Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

ÇAWA kulfeteke pêşdaçûyî, ya ku hewasê hindava rêlîgiyayê pêşda nedianî, nêta jîyînê dît? Çawa mêrekî Katolîkî nihêrandina xwe hindava emir guhast, paşê vê yekê çaxê pêhesiya, ku mirî çi halîda nin? Û çawa cahilê ku nêta jîyînê unda kiribû, derheqa Xwedê pêhesiya û destpêkir wîra xizmet ke? Bixûnin û pêbihesin, ku ew meriv derheqa xwe çi gilî dikin.

“Ez bi Sala Derheqa Nêta Emir Difikirîm”. ROSALÎND CON

  • SALA BÛYÎNÊ: 1963

  • WELAT: BRÎTANYA

  • BERÊ: XEBATA WÊYE BAŞ HEBÛ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez Londona Başûrêda hatime bûyînê. Malbeta meda nehe zar bûn, ez ya şeşa bûm. Dê-bavê min ji Sênt Vînsêntayê bûn, ya ku li ser girava Karîbê ye. Diya min diçû dêra Mêtodîsta. Hewasa min hindava rêlîgiyayê û Xwedê tu car pêşda nedihat, lê min gelek hiz dikir lêkolîna bikim. Wedê hêsabûnên xweye mektebê ez diçûme ber golê û min tevî xwe kitêbên ji kitêbxanê hildida.

Çend sal şûnda paşê xilazkirina mektebê, min fem kir ku dixwazim alî meriya bikim. Min xwera xebateke usa dît, kîderê min gerekê alîkariyê bida seqeta, kesên mala kîjana tune bû û wanra kêra hînbûn çetin bû. Paşê ez çûme ûnîvêrsîtêtê, seva ku hîn bim derheqa zandariya sihet-qewata meriva. Paşî xilazkirina hînbûnê min xebateke baş xwera dît, min tu tişt ji xwe kêm nedikir û usa dijît çawa ku min xweş dihat. Ez ji malê dixebitîm û bona xebata min, minra tenê lêptop û întêrnêt lazim bû. Ez ser çend heftiya diçûme welatê din û wê otêlêda dimam, kîjan min xweş dihat. Min ji tebiyeta wêderê şabûnê distand û ez usa jî diçûme ciyên hêsabûnê û sportêva mijûl dibûm. Jîyîna min bê minet bû. Lê dîsa jî min tu car bîr nedikir derheqa merivên belengaz û kesîb.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:

Ez bi sala derheqa nêta emir difikirîm. Lê caba vê pirsê min tu car Kitêba Pîrozda nedigeriya. Sala 1999, rojekê xûşka min Margarêt, ya ku Şeda Yehowa bû, tevî hevala xwe hatine mala min. Hevala wê hindava min gelek hevalhiz bû. Ez xwexa ji xwe ecêbmayî mam ku çawa ez qayîl bûm, wekî ew tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke. Lê ez ruhanîda qe pêşda nediçûm, çimkî xebata min gelek wede ji min distand.

Havînê sala 2002, ez derbazî başûra-roavaya Înglîstanê bûm. Wêderê min destpêkir kûrsa zêde derbaz bim, wekî dîploma doxtoriyê bistînim. Wî çaxî min usa jî destpêkir herime civata û min kurê xwe jî tevî xwe dibir. Rast e min xwendina bilind standibû, lê tenê bi saya hînbûna Kitêba Pîroz min karibû fem kim, çima vê dinêda haqas problêm hene û ça ewana wê bêne safîkirinê. Hingê min bi rastî fem kir çi têne hesabê xeberên ji Metta 6:​24, kîderê tê gotinê, ku meriv nikare du axara xulamtiyê bike. Tu gerekê yan Xwedêra xizmet kî, yan jî hebûkêra. Min fem dikir, ku zûtirekê ez gerekê safî kim emirê xweda çi daynime ser ciyê pêşin.

Salek pêşiya vê yekê em malekîda top dibûn, kîderê Şedên Yehowa şêwir dikirin kitêba bi navê, “Gelo Efirandarekî Dilovan Heye?” * Û wî çaxî ez îzbat bûm, wekî tenê Yehowa, Efirandarê dinyayê dikare hemû problêmên însanetê safî ke. Lê ûnîvêrsîtêtêda me hîn dikirin, wekî baweriya hindava Efirandar nêta jîyînêva girêdayî nîne. Ew yek ser min nebaş hukum kir. Paşî du meha min ûnîvêrsîtêt hîşt û min safî kir hê zêde wedê xwe ser şixulên ruhanî xerc kim.

Xeberên ji Metelok 3:​5, 6 min hêlan kirin jîyîna xwe biguhêzim: “Bi temamiya dilê xwe baweriya xwe Yehowa bîne, û îtbariya xwe hişê xwe neyne, (DT). Hemû rîyên xweda tu Xwedê nas ke û Ewê hemû şiverîyên te rast-dûz ke”. Zanebûna derheqa Xwedê ji hebûn û ji zanebûna vê dinyayê ya ku min stand, diha çêtir bû. Çiqas hê zêde ez pêdihesiyam derheqa qirara Xwedê hindava erdê û rola Îsa, yê ku emirê xwe bona me da, haqas hê zêde min dixwest Efirandarê xwera xizmet kim. Ez hatime nixumandinê sala 2003, meha Nîsanêda. Paşî vê yekê min emirê xwe guhast.

ÇI KAR MIN STAND:

Ez gelek qîmet dikim heleqetiya xwe tevî Yehowa. Ez edilaya dil û şabûnê distînim ji zanebûna wê yekê, ku Xwedê nas dikim. Usa jî heleqetiya tevî xûşk-bira minra şabûnê tîne.

Ez gelek hiz dikim hîn bim û zanebûna zêde bistînim, lema jî hînbûna Kitêba Pîroz û civat şabûnê minra tînin. Min xweş tê merivara derheqa Yehowa gilî kim. Ev bû şixuleke lape ferz emirê minda, çimkî bi vî cûreyî ez alî meriva dikim, wekî ewana îda nihada emirê xwe baş kin û hêviya baş derheqa axiriyê bistînin. Ji meha Hezîranê sala 2008, ez xizmet dikim çawa pêşenga hertim û ez şa me, wekî heçî zef wedê xwe ez xizmetkirinêda derbaz dikim. Ez gelek ji Yehowa razî me, çimkî min nêta jîyînê dît.

“Mirina Hevalê Mine Nêzîk Derdekî Giran Kire Dilê Min”. ROMAN ÎRNÊSBÊRGÊR

  • SALA BÛYÎNÊ: 1973

  • WELAT: AVSTRYA

  • BERÊ: XUMARBAZ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez şeherekî biçûkda Braûnaûyêda hatime bûyînê, ya ku Avstryayêda ye. Wî şeherîda qaçaxtî qe tune bû. Neferê mala min Katolîk bûn û wana min jî hîn dikir xwe wê hebandinê bigirim.

Derecek ku emirê minda qewimî, gelek ser min hukum kir. Sala 1984, çaxê ez 11 salî bûm, min tevî hevalên xwe fûtbolê dilîst. Hine wext şûnda erebe hevalê min xist û ew mir. Mirina hevalê min bû derdekî giran bona min. Û bi sala, pirsa vî cûreyî min eciz dikir, ku paşî mirinê çi diqewime.

Gava min mekteb xilaz kir min destpêkir çawa elektrîk bixebitim. Ez yekî xumarbaz bûm û min perê qalim ser xumarê xerc dikir, lê dîsa jî kêmasiya pera cem min tune bû. Ez usa jî sportêva mijûl dibûm û min gelek xweş dihat roka sert bibihêm. Min xweş dihat herime klûba û wedê xwe derbaz kim. Jîyîna minda wedederbazkirin û bênamûsî ciyê ewlin digirtin, lê dîsa jî emirê min pûç û vala bû.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:

Sala 1995, mêrekî emirda mezin, yê ku Şedê Yehowa bû, derê min xist. Ewî kitêbek da min kîjanêda dihate şirovekirinê caba ser hîmê Kitêba Pîroz derheqa vê yekê, ku paşî mirinê çi diqewime. Qeziya ku hate serê hevalê min ji hişê min dernediket, hema ew yek min hêlan kir ne ku tenê têma derheqa mirinê bixûnim, lê kitêbê bi temamî bixûnim.

Wê kitêbêda min ne tenê cabên ser pirsên xwe derheqa mirinê stand, lê hê zêde. Min baweriya xwe tenê Îsa dianî, çimkî ez malbeta Katolîkîda mezin bibûm. Lê hînbûna Kitêba Pîroz alî min kir, heleqetiya nêzîk tevî Bavê Îsa, dêmek Yehowa saz kim. Dilê min bi şabûnê tije bû gava ez pêhesiyam, wekî Yehowa ne ku xwe ji me vedişêre, lê dewsê xwe eşkere dike bona wan, yên ku wî digerin (Metta 7:​7-​11). Ez pêhesiyam ku hestên Yehowa hene û wekî ew xweyê sozê xwe ye. Ew yek hewasa min hindava pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz pêşda anî û min hêlan kir lêkolîn kim, ça ewana hatine sêrî. Lêkolîna wî cûreyî baweriya min hindava Xwedê qewî kir.

Paşê min fem kir, wekî tenê Şedên Yehowa dikarin bi rastî alî meriva bikin Kitêba Pîroz fem bikin. Min dîna xwe da wê yekê, ku edebyetên wanda gelek rêzên ji Kitêba Pîroz hene, min destpêkir kitêba xweye Katolîkîda wan rêza bigerim. Çiqas diha zêde ez hîn dibûm, haqas hê zêde ez îzbat dibûm ku min rastî dît.

Min fem kir ku Yehowa dixwaze, wekî ez li gora normên wî bijîm. Ji Efesî 4:​22-​24, ÎM, ez pêhesiyam ku ez gerekê “mirovê kevin” ji xwe dûr xim, kîjan ku “bi xwestekên xapînok” bû û “mirovê nû” li xwe kim, yê ku “li gor Xwedê” ye. Lema jî min terka bênamûsiyê da. Min usa jî terka xumarê da, çimkî ew yek nav minda xwehiziyê û hizkirina hindava pera pêşda dianî (1 Korintî 6:9, 10). Xêncî wê yekê min gerekê terka hevalên xweye nebaş bida, û tevî wan hevaltiyê bikira, kê li gora prînsîpên Xwedê dijît.

Ew yek ne hêsa bû. Lê çaxê min destpêkir herim ser civatên Şedên Yehowa, min xwera gelek heval qazanc kir. Min bi xîret berdewam dikir Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kim. Wede şûnda min terka roka sert da û axiriyê ne ku tenê nêtên min, lê usa jî kincxwekirina min hate guhastinê. Sala 1995, ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND:

Ez hîn bûm çawa rast pera xerc kim û nihêrandina min hindava tiştên matêriyalî hate guhastinê. Berê ez zû hêrs diketim, lê niha dikarim hêrsa xwe kontrol kim. Xêncî wê yekê ez bona axiriyê îda ber xwe nakevim.

Ez şa me ku ez niha para teşkîleta Yehowa me, kîderê merivên ji cûre-cûre mileta Yehowara xizmet dikin. Hine ji wan meriva rastî gelek çetinayên giran tên, lê dîsa jî Xwedêra amin dimînin. Ez şa me ku niha ez wede û qewata xwe ne ku ser wedederbazkirin û xwestinên xwe xerc dikim, lê ser wê yekê ku Yehowara xizmet kim û alî merivên din bikim.

“Min Nêta Jîyînê Dît”. ÎÊN KÎNG

  • SALA BÛYÎNÊ: 1963

  • WELAT: ÎNGLÎSTAN

  • BERÊ: NÊTA JÎYÎNÊ UNDA KIRIBÛ

JÎYÎNA MINE BERÊ:

Ez Înglîstanêda hatime bûyînê, lê çaxê ez heft salî bûm, malbeta me derbazî Avstralyayê bû. Em Gold-Kostayêda cîwar bûn, ya ku herêma Kwînslêndêda ye. Rast e em dewletî nîbûn, lê her tiştên lazim bal me hebû.

Ez nikarim bêjim ku zarotiya min nebaş bû, lê dîsa jî ez bextewar nîbûm. Ez ji zarotiyêda hindava jîyînê dilsar bibûm. Bavê min gelek îçke vedixwar û hindava diya min gelek sert bû, lema jî min wî hiz nedikir. Lê çaxê ez pêhesiyam ku çi hate serê bavê min çaxê ew Malayêda esker bû, min wî çaxî fem kir ku çira ew bû merivekî usa.

Cahiltiya xweda min destpêkir tevî hevalên xweye mektebê îçkê vexwim. Çaxê ez 16 salî bûm, min mekteb hîşt û ez çûme eskeriyê. Min destpêkir narkotîk û titûnê bidime xebatê. Axiriyê ez îçkêva gelek hatime girêdanê. Pêşiyê min tenê şemî-leda vedixwar, lê paşê min herroj vedixwar.

Hela hê 20 saliyên min jî temam nebibûn, ez îda dudilî dibûm ku Xwedê heye. Ez difikirîm, “Hergê Xwedê heye, çima ew dihêle, wekî meriv biçerçirin û bimirin?” Min hela hê helbest nivîsî derheqa wê yekê, ku Xwedê hemû problêmên însanetêda neheq e.

Çaxê ez 23 salî bûm ez ji eskeriyê çûm. Paşê wê yekê ez ser cûre-cûre xebata dixebitîm, salekî ez hela hê welatê dinda dixebitîm, lê dîsa jî min nêta jîyînê nedidît. Ez bê nêt û merem dijîtim û ne jî hewasa min hebû tiştekî bikim. Mal, xebata baş û pêşdaçûyîna xebatêda, her tişt bona min pûç û vala bûn. Min dilbînî tenê ji îçkê û mûzîkê distand.

Lê Polonîstanêda çaxê ez çûme Osvêntsîmê lagêra natsîsta, wî çaxî xwestina min pêşda hat, ku pêbihesim seva çi em dijîn. Berê min tenê dixwend derheqa zulmiya ku diqewimî ser wê têrîtoriya mezin, lê çaxê min pê çevê xwe dît têrîtoriya wê lagêrê, agir dilê min ket. Qe hişê minra derbaz nedibû, ku meriv dikarin usa zulm bin. Tê bîra min ku çevê min tijî hêsir bibû û ez dora lagêrê diçûm-dihatim û pirsek ji hişê min dernediket: “Çima?”

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:

Sala 1993, çaxê ez ji welatê xerîb vegeriyame mal, min destpêkir Kitêba Pîroz bixûnim, seva ku cabên ser pirsên xwe bivînim. Hine wext şûnda du Şedên Yehowa derê min xistin û min teglîf kirin ser civata mezin, ya ku gerekê ser stadîonê derbaz bûya. Min safî kir herim.

Hine meh pêşiya wê yekê ez hatibûm ser wê stadîonê, seva lîstikê binihêrim. Lê çaxê civata mezin ser wê stadîonê derbaz bû, gelek tişt dilê min girt. Şedên Yehowa gelek bi qedir bûn, ewana bi merîfetî xwekirî bûn û zarên wan nesiya nedikirin. Lê diha zêde ew yek ser min hukum kir, çaxê wedê nan-xwarinê bi seda Şedên Yehowa xwarinê dixwarin li ser meydana lîstikê û gava ewana vegeriyane ser ciyên xwe, paşî wan tu gemar tune bû! Lê ya sereke ew e ku min nav wanda tişteke usa dît, çi ku min haqas wext digeriya, ew edilaya dil bû. Rast e gotarên ji bernamê bîra minda nema, lê rabûn-rûniştina Şedên Yehowa gelek ser min hukum kir.

Wê rojê berê êvarê kurê meta min kete bîra min, ewî Kitêba Pîroz dixwend û cûre-cûre rêlîgiya lêkolîn dikir. Çend sal pêşda ewî xeberên Îsa minra xwend, kîderê dihate gotinê ku rêlîgiya rast bi saya berên baş tê naskirinê (Metta 7:​15-20). Lema jî min safî kir pêbihesim, ku çima Şedên Yehowa ji yên dinêna cude dibin. Cara pêşin emirê minda dilê min bi hêviyê tije bû û min xwest derheqa wê yekê hê zêde pêbihesim.

Heftêk şûnda ew du Şedên Yehowa, yên ku min teglîfî ser civata mezin kirin, hatine mala min. Çaxê wana minra derheqa hînbûna Kitêba Pîroz got, ez qayîl bûm hîn bim. Min usa jî destpêkir herim ser civatên wan.

Hînbûna Kitêba Pîroz nihêrandina min hindava Xwedê guhast. Ez pêhesiyam ku Xwedê neheq nîne ji bo zulmiya ku vê dinyayêda diqewime û dilê wî dêşe çaxê ew dibîne, ku meriv xirabiyê dikin (Destpêbûn 6:6; Zebûr 78:40, 41). Min safî kir ku tu car dilê Yehowa neêşînim, lê dewsê dilê wî şa kim (Metelok 27:11). Lema jî min terka îçkê, cixarê û jîyîna bênamûsî da. Sala 1994, ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND:

Niha ez bi rastî ji emirê xwe razî me. Ez îda pê îçkê problêmên xwe safî nakim. Ez hîn bûn xemên xwe bidime ser Yehowa (Zebûr 55:22).

Ewa îda dehe sal e ez zewicî me ser kulfeteke delal, bi navê Karên, cem kîjanê qîzeke delal Nêlî heye û me xweş tê tevayî xizmet kin û meriyara derheqa Xwedê gilî kin. Niha ez dikarim bêjim, wekî min nêta jîyînê dît.

^ Ev kitêb Şedên Yehowa derxistine.