Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çira Ferz e Bizanibin ku Efirandar Heye?

Çira Ferz e Bizanibin ku Efirandar Heye?

Çira ferz e bizanibin ku Efirandar heye? Dibeke îzbatî te didine bawerkirinê ku Xwedê heye. Lê wekî usa ne, diqewime tu dixwazî pêbihesî, ku çi îzbatî hene, wekî Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye. Û hergê tu îtbariya xwe giliyê Kitêba Pîroz bînî, hingê tuyê karê ji wan tişta bistînî, derheqa kîjana jêrê tê gotinê.

Tuyê hê zêde lezetê emirê xweda bivînî

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “[Xwedê] qencî wera kir, ji ezmên baran barand, rez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn têr kirin û şabûn jî kire dilê we” (Karên Şandiya 14:17).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Hemû tiştên tebiyetêda ku dilê te şa dikin, pêşkêş in ji Efirandar. Çaxê tu pêbihesî ku Efirandar çiqas bona te xem dike, tuyê wan pêşkêşa diha bişêkirînî.

Rêberiya kêrhatî jîyîna her rojîda dikare alî te bike

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Hingê tê rastîyê, qirarê, heqîyê, fem bikî û serda jî her şiverîyên qenc” (Metelok 2:9).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Xwedê Efirandar e, lema jî ew rind zane ku çi mera lazim e seva ku bextewar bin. Gava tu Kitêba Pîroz lêkolîn kî, tuyê gelek tişt pêbihesî, çi ku îda nihada wê alî te bikin.

Cabên pirsên xwe pêbihese

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Tê hingê . . . xwedênaskirinê bizanibî” (Metelok 2:5).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Zanebûna vê yekê ku Xwedê heye, dikare alî te bike, wekî cabên pirsên ferz bivînî. Mesele: Nêta jîyînê çi ye? Çima haqas kul-derd hene? Çi diqewime paşî mirinê? Tu dikarî cabên wan pirsa Kitêba Pîrozda bivînî.

Bi hêviyê li axiriyê binihêre

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “‘Ez rind zanim ew, çi ku min seva we qirar kiriye’ Yehowa dibêje. ‘Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeba, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we’” (Yêremya 29:11, DT).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Xwedê soz dide, ku axiriyêda Ew wê zulmiyê, kul-derda û hela hê mirinê jî kuta ke. Hergê tu îtbariya xwe sozên Xwedê bînî, hêviya teye hindava axiriya wî cûreyî wê alî te bike, wekî çetinayên herrojîda teyax kî.