Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hûn Dikarin Bîlaniyê Bistînin

Hûn Dikarin Bîlaniyê Bistînin

“Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Vê rêzêda gilî “ji bîna ber Xwedê” tê hesabê ku Xwedêyê Himzor fikirên xwe kire hişê nivîskarên Kitêba Pîroz.

Xwedê Dixwaze Tu ji Bîlaniya Wî Karê Bistînî

“Ez Yehowa . . . me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî. Xwazî te guh bida qanûnên min! Hingê wê edilaya te mîna çêm bûya û rastiya te mîna pêlên berê” (ÎŞAYA 48:17, 18, DT).

Xwedê xwexa vê yekê tera dibêje. Ew dixwaze ku tu dilrihet û bextewar bî, û ew dikare vê yekêda alî te bike.

Bîlaniya Xwedê Tera jî Dest Dikeve

“Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê” (MARQOS 13:10).

Ev “Mizgînî” usa jî tê hesabê sozên Yehowa, wekî ew wê hemû kul-derda kuta ke, erdê bike cinet û miriyên me vegerîne jîyînê. Şedên Yehowa nav temamiya dinyayêda vê mizgîniya ji Kitêba Pîroz bela dikin.