Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Milûktî: Çi Karê Mera Tîne?

Milûktî: Çi Karê Mera Tîne?

Sara * gilî dike: “Ez yeke şermoke me û xweda bawer nînim, lema jî minra çetin e nava wan merivada bim, yên ku gelek xweda bawer in û timê dixwazin ya xwe bikin. Lê tevî merivên xeysetda nerm û milûk ez rihet im. Minra hêsa ye merivên usara dilê xwe vekim û derheqa problêmên xwe gilî kim. Hevalên mine lape nêzîk milûk û nerm in”.

Ji giliyên Sarayê tê kifşê, wekî meriv hiz dikin tevî merivên milûk hevaltiyê bikin. Merivên milûk Yehowa jî xweş tên. Ew Xebera xweda me hêlan dike: “Milûktiyê . . . li xwe wergirin” (Kols. 3:12). Lê milûktî çi ye? Îsa ça milûktî dida kifşê? Û ev hunur emirê me ça diha baş dike?

MILÛKTÎ ÇI YE?

Merivên milûk dilda edil in. Ewana hindava merivada nerm û heyf in, û çaxê tiştek wana eciz dike ewana xwe digirin û rihetiyê xwey dikin.

Hinek difikirin ku merivên milûk sist in, lê bi rastî ewana qewî ne. Xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê ça “milûktî”, ser hespê beyanî digotin, yê ku hatibû zeftkirinê. Rast e qewata hespê dîsa jî hebû, lê ew hatibû hînkirinê ku qewata xwe zeft ke û kontrol ke. Em jî çaxê milûk in, em ça bêjî kêmasiyên xwe zeft dikin û ser xwe dixebitin seva tevî meriva edilayê xwey kin.

Dibeke hûn usa difikirin: “Ez merivekî milûk nînim”. Em dijîn dinyake usada, kîderê meriv hêrs û bêsebir in, lema jî mera nehêsa ye milûk bin (Rom. 7:19). Rast e lazim e zemetê bikişînin, wekî bibine merivne milûk, lê ruhê Yehowayî pîroz wê qewatê bide me seva em evê nêtê bînin sêrî (Galt. 5:22, 23). Lê çira hêja ye em ser xwe bixebitin, seva bibine merivne milûk?

Milûktî hunurekî usa ye, ku meriva berbi xwe dikişîne. Em jî mîna Sarayê, besa kîjanê me jorê kir, dixwazin nava wan merivada bin, yên ku xeysetda nerm in. Îsa pê mesela xwe nîşan kir, ku merivê nerm û milahîm çi cûreyî ne (2 Korn. 10:1). Hela hê zarên ku wî nas nedikirin jî, dixwestin nêzîkî Îsa bin (Marq. 10:13-16).

Çaxê em milûk in, hin bona me baş e hin jî bona merivên dor-berê me. Hergê em milûk bin, emê zû nexeyîdin û hêrs nekevin (Metlk. 16:32). Usa emê dilê meriva neêşînin, îlahî dilê wan, kîjana em hiz dikin, û menî jî wê tune be ku em xwe neheq texmîn kin. Xêncî vê yekê, hergê em milûktiyê bidine kifşê, meriv jî wê karê bistînin, çimkî emê xwe kontrol kin û wana nedine xeyîdandinê.

MESELA MILÛKTIYA BÊQISÛR

Rast e cabdariyên Îsa gelek bûn û gelek şixul stûyê wîda bû, lê yeke ew timê hindava gişkada nerm û milûk bû. Wedê Îsada gelek meriv zelûlî û tengasiyêda bûn, lema jî ewana hewcê dildayînê bûn. Bidine ber çevê xwe ewan meriva berdilîke ça standin, çaxê Îsa wanara got: “Werine cem min . . . çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im” (Met. 11:28, 29).

Lê em ça dikarin ser xwe bixebitin, ku mîna Îsa milûk bin? Çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em pêdihesin ku Îsa ça bû hindava meriva û derecên çetinda jî ça milûktî dida kifşê. Û çaxê em rastî çetinayên usa tên ku milûktiya me tê cêribandinê, em ser xwe dixebitin, wekî çev bidine milûktiya Îsa (1 Pet. 2:21). Were em sê tişta şêwir kin, kîjana ku alî Îsa dikirin milûk be.

Îsa dilda yekî şkestî bû. Îsa ser xwe got, ku ew hin milûk e hin jî şkestî ye (Met. 11:29). Kitêba Pîrozda ew du hunur tevayî têne gotinê, çimkî milûktî girêdayî ye tevî şkestîbûnê (Efes. 4:1-3). Lê çira em dikarin usa bêjin?

Şkestîbûn alî me dike, wekî çaxê derheqa me tiştekî dibêjin, em hilnedine dilê xwe û zû nexeyîdin. Lê Îsa ça xwe da kifşê, gava wî neheq kirin ku ew “pey xwarin û vexwarinê ketî ye”? Ew hêrs nediket, dewsê pê kirên xwe îzbat dikir, ku ew yek derew e, çimkî bi rastî “serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe ku ew rast e” (Met. 11:19).

Hergê kesek qerfê xwe we dike ji bo miletê we, reng-rûyê we yan jî ji bo vê yekê ku hûn ji kîderê ne, wê baş be ku bi nermî caba wî bidin û rihetiyê xwey kin. Pîtêr rûspîkî ji Afrîkaya Başûrê, dibêje: “Çaxê ez ji bo giliyên kesekî eciz dibim, ez pirsê didime xwe, ku Îsa vê derecêda wê ça xwe bida kifşê. Ez hîn dibim ku nekevime heyra xwe, xwe zef giran negirim û zû nexeyîdim”.

Îsa fem dikir ku meriv sist in. Şagirtên Îsa bi dilê sax bûn û dixwestin tiştên rast bikin, lê ji bo gunekariya xwe, cara wana şaşî dikir. Mesele, Îsa şeva pêşiya mirina xwe, Petrûs, Aqûb, û Yûhennara got ku hişyar bimînin, lê ewana hişyar neman. Îsa zanibû “ruh razî ye, lê beden sist e” (Met. 26:40, 41). Belê, Îsa wana fem dikir, û lema ser wan hêrs nediket û nedixeyîdî.

Xûşkeke me Mêndî gelek dîna xwe dida ser kêmasiyên meriva, lê niha ew ser xwe dixebite, wekî çev bide milûktiya Îsa. Ew dibêje: “Ez timê tînime bîra xwe, wekî hemû meriv gunekar in û kêmasiyên wan hene. Ez usa jî ser xwe dixebitim ku mîna Yehowa nav merivada xeyset-hunurên baş bivînim”. Hergê hûn mîna Îsa dilşewat bin û meriva fem bikin, ew yek wê alî we bike hindava wanda nerm bin.

Îsa her tişt dida destê Xwedê. Îsa çaxê ser erdê bû, hindava xweda gelek neheqî didît. Mesele, buxdan davîtine wî, ew bêhurmet dikirin, û dizêrandin. Lê hela hê wan çaxa jî ew rihet dima, çimkî “xwe spartibû hakimê ser rastiyê” (1 Pet. 2:23). Îsa zanibû wekî bavê wîyî Ezmana wê alî wî bike sebir ke û wededa dîwana wan bike, yên ku hindava wîda neheqiyê dikin.

Hergê em ji bo neheqiya hindava xwe hêrs kevin û bikevine dew-dozê, emê derecê diha giran kin. Lema Kitêba Pîroz mera dibêje: “Hêrsa mêriv rastiya Xwedê nayne sêrî” (Aqûb 1:20). Hergê hêrsa me cî ye jî, ji bo gunekariyê em dikarin tiştên nerast bikin.

Kêtî, xûşkeke me ji Almanyayê usa difikirî: “Hergê tu xwexa bin giliya derneyî, dewsa te wê tu kes vê yekê neke”. Lê çaxê ew hîn bû îtbariya xwe Yehowa bîne, nihêrandina wê hate guhastinê. Ew dibêje: “Niha ez îda usa nînim ku timê xwe heq derxim û bin giliya derêm. Minra îda hêsa ye rihetiyê xwey kim û nerm bimînim, çimkî zanim ku her tişt bin kontrola Yehowada ne”. Hergê hindava weda neheqî hatiye kirinê, çev bidine mesela Îsa, îtbariya xwe Xwedê bînin û usa hûnê bikaribin milûk bimînin.

“XWEZÎ LI ŞKESTIYA”

Derecên çetinda milûktî ça alî me dike?

Îsa da kifşê ku hergê em dixwazin bextewar bin, em gerekê milûk û şkestî bin. Ewî got: “Xwezî li şkestiya” (Met. 5:5). Were şêwir kin, ku kîjan derecada milûktî alî me dike.

Milûktî nahêle zewacêda problêm giran bin. Robêrt, birakî me ji Avstralyayê, dibêje: “Min ji hêrsê jina xwera giliyên usa got, ku dilê wê gelek êşand. Rast e min nedixwest usa be, lê yazix merî nikare giliyên xwe paşda vegerîne. Ez usa berxwe ketim çaxê min dît, ku giliyên min ça ser wê hukum bûn”.

Xeberdana xweda “em hemû jî gelekî şaşiya dikin”, lema jî hergê em zimanê xwe kontrol nekin û bêhemdê xwe xeber din, zewacêda edilayî dikare unda be (Aqûb 3:2). Milûktî wan derecada alî jin-mêra dike, ku rihet bimînin û zimanê xwe bikaribin (Metlk. 17:27).

Robêrt ser xwe gelek dixebitî, wekî zû hêrs nekeve û xwegirtî be. Lê ewê yekê çi kar anî? Ew dibêje: “Niha çaxê ez û jina min cara em hev fem nakin, ez rind guh didime wê, nerm xeber didim, û xwe digirim wekî hêrs nekevim. Heleqetiya min tevî jina min diha baş bûye”.

Hergê em milûk bin, wê mera hêsa be meriva fem kin û ziman wanra bivînin. Hevalên merivên xeydok hindik in. Lê milûktî alî me dike “hevgirêdana edilayîyê xwey kin” (Efes. 4:2, 3). Kêtî besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Çaxê ez milûktiyê didime kifşê, hingê diha min xweş tê tevî meriva hevaltiyê bikim, û hela hê tevî wan jî, xeysetê kîjana giran e”.

Çaxê em milûk in em dilrihet in. Kitêba Pîroz “serwaxtiya jorin” tevî milûktiyê û edilayê girêdide (Aqûb 3:13, 17). Merivê xeysetda nerm dilda “rihet” e (Metlk. 14:30). Martîn, kîjanîra çetin bû milûk be, dibêje: “Ez niha ser giliyên xwe nasenim û kêm hêrs dikevim, lema jî ez dilrihet im û diha bextewar im”.

Belê, mera dibeke çetin be milûktiyê nav xweda pêşda bînin. Birak dibêje: “Helal bêjim, heta roja îro cara ez ji hêrsê dilê xweda diqiçqiçim”. Lê Yehowa wê alî me bike, wekî em ser xwe bixebitim û milûk bin (Îşa. 41:10; 1 Tîmt. 6:11). Ew dikare me “kamil ke” û “qewat ke” (1 Pet. 5:10). Emê jî mîna Pawlosê şandî hêdî-hêdî bikaribin çev bidine “milûktî û şîrinayiya Mesîh” (2 Korn. 10:1).

^ abz. 2 Hine nav hatine guhastinê.