Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pêşxeber

Pêşxeber

12 Gavên Kêrhatî Bona Bextewariya Malbetê

Îro em gelek car dibihên, ku halê malbeta nebaş e. Lê hene malbetên usa jî, ku bextewar in. Gelo çi alî wan dike?

  • Li gora hesaba Dewletên Yekbûyî, ji sala 1990 heta 2015, hate kifşê, ku hevqetandin gelek zêde bûye. Mesele merivên ku emirda 50 salî zêdetir in, hevqetandin nava wanda ducar zêde bûye. Û sê cara jî nava merivên ku 65 salî ne.

  • Dê-bav ecêbmayî dimînin, çimkî hine zandar dibêjin, wekî timê gerekê payê zara bidin, hinek jî dibêjin ku gerekê hindava zara sert bin, seva ku alî wan bikin.

  • Hine cahil çaxê mezin dibin feresetên wanî usa tune, ku alî wan bike pêşda herin.

Bi rastî, . . .

  • Zewac dikare mîna xelatê be, kîderê ku heleqetiya her-heyî be.

  • Dê-bav dikarin hîn bin, zarên xwe bi hizkirin şîret kin.

  • Cahil dikarin feresetên usa qazanc kin, çi ku wê alî wan bike çaxê mezin bin.

Çi cûreyî? Eva jûrnala “Hişyar Bin!” wê şêwir ke derheqa 12 şîreta, bona bextewariya malbetê.