Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERWÊRTIYA KU WÊ PROBLÊMA SAFÎ KE

“Xilaziya Edilayê wê Tune be”

“Xilaziya Edilayê wê Tune be”

Miletên Yekbûyî hemû meriya hêlan dikin, wekî tevî hev şixulkariyê bikin, qedirê hevdu bigirin û miqatî tebyetê bin. Gelo meniya vê yekê çi ye? Mahêr Nassêr, endemekî vê teşkîletê, li “UN Chronicle” usa gotibû: “Guhastina hewayê, zêdebûna qaçaxtiyê, neheqî hindava miletada, şer-dew, cîguhastina meriya bi destê zorê, têrorîzma hemdinyayê, nexweşiyên hal, û çetinayên din”, ev hene problêmên temamiya dinyayê.

Hine meriva jî digotin, wekî seva problêmên hemdinyayê safî bin, lazim e ser temamiya dinyayê tenê serwêrtîk hebe. Ji wan meriva bûn, fîlosofê Îtalî, şaîr û merivê polîtîkê, bi navê Dantê (1265-1321) û fîzîkvanê navdar bi navê Albêrt Ênştêyn (1879-1955). Dantê bawer dikir, wekî heta ku dinya aliyê polîtîkêda parevekirî be, edilayî wê tune be. Carekê ewî giliyê Îsa wekiland û got: “Padşatîkêda tifaq tunebe, ew nikare bimîne” (Lûqa 11:17).

Çaxê Şerê Hemdinyayêye II-da, du bombên atomê dabûn xebitandinê, Albêrt Ênştêyn nemaya vekirî nivîsî Civaka Miletên Yekbûyîra. Ewî got: “Civaka Miletên Yekbûyî, gerekê bi lez hemû tiştî bike, seva ku derecekê çêke, bona sazkirina serwêrtîke hemdinyayê”.

Lê gelo em dikarin bawer bin, ku ew merivên polîtîkê, kîjan ku serwêrtîke vî cûreyî saz kin, wê dîsa jî zulm û neheq nîbin? Yan ewana wê bikaribin bi rastî serwêrên baş bin? Ev pirs dikine bîra me giliyê terîxzanê Brîtanî, bi navê Lord Akton kîjanî ku got: “Hukumetî xirab dike, lê hukumetiya mezin hê xirab dike”.

Bi rastî seva ku cem însanetê edilayî hebe, meriv gerekê yektiyêda bin. Lê çawa em dikarin bigihîjne vê nêtê? Gelo ev rêalî ye? Kitêba Pîroz dibêje wekî ew tiştekî rêalî ye, û em dikarin bigihîjne vê nêtê. Lê çi cûreyî? Hemikî ewê ne bi saya serwêra be, kîjan ku meriya dixapînin. Bi saya Padşatiyê, kîjan ku Xwedê saz dike, ewê bê standin. Lê hê ferz ew e, wekî ev serwêrtî wê eyan ke, ku tenê îzina Xwedê heye serwêrtiyê ser temamiya dinyayê bike. Gelo ev çi Padşatî ye? Kitêba Pîroz eyan dike, wekî ev heye “Padşatiya Xwedê” (Lûqa 4:43).

“PADŞATIYA TE BÊ”

Îsa duayê xweda derheqa Padşatiya Xwedê digot: “Padşatiya te bê, emirê te be, . . . li ser erdê” (Metta 6:9, 10). Belê, Padşatiya Xwedê wê xem bike, ku qirara Xwedê li ser erdê bê sêrî, ne ku qirara meriva, yên ku bi xwehiziyê û timayê pey vê yekê ketine, ku hukumtiyê bikine bin destê xwe.

Li ser Padşatiya Xwedê usa jî tê gotinê “Padşatiya Ezmana” (Metta 5:3) Çima? Çimkî ewê ji ezmên serwêrtiyê ser erdê bike. Ewê bi rastî jî serwêrtiya mexsûs be. Ev serwêrtî wê perava û piştgiriya merivava girêdayî nîbe. Bi rastî jî bineliyên vê serwêrtiyê, wê çiqas dilrihet bin!

Padşê Padşatiya Xwedê, Îsa Mesîh e, dêmek Padşa kîjan aliyê Xwedêda hatiye bijartinê. Derheqa Îsa, Kitêba Pîroz usa dibêje:

  • “Serwêrtî wê ser milê wî be . . . Serwêrtiya wî wê pir zêde be, û xilaziya edilayê wê tune be” (Îşaya 9:6, 7, DT).

  • “Û bona ku hemû neteweyan, gelan û zimanan jêra qûlitiyê bikin, jêra serwerî û mezinahî û qiraletî hate dayîn; serweriya wî . . . wê derbas nebe” (Daniyêl 7:14).

  • “Padşatiya dinyayê bû ya Xudanê me [Xwedê] û Mesîhê wî” (Eyantî 11:15).

Çawa Îsa duayê xweda digot, Padşatiya Xwedê wê bi temamî qirara Xwedê li ser erdê bîne sêrî. Bin serwêrtiya vê Padşatiyêda, hemû meriv wê hîn bin, wekî çawa miqatî tebyetê û gerdûnê bin, seva ku ew dîsa temiz be û bi meriya tije be.

Xêncî wê yekê, Padşatiya Xwedê wê bineliyên xwe dîsa tiştekî hîn ke. Hemû meriv wê li gora qeydekî bêne hînkirinê. Îda wê neqayîlbûn û cudetî tune be. Îşaya 11:9-da usa tê gotinê: “Di hemû çiyayê minî pîrozda xesarê nedin helaq nekin; ji ber ku çawa av berê digirin, wê dinya jî bi zanîna Xudanva tijî bibe”.

Merivên temamiya dinyayê wê bi saya Padşatiya Xwedê yektiyêda bin û tevayî di edilayêda bijîn. Û ev hema ew e, çi ku Civaka Miletên Yekbûyî îro dixwaze bike, lê nikare bîne sêrî. Zebûra 37:11 derheqa bineliyên Padşatiya Xwedê usa dibêje, wekî ewana wê “xêr-xweşîyêva wê xine bin û şa bin”. Wede şûnda giliyê usa ça “qaçaxtî”, “xirabkirina tebyetê”, “kesîbî”, û “şer”, wê îda neyêne bîra me. Lê ewê çi çax be? Çi çax Padşatiya Xwedê wê li ser temamiya erdêra serwêrtiyê bike? Ewê çi cûreyî serwêrtiyê bike? Û ev serwêrtî wê tera çi karê bîne?” Were em şêwir kin.