Tu Hemû Derecada Hewcê Rêberiya Kitêba Pîroz î?
Tu Hemû Derecada Hewcê Rêberiya Kitêba Pîroz î?
ÇAXÊ tu biçûk bûyî, dibeke dê-bavê te gelek car rêberiya te dikirin. Çiqas tu mezin dibûyî, haqas te diha zelal fem dikir, wekî wana bi vê yekê bona te xem dikirin. Niha tu ça merivê gihîştî, îda bin hukumê dê-bavê xweda nînî, lê diqewime dîsa jî berdewam dikî bi wan prînsîpa bijîyî, kîjan ku wana tu hîn kirine.
Bavê meyî ezmana, Yehowa, Xebera xweda hine qanûna dide me. Mesele, ew qedexe dike pûtparistiyê, bênamûsiyê û diziyê (Derketin 20:1-17; Karên Şandiya 15:28, 29). Çiqas em ruhanîda pêşda diçin û gihîştî dibin, haqas em diha rind fem dikin, wekî bi rastî rêberiya Yehowa bona kara me ye û bi wê yekê ew azayê ji me nastîne (Efesî 4:15; Îşaya 48:17, 18; 54:13).
Lê dîsa jî gelek derecên usa hene, bona kîjanî ku Kitêba Pîrozda raste-rast tu rêberî nayê dayînê. Hinek meriv difikirin, wekî derecên usada ewana dikarin her tiştî usa bikin, çawa dixwazin, çimkî bona vê derecê rêberiya konkrêt tune. Ewana dibêjin, ku hergê lazim bûya, Xwedê wê ese qirara xwe bi saya temîke konkrêt eyan kira.
Ewên ku usa difikirin, gelek car safîkirinên usa dikin, bona kîjana ku paşê poşman dibin. Ewana dîna xwe nadine wê yekê ku Kitêba Pîrozda ne ku tenê temî û qanûn hatine dayînê, lê usa jî têda nihêrandina Xwedê û fikirên wî eyan dibin. Çaxê em Kitêba Pîrozda lêkolîn dikin, wekî Xwedê ser filan derecê çi cûreyî dinihêre, bi wê yekê em îsafa xwe hîn dikin. Ew yek alî me dike, wekî safîkirinên ku Xwedê xweş tên, bikin. Usa emê dilê wî şa kin û ji safîkirinên bîlanî karê bistînin (Efesî 5:1).
Meselên Kêrhatî ji Kitêba Pîroz
Çaxê em Kitêba Pîrozda derheqa xizmetkarên Xwedêye wedê berê dixûnin, em divînin, wekî ewana wan derecada jî nihêrandina Xwedê hildane hesab, gava qanûneke konkrêt bona dereca wan tune bûye. Were dîna xwe bidine mesela Ûsiv. Wî wedeyîda, çaxê jina Potîfar dixwest, wekî ew serê xwe pêra dayne, qanûneke konkrêt ji bîna ber Xwedê derheqa bênamûsiyê tune bû. Lê yeke Ûsiv fem dikir, wekî bênamûsî ne ku tenê miqabilî îsafa wî ye, lê usa jî “li ber Xwedê gune” ye (Destpêbûn 39:9). Ça tê kifşê, Ûsiv fem dikir, wekî bênamûsî miqabilî nihêrandin û qirara Xwedê ye, kîjan ku Ewî baxçê Êdênêda zelal eyan kiribû (Destpêbûn 2:24).
Were dîna xwe bidine meseleke din. Ji Karên Şandiya 16:3 em pêdihesin, wekî Pawlosê şandî pêşiya ku tevî Tîmotêyo biketa rêwîtiyê, Tîmotêyo sinet kir. Ji rêza 4 em pêdihesin, wekî wedê rêwîtiyê Pawlos û Tîmotêyo şeher û gundara derbaz dibûn, wana “ew temiyên ku şandiya û berpirsiyarên Orşelîmê qirar kiribûn, didane bawermenda”. Yek ji wan temiya ew bû, wekî Mesîhiyara nelazim e bêne sinetkirinê! (Karên Şandiya 15:5, 6, 28, 29) Lê çima Pawlos safî kir, wekî Tîmotêyo sinet ke? Bona “cihûyên wan dera . . . çimkî hemûya jî zanibû ku bavê [Tîmotêyo] yûnan” e. Pawlos nedixwest, wekî tiştek bona kesên din bibe kevirê likumandinê û hestên wan bêhurmet ke. Ewî dixwest, wekî hemûşk bizanibin ku Mesîhî “xwe diyarî îsafa meriva dikin li ber Xwedê” (2 Korintî 4:2; 1 Korintî 9:19-23).
Nihêrandina wî cûreyî bona Pawlos û Tîmotêyo tebiyetî bû. Hergê em bixûnin rêzên ji Romayî 14:15, 20, 21 û 1 Korintî 8:9-13; 10:23-33, emê bivînin wekî ça Pawlos xem dikir bona ruhaniya û halxweşiya meriva, îlahî bona wan meriva ku dikaribûn bihatana likumandinê ji bo tiştekî usa, çi ku bi rastî xirab nîbû. Derheqa Tîmotêyo Pawlos usa nivîsî: “Ez dilê xwera yekî mîna wî nabînim, ku bona halê we mîna pêşewitîkî xem bixwe. Çimkî yên mayîn her kes li pey kara xwe ketiye, ne ku ya Îsa Mesîh. Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêribandî ye û xwexa tevî min Mizgînîdayînêra usa xizmetî kir, çawa kur bavêra” (Fîlîpî 2:20-22). Meseleke çiqas baş wan du Mesîhiya mera hîştine! Derecên usada, gava rêberî û qanûneke konkrêt tune bû jî, wana dewsa ku wê yekê bikin, çi ku wan xweş dihat, nihêrandina meriva hildidan hesab û difikirîn ku safîkirina wan ça wê ser ruhaniya merivên der-dor hukum be. Bi wê yekê wana çev dida hizkirina Yehowa û Kurê wî.
Niha jî were dîna xwe bidine mesela sereke, mesela Îsa Mesîh. Ewî, wedê Xizmetkirina xweye ser Çiyê, zelal kir, wekî merivê ku nêta qanûnên Xwedê rind fem dike, wê ne ku tenê qanûnê bîne sêrî, lê usa jî prînsîpê (Metta 5:21, 22, 27, 28). Îsa, Pawlos, Tîmotêyo û Ûsiv nedifikirîn wekî hergê Xwedê qanûneke konkrêt nedaye, wî çaxî ewana dikarin ça bixwazin, usa jî bikin. Lê ewana hîn dibûn ku mîna Xwedê ser tişta binihêrin û bifikirin. Usa wana îzbat dikir, wekî li gora temiyên herî ferz dijîn, dêmek Xwedê û hevalê xwe hiz dikin (Metta 22:36-40).
Mesîhiyên Îroyîn
Ça tê kifşê, em gerekê Kitêba Pîroz ça dokûmênteke qanûnzaniyê hesab nekin, kîderê ku hûr bi hûr û konkrêt derheqa hemû borcdariyên me tê gotinê. Em gelek dilê Yehowa şa dikin, gava li gora nihêrandina wî tiştekî safî dikin, hingê jî çaxê tu qanûn konkrêt nabêje em çi bikin. Dêmek, dewsa ku timê hîviya rêberiya Xwedêye konkrêt bin, wê baş be fem bikin “çi ye qirara” Xwedê (Efesî 5:17; Romayî 12:2). Çima ev yek Yehowa xweş tê? Çimkî usa em didine kifşê, ku bona me diha ferz e qirara wî bînin sêrî, ne ku bikevine heyra xwestinên xwe. Usa jî em didine kifşê, wekî hizkirina Xwedê qîmet dikin, û ev hizkirin me hêlan dike çev bidine wî (Metelok 23:15; 27:11). Xêncî wê yekê, çaxê em qewatê didine xebatê, wekî li gora Nivîsarên Pîroz bijîn, ev yek alî me dike ruhanîda û gelek car fîzîkîda jî sihet-qewat bin.
Were binihêrin, ku em evê prînsîpê ça dikarin jîyîna xweda bidine xebatê.
Bijartina Wedederbazkirinê
Bide ber çevê xwe, xortek dixwaze alboma kilama bikire. Ji vê albomê kilamek gelek wî xweş hatiye, lê ew berxwe dikeve, çimkî ji înformasiya ser albomê kifş e, wekî têkstên kilama bênamûsiyêva girêdayî ne. Him jî ew zane, ku gelek kilamên wî stiranbêjî ruhekî sert û hêrs didine kifşê. Ev xort Yehowa hiz dike û difikire ku ça vê derecêda ew dikare nihêrandina Xwedê hilde hesab. Lê gelo ew çawa dikare bizanibe, ku nihêrandina Xwedê ser vê derecê çi cûreyî ye?
Pawlosê şandî nemêda, ya ku Galatiyara nivîsî bû, xeber dide derheqa kirên binyata însên û berê ruhê Xwedê. Dibeke hûn zanin çi dikeve nava berê ruh: hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, bawerî. Lê çi dikeve nava kirên binyata însên? Pawlos dinivîse: “Awa kirên binyata însên eyan in: Bênamûsî, heramî, toltî, pûtparistî, pîresêrtî, neyartî, şer-dew, hevsûdî, hêrsketin, hevrikî, dutîretî, cudetî, çevê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha wera dibêjim, çawa ku min pêşda jî wera gotibû, ku yên van tişta dikin, Padşatiya Xwedê war nabin” (Galatî 5:19-23).
Dîna xwe bidine ser gilî-gotina xilaziyê, “çi ku mîna van in”. Pawlos derheqa her tiştî konkrêt nenivîsî, ku çi gerekê hesab kin ça kirên binyata însên. Ev nayê hesabê, wekî kê ku nema wî bixwenda wê usa bifikiriya: “Ser hîmê Nivîsarên Pîroz ez dikarim wan hemû tişta bikim, derheqa kîjana Pawlos vira nenivîsiye”. Xwendewan gerekê vê yekêda serwaxt bûna, seva têderxistana kîjan in ew kir derheqa kîjana Pawlos konkrêt nenivîsiye, lê diketine nava tiştên “mîna wan”. Ewên ku tobe nakin û wan tişta dikin, derheqa kîjana Pawlos negot, lê dikevine nava tiştên “mîna wan”, wê keremên Padşatiya Xwedê war nebin.
Anegorî vê yekê, em jî gerekê fem bikin, ku çi ber çevê Yehowa reş e. Lê gelo ev yek çetin e? Bide ber çevê xwe, wekî doxdir şîretê dide te, ku diha zef êmîş û pincarê bixwî, ne ku gulmast û şîrnayên din. Gelo wê tera çetin be têderxî, ku totik dikeve nava kîjan rêzê? Were niha dîsa carekê dîna xwe bidin berê ruhê Xwedê. Ev alboma kilama dikeve nava kîjan rêzê? Ev albom eyan nake hizkirinê, qenciyê, xwegirtinê û xeyset-hunurên din ku berê ruhê Xwedêva girêdayî ne. Em hewcê qanûna konkrêt nînin, seva ku fem bikin, wekî kilamên vî cûreyî li gora nihêrandina Xwedê nînin. Prînsîpên vî cûreyî em usa jî dikarin bidine xebatê bona bijartina kitêba, sînema, bernamên têlêvîziyonê, lîstikên kompoterê, malpera û tiştên din.
Kincxwekirina Layîq
Kitêba Pîrozda usa jî hene prînsîpên derheqa kincxwekirin û xemilandinê. Ev prînsîp rêberiyê didine Mesîhiya, ku kincxwekirina wan layîq û bedew be. Ewên ku Yehowa hiz dikin, vê pirsêda jî mecalê divînin, wekî ne ku pey xwestinên xwe herin, lê dilê Bavê xweyî ezmana şa kin. Ça me îda dît, gava Yehowa rêberiya konkrêt nade, ev yek nayê hesabê, wekî wîra yek e ku xizmetkarên wî wê çi bikin. Hemû ciyada kincxwekirina meriya ji hev cude dibe û hela hê cîkîda jî cûrê kincxwekirinê dikare wede şûnda bê guhastinê. Çi jî hebe, Xwedê prînsîpên sereke dide, bi kîjana xizmetkarên wî hergav û hemû ciya dikarin rêberî bin.
Mesele 1 Tîmotêyo 2:9, 10-da tê gotinê: “Usa jî bira kulfet bi kincên layîq, şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêr, yan bi dura, yan jî bi kincên biha, lê bi kirên qenc, çawa li wan kulfeta dikeve, yên ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe”. Anegorî wê yekê, ça mêr usa jî kulfet gerekê kûr bifikirin, ku mihala wanda kincxwekirina çi cûreyî wê layîq be bona ewên ku “navê xwedênasiyê hildane ser xwe”. Îlahî Mesîhî gerekê bifikire derheqa wê yekê, ku meriv ji bo kincxwekirina wî, wê derheqa mizgîniya xêrê çi bifikirin (2 Korintî 6:3). Mesîhiyê cêribandî wê nekeve heyra xwestin û paristina îzina xwe, lê wê bifikire ku çi cûreyî bi kincxwekirina xwe meriya nelikumîne (Metta 18:6; Fîlîpî 1:10).
Çaxê Mesîhî divîne, ku kincxwekirina wî bona merivên din dibe kevirê likumandinê, ew dikare çev bide Pawlosê şandî. Dêmek ew wê berî pêşin derheqa ruhaniya meriva xem bike, ne ku dikeve heyra xwestinên xwe. Pawlos nivîsî: “Çev bidine min, çawa ez jî çev didime Mesîh” (1 Korintî 11:1). Lê derheqa Îsa, Pawlos nivîsî, wekî ewî xwestinên xwe nedianî sêrî. Niha femdarî ye ku ji hemû Mesîhiya çi tê dewakirinê: “Em ku baweriyêda qewat in, gerekê bikevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên. Bira ji me her kes aliyê qenciyêda li hevalê xwe xweş bê, ku baweriyêda bişide” (Romayî 15:1-3).
Femkariya Xwe Zêde kin
Em çi cûreyî dikarin femkariya xwe zêde kin, seva ku wan derecada jî dilê Yehowa şa kin, bona kîjana qanûnên konkrêt tune ne? Femkariya me wê diha kûr be, hergê em her roj Xebera Xwedê bixûnin, lêkolîn kin û ser bifikirin. Femkarî hêdî-hêdî zêde dibe, çawa ku zar hêdî-hêdî mezin dibe. Mîna vê yekê, zêdekirina ruhaniyê jî hêdî-hêdî pêşda diçe û derbêra nayê kifşê. Lema jî em gerekê bi sebir bin û dilteng nebin, hergê derbêra em nav xweda guhastina navînin. Wede şûnda femkirina me wê diha kûr û mezin be. Lê merivê ku gelek wede rastiyêda ye jî hergê tu tiştî neke, wê xwexa bi xwe ruhanîda gihîştî nebe. Çawa ku jorê hatibû gotinê, em gerekê hergav bi saya lêkolîna Xebera Xwedê, femkirina xwe bişidînin û hemû qewata xwe bidine xebatê, wekî li gora vê Xeberê bijîn (Îbranî 5:14).
Çaxê em qanûnên Xwedê pêk tînin, tê kifşê, ku em çiqas guhdar in. Lê çaxê em bi prînsîpên Xwedê rêberî dibin, ruhaniya me tê kifşê û eyan dibe, wekî em çiqas dixwazin Xwedê xweş bên. Çiqas em ruhanîda pêşda diçin, haqas em hê zêde dîna xwe didine wê yekê, ku çawa hê rind çev bidine Yehowa Xwedê û Kurê wî. Xêncî wê yekê, xwestina me wê hebe, wekî hemû safîkirinên xweda nihêrandina Xwedê hildin hesab, kîjan ku em dikarin ji Nivîsarên Pîroz hê zelal bivînin. Gava em her kirên xweda dilê Bavê xweyî ezmana şa kin, şabûna me jî wê diha zêde be.
[Şikil]
Rast e her cîkî cûrê kincxwekirina meriya ji hev cude dibe, lê yeke em gerekê vê pirsêda prînsîpên Xwedê hildin hesab