Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Zandar Çi Nikarin Îzbat kin?

Zandar Çi Nikarin Îzbat kin?

Usa tê kifşê ku zandar derheqa gerdûnê her tişt lêkolîn kirine. Lê yeke hene gelek pirsên ferz, caba kîjana ewana nikarin bivînin.

Gelo zandar dikarin şirovekin ku gerdûn û jîyîna ser wê ça pêşda hatine? Na. Hinek dibêjin, wekî gerdûnnas dikarin şirovekin, ku gerdûn ça pêşda hatiye. Lê zandarê zaningeha Dartmûnê, bi navê Marsêlo Glêîsêr, yê ku agnostîk e dibêje: “Em qe nikarin şirovekin, ku gerdûn ça pêşda hatiye”.

Fikira wî cûreyî jûrnalekêda “Science News” hatiye nivîsarê: “Çetin e şirovekin ku jîyîn ser erdê bi rastî ça destpêbûye. Heçî zef gêoloj dibêjin wekî zinar û kevir-kuçikên ku ji destpêka erdê hebûne, îda zûdava tunene”. Ji van giliya tê kifşê, wekî zandar nizanin, ku gerdûn û jîyîn ça pêşda hatine.

Lê diqewime pirs bal te pêşda tê: “Hergê jîyîna ser erdê hatiye efirandinê, wekî usa ne Efirandar kî ye?” Dibeke tuyê usa jî bixwazî pêbihesî: “Hergê Efirandarê bi hizkirin heye, lê çira ew dihêle efrînên wî, dêmek meriv, biçerçirin? Çira ew dihêle haqas cûre rêlîgiya hebin? Çira Xwedê dihêle merivên ku dibêjin wekî wî dihebînin, haqas xirabiyê bikin?”

Zandar nikarin caba wan pirsa bidin. Lê ev nayê hesabê ku hûn nikarin caba wan pirsa bivînin. Bi rastî gelek meriva cabên wan pirsa Kitêba Pîrozda dîtine.

Hergê hûn dixwazin pêbihesin, wekî çima hine zandara Kitêba Pîroz lêkolîn kirine û bawer kirine ku Efirandar heye, bikevine malpera me jw.org. Binihêrin “nihêrandin derheqa destpêka jîyînê”.