Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

Padşê Bakurê Rojên Axiriyêda

Padşê Bakurê Rojên Axiriyêda

“Wexta dawiyêda wê qiralê [padşê] başûrê bi wîra [padşê bakurêra] şer bike” (DAN. 11:40).

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

VÊ GOTARÊDA *

1. Pêxembertiya Kitêba Pîroz çi mera eyan dike?

ZÛTIREKÊ cimeta Yehowa wê rastî çi bê? Em haş ji vê yekê hene. Pêxembertiyên Kitêba Pîroz mera eyan dikin derheqa qewimandinên ferz, ku wê ser me her kesî hukum bin. Pêxembertîk mera eyan dike, ku hine serwêrtiyên lape qewat wê çi bikin. Ev pêxembertî Daniyêl serê 11-da nivîsar e, û gilî dike derheqa du padşên ku hevra dijminatiyê dikişînin, ew hene padşê bakurê û padşê başûrê. Ev pêxembertî nîvê zef îda hatiye sêrî, lema em dudilî nînin, wekî çi ku maye, ew jî wê ese bê sêrî.

2. Li gora Destpêbûn 3:15 û Eyantî 11:7 û 12:17, em gerekê çi bîra xweda xwey kin, gava pêxembertiya Daniyêl lêkolîn dikin?

2 Seva em pêxembertiya Daniyêl ji serê 11 fem kin, em gerekê bîr nekin, wekî wêderê tê gotinê derheqa wan serwêr û serwêrtiya, yên ku xût pey cimeta Xwedê diketin. Rast e hejmara xizmetkarên Xwedê himberî bineliyên temamiya dinyayê gelek biçûk e, yeke ewana dikevine çeva. Çira? Çimkî ewana ber çevê Şeytan û dinya wî reş in, û lema nêta wan ew e ku qira xizmetkarên Yehowa bînin. (Bixûne Destpêbûn 3:15 û Eyantî 11:7; 12:17.) Xêncî vê yekê, pêxembertiya ji kitêba Daniyêl girêdayî ye tevî pêxembertiyên mayîn. Lema jî seva evê pêxembertiyê rast fem kin, em gerekê beramberî rêzên din bikin.

3. Emê vê gotarêda û gotara dinda derheqa çi pêbihesin?

3 Vê gotarêda emê şêwir kin kitêba Daniyêl 11:25-39. Emê pêbihesin ku ji sala 1870 heta sala 1991 padşê bakurê û padşê başûrê kê bûn, û emê bivînin, ku çira lazim e femkirina xwe hindava vê para pêxembertiyê, biguhêzin. Lê gotara dinda, emê şêwir kin ku para din ya vê pêxembertiyê, kîjan Daniyêl 11:40–12:1-da nivîsar e, çi eyan dike derheqa wedê ji sala 1991 destpêkirî heta şerê Harmegedonê. Wedê lêkolînkirina van du gotara, wê baş be dîna xwe bidine çargoşa bi navê “Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê”. Ya pêşin, were em pêbihesin, du padşa vê pêxembertiyêda kê ne.

ÇA TÊDERXIN KU KÊ YE PADŞÊ BAKURÊ Û PADŞÊ BAŞÛRÊ

4. Kîjan sê tişt alî me dikin wekî têderxin, ku kê ne padşê bakurê û padşê başûrê?

4 Sernav “padşê bakurê” û “padşê başûrê” pêşiyê ser wan serwêra dihate gotinê, yên ku wan ciya padşatî dikirin, ku ji Îsraêlê aliyê bakurê û başûrê bûn. Lê çira em usa dibêjin? Dîna xwe bidinê, ku melek Daniyêlra çi got: “Ez hatim ku, ka wê rojên dawînda çi bê serê netewa [cimeta] te ez tera bêjim” (Dan. 10:14). Heta Pênciye Hesabê sala 33 D.M., miletê Îsraêl cimeta Xwedê bû. Paşê Yehowa eşkere kir, wekî îda şagirtên Îsayî amin bûne cimeta wî. Lema jî pêxembertiya Daniyêl ji serê 11, diha zef ne ku derheqa miletê Îsraêlê ye, lê derheqa şagirtên Mesîh ye (Kar. Şand. 2:1-4; Rom. 9:6-8; Galt. 6:15, 16). Û cûre-cûre wededa, cûre-cûre serwêr dibûne padşê bakurê û padşê başûrê, lê ewana sê tiştada nedihatine guhastinê. Ya pêşin, ew herdu padşa pey cimeta Xwedê diketin. Ya duda, ew yek ku ewana ça bûn hindava cimeta Xwedê, dida kifşê ku ewana Xwedêyê rast Yehowa nefret dikin. Û ya sisiya, ev herdu padşa bona hukumtiyê hevra diketine hucetê.

5. Ji sala 100 heta sala 1870, gelo padşê bakurê û padşê başûrê hebûn? Şirovekin.

5 Qirna dudada D.M., Mesîhiyên qelp ketine nava civata Mesîhîtîda. Ewana hînkirinên pûtparista bela dikirin û rastiyên ji Xebera Xwedê vedişartin. Ji wî wedeyî, heta xilaziya qirna 19, ser erdê teşkîleta Xwedê tune bû. Mesîhiyên qelp mîna zîwana gelek bela bûn, lema jî çetin bû têderxin, ku bi rastî Mesîhiyên rast kê ne (Met. 13:36-43). Ça tê kifşê ji sala 100 heta sala 1870 padşê bakurê û padşê başûrê tune bûn, çimkî wî çaxî teşkîleta Xwedê tune bû, ku wana hicûmî ser kirana. * Lê paşî sala 1870 padşê bakurê û padşê başûrê xuya bûn. Çira em usa dibêjin?

6. Kengê cimeta Xwedê dîsa eyan bû? Şirovekin.

6 Ji destpêka sala 1870 cimeta Xwedê destpêkir saz be ça kom. Vê salê Çarlz T. Rassêl û piştgirên wî, koma lêkolînkirina Kitêba Pîroz saz kirin. Li gora pêxembertiyê Rassêl bira û hevalên wî bûne “elamçî”, kîjanî ku pêşiya sazbûna Padşatiya Mesîhîtî rê hazir kir (Malx. 3:1, DT). Hingêda cimeta Xwedê dîsa eyan bû! Lê gelo wî wedeyî hebûne serwêrtiyên usa, ku pey xizmetkarên Xwedê diketin? Belê, hebûn û were em şêwir kin ku em vê yekê ji ku zanin.

PADŞÊ BAŞÛRÊ KÊ YE?

7. Heta sala 1917, padşê başûrê kê bû?

7 Ji sala 1870, Brîtanya bû împêriya hemdinyayê, ordiyên kîjanî lape qewî û mezin bûn. Pêxembertiyêda ew împêriya bi sîmbolîk ça stirûkî biçûk bû, kîjan sê stirûyên mayîn rakir, dêmek Fransa, Îspanya û Nîdêrland (Dan. 7:7, 8). Heta sala 1917, Brîtanya padşê başûrê bû. Wî wedeyî, nava dinyayêda Amêrîka bû welatekî lapî dewletî, û destpêkir tevî Brîtanyayê hevkariyê bike.

8. Wan rojên axiriyêda kê ye padşê başûrê?

8 Şerê Hemdinyayê I-da, Amêrîkayê û Brîtanyayê qewata xwe kirine yek û bûne piştgirên hev. Hingêda Brîtanya û Amêrîka tevayî bûne Împêriya Anglo-Amêrîkaya Hemdinyayê. Ça Daniyêl pêxembertî kir, ev padşê başûrê “artêşekî [ordîke] mezin û zef xwurt [qewî]” top kir (Dan. 11:25). Nava wan rojên axiriyêda, Anglo-Amêrîka padşê başûrê ye. * Lê kê bû padşê bakurê?

KÊ BÛ PADŞÊ BAKURÊ?

9. Kengê padşê bakurê dîsa xuya bû, û Daniyêl 11:25 ça hate sêrî?

9 Çaxê Rassêl û hevalên wî koma lêkolînkirina Kitêba Pîroz saz kirin, paşê sala 1871 padşê bakurê dîsa xuya bû. Vê salê polîtîk Otto fon Bîsmark, çend rêgîon kire yek, û usa Almanya bû Împêriya qewî. Padşakî ji wan rêgîona, bi navê Wîlhêlm I, bû împêratorê pêşin, û ewî Bîsmark kifş kir ça serokwezîrê pêşin. * Bi deha sala şûnda, Almanya diha qewat bû û welatên Afrîkayê û têrîtoriyên Okyanûsa Mezin kire bin destê xwe. Ew xwest ji Brîtanyayê qewattir be. (Bixûne Daniyêl 11:25.) Ewî ordiya xwe qewî û mezin kir. Û şerê hemdinyayê yekêda, Almanyayê pê ordiya xweye mezin, miqabilî dijminên xwe şer dikir.

10. Daniyêl 11:25b, 26, ça hate sêrî?

10 Paşê Daniyêl pêxembertiyê dike, wekî çi wê bê serê Împêriya Almanyayê û ordiya wîye mezin. Vê pêxembertiyêda derheqa padşê bakurê tê gotinê, ku ew “wê nesekine”, dêmek wê nemîne. Lê menî wê çi bûya? Daniyêl dibêje ku ewana wê miqabilî wî “dek û dolaba daynin. Yên xwarina wîyî xweşik xwarine jî wî bişkênin” (Dan. 11:25b, 26a). Wedê Daniyêlda, ewên ku “xwarinên xweşik yên qiral” dixwarin, ew bûn, yên ku ber padşa disekinîn û ciyê bilind digirtin (Dan. 1:5). Lê vê pêxembertiyêda kê bûn yên ku xwarinên padşa dixwarin? Ewana ew bûn, kîjan ku Împêriya Almanyayêda ciyê bilind digirtin, mesele gênêralên împêratorê û şêwirdarên eskerî. Ew merivên ku Împêriya Almanyayêda ciyê bilind digirtin, tiştên usa kirin, ku padşa hukumê xwe unda kir û împêriya hilşiya. * Daniyêl ne tenê derheqa hilşandina vê împêriyayê pêxembertî kir, lê usa jî derheqa axiriya şerê wê tevî padşê başûrê. Pêxembertiyêda derheqa padşê bakurê, hatiye gotinê: “Wê artêşa wî belav bibe û geleka wê bên lêxistin û bikevin” (Dan. 11:26b). Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, şerê hemdinyayê yekêda, ordiya Almanyayê hev bela bû û gelek meriv hatine kuştinê. Nava terîxiya însanetêda tu car haqas meriv şerda nemirine.

11. Padşê bakurê û padşê başûrê çi kirin?

11 Derheqa wextê pêşiya Şerê Hemdinyayê I, Daniyêl 11:27, 28-da tê gotinê, ku padşê bakurê û padşê başûrê wê ber “sifrekê derewa” bêjin. Usa jî kitêba Daniyêlda tê gotinê, wekî padşê bakurê wê xwera hebûka mezin top ke. Ew pêxembertî hema usa hate sêrî. Lê çi cûreyî? Almanyayê û Brîtanyayê hevra gotin ku edilayê dixwazin, lê ev gotinên wan derew derketin çaxê sala 1914-da şerê hemdinyayêda wana destpêkir tevî hev şer kin. Lê pêşiya sala 1914, nav temamiya dinyayêda Almanyayê aliyê dewletîbûnêda ciyê duda digirt. Paşê Almanya, dêmek padşê bakurê, şer kir tevî padşê başûrê, lê ewî da der, çawa ku hatibû pêxembertîkirinê Daniyêl 11:29 û 30a-da.

EW HERDU PADŞA PEY CIMETA XWEDÊ DIKEVIN

12. Şerê hemdinyayê pêşinda, padşê bakurê û padşê başûrê çi dikirin?

12 Ji sala 1914, ew herdu padşa hevra diketine lecê û herdu jî pey cimeta Xwedê diketin. Mesele, şerê hemdinyayê pêşinda, dewleta Almanyayê û Brîtanyayê pey xizmetkarên Xwedê diketin, çimkî wana înkar dikir şerda meriva bikujin. Û dewleta Amêrîkayê jî birên ku rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikirin, kire kelê. Bi vê yekê pêxembertiya ji Eyantî 11:7-10 hate sêrî.

13. Ji destpêka sala 1933 û wedê şerê hemdinyayê duda, padşê bakurê çi kir?

13 Paşê, îda ji destpêka sala 1933, û îlahî wedê şerê hemdinyayê dudada, padşê bakurê cimeta Xwedê gelek dizêrand. Çaxê partiya Natsîsta, Almanya hildane bin destê xwe, Hîtlêr û piştgirên wî, şixulê cimeta Xwedê qedexe kirin. Wana bi seda xizmetkarên Yehowa kuştin, û bi hezara zêdetir kirine girtîgehê. Daniyêl derheqa wan zêrandina pêxembertî kiribû. Padşê bakurê şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kir, û bi vê yekê bi sîmbolîk “paristgeh” heram kir û qurbanên ku timê dianîn, da hildanê (Dan. 11:30b, 31a). Serokê wî, Hîtlêr, hela hê sond jî xwar, ku wê Almanyayêda qira hemû xizmetkarên Xwedê bîne.

PADŞÊ BAKURÊYÎ TEZE XUYA DIBE

14. Kê bibû padşê bakurê paşî şerê hemdinyayê duda? Şirovekin.

14 Paşî şerê hemdinyayê duda, dewleta Komûnîstî ya Yektiya Sovyetê, heçî zef têrîtoriya ku Almanyayê zeft kiribû, hilda bin destê xwe û bû padşê bakurê. Mîna Natsîstên bêrem, Yektiya Sovyetê jî eşkere nîşan kir, ku çiqas nefret dike wan meriva, yên ku Xwedêyê rast dihebînin û qirara wî datînin ciyê pêşin.

15. Çaxê Şerê Hemdinyayê II xilaz bû, padşê bakurê çi kir?

15 Çaxê Şerê Hemdinyayê II xilaz bû, hine wede şûnda Yektiya Sovyetê û piştgirên wê, dêmek padşê bakurêyî teze, hicûmî ser cimeta Xwedê kir. Li gora pêxembertiya ji Eyantî 12:15-17, evî padşayî şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kir û bi hezara xizmetkarên Yehowa aksor kir. Bi rastî nava wan rojên axiriyêda, padşê bakurê ça bêjî “lêya” zêrandinê ser wanda anî, seva şixulê cimeta Xwedê bide sekinandinê, lê jêra hev nehat. *

16. Pêxembertiya ji Daniyêl 11:37-39, ça ser Yektiya Sovyetê hate sêrî?

16 Bixûne Daniyêl 11:37-39. Li gora vê pêxembertiyê padşê bakurê hindava “Xwedêyê kal-bavên xwe, DT”, qedir nîşan nekir. Çi cûreyî? Yektiya Sovyetê pê vê nêtê ku koka rêlîgiya bîne, her tişt dikir seva qewata teşkîletên rêlîgî sist ke. Lema jî serwêrên Sovyetê bona vê yekê hela hê ji sala 1918 fermanekî usa dan, kîjan ku hîm danî wekî mektebada atêîzm bê hînkirinê. Lê li gora pêxembertiyê, padşê bakurê ça pesin da xudanê “birca”? Yektiya Sovyetê bêhesab pere xerc kir, seva ordiya xwe qewî ke, û bi hezara bombên atomê çêkir, wekî qewata xwe mezin ke. Hin padşê bakurê hin jî padşê başûrê, axiriyêda xwera çekên usa qewî top kirin, ku dikarin qira bi mîlyarda meriva bînin!

HEVKARIYA DU PADŞA

17. “Tiştê mekrûh yê ku xirab dike”, bi sîmbolîk çi tê hesabê?

17 Padşê bakurê tenê tiştekîda piştgiriya padşê başûrê kir: Ewana herdu jî “tiştê mekrûh yê ku xirab dike” ava kirin (Dan. 11:31). Ew “tiştê mekrûh”, dêmek tiştê heram, bi sîmbolîk tê hesabê teşkîleta Miletên Yekbûyî.

18. Çira ser Miletên Yekbûyî tê gotinê “tiştê mekrûh”?

18 Teşkîleta Miletên Yekbûyî bi sîmbolîk tê hesabê “tiştê mekrûh” yanê heram, çimkî ew elam dike, wekî dikare vê yekê bike, çi ku tenê Padşatiya Xwedê dikare bike, dêmek edilayê bîne ser erdê. Vê pêxembertiyêda usa jî tê gotinê, wekî ev tiştê heram, dêmek teşkîleta Miletên Yekbûyî, wê hemû rêlîgiyên qelp kuta ke (Binihêre çargoşe “Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê”).

ÇIRA EM GEREKÊ EVÊ TERÎXIYÊ BIZANIBIN?

19-20. a) Çira em gerekê evê terîxiyê bizanibin? b) Caba kîjan pirsê emê gotara mayînda pêbihesin?

19 Em gerekê evê terîxiyê bizanibin, çimkî ew îzbat dike ku ji sala 1870 heta sala 1991, pêxembertiya Daniyêl derheqa padşê bakurê û padşê başûrê hatiye sêrî. Lema jî em bawer dikin, ku para vê pêxembertiyê ya ku maye, ew jî wê bê sêrî.

20 Sala 1991, Yektiya Sovyetê hilşiya. Lê kê ye îro padşê bakurê? Caba vê pirsê emê gotara mayînda pêbihesin.

KILAMA 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

^ abz. 5 Em eşkere divînin ku pêxembertiya Daniyêl derheqa padşê bakurê û padşê başûrê heta îro tê sêrî. Lê em vê yekêda çira bawer in? Û çira lazim e em evê pêxembertiyê kûr fem bikin?

^ abz. 5 Ser hîmê vê yekê, em gerekê Aûrêlyan Împêratorê Romê (270-275 D.M.), hesab nekin ça padşê bakurê, û usa jî Zênobya Jin-padşa (267-272 D.M.), hesab nekin ça padşê başûrê. Lema jî çi ku derheqa van padşa hatiye gotinê kitêba bi navê “Dîna Xwe Bide Pêxembertiya Daniyêl”, serê 13 û 14-da, wê bê guhastinê.

^ abz. 9 Sala 1890-da, Kaîsêr Wîlhêlmê II hukumtî ji Bîsmark stand.

^ abz. 10 Ji bo kirên wan împêriya hê zû ket. Mesele, ewana îda piştgiriya kaîsêr nedikirin, înformasiya konfîdênsyalî derheqa şer bela kirin, û zorê kaîsêr kirin, wekî hukumtiya xwe bihêle.

^ abz. 15 Li gora Daniyêl 11:34, zêrandina Mesîhiya aliyê padşê bakurêda, wedekî kin hate sekinandin. Mesele, ev yek qewimî, çaxê Yektiya Sovyetê sala 1991 hilşiya.