Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 22

Bişêkirînin Pêşkêşên Yehowa ku Nayêne Dîtine

Bişêkirînin Pêşkêşên Yehowa ku Nayêne Dîtine

“Îcar em ne li tiştên ku tên dîtin, lê belê li yên ku nayên dîtin dinêrin. Çimkî yên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê belê yên ku nayên dîtin herheyî ne” (2 KORN. 4:18, ÎM).

KILAMA 45 Fikirên Dilê Min

VÊ GOTARÊDA *

1. Îsa derheqa xizna ezmanî çi got?

EM Ne hemû xizna dikarin bivînin. Bi rastî xizneke here qîmet nayê dîtinê. Îsa çaxê ser çiyê meriv hîn dikirin, ewî besa xiznên ezmanî kir, ku himberî hebûka meriva, lape qîmet in. Paşê Îsa got: “Xizna te kîderê be, dilê te jî wê li wê derê be” (Met. 6:19-21). Dilê me wê me berbi van tişta bikişîne, kîjan ku bona me gelek qîmet in. Em xwera “xiznê . . . li ezmên” top dikin, çaxê ber Xwedê navekî baş qazanc dikin. Çawa ku Îsa şirovekir, ev xizne tu car nikare xirab be û tu kes nikare bidize.

2. a) Li gora 2 Korintî 4:17, 18, Pawlos me berbi çi hêlan dike? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Pawlosê şandî hêlanê dide me, wekî çevê xwe ser “tiştên . . . ku nayên dîtin” xwey kin. (Bixûne 2 Korintî 4:17, 18.) Nava wan xiznada yên ku nayêne dîtinê, ew kerem in jî, kîjan ku emê dinya tezeda bistînin. Vê gotarêda, emê şêwir kin çar pêşkêşa, yên ku nayêne dîtinê lê em îda îroda karê lê distînin. Ew pêşkêş hene dostiya tevî Xwedê, duakirin, alîkariya ruhê pîroz, û piştgiriya Yehowa, Îsa û meleka xizmetiya meda. Emê usa jî pêbihesin ku ça razîbûna xwe bona van pêşkêşa bidine kifşê.

DOSTIYA TEVÎ YEHOWA

3. Kîjan e pêşkêşa lape qîmet ku nayê dîtin, û em ça dikarin evê pêşkêşê bistînin?

3 Pêşkêşa lape qîmet ku nayê dîtinê, ew heye dostiya tevî Yehowa Xwedê (Zeb. 25:14). Ça Xwedê dikare bibe dostên merivên gunekar, lê yeke bi temamî pîroz bimîne? Yehowa dikare bibe dostê meriva, çimkî qurbana Îsa “gunêd dinyayê hildide”, dêmek gunên însanetê (Yûhn. 1:29). Yehowa pêşda zanibû ku qirara wî derheqa Xilazkarê însanetê wê bê sêrî. Lema jî Xwedê hela hê pêşiya mirina Mesîh jî, dikaribû bibûya dostê meriva (Rom. 3:25).

4. Çend meselên wan meriva bînin, yên ku pêşiya Mesîh dijîtin û dostên Xwedê bûn.

4 Dîna xwe bidine serhatiya wan meriva, yên ku pêşiya hatina Mesîh, dostên Xwedê bûn. Birahîm merivekî bi baweriya gelek qewî bû. Hela hê 1 000 sala zêdetir paşî mirina Birahîm jî, Yehowa ser wî got “dostê min” (Îşa. 41:9). Dêmek, hela hê mirin jî tu car nikare dostên Yehowayî nêzîk ji wî biqetîne. Lema jî Birahîm bîra Yehowada sax e (Lûqa 20:37, 38). Meseleke mayîn ew heye Îbo. Yehowa hemû melekara ku tevayî ber wî top bibûn, da kifşê ku ew Îboda bawer e. Yehowa got ku ew merivekî “rast û kamil e”, “ji Xwedê ditirse û ji xirabiyê xwe vedikşîne” (Îb. 1:6-8). Daniyêl weke 80 sala welatê pûtparistada bi aminî Xwedêra xizmet dikir. Lê Yehowa hindava wîda ça bû? Kalbûna wîda meleka sê cara jêra gotin, ku ew ber çevê Xwedê gelek qîmet e (Dan. 9:23; 10:11, 19). Em gerekê dudilî nebin, ku Yehowa gelek hîviya vê rojê ye, çaxê dostên xweyî delal ji mirinê rake (Îb. 14:15).

Em çi cûre dikarin nîşan kin, ku pêşkêşên ku nayêne dîtinê, dişêkirînin? (See paragraph 5) *

5. Seva em bibine dostên Yehowa, em gerekê çi bikin?

5 Lê gelo îro çiqas merivên gunekar dostên Yehowa ne? Îro bi mîlyona meriv dostên wî ne û ji vê yekê şabûnê distînin. Em vê yekê divînin, çimkî gelek mêr, jin, zar nav temamiya dinyayê pê kirên xwe û rabûn-rûniştina xwe nîşan dikin, ku ewana dostên Xwedê ne. Belê, Yehowa “hevalê sitqê dilê rast e” (Metlk. 3:32). Ew meriv bûne dostên Xwedê, çimkî baweriya xwe qurbana Îsa anîne. Ser hîmê vê qurbanê, Yehowa ji hizkirinê mecal da me, seva em xwe tesmîlî wî kin û bêne nixumandinê. Çaxê em van gava davêjin, em dibine yek tevî bi mîlyona Mesîhiyên nixumandî, yên ku bextewar in ku dostên Kesê Himzor in!

6. Em ça dikarin nîşan kin, ku em dostiya tevî Xwedê qîmet dikin?

6 Lê em ça dikarin nîşan kin, ku dostiya tevî Xwedê qîmet dikin? Mîna Birahîm û Îbo, yên ku sed sala zêdetir Xwedêra amin man, em jî gerekê wîra amin bimînin, firqî tune vê dinyayêda emê çiqas wext jêra xizmet kin. Mîna Daniyêl, em gerekê dostiya xwe tevî Xwedê ji emirê xwe zêdetir qîmet kin (Dan. 6:7, 10, 16, 22). Pê alîkariya Yehowa, em dikarin her cêribandinekêda amin bimînin, seva dostiya xwe tevî wî unda nekin (Fîlî. 4:13).

PÊŞKÊŞA DUAKIRINÊ

7. a) Li gora Metelok 15:8, Yehowa hindava duayên meda ça ne? b) Yehowa ça caba duayên me dide?

7 Dîsa heye pêşkêşeke qîmet ku nayê dîtin, ew heye dua. Hevalên nêzîk hiz dikin derheqa fikir û hestên xwe tevî hev xeber din. Derheqa dostiya tevî Yehowa jî em dikarin usa bêjin. Yehowa pê Kitêba Pîroz mera xeber dide, û vê kitêbêda Ew fikir û hestên xwe mera eyan dike. Lê em pê dua tevî wî xeber didin û dikarin jêra fikirên xwe gilî kin û dilê xwe vekin. Duayên me li ber dilê Yehowada şîrin in. (Bixûne Metelok 15:8.) Ça Dostê hizkirî, Yehowa ne tenê duayên me dibihê, lê usa jî caba duayên me dide. Cara ew zû cabê dide, lê cara mera lazim e hê zêde dua bikin heta cabê bistînin. Çi jî hebe, yeke em gerekê dudilî nebin, wekî emê caba duayên xwe hin ese wededa bistînin, hin jî usa ku bona me wê lape baş be. Lê cara Xwedê usa caba me nade, ça em hîviyê ne. Mesele, dewsa ku me ji cêribandinekê xilaz ke, ew bîlaniyê û qewatê dide me, seva em bikaribin “teyax kin” (1 Korn. 10:13).

(Binihêre abzasa 8) *

8. Em ça dikarin Xwedêra nîşan kin, wekî pêşkêşa dua dişêkirînin?

8 Ça em dikarin nîşan kin, wekî em razî ne bona pêşkêşa gelek qîmet, dêmek dua? Emê vê yekê bidine kifşê, hergê şîreta Yehowa qebûl kin, ku “her gav dua bikin” (1 Têsln. 5:17). Yehowa zorê me nake em jêra dua bikin. Dewsê, ew azaya bijartinê dide me. Hergê em her roj timê dua dikin, em nîşan dikin ku evê pêşkêşê dişêkirînin. Usa jî em duada gerekê bîr nekin razîbûna xwe jêra bidine kifşê û şikiriyê bidine wî (Zeb. 145:2, 3).

9. Birakî me ça dinihêre ser dua? Lê hûn ça dinihêrin ser dua?

9 Hergê gelek wext e ku em Yehowara xizmet dikin û divînin ça ew caba duayên me dide, em gerekê hê zêde dua qîmet kin. Dîna xwe bidine mesela Birakî me Krîs, ku 47 sala xizmetkarê hertim bû. Ew dibêje: “Ez gelek hiz dikim şebeqa hişyar bim, û Yehowara dua bikim. Çiqas xweş e tevî Yehowa xeber dim, çaxê ro teze dertê û şewqa wê davêje ser aviyê û diçûrisîne! Hingê ez dixwazim Yehowara bêjim ku ez bona hemû pêşkêşên wî, û bona dua jî, gelek ji wî razî me. Dilê min rihet dibe çaxê ez xilaziya rojê dua dikim û pê îsafa temiz diçim razêm”.

RUHÊ PÎROZ PÊŞKÊŞA JI XWEDÊ YE

10. Çira em gerekê ruhê Xwedêyî pîroz qîmet kin?

10 Ruhê Xwedêyî pîroz jî pêşkêşeke gelek qîmet e, ya ku nayê dîtinê. Îsa şîret da, wekî her gav Xwedêra dua bikin, seva ruhê xweyî pîroz bide me (Lûqa 11:9, 13). Yehowa bi saya ruhê xwe ne tenê qewatê dide me, lê hela hê “zorayîya qewatê” jî (2 Korn. 4:7; Kar. Şand. 1:8). Pê alîkariya ruhê Yehowayî pîroz, em dikarin ber her tengasîkê teyax kin.

(Binihêre abzasa 11) *

11. Ruhê pîroz çida dikare alî me bike?

11 Ruhê pîroz dikare alî me bike, ku xizmetiya xwe bînin sêrî. Ew dikare talantên me û feresetên me baş ke. Ew ruh alî me dike, wekî civatêda cabdariyên xwe bînin sêrî. Em gerekê bîr nekin, wekî xizmetiyêda her tişt çi ku bal me rind tê standinê, eva ne ku pê qewata me ye, lê pê alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz e.

12. Li gora Zebûr 139:23, 24, em dikarin dîsa bona çi dua bikin?

12 Em usa jî hingê nîşan dikin ku ruhê pîroz qîmet dikin, gava dua dikin, wekî Xwedê alî me bike seva em nav xweda fikir û xwestinên nerast têderxin. (Bixûne Zebûr 139:23, 24.) Hergê em bona vê yekê dua bikin, Yehowa wê bi saya ruhê xweyî pîroz mera eyan ke, ku nav xweda nihêrandin û xwestinên xweye nerast bivînin. Û gava em têderdixin ku çida em gerekê bêne guhastinê, em gerekê dua bikin, wekî ruhê pîroz qewatê bide me, seva van tiştên nerast biterikînin. Wî cûreyî, emê îzbat kin, wekî em naxwazin tiştên usa bikin, kîjan ku bibine menî wekî Yehowa pê ruhê xweyî pîroz alî me neke (Efes. 4:30).

13. Em ça dikarin hê zêde razî bin bona ruhê pîroz?

13 Em dikarin razîbûna xwe bona ruhê pîroz hê zêde kin, hergê bifikirin ku roja îroyîn ruhê pîroz çi dike. Bînin bîra xwe, Îsa pêşiya ku biçûya li ezmên, gote şagirtên xwe: “Gava ruhê pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û . . . heta serê dinê jî bibine şedêd min” (Kar. Şand. 1:8). Îro em divînin ew gilî ça têne sêrî. Pê alîkariya ruhê pîroz, ji her çar qulbên dinyayê weke 8 mîlyon nîv meriv bûne xizmetkarên Yehowa. Em usa jî şabûnê distînin ku cineta ruhanîda nin, çimkî ruhê Xwedêyî pîroz alî me dike em hunurên bedew nav xweda pêşda bînin, ew hene hizkirin, şabûn, edilayî, sebir, qencî, şîrinayî, bawerî, milûktî û xwegirtin. Ev hunur ji berê ruhê pîroz in (Galt. 5:22, 23). Rastî jî ruhê pîroz pêşkêşeke çiqas qîmet e!

ALÎKARIYA YEHOWA, ÎSA Û MELEKA

14. Wedê xizmetiyê em kîjan alîkariya ku nayê dîtinê, distînin?

14 Dîsa pêşkêşeke qîmet ku nayê dîtinê ew e, ku em “heval-xebatêd” Yehowa, Îsa û meleka ne (2 Korn. 6:1). Em hingê tevî wan hevkariyê dikin, çaxê mizgîniyê bela dikin. Pawlos derheqa xwe û yên ku tevî wî xizmet dikirin, got: “Em tevayî bona Xwedê dixebitin” (1 Korn. 3:9). Çaxê em xizmet dikin, em tevî Îsa jî hevkariyê dikin. Bînin bîra xwe, çaxê Îsa temî da şagirtên xwe, ku “herin hemû mileta hîn kin”, ewî wanra got: “Ez . . . tevî we me!” (Met. 28:19, 20) Lê tevî meleka em ça hevkariyê dikin? Melek rêberiyê me dikin, wekî em “mizgîniya . . . heta-hetayê”, bidine “yêd rûbarî dinê”. Ew yek rastî jî kerem e bona me! (Eyan. 14:6)

15. Meselekê ji Kitêba Pîroz bînin, kîjan ku dide kifşê wekî Yehowa xizmetiya meda şixulekî sereke dike.

15 Pê alîkariya ji ezmana, îro çi tê kirinê? Em çaxê toximê mizgîniya Padşatiyê direşînin, hine toxim dikevine dilên qenc û şîn dibin (Met. 13:18, 23). Lê kê usa dike, wekî ev toximên rastiyê dilda şîn bin û ber bidin? Îsa şirovekir ku tu kes nikare bibe şagirtê Îsa, heta ku Bav berbi xwe nekişîne (Yûhn. 6:44). Kitêba Pîrozda mesela vê yekê heye. Bînin bîra xwe çaxê Pawlos nêzîkî şeherê Fîlîpyayê, şedetî da komeke jina. Dîna xwe bidinê Kitêba Pîroz derheqa jinikeke bi navê Lîdya çi dibêje: “Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos” (Kar. Şand. 16:13-15). Îro jî Yehowa bi mîlyona meriv berbi xwe kişandiye.

16. Hergê em xizmetiyêda berên baş distînin, kê hêjayî paya ye?

16 Lê kê hêjayî paya ye, hergê xizmetiyêda em berên baş distînin? Pawlos caba vê pirsê da çaxê civata Korintîra wan giliya nivîsî: “Min daçikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand. Awa ne yê daçikand tiştek e, ne jî yê avda, lê yê gîhand, ku Xwedê ye” (1 Korn. 3:6, 7). Mîna Pawlos, em gerekê timê şikiriyê bidine Yehowa bona her pêşdaçûyîneke xizmetiyêda.

17. Em ça dikarin razîbûna xwe nîşan kin bona vê yekê, ku em “heval-xebatêd” Xwedê, Îsa û meleka ne?

17 Em ça dikarin razîbûna xwe nîşan kin bona vê yekê, ku em “heval-xebatêd” Xwedê, Îsa û meleka ne? Em vê yekê dikin, çaxê em mecala digerin seva merivara mizgîniyê gilî kin. Em bi gelek cûra dikarin vê yekê nîşan kin, çaxê hemû merivara û “mal bi mal” şedetiyê didin (Kar. Şand. 20:20). Gelek xûşk-bira usa jî hiz dikin neformal şedetiyê bidin. Çaxê ewana rastî merivekî nenas tên, bi beşera xweş silavê didine wî û tevî wî dikevine xeberdanê. Hergê ew meriv jî dikeve xeberdanê, ewana hêdî-hêdî derbazî mizgîniyê dibin.

(Binihêre abzasa 18) *

18-19. a) Em ça toximên rastiyê av didin? b) Meselê gilî kin ku dide kifşê, ça Yehowa alî merivekî kir, yê ku Kitêba Pîroz hîn dibû.

18 Çawa heval-xebatên Xwedê, em gerekê ne ku tenê rastiyê biçînin, lê usa jî av din. Çaxê kesekîra hewas e derheqa mizgîniyê xeber de, em aliyê xweda her tiştî dikin wekî hewasa wî hê pêşda bînin. Yan jî em xûşk yan birakîra dibêjin ku tevî wî merivî têklî bin, wekî tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, çaxê pêşda diçe, em şa dibin çimkî divînin, wekî Yehowa ça hiş û dilê wî diguhêze.

19 Dîna xwe bidine mesela birakî me Rafalalanî ji Afrîkaya Başûrê, yê ku berê koçek bû. Ew çi ku ji Kitêba Pîroz pêdihesiya, begem kir. Lê ew rastî çetinayîkî hat, çaxê pêhesiya ku Xebera Xwedê çi dibêje derheqa xeberdana tevî miriya (Qan. Dcr. 18:10-12). Hêdî-hêdî ewî xwest, wekî Xwedê nihêrandina wî ser vê yekê biguhêze. Rast e koçektî xebata wîye tek bû, lê wede şûnda ewî terka vê yekê da. Rafalalanî, niha îda 60 salî ye, ew dibêje: “Ez gelek ji Şedên Yehowa razî me bona alîkariya wane mezin, mesele wana alî min kir xebatê bivînim. Lê diha zêde ez ji Yehowa razî me, çimkî ewî alî min kir, ku emirê xwe biguhêzim, û niha ez ça Şedê wîyî nixumandî dikarim xizmet bikim”.

20. Hûn dixwazin çi nêtê bidine pêşiya xwe?

20 Vê gotarêda me şêwir kir derheqa çar pêşkêşên ku nayêne dîtinê. Pêşkêşa lape qîmet ew e, ku em dikarin bibine dostên Yehowayî nêzîk. Bi saya vê yekê, em pêşkêşên mayîn ku nayêne dîtinê distînin, ew hene dua, alîkariya ruhê pîroz, û alîkariya Yehowa, Îsa û meleka. Were em xwera nêtê daynin, wekî hê zêde bişêkirînin xiznên ku em navînin. Were em tu car nesekinin şikiriyê bidine Yehowa, ku ew Dostekî usa qenc e!

KILAMA 145 Cineta Xwedêye Sozdayî

^ abz. 5 Gotara pêşiya wêda me çend pêşkêşên ji Xwedê yên ku têne dîtinê, şêwir kir. Lê vê gotarêda wê bê şêwirkirinê pêşkêşên ku nayêne dîtinê, û emê usa jî şêwir kin ku ça dikarin nîşan kin, wekî em razî ne bona van pêşkêşa. Emê usa jî pêbihesin wekî em ça dikarin hê zêde qîmet kin wî kesî, yê ku ev pêşkêş dane me, dêmek Yehowa Xwedê.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (1) Xûşkek dîna xwe dide efrînên Yehowa, û derheqa dostiya xwe tevî Yehowa difikire.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (2) Dîsa ew xûşk Yehowara dua dike wekî alî wê bike, ku ew şedetiyê bide.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (3) Ruhê pîroz alî vê xûşkê dike ku bi mêrxasî neformal şedetiyê bide.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (4) Xûşk hînbûna Kitêba Pîroz destpêdike tevî wê jinikê, kîjanêra ewê neformal şedetî dabû. Ew xûşk pê alîkariya meleka xizmetiya xwe tîne sêrî û hîn dike.