Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Seva ku nexweşiyê qenc kin, gerekê ne tenê nîşanên wê bivînin, lê hîmê vê nexwaşiyê bivînin

ÇETINAYÎ

Kaniya Problêmên Me

Kaniya Problêmên Me

Gelo qewata însanetê digihîjê, ku wan hemû problêma safî ke çi ku edilayê ji me distîne û tirsa me hindava axiriyê zêde dike? Rast bêjin, seva ku problêmên me bêne safîkirinê, em gerekê pêbihesin, wekî kaniya wan problêma ji ku tê.

Werên em evê yekê bi mesela Tom şêwir kin, yê ku giran nexweş ket û paşê mir. Doxdirê nexweşxanê kîjanêda Tom pêşiya mirina xwe paldayî bû, dibêje: “Çaxê nîşanên pêşiyê yên nexweşiya Tom eyan bûn, tu hekîm nefikirî wekî lêkolîn ke, hela ew nîşan ji bo çi pêşda hatin”. Tê kifşê wekî doxdirên Tom dewsa ku kaniya nexwaşiya wî bivînin, tenê dermana didane wî ku halê wî hevekî sivik kin.

Gelo meriv bi vî cûreyî problêmên dinyayê safî dikin? Mesele serwêr seva ku bêqanûniyê bidine sekinandinê, cûre-cûre qanûna derdixin, li hemû ciya kamêra datînin û polîsa zêde dikin. Hemikî ev tişt hine alîkarî didin, lê bi rastî ewana kaniya problêma safî nakin. Belê, ev ku çi cûreyî meriv xwe kifş dikin, dide kifşê ku bi rastî ewana derheqa çi difikirin, çi texmîn dikin û çi dixwazin.

Daniyêl yê ku welatekî Amêrîkaya Başûrê dijî û kîderê ku aliyê aboriyêda meriv destteng in, dibêje: “Wextekî jîyîna me baş bû. Ez nejî difikirîm ku wê bê wede, wekî ji bo qaçaxtiyê emê bin tirsêda bijîn. Niha qe şeherek û gundek tune, kîderê edilayî hebe. Halê giran welatda, eşkere kir wekî gelek meriv tima ne, qîmet nakin jîyîna merivên din û hebûka wan”.

Mêrek ku ji bo şer-dewa revî Rohilata Navîn û paşê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, usa dibêje: “Welatê minda, gelek xortên cahil dihatine hêlankirinê, wekî herine şer û bibine egît. Neferên mala wan, merivên polîtîkê û rêlîgiyayê, wana berbi wê yekê hêlan dikirin. Dijminên wan jî, xortên xwe vî cûreyî hêlan dikirin! Evan hemû tişta minra eyan kirin, wekî nehêja ye îtbariya xwe serwêra bînin”.

Xebera Xwedê ya ku bi bîlaniyê tije ye usa dibêje:

  • “Çimkî sitqê dilê mêriv ji zarotîyêda xirab e” (Destpêbûn 8:21).

  • “Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e; ma kî dikare wî fem bike?” (Yêremya 17:9).

  • “Çimkî ji dil fikirêd xirab, . . . qavî, dizî, derewî, buxdan dertên” (Metta 15:19).

Însanet nikare dermanê wê yekê bivîne, ku nihêrandina meriya rast ke wekî ewana zîyanê nedine hev. Çawa gotara pêşinda hatibû gotinê, hemû tişt diha xirab dibe (2 Tîmotêyo 3:1-5). Çawa tê kifşê, îro gelek înformasîya û zanebûna meriva heye, lê yeke ev alîkariyê nade ku problêmên dinyayê safî bin. Gelo em çima nikarin edilayê bînin dinyayê ku bêtirs bijîn? Diqewime em tiştên usa ji xwe dewa dikin, çi ku qewata me nagihîjê bikin? Gelo qe dibe wekî dinyayêda edilayî û bêxofî hebe?

EM DIKARIN ALÎKARIYÊ BIVÎNIN?

Hergê me bikaribûya kirên meriva yên nerast biguhasta, yeke meyê nikaribûya usa bikira, wekî temamiya dinyayê bona her kesa bibûya cîkî bêxof. Çima? Çimkî qewata benda nagihîjê evê yekê bikin.

Rastî vê yekêda ne, ku “rêya mirov ne di destê wîda ye” (Yêremya 10:23). Belê, em usa nehatine efirandinê, ku bikaribin rêberiyê xwe bikin. Bi rastî em nejî usa hatine efirandinê, ku serwêrtiyê ser merivên din bikin, anegorî wê yekê ça em nikarin bin avêda bijîn!

Em usa nehatine efirandinê, ku serwêrtiyê ser merivên din bikin, anegorî wê yekê ça em nikarin bin avêda bijîn

Bi tebiyetî meriv hiz nakin, çaxê merivên qasî wan, wanara dibêjin çawa bijîn yan xwe li kîjan prînsîpên nav-namûsiyê bigirin. Ne jî meriya xweş tê gava wanra dibêjin, ku nihêrandina wan hindava zarberkirinê û şîretkirina zara gerekê çi cûreyî be. Ev tenê hine pirs in, çi ku meriya ji hev cude dike. Diqewime wê wana çetin bê, qebûl kin wê yekê, çi ku Kitêba Pîroz dibêje. Qewata me nagihîjê ku serwêrtiyê bikin ser meriya. Lê ji kîderê em dikarin alîkariyê bistînin?

Hemikî ji Efirandarê xwe. Çimkî ewî em efirandine! Hine meriv difikirin ku Xwedê em bîr kirine, lê bi rastî ev usa nîne. Ji Kitêba Pîroz eyan dibe wekî Xwedê bona me xem dike. Çaxê em hê rind evê kitêbê fem dikin, hingê em destpêdikin hê rind xwe fem bikin. Ev kitêb usa jî alî me dike fem kin, ku çima halê însanetê heta niha nebaş e. Fîlosofê Almanî usa nivîsî: “Însanet tu tiştî hîn nebû ji terîxiyê, lema jî wana rabûn-rûniştina xwe neguhast”.

BÎLANIYA KITÊBA PÎROZ, ME XWEYÎ DIKE!

Merivekî bîlan giliyê usa got: “Hemûyêd ku pey serwaxtiyê diçin ew kifş dikin ku serwaxtî rast e” (Lûqa 7:35). Kitêba Îşaya 2:22 jî dibêje: “Destên xwe ji mirovê . . . bikişînin”. Ev şîret dikare alî me bike, wekî badihewa îtbariya xwe tiştekî neyînin, çi ku wê tucar neyê sêrî. Kênêt yê ku bajarekî Amerîkaya Bakurêda dijî û rastî neheqiyê hatibû dibêje: “Hemû merivên polîtîk, timê soz didin tiştekî aliyê başda biguhêzin, lê ewana nikarin. Ewana timê sozên xwe nayînin sêrî, û ev yek îzbat dike, wekî giliyê Kitêba Pîroz rast û bîlan in”.

Daniyêl derheqa kîjanî jorê hatiye gotinê, dibêje: “Her roj ez îzbat dibim wekî meriv nikarin ça lazim e serwêrtiyê bikin. . . . Hergê bankêda perê te heye yan jî tu pênsiyayê distînî, ev nayê hesabê ku axiriya te wê rihet û baş be. Min xwexa dît, wekî gelek merivên ku hêviya xwe dabûne ser perên xwe, axiriyêda poşman bûn”.

Kitêba Pîroz ne tenê me xwey dike, lê hê zêde dike. Ev hêviyê dide me, derheqa kîjanî emê gotara dinda xeber din.