Derbazî serecemê

Wana Tiştekî Diha Baş Dît

Wana Tiştekî Diha Baş Dît

BI MÎLYONA Mesîhiya safî kirine, ku Cejina Roja Bûyîna Îsa derbaz nekin. Lê wana çira usa safî kiriye? Ewana difikirin wekî tiştekî baş unda dikin? Lê gelo zarên wan difikirin, wekî tiştekî ji wan kêm dikin? Dîna xwe bidinê, derheqa vê yekê Şedên Yehowa ji cûre-cûre welata çi dibêjin.

Îva

Fikirandin derheqa Îsa Mesîh: “Berê ez tenê wedê Roja Bûyîna Îsa û eyda Pasxayê (Hêkesor) diçûme dêrê. Lê hela hingê jî ez derheqa Îsa Mesîh nedifikirîm. Niha ez Şedê Yehowa me û cejina Roja Bûyîna Îsa derbaz nakim. Lê heftiyê du cara ez diçime civata, û him jî merivara gilî dikim, ku derheqa Îsa Kitêba Pîroz çi hîn dike!” (ÎVA, AVSTRALYA).

Rûbên

Şabûna ji dayînê: “Ez gelek şa dibim, çaxê hingê pêşkêşa didine min, gava ez hîviyê nînim. Pêşkêşên usa gelek min xweş tên! Usa jî gelek min xweş tê nema binivîsim, şikla neqiş kim û ça pêşkêş bidime meriya. Ev yek him wana şa dike, him jî min”. (RÛBÊN, ÎRLENDA BAKURÊ).

Êmîlî

Alîkarî bona yên ku hewce ne: “Me xweş tê, ku bona merivên nexweş xwarina çêkin. Carna em kulîrka, şîrinayî yan pêşkêşeke biçûk didine wana, seva ku ewana şa bin. Evê yekê em dikarin bikin ne ku salê carekê wedê cejinê, lê kengê bixwazin. Ev yek dilê me hêsa dike”. (ÊMÎLÎ, AVSTRALYA).

Wêndî

Topbûna tevî malbetê: “Çaxê em malbetêva top dibin, zarên me, xwe diha aza texmîn dikin tevî xal, ap, met, xatî, zarên wan û kalik pîrikên xwe û derheqa wan gelek tişta pêdihesin. Em borcdar nînin tenê bona cejina top bin, û merivên me zanin, wekî em wana hiz dikin lema top dibin”. (WÊNDÎ, GIRAVÊN KAYMANÊ).

Sandra

Edilayî: “Wedê Cejina Roja Bûyîna Îsa, şixul usa zef e, ku hindik meriv derheqa edilayê difikirin. Niha îda ez zanim, wekî Kitêba Pîroz çi soz dide meriva, lema jî dilê minda edilayî ye. Ez bawer im, wekî axiriya baş hîviya zarên min e”. (SANDRA, ÎSPANYA).