Şîretên Berê Ku Îro Jî Kêrhatî Ne
Xema Nekin
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bona emirê xwe xema nekin” (Metta 6:25).
Ew yek çi tê hesabê? Ewan giliya Îsa got çaxê ewî li ser çiyê meriv hîn dikirin. Li gora ferhengeke Kitêba Pîroz, xebera Yûnanî kîjan tê welgerandinê ça “xemkirin”, dikare bê hesabê “rêaksîa merivaye tebiyetî ser kesîbbûn, birçîbûn, û problêmên din, kîjan ku di emirê wîyî her rojîda diqewimin”. Xemgînî usa jî tê hesabê, berxweketin derheqa axiriyê. Ew yek normal e, ku em derheqa tiştên matêrîalî û derheqa halxweşiya merivên xweyî nêzîk xemgîn dibin (Fîlîpî 2:20). Lê çaxê Îsa got “xema nekin”, ewî dixwast şîret bida şagirtên xwe, wekî ewana gelek xemgîn nebin, çimkî xemgîniya derheqa roja sibê, dikare şabûna roja îroyîn ji me bistîne (Metta 6:31, 34).
Gelo ew şîret roja îroyîn jî kêrhatî ye? Wê bîlanî be, wekî em dîna xwe bidine şîreta Îsa. Çira? Hine kitêbên mêdîsînayê, dibêjin ku çaxê meriv gelek berxwe dikevin û dilteng dibin seva hine tişta, ew yek ser sîstêma nêrvên wan gelek hukum dibe, ji bo çi jî “nexweşiyên usa pêşda tên, mesele nexweşiyên zik, dilik, û usa jî asma”.
Îsa got derheqa wan meniya, çira em gerekê gelek berxwe nekevin: Ew yek karê nayîne. Ewî got: “Îdî ji we kî dikare bi xemêd xwe deqekê ser emirê xweda zêde ke?” (Metta 6:27). Heger em gelek dîna xwe didin ser xemgînên xwe, bi wê yekê emê nikaribin emirê xwe dirêj kin, yanê hê baş kin. Gelek car diqewime ku derheqa çi em pêşda xemgîn dibin, ne jî diqewimin. Zandarek derheqa wê yekê usa dibêje: “Xemgînî derheqa axiriyê badîhewa ye, çimkî usa diqewime ku axirî bi rastiyê usa xirab nabe, çawa ku me dida ber çevê xwe”.
Lê çi bikin wekî xemgîn nebin? Ya pêşiyê, îtbariya xwe Xwedê bînin. Hergê Xwedê teyredên ezmên têr dike û dîna xwe dide sosinên çolê, lê çiqas zêde wê xem bike bona wan, kê baweriya xwe wî tînin (Metta 6:25, 26, 28-32). Ya duda, bifikirin derheqa roja îroyîn, ne ku ya sibê. Îsa got: “Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike”. Hûn van giliyara qayîl in: “Xemêd rojê besî wê ne”? (Metta 6:34).
Hergê em evê şîreta Îsaye bîlanî bidin xebatê, bi wê yekê emê sihet-qewata xwe ji ziyanê xwey kin. Hin jî, emê dilrihetiyê bivînin, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike “edilayîya Xwedê” (Fîlîpî 4:6, 7).