Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

EWANA RASTÎ ÇETINAYA HATIN

Serhatiya Rîkardo û Andrêas

Serhatiya Rîkardo û Andrêas

Hînbûna ser hîmê Kitêba Pîroz muhîm e, çimkî qewata wê heye jîyîna meriya aliyê başda biguhêze. Werên em serhatiya Rîkardo û Andrêas pêbihesin.

RÎKARDO: Çaxê ez 15 salî bûm, ez ketime koma qaçaxa. Hevalên mine teze, gelek xirab ser min hukum kirin. Bi rastî bêjim nêta min ev bû, wekî dehe sala keleda derbaz kim! Diqewime bona we ev ecêbmayî ye. Lê mihala minda merivên ku kelada rûniştî bûn, gelek xweyîqedir bûn. Lema jî min dixwest mîna wan bim.

Çi ku jîyîna qaçaxtiyêva girêdayî bû, min hemû tişt tem kir. Mesele xebitandina narkotîka, bênamûsî û zulmî. Şevekê usa qewimî, ku hindik mabû ez bihatama gulekirinê. Min tirê ezê bimirim, lê min karibû xwe veşêrim û xilaz bim. Paşî vê yekê min destpêkir hê kûr bifikirim derheqa jîyîn û nêtên xwe. Min safî kir bême guhastinê. Lê çi cûreyî? Kî wê alî min bikira?

Gelek pizmamên min bextewar nîbûn. Jîyîna wan bi problêma tije bû. Lê malbeta xalê min ji wana cude dibû. Ewana merivne baş bûn, çimkî bi prînsîpên Kitêba Pîroz dijîtin. Carekê ez ji wana pêhesiyam, wekî navê Xwedê Yehowa ye. Hinek wext şûnda çaxê hindik mabû min emirê xwe unda kira, min destpêkir Yehowara dua kim, navê wî hildim û alîkariyê ji wî bixwazim. Ez gelek ecêbmayî mam, ku hema sibetirê Şedên Yehowa derê min xistin! Hema ewî birayî jî destpêkir Kitêba Pîroz min hîn ke.

Zûtirekê ez rastî problêmeke mezin hatim. Hewalên mine berê timê minra têlê dixistin û gazî min dikirin, ku wede tevî wan derbaz kim. Minra nehêsa bû, lê min înkar dikir. Min dixwest hînbûna Kitêba Pîroz berdewam kim. Ez gelek şa me ku min usa kir! Jîyîna min pêda hate guhastinê, û ez bi rastî bextewar bûm.

Tê bîra min, min Xwedêra dua kir û wîra gilî kir, ça wextekî min dixwest deh sala kelêda derbaz kim, ku koma qaçaxada bibime endemê xweyîqedir. Min ji Xwedê xwest, wekî alî min bike, ku niha hema dehe sala pêşeng xizmet kim, wekî alî meriya bikim ça min alîkarî stand. Xwedê caba duayê min da, û îda 17 sal e ez pêşengê hertim xizmet dikim! Û dixwazim bêjim, ku ez nejî ketime kelê.

Gelek hevalê mine berê, îda gelek sale kelada rûniştine. Hinek ji wan jî mirine. Çaxê ez derheqa jîyîna xweye berê difikirim, razîbûna min hindava pizmamên min ku Şedên Yehowa ne, daha mezin dibe. Ewana hazir bûn ji merivên vê dinê cude bin û bi prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Min qedirê tu kesî koma xweye qaçaxada usa nedigirt, ça qedirê malbeta xalê xwe. Xêncî wê yekê, ez gelek ji Xwedê razî me, ku min hîn dike, wekî çawa bi jîyîneke lape baş bijîm.

ANDRÊAS: Ez mihaleke kesîbda hatime bûyînê û wêderê mezin bûm. Vê mihalêda gelek belabûyî bû kirên usa ça, xebitandina narkotîka, qaçaxî, kuştin, bênamûsî. Bavê min timê îçke vedixwar û narkotîkayêva girêdayî bû. Ewî û diya min, timê bi giliya û bi kulma şer dikirin.

Îda cahiltiya xweda, min destpêkir îçkê vexwim û narkotîkayê bidime xebatê. Min gelek wedê xwe kûçada derbaz dikir, him jî dizî dikir û paşê ew tişt difirot. Çaxê ez hinekî mezin bûm, bavê min, ez hîn kirim, ku bêqanûnî narkotîkayê û tiştên bêqanûniye din derbazî welatê me kim û bifiroşim. Wedekî kinda, min gelek pere çêkir. Paşê rojekê polîs hate mala min û min neheqkirin, ku yan çi min dixwest kesek bikuşta. Û ez ser pênc sala kirime kelê.

Rojekê kelêda, girtiyara elam kirin ku Şedên Yehowa hatine Kitêba Pîroz şêwir kin. Me gişka teglîf kirin û min jî safî kir herim. Çi ku min bihîst logîkî bû, lema jî min destpêkir tevî wan Kitêba Pîroz hîn bim. Ewana zelal mera nîşan kirin normên Xwedêyî nav-namûsiyê.

Zûtirekê min fem kir, ku bê alîkariya Xwedê ezê nikaribim xwe biguhêzim, îlakî çaxê girtiyên mayîn miqabilî min derdiketin, ku min destpêkir bi cûrekî mayîn bijîm. Lema jî min ji Yehowa qewat û bîlanî dixwest ku alî min bike. Yehowa alî min kir girtiyên din netirsim û bi mêrxasî derheqa Kitêba Pîroz tevî wan xeber dim.

Çaxê ez ji kelê aza dibûm, ez usa berxwe diketim, çimkî min dixwest dirêj vêderê bimama! Çaxê ez diçûm hineka ji girtiya, bi hevaltî xatrê xwe ji min xwestin. Hineka jî bi nermî digotin: “Vegere mala xwe şivanê biçûk”.

Ez ditirsim bifikirim derheqa wê yekê, ku jîyîna min wê çi cûreyî bûya, hergê min nehîşta wekî Xwedê min hîn ke. Ez gelek ji Xwedê razî me wekî ew min hiz dike, û min hesab nake çawa yekî bêkêr. a

a Hê zêde serhatî derheqa wê yekê, ku çawa Kitêba Pîroz jîyîna meriya aliyê başda diguhêze, binihêrin jw.org. Bikevine KITÊBXANÊ, û bigerin rêza gotara, “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze“.