş bivînin, ku gelek pera çêkin”.

Hemikî hînbûn ferz e. Lê hela hê hînbûna bilind jî nikare alî bende bike, wekî ew nêtên xweye nerast bide hildanê û bê guhastinê. Wekî usa ne kîderê em dikarin bistînin hînbûneke usa, kîjan ku rêberiya kêrhatî dide bona jîyînê?

HÎNBÛNA LAPE BAŞ

Kitêba Pîroz wek neynîk e. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin em rind divînin kêmasî û sistbûnên xwe (Aqûb 1:23-25). Kitêba Pîroz aliyê dinda jî kêrhatî ye. Ev alî me dike guhastinên lazim nav xweda bikin, û xeysetên usa nav xweda pêşda bînin çi ku edilayî û rihetiyêva girêdayî ne. Dikeve nava wan xeyseta, qencî, sebir, xwegirtin, û hizkirin. Ser hizkirinê, dibêjin wekî ew “yektiya tam hevva girêdide” (Kolosî 3:14). Gelo çima hizkirin usa ferz e? Dîna xwe bidê Kitêba Pîroz derheqa vê xeysetê çi dibêje.

  • “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hizkirin hevsûdiyê nake, hizkirin kubar nabe, pişika xweda nawerime, bêpergal nîne, ya xwe nagere, zû hêrs nakeve, kînê najo, dilê xwe li neheqiyê şa nake, lê rastiyêra şa dibe. Hizkirin her gav dadixe, . . . her gav sebir dike. Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:4-8).

  • “Hizkirin xirabiyê li hevalê xwe nake” (Romayî 13:10).

  • “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8).

Çaxê tu nav wan meriyada nî, kîjan te hiz dikin, tu rihetiyê û bêxofiyê texmîn dikî. Belê, çimkî tu zanî wekî ewana qenciya te dixwazin û wê tu ziyanê nedine te.

Hizkirin usa jî dikare meriya hêlan ke tiştekî aliyê xweda qurban kin, seva halxwaşiya merivê din. Mesele mêrek çaxê bû kalik, hizret bû gelek wede tevî nebiyê xwe derbaz ke. Lê problemek hebû. Ev kalik gelek cixare dikişand, û zevê wî nedixwest wekî ew ber zarê bikişîne. Gelo ewî kalikî çi kir? Rast e ewî 50 sala cixare dikişand, lê seva halxweşiya nebiyê xwe, ewî cixare terikand. Bi rastî jî qewata hizkirinê çiqas mezin e!

Kitêba Pîroz alî me dike, ku bal xwe pêşda bîninxeysetên usa baş, ça qencî, berbihêrî, û hizkirin

Hizkirin ev xeyset e, kîjan ku em hîn dibin bidine xebatê. Dê-bav tiştekî muhîm dikin, çaxê zarên xwe hîn dikin, ku çawa hizkirinê bidine kifşê. Dê-bav zarên xwe têr dikin, xweyî dikin û gava ewana ziyanê distînin yan nexwaş dikevin, derbêra alî wan dikin. Dê-bavên baş tevî zarên xwe xeber didin û wana hîn dikin. Ewana zarên xwe şîret dikin û prînsîpên kêrhatî derheqa rastî û nerastiyê wana hîn dikin. Û hemikî dê-bavên baş, dibine mesela baş seva zarên xwe.

Yazix, lê hine dê-bav cabdariya xwe nayînin sêrî. Gelo ev tê hesabê ku zarên wan wê tu car nikaribin bibine merivên baş? Hemikî na! Hela hê gelek merivên emirda mezin jî, yên ku malbeta necayîzda mezin dibûn, karibûn jîyîna xwe biguhêzin û bibine merivne rem û dilşewat. Gotara dinda emê bivînin mesela wan meriya, derheqa kîjana difikirîn wekî ewana wê tu car, neyêne guhastinê!