Derbazî serecemê

Gelo Wedederbazkirina Te Kêrhatî ye?

Gelo Wedederbazkirina Te Kêrhatî ye?

Gelo Wedederbazkirina Te Kêrhatî ye?

“Bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” (EFES. 5:10).

1, 2. (a) Xebera Xwedê ça dide kifşê, ku Yehowa dixwaze, wekî em ji jîyînê lezetê bivînin? (b) Çaxê em wedederbazkirinê hesab dikin ça dayîna Xwedê, ev yek me hêlan dike ku çi bikin?

 JI KITÊBA Pîroz em pêdihesin, wekî Yehowa Xwedê dixwaze em ne ku tenê bijîn, lê usa jî lezetê ji jîyînê bivînin. Mesele, Zebûr 104:14, 15-da nivîsar e, wekî Yehowa “xurek derxe ji erdê û şeravê, ku şa dike dilê însên, bizir ku beşera wan xweş dike, nan ku dilê wan dişidîne”. Xwedê, seva ku me xweyî ke, ji toxim genim şîn dike, bizir û şeravê dide. Lê şerav dilê însên şa dike. Ça tê kifşê, Yehowa ne ku tenê wan tişta dide, çi ku bona jîyînê lazim in, lê hê zêde, dêmek wan tişta jî çi ku şabûnê mera tînin (Waîz 9:7; 10:19). Yehowa dixwaze, wekî meriv lezetê ji emir bivînin, lema “şabûn jî kire dilê” meriva (Kar. Şand. 14:16, 17).

2 Hergê em hine wede vediqetînin bona wê yekê ku hêsa bin û qewatê bistînin, em gerekê xwe neheq nekin. Em dikarin wedê xwe usa derbaz kin ku lezetê bivînin, mesele “dîna xwe bidine teyredên ezmên” û “sosinên çolê” yan jî tiştên dinva mijûl bin (Met. 6:26, 28; Zeb. 8:3, 4). Jîyîna ku merivra şabûnê tîne, “dayîna Xwedê ye” (Waîz 3:12, 13). Wedederbazkirin pareke dayîna Xwedê ye, lema jî em dixwazin wedederbazkirinên usa bijbêrin, wekî rûmetê bidine Jîyîndarê xwe. *

Azayî û Sînor

3. Çira logîkî ye ku meriv cûre-cûre wedederbazkirina dijbêrin?

3 Ewên ku ser hêsabûnê rast dinihêrin, fem dikin ku azaya wan heye wedê xwe cûre-cûre derbaz kin, lê gerekê bijartina hêsabûnêda serwaxt bin. Çima? Seva ku hê rind evê yekê fem bikin, em dikarin hêsabûnê beramberî xwarinê bikin. Her welatekîda xwarina wane eyan heye. Ew xwarina ku welatekîda qîmet dikin, dibeke welatekî dinda nayê xwarinê. Mîna wê yekê wederbazkirinên ku welatekîda Mesîhiya xweş tên, dikare Mesîhiyên ji cîkî din xweş neyên. Nihêrandina Mesîhên ku welatekîda dijîn jî hindava wedederbazkirina dikare ji hev cude be. Dibeke cûrekî hêsabûnê kesekî xweş bê (mesele, xwendina kitêbê), lê kesên dinra hewas nîbe. Hêsabûnek dikare hineka qewat ke (mesele, ajotina bîsîklêtê), lê hine meriva biwestîne. Em fem dikin, wekî ser pirsên hêsabûn û xwarinêva girêdayî gelek cûre nihêrandin dikarin hebin û her kes dikare bijartina şexsî bike (Rom. 14:2-4).

4. Çima çaxê em wedederbazkirina dijbêrin, gerekê sînora xwera daynin? Meselê bînin.

4 Em fem, dikin wekî cûre-cûre wedederbazkirin hene, lema jî em gerekê bijartina wanda fesal bin. Were em dîsa mesela xwarinê bînin. Dibe ku me xweş tê cûre-cûre xwarina bixwin, lê hemikî hergê em bizanibin ku xwarinek xirab bûye, emê nexwin. Wê nelogîkî be, hergê em xwarina usa bixwin, çimkî sihet-qewata me wê bikeve bin qeziyê. Anegorî vê yekê, em dikarin cûre-cûre wedederbazkirina bicêribînin, lê em gerekê yên usa nejbêrin, kîjan ku jîyîna me bikine bin xofiyê, him jî zulmiyê û bênamûsiyêva girêdayî bin. Hergê em wedederbazkirinên usa bijbêrin, emê miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz derkevin û sihet-qewata xweye fîzîkî û ruhanî bikine bin qeziyê. Seva ku ji sînora derneyên, em gerekê pêşda bifikirin hela wedederbazkirinên ku me xweş tên, kêrhatî ne yan na (Efesî 5:10). Em çi cûreyî dikarin xwe bicêribînin?

5. Em ça dikarin têderxin, hela wedederbazkirina me layîqî prînsîpên Xwedê ye yan na?

5 Seva ku wedederbazkirin karê mera bînin û Xwedê xweş bên, em gerekê prînsîpên Xebera Xwedê hildin hesab (Zeb. 86:11). Seva ku têderxî cûrê wedederbazkirinê, ku te bijartiye ser hîmê wan prînsîpa ne yan na, gerekê wan sê pirsa bidî xwe, dêmek çi, çi çax, û . Were hûr bi hûr wan pirsa şêwir kin.

Çi Dikeve Nava Wedederbazkirinê?

6. Em gerekê xwe ji çi cûreyî wedederbazkirina dûr bigirin, û çima?

6 Pêşiya ku wedederbazkirinekê bijbêrî, gerekê pirsa pêşin bidî xwe: “Çi?” Dêmek “Wedederbazkirina çi cûreyî min xweş tê?” Pêşiya ku caba vê pirsê bidî, bifikire ku du cûre wedederbazkirin hene. Ya pêşiyêra em dibêjin “na”, ya dudara jî “dibeke”. Çi dikeve nava wedederbazkirina pêşin? Vê dinya zulmda gelek wedederbazkirinada tiştên usa hene, çi ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz in û qanûnên Xwedê diteribînin (1 Yûhn. 5:19). Mesîhiyên rast înkar dikin hemû wedederbazkirinên vî cûreyî. Dikeve nava wan wedederbazkirina zulmî, sêrbazî, homosêksûalî, pornografî, zorbetî û ew çi ku berbi bênamûsiyê û heramiyê hêlan dikin (1 Korn. 6:9, 10; bixûne Eyantî 21:8). Firqî tune em tenê ne yan ber meriya, gava em wedederbazkirinên usa înkar dikin, em Yehowara didine kifşê, ku em xwe “ji xirabiyê” dûr digirin (Rom. 12:9; 1 Yûhn. 1:5, 6).

7, 8. Em ça dikarin têderxin, ku filan wedederbazkirin kêrhatî ye yan na? Meselê bînin.

7 Nava wedederbazkirina dudada tiştên usa tunene, ku Kitêba Pîroz eşkere sûcdar dike. Lema jî, pêşiya ku wedederbazkirinê bijbêrin, em gerekê anegorî prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, hela Xwedê çi kêrhatî hesab dike (Metlk. 4:10, 11). Paşê em gerekê usa safî kin, wekî îsafa me temiz bimîne (Galt. 6:5; 1 Tîmt. 1:19). Em ça dikarin ewê yekê bikin? Mesele, pêşiya ku em xwarineke teze tem kin, em dixwazin bizanibin hela ev ji çi hatiye çêkirinê. Mîna wê yekê, pêşiya ku em wedederbazkirinekê bijbêrin, gerekê pêbihesin ku çi dikeve nava wêda (Efes. 5:17).

8 Diqewime tu sportê hiz dikî û femdarî ye ku çira sport hewas e. Sport dikare qewatê bide me û beşera me xweş ke. Lê çi dikarin bêjin, hergê sportên usa te xweş tên, kîjan ku zulmiyêva, hevrikiyêva û ziyanêva girêdayî ne? Xêncî wê yekê diqewime wan sportada bona serketinê dikine qare-qar û milethiziyê didine kifşê. Hergê tu hê zêde derheqa sportekê pêbihesî, diqewime tuyê têderxî wekî ev miqabilî nihêrandina Xwedê ye û dikare ser hiş-aqilê te xirab hukum be. Usa jî tu dibeke têderxî, wekî ew ne li gora wê mizgîniyê ye, ya ku em derheqa edilayî û hizkirinê merivara bela dikin (Îşa. 61:1; Galt. 5:19-21). Lê hergê wedederbazkirinek ji tiştên usa “çêkirî ye”, çi ku Xwedê xweş tê, wî çaxî ewê tera karê bîne û te qewat ke (Galt. 5:22, 23; bixûne Fîlîpî 4:8).

Çi Çax Hêsa bim?

9. Caba wê pirsê ku, “Çi çax ezê wedê xwe derbaz kim?” derheqa me çi eyan dike?

9 Pirsa duda ku gerekê bidine xwe, ew heye “Çi çax?”, dêmek “Çi çax ezê wedê xwe derbaz kim? Çiqas wede ezê hêsa bim?” Cab ser pirsa “çi?” gelek tişt derheqa nihêrandina me eyan dike, dêmek çi me xweş tê û çi na. Lê cab ser pirsa “çi çax?” eyan dike ku çi bona me diha ferz e. Ça em dikarin têderxin, hela wedederbazkirin emirê meda çi cî digire?

10, 11. Giliyê Îsa ji Metta 6:33 ça alî me dikin, ku safî kin çiqas wede bona hêsabûnê veqetînin?

10 Îsa şagirtên xwera got: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” (Marq. 12:30). Hizkirin hindava Yehowa emirê meda ciyê herî ferz digire. Em ewê yekê îzbat dikin, çaxê li gora giliyê Îsa dijîn: “Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê” (Met. 6:33). Ev giliyê Îsa ça alî me dikin, wekî têderxin çiqas wede bona hêsabûnê veqetînin û hêsabûn bona me gerekê çiqas ferz be?

11 Dîna xwe bidinê ku Îsa got wekî “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin”. Ewî ne got, ‘tenê Padşatiya Xwedê bigerin’. Bêşik Îsa zanibû, wekî xêncî Padşatiya Xwedê dîsa gelek tişt mera lazim e jîyînêda bigerin. Mera lazim e cî-sitar, xwarin, kinc, xwendin, xebat, hêsabûn û gelek tiştên din. Lê ji wan hemû tişta “berê pêşin” em gerekê “Padşatiya Xwedê bigerin” (1 Korn. 7:29-31). Hergê em evê rastiya sereke fem bikin, emê usa bikin ku ev tiştên ne ferz, dikeve navda hêsabûn jî, alî me bikin ku Padşatiya Xwedê bigerin, çi ku diha ferz e. Wî çaxî hêsabûn wê karê mera bîne.

12. Em ça dikarin prînsîpa ji Lûqa 14:28 hindava wedederbazkirinê bidine xebatê?

12 Çaxê em safî dikin ku wede veqetînin bona wedederbazkirinê, wê baş be pêşda xercên xwe bidine “ber hesêb” (Lûqa 14:28). Dêmek, gerekê têderxin ku ew hêsabûn wê çiqas wede bikişîne. Paşê jî lazim e safî kin ku çiqas wede hêja ye ser wê hêsabûnê xerc kin. Hergê hêsabûn riya me digire şixulên diha ferz bikin, mesele hînbûna şexsî, qulixkirina tevî malbetê, hazirbûna ser civata yan jî belakirina mizgîniyê, wî çaxî ewê biha ser me rûnê (Marq. 8:36). Lê hergê cûrekî hêsabûnê qewatê dide me, ku em bikaribin berdewam kin Padşatiya Xwedê bigerin, wî çaxî diqewime emê safî kin ku hêja ye wedê xwe ser wê xerc kin.

Ez Tevî Wede Derbaz Dikim?

13. Çira em gerekê rind bijbêrin ku tevî kê wede derbaz kin?

13 Pirsa sisiya ew heye “Kî?”, dêmek “Ez tevî kê dixwazim wede derbaz kim?” Ev pirseke gelek ferz e, çimkî emê rind wedê xwe derbaz kin yan na, gelek aliyava wê yekêva girêdayî ye. Ça xwarin diha zêde lezetê mera tîne, çaxê em tevî hevalên baş nan dixwin, hema usa jî wedederbazkirin diha zêde şabûnê mera tîne, çaxê em tevî merivên baş derbaz dikin. Lema jî femdarî ye ku çima geleka, îlahî cahila, xweş tê tevî hevala wede derbaz kin. Lê seva ku wedederbazkirin karê mera bîne, wê bi bîlanî be pêşda safî kin, ku tevî kê wede derbaz kin û xwe ji kê dûr bigirin (2 Dîr. 19:2; bixûne Metelok 13:20; Aqûb 4:4).

14, 15. (a) Bijartina hevalada Îsa mera çi mesele hîşt? (b) Kîjan pirsa em gerekê bidine xwe, gava hevala dijbêrin?

14 Bijartina hevalada em dikarin çev bidine Îsa. Ewî ji destpêka efirandina însanetê, meriv hiz dikirin (Metlk. 8:31). Çaxê ew ser erdê bû, ewî hindava hemû cûre merivada qencî û hizkirin dida kifşê (Met. 15:29-37). Lê dîsa jî Îsa fem dikir ku firqî heye orta hevaltiya nêzîk û heleqetiya baş. Heleqetiya wî tevî hemûşka baş bû, lê hevaltiya nêzîk ewî tenê tevî wan meriva dikir, yên ku layîqî hine dewakirina bûn. Îsa 11 şagirtên xweye aminra got: “Hûn dostên min in, heger hûn wan temiyên ku ez didime we xwey dikin” (Yûhn. 15:14; binihêrin usa jî Yûhn. 13:27, 30). Îsa tenê ew meriv dostên xwe hesab dikirin, yên ku pey wî diçûn û Yehowara xizmet dikirin.

15 Çaxê tu difikirî ku tevî kesekî bibî hevalê nêzîk, giliyê Îsa hilde hesab. Wan pirsa bide xwe: “Gelo ew meriv pê gilî û kirên xwe dide kifşê, wekî gura temiya Yehowa û Îsa dike? Ew xwe wan prînsîpa û normên namûsiyê digire, kîjanava ez xwe digirim? Hevaltiya tevî wî wê min hêlan ke, ku şixulê Padşatiyê emirê xweda daynim ser ciyê pêşin û xizmetkarê Yehowayî amin bim?” Hergê caba te ser wan pirsa “belê” ye, dêmek te hevalekî baş xwera dîtiye, û wedederbazkirina tevî wî wê kêrhatî be (Bixûne Zebûr 119:63; 2 Korn. 6:14; 2 Tîmt. 2:22).

Lêkolîn ke

16. Pêşiya ku safî kin ça wedê xwe derbaz kin, em çi gerekê pêbihesin?

16 Me sê aliyên wedederbazkirinê kin şêwir kir. Ew hebûn çi cûre, çiqas wede û tevî kê. Seva ku wedederbazkirin karê mera bîne, ew gerekê wan sê aliyada layîqî prînsîpên Kitêba Pîroz be. Lema jî pêşiya ku bona wedederbazkirinekê qayîl bin, gerekê wê lêkolîn kin. Em gerekê pêbihesin: “Emê çiva mijûl bin, dêmek ew çi cûre wedederbazkirin e? Ewê ça ser me hukum be?” (Metlk. 4:20-27). Em gerekê têderxin ku ewê çiqas wede bikişîne. Lazim e pêbihesin: “Wê çiqas wede lazim be bona vê wedederbazkirinê? Hêja ye haqas wede ser wê xerc kin?” (1 Tîmt. 4:8). Usa jî ferz e bifikirin ku emê tevî kê wede derbaz kin û wê pirsê bidine xwe: “Ew meriv wê ça ser min hukum bin?” (Waîz 9:18; 1 Korn. 15:33).

17, 18. (a) Ça em dikarin dilê xwe lêkolîn kin, seva ku têderxin hela wedederbazkirina me anegorî dewakirinên Kitêba Pîroz e yan na? (b) Pirsên bijartina wedederbazkirinêda, te çi safî kiriye bikî?

17 Hergê wedederbazkirina me hema yek ji wan sê aliyada anegorî dewakirinên Kitêba Pîroz nîne, wî çaxî ew layîq nîne. Lê hergê em bawer in, wekî wedederbazkirinên me wan sê aliyada anegorî dewakirinên Kitêba Pîroz in, wî çaxî ewana wê Yehowara rûmetê bînin û bona me jî kêrhatî bin (Zeb. 119:33-35).

18 Dêmek, çaxê em wedederbazkirinê dijbêrin, were em bixebitin ku tiştên kêrhatîva mijûl bin, wedê rastda û tevî hevalên baş. Bira dilê meda ew xwestin hebe, ku li gora vê şîreta Kitêba Pîroz xwe bidine kifşê: “Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korn. 10:31).

[Spartin]

^ Vê gotarêda xeberên “hêsabûn” û “wedederbazkirin” têne xebitandinê ça sînonîm û didine kifşê wî wedeyî, kîjan ku em vediqetînin bona şixulên ku lezetê mera tînin.

Tu Dikarî Şirovekî?

Ça tu dikarî hindava wedederbazkirinêda bidî xebatê prînsîpên ji . . .

Fîlîpî 4:8?

Metta 6:33?

Metelok 13:20?

[Pirsên bona Hînbûnê]

[Dîagram]

(Bona têksta hê zêde, dikarî edebyetêda binihêrî)

Çi

[Dîagram]

(Bona têksta hê zêde, dikarî edebyetêda binihêrî)

Çi Çax

[Dîagram]

(Bona têksta hê zêde, dikarî edebyetêda binihêrî)

[Şikil]

Bijartina heval û wedederbazkirinêda ça em dikarin çev bidine Îsa?