KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE
“Min Destpêkir Kûr Bifikirim ku Ez Çira Dijîm”
SALA BÛYÎNÊ: 1941
WELAT: AVSTRALYA
BERÊ: CIXARE DIKIŞAND Û GELEK ÎÇKE VEDIXWAR
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez bajarekî biçûkda Ûorîalda (Ştata Wêlsa Başûrêye Nû) mezin bûme. Vî ciyîda meriva şixulê cotkariyê dikirin û fêrmayêda dixebitîn. Ewana pez û dewar xwey dikirin, usa jî genim û cûre-cûre sebze diçandin. Bajarê me temiz bû, qaçaxtî jî hindik bû.
Malbetêda em dehe zar bûn û ji wana ez yê mezin bûm. Sêzdeh saliya xweda min destpêkir bixebitim, seva ku alî malbeta xwe bikim. Ez nexwendî bûm, lema jî ez fêrmayêda dixebitîm û min 15 saliya xweda, hespên beyanî zeft dikirin.
Fêrmayêda hine tişt min xweş dihatin, lê çetinayî jî hebûn. Alîkîva min xweş dihat xebat û tebiyeta bedew. Şev ez dikaribûm ber kuçik rûnêm û ezmanê bi steyrka tije, binihêrim. Min usa jî lezet distand ji bîna xweş, kîjan ku ba ji çolê dianî. Tê bîra min hingê ez difikirîm, ku gerekê Kesekî ev hemû tiştên usa bedew efirandibe. Aliyê dinva jî, xofiya xebata fêrmayêda ew bû, ku meriv dikaribû hînî xeysetê xirab bûya. Xebatçiya timê çêr dikirin û gelek cixare dikişandin. Zûtirekê min xwexa jî destpêkir cixarê bikişînim û giliyê necayîz bidime xebatê.
Çaxê ez 18 salî bûm ez derbazî Sîdneyê bûm. Min dixwest herime eskeriyê, lê ez hilnedam, çimkî ez nexwendî bûm. Sîdneyêda min xwera xebat dît û ez salekê wêderê mam. Hema hingê cara pêşin ez rastî Şedên Yehowa hatim. Ez qayîl bûm herim ser civatên wan û derbêra min fem kir, ku hînkirinên wan rast in.
Lê zûtirekê min safî kir ji bajarê mezin herim. Ez bajara biçûkda, Gûndîvîndîda (Ştata Kvînslênd) cîwar bûm. Wêderê min xebat xwera dît û ez zewicîm. Lê yazix, min destpêkir gelek îçkê vexwim.
Du kur mera bûn. Paşî bûyîna zara, min destpêkir kûr bifikirim derheqa nêta jîyînê. Hingê kete bîra min, ku ser civatên Şedên Yehowa Sîdneyêda çi dihate gotinê. Min safî kir tiştekî bikim, ku rastî wan bêm.
Min jûrnaleke kevin ya “Birca Qerewiliyê” dît, kîjanêda adrêsa fîlîala Şedên Yehowaye Avstralyayê hebû. Min neme nivîsî û alîkarî xwest. Zûtirekê Şedêkî Yehowa hate bal min. Ew yekî merîfet û bi qedir bû. Ewî hînbûna Kitêba Pîroz tevî min destpêkir.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz min têderxist, wekî ez gerekê guhastinên mezin bikim. Rêzeke ji Kitêba Pîroz gelek dilê min girt. Ev hebû 2 Korintî 7:1, kîderê ku tê gotinê: “De em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin”.
Min safî kir terka cixarê û îçkê bidim. Hêsa nîbû wê yekê bikim, çimkî ez gelek sal wanva hatibûm girêdanê. Lê min safî kiribû, wekî li gora normên Xwedê bijîm. Prînsîpa ji Romayî 12:2 gelek alî min kir, wêderê nivîsar e: “Nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê ser hişê xweda werin, nêt-fikirên we bira nû bin”. Min fem kir, wekî seva ku terka xeysetên xirab bidim, pêşiyê ez gerekê fikirên xwe biguhêzim, dêmek ser wan xeyseta usa binihêrim, ça Xwedê dinihêre. Lê bi nihêrandina Xwedê ew xeyset xirab in. Bi saya alîkariya Xwedê min karibû terka cixarê û îçkê bidim.
“Min fem kir, wekî seva ku terka xeysetên xirab bidim, pêşiyê ez gerekê fikirên xwe biguhêzim”
Ya lape çetin seva min ew bû, ku çêra nekim. Min şîreta Kitêba Pîroz ji Efesî 4:29 zanibû, kîderê ku tê gotinê: “Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê”. Lê dîsa jî minra wede lazim bû, seva ku ji wî xeysetê xirab aza bim. Fikirandina ser giliyê ji Îşaya 40:26 gelek alî min kir. Wêderê derheqa ezmanê bi steyrka tije, usa tê gotinê: “Çevên xwe berbi jorva rakin û bibînin, ka kî vana efirand; ew ku, artêşên vana bi hejmarava derdixe; bi navên wan bangî gişka dike; ji berya meziniya qudreta xwe û bi zora hêza xwe yek jî ji wan qet kêm nabe”. Min fem kir, ku hergê qewata Xwedê haqas mezin e, ku karibûye gerdûna bê sînor çêke, kîjanîra ku hewasa min tê, hilbet ewê qewatê bide min, wekî ez bême guhastinê û dilê wî şa kim. Min êpêce qewat da xebatê û gelek dua kir, û usa hêdî-hêdî min karibû zimanê xwe temiz kim.
ÇI KAR MIN STAND:
Çaxê ez fêrmêda dixebitîm, mecal tune bû ku tevî gelek meriva bikevime xeberdanê, çimkî wêderê meriv hindik bûn. Lê bi saya hînkirinê ku min ser civatên Şedên Yehowa distand, minra îda hêsa bû tevî meriva xeber dim û fikirên xwe zelal bêjim. Evê hînkirinê usa jî alî min kir, ku merivara mizgîniyê derheqa Padşatiya Xwedê gilî kim (Metta 6:9, 10; 24:14).
Îda çend sal e ez civatêda ça rûspî xizmet dikim. Ez gelek qîmet dikim ewê mecalê ku alî xûşk-bira bikim. Lê kerema lape mezin bona min ev e, ku ez dikarim tevî jina xweye amin û hizkirî û usa jî tevî zarên me Yehowara xizmet kim.
Ez gelek ji Yehowa razî me, wekî mecal da min, merivekî nexwendî, ji wî hîn bim (Îşaya 54:13). Ez bi temamî qayîl im tevî giliyê ji Metelok 10:22, kîderê ku nivîsar e: “Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake”. Ez malbeta xweva dixwazin hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin û heta-hetayê wîra xizmet kin.