Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XEBERDANA LI SER HÎMÊ KITÊBA PÎROZ

Kengê Padşatiya Xwedê Destpêkir Hukumetiyê Bike? (Para 1)

Kengê Padşatiya Xwedê Destpêkir Hukumetiyê Bike? (Para 1)

Vira mesele tê dayînê ku Şedekî Yehowa tevî merivekî xeber dide. Şedê Yehowa ku me nav kiriye Cimşîd, diçe cem mêrê ku me nav kiriye Wezîr.

FEMKIRINÊ BIGERE

Cimşîd: Wezîr, ça hewas e ku her heftî em Kitêba Pîroz şêwir dikin. * Vê rojê çaxê me xeber dida, pirs bal te pêşda hat derheqa Padşatiya Xwedê. Te pirsî, wekî çima Şedên Yehowa bawer dikin ku Padşatiya Xwedê sala 1914-da destpêkir serwêrtiyê bike.

Wezîr: Erê, min edebyeteke weda xwend wekî Padşatiya Xwedê ji sala 1914 destpêkir serwêrtiyê bike. Evê yekê hewasa min pêşda anî çimkî we got, wekî hemû hînkirinên we ser hîmê Kitêba Pîroz in.

Cimşîd: Rast e, hema usa ye.

Wezîr: Min xwexa jî bi temamî Kitêba Pîroz xwendiye, lê nayê bîra min wekî cîkî derheqa vê salê tê gotinê, dêmek derheqa sala 1914. Min hela hê onlayn Kitêba Pîrozda jî geriya. Lêgerînêda min nivîsî “1914”, lê tu elametî nedît.

Cimşîd: Wezîr, ez dixwazim payê te bidim. Ya pêşin, çimkî te Kitêba Pîroz pêda xwend. Ev yek dide kifşê, wekî tu bi rastî Xebera Xwedê hiz dikî.

Wezîr: Rastî jî Kitêba Pîroz kitêbeke muhîm e.

Cimşîd: Qayîl im tevî te. Dîsa ez dixwazim payê te bidim, çimkî tu Kitêba Pîroz didî xebatê seva ku cabên pirsên xwe bivînî. Tu hema usa dikî, ça Kitêba Pîroz dibêje. Ev hêlan dike femkariyê bigerin. * Gelek baş e, wekî tu bona vê yekê qewatê didî xebatê.

Wezîr: Zef razî me. Min xweş tê Kitêba Pîroz lêkolîn kim. Zanî, min hevekî kûr lêkolîn kir û dît, wekî derheqa sala 1914 vê kitêbêda, kîjan ku em hîn dibin, hine elametî hatine dayînê. Wêderê tê gotinê derheqa xewna padşakî, kîjanî ku xewnêda baxeke gelek mezin dît. Ev bax hate birînê û wede şûnda dîsa gihîşt. Tiştekî vî cûreyî bû.

Cimşîd: Erê, rast e. Ev pêxembertî kitêba Daniyêl serê 4-da nivîsar e. Wêderê tê gotinê derheqa xewna Padşê Babîlonê, dêmek Nebûkedneser.

Wezîr: Erê, ev hema ev bû. Min çend cara ev pêxembertî xwend, lê rast bêjim, min usa jî fem nekir ça ev girêdayî ye tevî Padşatiya Xwedê û sala 1914.

Cimşîd: Zanî, Wezîr, Daniyêl pêxember jî heta xilaziyê fem nedikir ev pêxembertî, kîjan ku ewî ji bîna ber Xwedê nivîsî.

Wezîr: Rastî?

Cimşîd: Erê. Dîna xwe bidê Daniyêl 12:8-da çi nivîsar e: “Min bihîst, lê min fem nekir (ÎM)”.

Wezîr: Ez tenê nînim, Daniyêl jî fem nedikir, ça baş e.

Cimşîd: Bi rastî Daniyêl fem nedikir, çimkî Xwedê hesab dikir ku hê wede nehatiye însanetêra nîşana vê pêxembertiyê bi temamî eyan ke, lê niha wede hatiye û em dikarin evê pêxembertiyê bi temamî fem kin.

Wezîr: Tu ji ku vê yekê zanî?

Cimşîd: Were em dîsa rêzekê bixûnin. Îjar Daniyêl 12:9, wira tê gotinê: “Heta dema dawiyê ev tişt veşartî û morkirî ne (ÎM)”. Dêmek ev pêxembertî tenê “dema dawiyê”, yan jî rojên xilaziyê wê bêne femkirinê. Zûtirekê emê ser hîmê Kitêba Pîroz şêwir kin, wekî niha em hema vî wedeyîda dijîn, dêmek rojên xilaziyêda. *

Wezîr: Tu dikarî minra pêxembertiya ji kitêba Daniyêl şirovekî?

Cimşîd: Erê, difikirim ezê bikaribim.

XEWNA NEBÛKEDNESER

Cimşîd: Sêrîda were em kin bikine bîra xwe Padşa Nebûkedneser xewnêda çi dît. Paşê em dikarin şêwir kin ku ev xewn çi dihate hesabê.

Wezîr: Temam.

Cimşîd: Xewnêda Nebûkedneser baxeke zef mezin dît, kîjan ku digihîşte ezmên. Paşê ewî bihîst ça melekê Xwedê emir kir, wekî wî baxî bibirin. Lê Xwedê got wekî koçê bax û koka vê erdêda bihêlin. Paşî “heft dema” ev bax dîsa wê şîn bûya. * Cara pêşin ev pêxembertî ser Nebûkedneser Padşa hate sêrî. Rast e ev padşakî navdar bû, mîna baxê ku digihîşte ezmên, lê ev ser “heft dema” hate birînê. Tê bîra te paşê çi qewimî?

Wezîr: Na, nayê bîra min.

Cimşîd: Tişt nabe. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî Nebûkedneser ça tê kifşê heft sala hişê xwe unda kiribû. Wî wedeyî padşa nikaribû serwêrtî bikira. Xilaziya heft sala Nebûkedneser hate ser hişê xwe û berdewam kir serwêrtiyê bike. *

Wezîr: Ev yek femdarî ye. Lê ça ev derece Padşatiya Xwedê û sala 1914-va girêdayî ye?

Cimşîd: Ezê kin tera şirovekim. Ev pêxembertî du cara gerekê bihata sêrî. Cara pêşin, ser Nebûkedneser Padşa hate sêrî, çaxê serwêrtiya wî hatibû sekinandinê. Cara duda, çaxê serwêrtiya Xwedê hate birînê. Ev cûrê duda, ku ça ev pêxembertî dihate sêrî, Padşatiya Xwedêva girêdayî bû.

Wezîr: Lê tu ji ku zanî, wekî ev pêxembertî gerekê cara duda jî bihata sêrî?

Cimşîd: Berî pêşin, xwexa pêxembertî mera wê yekê eyan dike. Li gora Daniyêl 4:17 ev pêxembertî hatibû dayînê wekî “yên dijîn bila bi vêye bizanibin ku li ser qiraletiya mirova Yê ku Bilind e serwêriyê dajo û wê dide zilamê ku jêra dixwaze û herî nimizê mirova datîne ser wê”. Te dîna xwe dayê, wekî wira tê gotinê “qiraletiya mirova” yan jî serwêrtiya meriva?

Wezîr: Erê, wira tê gotinê “ku li ser qiraletiya mirova Yê ku Bilind e serwêriyê dajo”.

Cimşîd: Rast e, lê texmîna te, kê ye Yê Herî “Bilind”?

Wezîr: Ez difikirim xeberdan diçe derheqa Xwedê.

Cimşîd: Rast e. Dêmek ev yek dide kifşê, wekî ev pêxembertî ne ku tenê derheqa Nebûkedneser e. Ev usa jî derheqa “qiraletiya mirova” ye, dêmek derheqa serwêrtiya Xwedê ser însanetêra. Û ev yek ji kontêkstê jî tê kifşê.

Wezîr: Bi vê yekê tu çi dixwazî bêjî?

TÊMA KITÊBÊYE SEREKE

Cimşîd: Temamiya kitêba Daniyêlda têmeke sereke derbaz dibe. Ev kitêb dîsa û dîsa dîna me dikişîne ser wê yekê ku Padşatiya Xwedê wê bê sazkirinê, kîderê ku Kurê Xwedê, Îsa Mesîh, wê serwêrtiyê bike. Were em çend seriya paşda herin. Tuyê bixûnî Daniyêl 2:44?

Wezîr: Erê, wira nivîsar e: “Di rojên wan padşada, Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke, yê ku wê tu car kuta nebe. Û ev padşatî miletê mayînra wê neyê dayînê. Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne (DT)”.

Cimşîd: Spas. Tu ça difikirî, ev rêz derheqa Padşatiya Xwedê ye?

Wezîr: Hmm, nizanim.

Cimşîd: Dîna xwe bidê wira tê gotinê, wekî ev Padşatî “wê heta-hetayê bimîne”. Tenê Padşatiya Xwedê dikare heta-hetayê bimîne, lê derheqa padşatiya meriva em nikarin vê yekê bêjin, rast e?

Wezîr: Difikirim erê, rast e.

Cimşîd: Kitêba Daniyêlda dîsa pêxembertî derheqa Padşatiya Xwedê heye. Hela binihêre, ev nivîsar e kitêba Daniyêl 7:13, 14-da. Derheqa padşê axiriyê usa hatibû pêxembertîkirinê: “Serwêrtî, berzî û padşatî dan wî. Hemû gel, milet û kesên ji her zimana jêra xulamî kir. Serwêrtiya wî serwêrtîke herheyî ye û padşatiya wî wê tu car hilneşe (ÎM)”. Vê pêxembertiyêda qe tiştek tera nas e?

Wezîr: Wira tê gotinê derheqa padşatiyê.

Cimşîd: Rast e, lê ev padşatî ji padşatiyên din cude dibe. Dîna xwe bidê, wira tê gotinê wekî ev padşatî wê serwêrtiyê bike ser hemû cimet, “milet û kesên ji her zimana”. Cûrekî din bêjin, ev padşatî wê ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike.

Wezîr: Derheqa wê yekê ez ne jî fikirî me. Lê tu rast î, ev rêz hema vê yekê dibêje.

Cimşîd: Dîna xwe bidê, ev pêxembertî dîsa çi dibêje: “Serwêrtiya wî serwêrtîke herheyî ye û padşatiya wî wê tu car hilneşe, (ÎM)”. Ev mîna vê pêxembertiyê ye, kîjan ku me hêja Daniyêl 2:44-da xwend, tu qayîl î?

Wezîr: Erê, ewana mîna hev in.

Cimşîd: Were ev yek çi ku me heta niha şêwir kir, em kin biwekilînin. Pêxembertî ji kitêba Daniyêl serê 4 hatibû dayînê, wekî meriv bizanibin ku Yê Herî Bilind heye serwêrê temamiya însanetê. Ev yek dide kifşê, wekî ev pêxembertî ne ku tenê derheqa Nebûkedneser e, lê pêkhatina vêye diha mezin jî heye. Û temamiya kitêba Daniyêlda pêxembertiyên din jî hene derheqa sazkirina Padşatiya Xwedê bin serwêrtiya Kurê wî. Ser hîmê şêwirkirina me, ça tu difikirî, em dikarin bêjin wekî pêxembertiya ji kitêba Daniyêl serê 4 jî derheqa Padşatiya Xwedê ye?

Wezîr: Texmîna min erê, lê ez dîsa jî hevgirêdana tevî sala 1914 navînim.

“BIRA HEFT DEM . . . DERBAZ BIBE”

Cimşîd: Were em dîsa bikine bîra xwe Nebûkedneser Padşa. Tê bîra te baxa ji pêxembertiyê tê hesabê Nebûkedneser Padşa. Serwêrtiya wî hatibû sekinandinê, çaxê bax hatibû birînê û ser heft dema hatibû hîştinê. Ew ev wede bû, kengê padşa ser wedekî hişê xwe unda kiribû. Ev heft dem xilaz bûn, çaxê Nebûkedneser hate ser hişê xwe û padşatî wîra hatibû vegerandinê. Cara duda ev pêxembertî hate sêrî, çaxê serwêrtiya Xwedê ser wedekî hatibû sekinandinê, lê menî ev nîbû ku kêmasîke Xwedê hebû.

Wezîr: Ev çi tê hesabê?

Cimşîd: Wedê berê derheqa padşên Îsraêlê, kîjan ku Orşelîmêda serwêrtî dikirin, digotin wekî ewana ser textê Yehowa rûniştine. * Ewana serwêrtiya Xwedê eyan dikirin. Serwêrtiya wan padşa ça bêjî serwêrtiya Xwedê bû. Lê wede şûnda, heçî zef ji wan padşa pişta xwe dane Xwedê, û heçî zef ji bineliyên wan jî çev dane wan. Ji bo neguhdarîbûna Îsraêliya Xwedê îzin da, wekî sala 607 B.D.M. Babîlonî wana alt kin. Ji wî wedeyî îdî tu padşakî Orşelîmê padşatiya Yehowa eyan nedikir. Ev yek dihate hesabê wekî serwêrtiya Xwedê hatibû birînê. Niha femdarî ye?

Wezîr: Femdarî ye.

Cimşîd: Ça em divînin sala 607 B.D.M. ev hebû destpêka heft dema, dêmek destpêka wî wedeyî, çaxê serwêrtiya Xwedê hatibû sekinandinê. Xilaziya heft dema Xwedê gerekê padşakî teze kifş kira, kîjanî ku wê serwêrtiya wî eyan kira, lê îjar ji ezmên. Hema hingê pêxembertiyên din ji kitêba Daniyêl, kîjan ku me tevayî pêşda xwend, gerekê bihatana sêrî. Lê niha pirs pêşda tê, ev heft dem kengê xilaz bû? Hergê em bikaribin caba vê pirsê bistînin, emê pêbihesin, wekî Padşatiya Xwedê kengê destpêkir serwêrtiyê bike.

Wezîr: Min fem kir. Ez difikirim, wekî heft dem xilaz bû sala 1914, rast e?

Cimşîd: Erê rast e, eferim!

Wezîr: Lê ji ku em vê yekê zanin?

Cimşîd: Çaxê Îsa ser erdê bû ewî da kifşê, wekî heft dem hê xilaz nebibû. * Dêmek ev wedekî gelek dirêj e. Heft dem destpêbû bi seda sala pêşiya hatina Îsa ser erdê û dîsa gelek sal paşî çûyîna wîye ser ezmana berdewam dibû. Usa jî bîne bîra xwe wekî mena pêxembertiya Daniyêl gerekê eyan nebûya heta rojên xilaziyê. * Hewas e, wekî xilaziya qirna 19 lêkolînkarên Kitêba Pîroze dilsax hêlan bûn kûr evê pêxembertiyê û pêxembertiyên din lêkolîn kin. Wana fem kir, wekî heft dem gerekê sala 1914-da xilaz bûya. Û qewimandinên dinyayêda îzbat dikin, wekî hema sala 1914 Padşatiya Xwedê destpêkir ji ezmên serwêrtiyê bike. Hingêda rojên xilaziyê destpêbûn, dêmek xilaziya vê dinyayê. Tu îro gelek tişt pêhesiyayî û him jî ev tişt bona te teze ne.

Wezîr: Erê, ez gerekê ese evê elametiyê dîsa bixûnim, wekî rind lê fem kim.

Cimşîd: Ber xwe nekeve, minra jî wede lazim bû seva ku ev her tiştî rind fem bikim. Lê ez bawer im wekî ev şêwirkirina me alî te kir têderxî, wekî baweriya Şedên Yehowa derheqa Padşatiya Xwedê, ser hîmê Kitêba Pîroz e.

Wezîr: Erê, rast e. Timê minra hewas bûye bivînim, wekî hûn tu tiştî ji xwe nabêjin, dewsê hûn bi saya Kitêba Pîroz baweriya xwe îzbat dikin.

Cimşîd: Ça ez divînim, tu jî dixwazî wekî baweriya te ser hîmê Kitêba Pîroz be. Em îro rastî jî gelek tişt pêhesiyan, lê diqewime dîsa pirsên te hene. Mesele me şêwir kir wekî heft dem Padşatiya Xwedêva girêdayî ye, û ev wede destpêbû ji sala 607 B.D.M. Lê ji ku em zanin wekî ev heft dem xilaz bû sala 1914? *

Wezîr: Erê, hewas e pêbihesim.

Cimşîd: Kitêba Pîroz alî me dike têderxin ku ev heft dem çiqas wede dikişand. Were careke din evê têmê şêwir kin. *

Wezîr: Temam.

Dibeke pirseke weye Kitêba Pîrozva girêdayî heye, caba kîjanî hûn dixwazin pêbihesin? Yan jî dibeke hûn dixwazin pêbihesin derheqa baweriya Şedên Yehowa û karkirina wan? Hergê erê, careke din çaxê hûn rastî Şedên Yehowa bên, şerm nekin wan pirsa bidine wan. Ewana wê bi dil û can caba pirsên we bidin.

^ Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere tevî meriva derbaz dikin û cûre-cûre têmên Kitêba Pîroz şêwir dikin.

^ Metelok 2:3-5

^ Binihêre kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” serê 9, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine.

^ Daniyêl 4:13-17.

^ Daniyêl 4:20-36.

^ 1 Dîrok 29:23.

^ Vê pêxembertiyêda, ku derheqa rojên axiriyê ye, Îsa got: “Orşelîmê jî [çi ku serwêrtiya Xwedê dihate hesabê] ber piyên miletên pûtparist here, heta ku wextê wan mileta xilaz be” (Lûqa 21:24). Dêmek wedê jîyîna Îsa ser erdê serwêrtiya Îsa hê sekinandî bû û wê usa bima heta rojên xilaziyê.

^ Daniyêl 12:9.

^ Binihêre elametiyê zêde “Pêxembertiya Kitêba Pîroz, Derheqa Sala 1914, Gelek Ferz e“ ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” rûpêlên 215-218.

^ Gotara dinda ji vê rêza gotarê wê rêzên ji Kitêba Pîroz bêne şêwirkirinê, kîjan ku eyan dikin ev heft dem çiqas wede dikişand.