Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gerdûn Çi Îzbat Dike?

Gerdûn Çi Îzbat Dike?

Zandar timê ecêbmayî dimînin, çaxê derheqa gerdûnê tiştên teze pêdihesin. Û ewana berdewam dikin hacetên teze çêdikin, bi saya kîjana gerdûnê hê rind lêkolîn dikin. Lê ewana çi pêhesiyane?

Gerdûn organîzekirî ye. Li gora gotara ji jûrnala “Astronomî”, “Galaktîk hevketî nînin, ew organîzekirî ne û ciyê xweda nin”. Lê ev ça dikare usa be? Zandar dibêjin, ku ev yek tê standin bi saya matêrya ku nayê xanê, kîjan ku eyan e ça matêrya terî. Ev matêrya terî “qewateke usa ne, ku nayê kifşê û hemû galaktîka ciyê wanda digire”.

Bi saya çi gerdûn usa organîzekirî ye? Gelo ev yek bi xwe usa çêbûye? Alan Sandîcî “ji zandarên qirna 20, yekî gelek navdar bû”, kîjanî ku Xwedê bawer dikir. Dîna xwe bidinê ewî çi got:

“Ez bawer nakim, wekî gerdûn xwexa usa cîwar organîze bûye. Ça tê kifşê prînsîpek heye, li ser hîmê kîjanî gerdûn usa organîzekirî ye”.

Gerdûn usa hatiye çêkirinê, wekî emir ser hebe. Bi nihêrandina zandara, gerdûnêda prosêsa hevkariya sist heye. Were em şêwir kin ev çi prosês e. Bi saya vê prosêsê, germaya tevê timê yek e û nayê guhastinê. Hergê ev prosês diha sist bûya, hingê tev wê kaniya ênêrjiya usa mezin nîbûya. Lê hergê ev prosês diha zêde bûya, tev wê îda zûdava bitemiriya”.

Prosêsa hevkariya sist, yek ji qanûnên fîzîkê ye, bi saya çi jî gerdûnêda emir heye. Anîl Anantasvamî dibêje: “Hergê hema yek ji wan qanûna cûrekî din bûya, hingê steyrk, planêt û galaktîk wê tune bûna û ne jî jîyîn wê hebûya”.

Gerdûn cîkî lapî baş e bona jîyînê. Atmosfêra ser erdê layîq e bona emir, him jî ser erdê êpêce av heye. Xêncî wê yekê hîv heye, çapa kîjanî ku haqas e çiqas lazim e, seva ku erdê ciyê wêda xwey ke. Jûrnalekêda “National Geographic” usa tê gotinê: “Tenê ser erdê gêolojiya, êkolojiya û bîolojiya usa hatine çêkirinê, wekî meriv bikaribe bijî”. *

Li gora giliyê nivîskarekî, galaktîka meda sîstêma tevê “ji steyrkên din dûr e”, lema jîyîn ser erdê heye. Hergê erd nêzîkî steyrkên din bûya, mesele orta galaktîka meda yan jî qeraxê wêda bûya, hingê jîyîna me wê bin qeziyêda bûya. Lê şikir, erd cîkî usada cîwarkirî ye, bi saya çi jî emir ser erdê heye.

Fîzîknasek navê kîjanî Pol Dêvîês e, ser hîmê zanebûna xweye derheqa gerdûnê û qanûnên wê got, wekî naqewime ku jîyîn xwexa nişkêva pêşda hatibe. Ew bawer e, wekî nêta vê yekê hebûye. Dêvîês nabêje, wekî Xwedê gerdûn û erd efirandiye. Lê hûn çi difikirin? Eyan e ku gerdûn û erd usa hatine çêkirinê, wekî jîyîn ser hebe. Gelo ev yek nade kifşê, wekî Efirandar heye?

^ Nêta gotara ji jûrnala “National Geographic” ew nîne, wekî meriya bide bawerkirinê ku Xwedê erd û merî efirandine. Lê nêta wê ew e, wekî bide kifşê ku erd çiqas baş e bona jîyînê.