KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIYA DIGUHÊZE
Min Tenê bona Xwe Dijît
SALA BÛYÎNÊ: 1951
WELAT: ALMANYA
BERÊ: YEKÎ QURE Û XWESERÎXWE
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Çaxê ez biçûk bûm, malbeta min nêzîkî Lêypzîkê, Almanya Rohilatê dijît, kîjan ku ber sînora Çêxya û Polonyayê bû. Çaxê ez şeş salî bûm, ji bo xebata bavê min, em derbazî Brazîlyayê bûn û paşê Ekwadorê.
Çaxê ez 14 salî bûm, dê-bavê min ez şandime mekteba Almanyayê, kîderê zar him hîn dibûn, him wêderê dijîtin. Ji bo vê yekê ku dê-bavê min Amêrîkaya Başûrêda bûn û ji min gelek dûr bûn, ez mecbûr bûm xwexa miqatî xwe bim. Ez bûme yekî qure û xweserîxwe. Qe xema min nîbû, ku kirên min wê ça ser merivên din hukum bin.
Çaxê ez 17 salî bûm, dê-bavê min vegeriyane Almanyayê. Sêrîda min tevî wan dijît. Lê ji bo xeysetê xweyî giran û qure min nikaribû gelek wext tevî wan bijîta. Çaxê ez 18 salî bûm, ez ji malê çûm.
Min bi xîret nêta jîyînê digeriya. Ez diketime cûre-cûre civaka û teşkîleta. Û paşê ez hatime ser vê nêtê, wekî diha baş e ez planêta me lêkolîn kim, heta ku meriva ev bi temamî kuta nekirine.
Ez ji Almanyayê çûm, min xwera motosîklêt kirî û min xwest herime Afrîkayê. Zûtirekê motosîklêta min şkest û ez mecbûr bûm vegerime Ewropayê. Hine wede şûnda ez îda li Portûgalyayê ber devê berê bûm. Min safî kir wekî îda pê qeyikê rêwîtiyê bikim.
Ez ketime nava komeke cahila, kîjan ku hazir dibûn okyanûsa Atlantîkêra derbaz bin. Nav wanda ez rastî Laûrayê hatim, kîjan ku axiriyêda bû jina min. Pêşiyê em bi qeyikê berbi giravên Karîbê çûn, paşê em hine wext Porto-Rîkoyêda hêsa bûn û careke din vegeriyane Ewropayê. Min û Laûrayê dixwest qeyikeke biçûk destxin, paşê ewê bikine ya bi motor, seva ku bikaribin rêwîtiya dirêj bikin. Lê sê meh şûnda hemû tişt hate guhastin, çimkî Almanyayê gazî min kir, ku herim eskeriyê.
Panzdeh meha min Almanyayêda ciyê gemiyên eskeriyê qulix dikir. Wî wedeyîda ez û Laûra ketine zewacê û em hazir dibûn dîsa rêwîtiya xwe berdewam kin. Hine wede pêşiya çûyîna mine eskeriyê, me qeyikeke bona xilazkirina meriva kirî, lê hacetên wê tune bûn. Wedê qulixkirina mine eskeriyêda, me ev qeyik hêdî-hêdî çêkir. Me dixwest vê qeyikêda bijîta û berdewam kira planêta me lêkolîn kira. Hema wî çaxî, gava min qulixkirina xweye eskeriyê xilaz kir û qeyik hê çêdikir, em rastî Şedên Yehowa hatin û me hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir.
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST:
Sêrîda min têdernedixist, wekî gerekê nav xweda guhastina bikim, çimkî zewaca min qanûnî bû û min terka cixarê jî dabû (Efesî 5:5). Lê xwestina meye ku nav temamiya dinyayê rêwîtiyê bikin, min tirê eva tiştekî baş e, çimkî bi vê yekê me dikaribû efrînên Xwedêye bedew lêkolîn kira.
Lê bi rastî minra lazim bû hine guhastina bikim, îlahî xeysetên xweda. Ez yekî gelek qure û xweserîxwe bûm û hiş aqilê min ser serwaxtiya min bû, ku ça hemû tişt minra hev tê, û dîsa çi bikim ku diha pêşdaçûyî bim. Kêf-kêfa min bû, dinê dinya min bû.
Rojekê min Xizmetkirina Îsaye ser Çiyê xwend (Metta serê 5-7). Sêrîda giliyê Îsaye derheqa şabûnê û bextewariyê, ez ecêbmayî kirim. Mesele ewî got, wekî merivên tî û birçî bextewar in (Metta 5:6). Ez difikirîm wekî merivê ku hewcetiya wî heye, ça dikare bextewar be. Wedê hînbûna Kitêba Pîroz min fem kir, ku her kes ji me hewcên tiştên ruhanî ye. Lê seva ku evê hewcetiyê razî kin, em gerekê bi milûktî bînin ser xwe, wekî em hewce ne. Çawa ku Îsa got: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî” (Metta 5:3, DT).
Paşî wê yekê ku min û Laûrayê Almanyayêda hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, em derbazî Fransayê bûn. Lê hine wext paşê, derbazî Îtaliyayê bûn. Em kuda jî diçûn, me Şedên Yehowa digeriya û ewana didîtin. Yektiya wan û hizkirina wane helal hindava hevda, gelek dilê min digirt. Min fem kir wekî rastî jî Şedên Yehowa biratiya hemdinyayê ne (Yûhenna 13:34, 35). Paşî hine wede ez û Laûra hatine nixumandinê û em bûne Şedên Yehowa.
Paşî nixumandinê min berdewam kir nav xweda guhastina bikim. Min tevî Laûrayê safî kiribû, wekî pê qeyikê ber devê Afrîkayêva derbaz bin, paşê okyanûsa Atlantîkêra derbaz bin û bigihîjine Dewletên Yekbûyî. Çaxê ez û Laûra pê qeyikê ser okyanûsê diçûn, der-dorê me gişk av bû, min fem kir wekî ez himberî Efirandarê mezin çiqas biçûk im. Çaxê em orta okyanûsêda bûn, gelek wedê min hebû, lema jî min her roj Kitêba Pîroz dixwend. Çaxê min derheqa emirê Îsayî ser erdê dixwend, gelek ser min hukum dibû. Ew merivekî kamil bû, û ewî dikaribû haqas tişt bikira, çi ku min qe nikaribû bida ber çevê xwe jî. Lê ewî tu car hiş-aqilê xwe nedida ser xwe. Ew ne ku dikete heyra xwe, lê dikete heyra vê yekê, wekî xwestina Bavê xwe bîne sêrî.
Min fem kir wekî Padşatiya Xwedê gerekê emirê xweda daynim ciyê pêşin
Çaxê ez derheqa jîyîna Îsa difikirîm, min fem kir wekî Padşatiya Xwedê gerekê emirê xweda daynim ciyê pêşin, ne ku nava van şixulê xweda çi ku dixwazim bikim, ancax wede bona Padşatiya Xwedê bivînim (Metta 6:33). Çaxê ez û Laûra gihîştine Dewletên Yekbûyî, me safî kir wekî wêderê bimînin û hiş-aqilê xwe bidine ser hebandinê.
ÇI KAR MIN STAND:
Berê çaxê ez xweserîxwe bûm, timê safîkirinên xweda diketime şikê. Lê niha min kaniya bîlaniya rast dîtiye, kîjan ku rêberiyê min dike (Îşaya 48:17, 18). Û usa jî nêta emirê min heye, çi ku berê tune bû, dêmek Xwedêra qulix dikim û alî meriva dikim, wekî derheqa wî pêbihesin.
Ez û Laûra prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê û bi vê yekê me zewaca xwe qewî kiriye. Keremeke meye din jî ew e, wekî qîzeke meye xweşik heye, kîjan ku Yehowa nas dike û gelek hiz dike.
Usa nîne ku emirê me timê hêsa derbaz dibe. Lê bi alîkariya Yehowa me safî kiriye, wekî tu car sist nebin û timê îtbariya xwe wî bînin (Metelok 3:5, 6).