Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê

Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê

Pêxembertiyên ser vî nexşî wextekîda diqewimin. Ewana hemûşk îzbat dikin, ku em dijîn “wexta dawînê”, dêmek wexta xilaziyê (Dan. 12:4).

  • Rêz: (Eyan. 11:7; 12:13, 17; 13:1-8, 12)

    Pêxembertî: “Cenewir” îda 3 000 sala zêdetir ser meriva hukumtî dikir. Wextê xilaziyêda serê hefta birîndar bû. Wede şûnda ew serî qenc bû û “temamiya dinyayê” pey cenewir çû. Şeytan bi saya cenewir, tevî yên ku mane şer dike.

    Ça hate sêrî: Paşî Sêlavê serwêrtiyên meriva ku dijminatî Yehowara dikirin, destpêkirin ser meriva hukumtiyê bikin. Gelek qirne şûnda, wedê Şerê Hemdinyayê I, Împêriya Brîtanî gelek sist bû. Lê paşê ew dîsa qewat bû bi vê yekê, ku tevî Amêrîkayê bû yek. Îlahî wî wextê xilaziyêda, Şeytan sîstêma xweye polîtîkî miqabilî cimeta Xwedê dide xebatê.

  • Rêz: (Dan. 11:25-45)

    Pêxembertî: Şerê orta padşê bakurê û padşê başûrê wî wextê xilaziyêda.

    Ça hate sêrî: Almanya û Anglo-Amêrîka miqabilî hev şer dikirin. Sala 1945 Yektiya Sovyetê û piştgirên wê bûne padşê bakurê. Sala 1991-da, Yektiya Sovyetê hilşiya, û hine wede şûnda Rûsya û piştgirên wê, bûne padşê bakurê.

  • Rêz: (Îşa. 61:1; Malx. 3:1; Lûqa 4:18)

    Pêxembertî: Yehowa gerekê “elamçî” bişanda, seva riya berbi sazbûna Padşatiya Xwedê hazir kira. Ew “elamçî” ku komeke ji meriva ye, gerekê “mizgîniyê dilnimizara” elam ke.

    Ça hate sêrî: Ji sala 1870 destpêkirî, Ç. T. Rassêl û piştgirên wî, bi xîret destpêkirin rastiyên Kitêba Pîroz lêkolîn kin û şirovekin. Ji sala 1880, wana dida kifşê wekî gelek ferz e xizmetkarên Xwedê mizgîniyê bela kin. Wana gotar derxistin bi navê “Lazim e 1 000 Mizgînvan” û “Bona Belakirina Mizgîniyê Bijartî ne”.

  • Rêz: (Met. 13:24-30, 36-43)

    Pêxembertî: Dijmin li nav genimda zîwan çand, û herdu jî hevra digihîjin heta roja nandirûnê; Paşê zîwan ji genim tê başqekirinê.

    Ça hate sêrî: Ji destpêka sala 1870, Mesîhiyên rast destpêkirin ji Mesîhiyên qelp başqe bin, û firqiya orta wanda hê zelal dihate kifşê. Rojên axiriyêda Mesîhiyên rast ça kom organîze bûne û ji Mesîhiyên qelp bi temamî qetiyane.

  • Rêz: (Dan. 2:31-33, 41-43)

    Pêxembertî: Heykelê ku ji cûre-cûre mêtala bû, nigên wî ji hesin û heriya sor bûn.

    Ça hate sêrî: Heriya sor ew heye cimeta, ku bin serwêrtiya Anglo-Amêrîkayê dijîn. Ew cimet miqabilî wê serwêrtiyê dertê, û lema jî ew serwêrtî qewata xweye mîna hesin bi temamî nikare bide xebatê.

  • Rêz: (Met. 13:30; 24:14, 45; 28:19, 20)

    Pêxembertî: “Genim” dikine embara û “xulamê amin û serwaxt” hate kifşkirinê ser “xulamên malê”. “Mizgîniya Padşatiyê” destpêdibe “li nav temamiya dinyayê” bela be.

    Ça hate sêrî: Sala 1919 xulamê amin ser cimeta Xwedê tê kifş kirinê. Ji wî wedeyî, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz diha zêde xizmet dikin. Îro Şedên Yehowa 200 welatada zêdetir xizmet dikin û ser 1 000 zimana zêdetir edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz derdixin.

  • Rêz: (Dan. 12:11; Eyan. 13:11, 14, 15)

    Pêxembertî: Cenewirê pê du stirûya, merivên ser erdêra dibêje ku “heykelekî wî cenewirî çêkin”, û ewî “ruh ber heykelê” cenewirda anî.

    Ça hate sêrî: Împêriya Anglo-Amêrîkayê teşkîleta Lîga Mileta saz kir. Miletên mayîn jî piştgiriya vê teşkîletê kirin. Axiriyêda, padşê bakurê jî bû yek tevî Lîga Mileta, lê tenê ji sala 1926 heta 1933. Meriva bawer dikirin, wekî Lîga Mileta wê ser dinyayê edilayê bîne, çi ku tenê Padşatiya Xwedê dikare bike. Îro meriv ser teşkîleta Miletên Yekbûyî jî usa difikirin.

  • Rêz: (Dan. 8:23, 24)

    Pêxembertî: Padşakî hêrs gerekê derketa, ku belake usa baniya, kîjan tu car tune bû.

    Ça hate sêrî: Anglo-Amêrîka belaya usa mezin anî, ku gelek meriv hatine qirkirinê. Mesele, wedê Şerê Hemdinyayê II, Amêrîkayê du bombên atomê avîte ser wî welatî, kîjan ku dijminê wî û Brîtanyayê bû. Tu car tu çekî, ziyaneke usa mezin neanîbû.

  • Rêz: (Dan. 11:31; Eyan. 17:3, 7-11)

    Pêxembertî: “Cenewirekî sorê gevez” pê dehe stirûya ji geliyê hey-wayê derdikeve, ew padşê heyşta ye. Kitêba Daniyêl ser wî padşayî dibêje “tiştê mekrûh yê ku xirab dike”.

    Ça hate sêrî: Lîga Mileta wedê Şerê Hemdinyayê II qewata xwe unda kir. Paşî wî şerî, Miletên Yekbûyî ciyê wî girt. Ev jî mîna Lîga Mileta pesina distîne, kîjan ku tenê Padşatiya Xwedêra dikeve. Miletên Yekbûyî wê hicûmî ser hemû rêlîgiya ke.

  • Rêz: (1 Têsln. 5:3; Eyan. 17:16)

    Pêxembertî: Milet wê elam kin “dinê seqirî û bêxofî ye”, û “dehe stirû” û “cenewir” wê pey “qavê” kevin û lê qir kin. Paşî vê yekê, xezebê ser wan miletada bê.

    Ça wê bê sêrî: Milet dibeke bêjin ku ewana gihîştine edilayê û bêxofiyê. Paşê ew miletên ku piştgiriya Miletên Yekbûyî dikin, wê qira hemû rêlîgiyên qelp bînin. Ev îda wê destpêka tengasiya mezin be. Tengasiya mezin wê pê şerê Harmegedonê xilaz be, kîderêda wê temamiya dinya Şeytan kuta be.

  • Rêz: (Hezql. 38:11, 14-17; Met. 24:31)

    Pêxembertî: Gog wê erdê cimeta Xwedê zeft ke. Paşê, melek wê bijartiya bicivînin.

    Ça wê bê sêrî: Padşê bakurê tevî serwêrtiyên dinyayê wê pey cimeta Xwedê kevin. Hine wede paşî destpêka peyketinê, bijartiyên ku mane wê ser ezmana bicivin.

  • Rêz: (Hezql. 38:18-23; Dan. 2:34, 35, 44, 45; Eyan. 6:2; 16:14, 16; 17:14; 19:20)

    Pêxembertî: Siyarê “hespekî boz” qira Gog û ordiya wî tîne. “Cenewir” tê avîtinê nava “gola agir” û heykelê mezin hûrdexweşî dibe.

    Ça wê bê sêrî: Padşê Padşatiya Xwedê, dêmek Îsa, wê bê hewara cimeta Xwedê. Ew tevî 144 000 û ordiyên meleka, wê qira koalîsya mileta û temamiya dinya Şeytan bîne.