BIRCA QEREWILIYÊ BONA HÎNBÛNÊ Gulan 2020

Vê derxistinêda hene gotarên seva hînbûnê bona 6 Tîrmehê–2 Tebaxê 2020.

Padşê Bakurê Rojên Axiriyêda

Gotara 19 bona hînbûnê: 6-12 Tîrmehê 2020. Em eşkere divînin ku pêxembertiya Daniyêl derheqa padşê bakurê û padşê başûrê heta îro ça tê sêrî. Lê em vê yekêda çira bawer in? Û çira lazim e em evê pêxembertiyê kûr fem bikin?

Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê

Pêxembertiya derheqa “padşê bakurê” û “padşê başûrê” û pêxembertiyên din. Ew pêxembertî ça îzbat dikin, wekî dinya Şeytan wê zûtirekê bê kutakirinê?

Îro Padşê Bakurê Kê ye?

Gotara 20 bona Hînbûnê: 13-19 Tîrmehê, 2020. Îro padşê bakurê kê ye û ew wê ça bê kutakirinê? Caba vê pirsê wê baweriya me bişidîne û me hazir ke bona tengasiyên ku pêşiya me ne.

Tu Pêşkêşên ji Xwedê Dişêkirînî?

Gotara 21 bona Hînbûnê: 20-26 Tîrmehê 2020. Ev gotar wê alî me bike, wekî em hê zêde Yehowa qîmet kin û pêşkêşên ku ewî daye me bişêkirînin. Emê usa jî pêbihesin, ku ça xeber din tevî wan meriva, yên ku dudilî ne, wekî Xwedê heye.

Bişêkirînin Pêşkêşên Yehowa ku Nayêne Dîtine

Gotara 22 bona Hînbûnê: 27 Tîrmehê-2 Tebaxê 2020. Gotara pêşiya wêda me çend pêşkêşên ji Xwedê yên ku têne dîtinê, şêwir kir. Lê vê gotarêda wê bê şêwirkirinê pêşkêşên ku nayêne dîtinê, û emê usa jî şêwir kin ku ça dikarin nîşan kin, wekî em razî ne bona van pêşkêşa. Emê usa jî pêbihesin wekî em ça dikarin hê zêde qîmet kin wî kesî, yê ku ev pêşkêş dane me, dêmek Yehowa Xwedê.