Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe
“Alava hizkirinê alava agir e, ew alava Yahowa ye” (SITRANA SILÊMAN 8:6, DT).
1, 2. Sitrana Silêman kêra dikare karê bîne, û çira? (Binihêre şikilê ewlin.)
BÛK û zeva çevê hev dinihêrin û hevra dikenin. Her kes dikare tê derxe ku ewana hevdu hiz dikin. Birayê ku derheqa zewacê gotar dixwend, texmîn kir ku wana ça nazik destê hev girtine, û bira xwera dişirmîş bû: “Gelo hizkirina wana wê hê qewî be? Yan wê hêdî-hêdî sist be?” Heger mêr û jin hevdu helal hiz bikin, heleqetiya wana dikare bê xweykirinê hela hê çetinayêd gelek giranda jî. Lê yazix, gelek cotê zewacêda bextewar namînin û ji hevdu diqetin. Lema jî meriv dikare dişirmîş be: “Gelo hizkirina usa heye ku kuta nebe?”
2 Hela hê wedê Silêman Padşada jî, hizkirina rast gelek kêm bû. Çira? Silêman got: “Ji hezara yek zilam [“zilamekî rast”, DT, spartin] dîtim; belê di wan hemûyada pîrekek [jinek] nedîtim. A vay, tenê vêya dîtim ku, Xwedê mirov rast efirand; lê belê wan li zef dek û dolaban [qelpî] geriyan” (Waîz 7:26-29). Nava cimeta Îsraêlda jinêd xerîbe bênamûs dijîtin, yê ku Baelra qulix dikirin. Axiriyêda, gelek jin û mêrê Îsraêlî jî bûne bênamûs. a (Binihêre spartin.) Lê 20 sal pêşda Silêman Padşa derheqa mêrekî û jinekê yêd ku hevdu hiz dikirin, poêm lêkir. Firqî tune em zewacêda nin yan na, Sitrana Silêman dikare alî me bike, wekî em fem bikin çi ye hizkirina rast û ça em dikarin ewê hizkirinê bidine kifşê.
HIZKIRINA RAST DIKARE HEBE
3. Çira orta jin û mêrda hizkirina helal dikare hebe?
3 Di Sitrana Silêman 8:6-da (DT) tê gotinê: “Alava hizkirinê alava agir e, ew alava Yahowa ye”. Dîna xwe bidinê ku di vê rêzêda li ser hizkirinê tê gotinê “alava Yahowa”. Çira? Çimkî hunurê Yahowayî lapî mezin ew heye hizkirin, û ewî em jî usa efirandine, wekî em jî dikarin mîna wî hizkirinê bidine kifşê (Destpêbûn 1:26, 27). Çaxê Yahowa mêrê pêşin Adem efirand, paşê ewî jineke bedew da wî. Gava Adem cara pêşin Hêwa dît, ewî xwe bextewar texmîn kir û dilê wîda çi hebû destpêkir bi şêra got. Hêwayê jî Adem xwera gelek nêzîk hesab dikir, çimkî ew ji wî hate efirandinê (Destpêbûn 2:21-23). Hingêda destpêbûyî Yahowa usa kir wekî mêr û jin bikaribin helal û hertim hevdu hiz bikin.
4, 5. Kin gilî kin serhatiya ji Sitrana Silêman.
4 Sitrana Silêman gelek bedew eyan dike hizkirina orta jin û mêrda. Ew sitran derheqa hizkirina orta keçikeke ji gundê Şûnemê û şivanekî cahil e. Eva ye serhatiya wana: Ew keçik di rezê tiriyê birê xweda dixebitî, kîjan ku nêzîkî çadirêd Silêman û ordiya wî bû. Silêman çaxê keçik dît, begem kir û gote xulamêd xwe, ku evê keçikê bînine çadira wî. Ewî payê qîzikê da ku çiqas bedew e, û gelek pêşkêş da wê. Lê ewê şivan hiz dikir, û eşkere got wekî dixwaze şivan bistîne (Sitrana Silêman 1:4-14). Şivan qîzik digeriya û ew kete çadirê. Çaxê ewî û keçikê hev dîtin, destpêkirin bi xeberêd bedew û xweş hizkirina xwe bidine kifşê (Sitrana Silêman 1:15-17).
5 Çaxê Silêman vegeriya Orşelîmê, ewî keçik û usa jî şivan tevî xwe birin (Sitrana Silêman 4:1-5, 8, 9). Silêman çi got, çi jî kir, û çiqas dixwest dilê wê bikire, gişk boş û betal bû. Şivan ji dilê qîzikê derneket (Sitrana Silêman 6:4-7; 7:1-10). Silêman îda mecbûr bû ku bihêle keçik vegere malê. Ew sitran kuta dibe bi vê yekê ku Şûlamîta gazî hizkiryê xwe dike, wekî bê û tevî wê bireve “mîna xezalekê” (Sitrana Silêman 8:14).
6. Çira dikare çetin be wekî têderxin Sitrana Silêmanda kîderê xeberdana kê ye?
6 Sitrana Silêman sitraneke gelek bedew e. Bi rastiyê jî usa ne, çimkî di gelek zimanada ew tê navkirinê ça sitrana ser sitranara, dêmek sitrana lape baş (Sitrana Silêman 1:1). Silêman sitranêda derheqa xeberdana kê jî digot, navê wan ne dikire sitranê. Ewî dixwest tiştêd hûr û zêde nekê, wekî sitran poêtîk û bedew be. Rast e dibek çetin be têderxin ku kê xeber dide, lê heger rind dîna xwe bidinê çi tê gotinê û ça cab tê dayînê wê bê femkirinê ku kîderê xeberdana kê ye.
NAZIKAYÊD TE JI ŞERAVÊ BAŞTIR IN
7, 8. Ça şivan û keçikê, hizkirina xwe hevdura didane kifşê? Meselê bînin.
7 Ewê keçika cahil û şivan, bi giliyêd bedew hizkirina xwe hevdura didane kifşê. Em dikarin ecêbmayî bimînin ser hinek ji wan giliya, çimkî ew 3 000 sal pêşda hatine nivîsarê (Sitrana Silêman 1:2). Rast e firqî heye orta kûltûra wan û ya rojêd meda, lê yeke em fem dikin, ku çi hestêd wan hebûn hindava hevda. Mesele, şivan çevê qîzikê beramberî çevêd kevotka kir, ew tê hesabê ku ewî çevêd wêye heyf û nazik begem dikir (Sitrana Silêman 1:15). Û keçikê jî wîra got ku çevê wî mîna çevê kevotka bedew in. (Bixûne Sitrana Silêman 5:12.) Ewê rengê çevê wî beramberî çevê kevotkêd avaz-avazî kir, yêd ku xwe şîrda dişon.
8 Ewî şivanî û keçikê, tenê bona bedewbûnê payê hevdu nedidan. Mesele, şivan gelek begem dikir ku ew keçik ça tevî meriva xeber dide. (Bixûne Sitrana Silêman 4:7, 11.) Ewî wêra got ku lêvê wê mîna hingiv in, û bin zimanê wêda hingiv û şîr e. Xeberêd qîzikê bona wî gelek şîrin û xweş bûn, ça ji şîr û hingiv xweştir. Çaxê ewî jêra got ku ew timê bedew e û qisûra wê tuneye, ewî tenê derheqa bedewbûna wê nedigot, lê usa jî derheqa hunurêd wêye baş.
Jin û mêr hizkirina xwe hevdura îzbat dikin bi giliyêd û kirêd xwe
9. a) Çi cûre hizkirin gerekê orta mêr û jinda hebe? b) Çira mêr û jin gerekê hizkirina xwe hevdura bidine kifşê?
9 Îro, bona mêr û jinê ku Yahowara qulix dikin, zewac tenê ew yek nîne ku bi formalî soz bidine hev, ewana bi rastiyê hevdu hiz dikin û hizkirina xwe didine kifşê. Lê hizkirin gerekê çi cûreyî be? Ew gerekê hizkirina helal be, kîjan ku Kitêba Pîroz me hîn dike ku hindava hemû meriva bidine kifşê? (1 Yûhenna 4:8) Ew gerekê ew hizkirina tebiyetî be, bi kîjanê em malbeta xwe hiz dikin? Ew gerekê ew hizkirin be, bi kîjanê em hevalêd xweyî nêzîk hiz dikin? (Yûhenna 11:3) Yan ew gerekê hizkirina romantîkî be? (Metelok 5:15-20) Belê, ew hemû cûre hizkirin gerekê hebe orta mêr û jinda. Tu dikarî bi xeberdan û kirêd xwe, hevalzewacê xwe bidî bawerkirinê, ku tu wî yan wê hiz dikî, û tuyê bi vê yekê bextewar bî di zewaca xweda. Bi rastiyê jî, ev yek gelek ferz e, lema jî dibeke gelek şixulê te heye, lê tu gerekê nehêlî tu tişt rê te bigire ku hizkirina xwe hevalzewacê xwera bidî kifşê. Nava hine miletada qeyde ye, ku dê bav yan jî merivêd nêzîk hevalzewac wanra bijbêrin. Û ev hevalzewac dibeke hevra nebine nas, hetanî roja dewatê. Lê paşê çaxê ewana îda hev nas dikin, hizkirina wana hêdî-hêdî mezin dibe, û gelek ferz e ku hizkirina xwe eyan kin. Bi wê yekê ewana wê hevra nêzîk bin û zewaca xwe qewî kin.
10. Xeberêd şîrin ça dîsa dikarin zewacê qewî kin?
10 Çaxê mêr û jin hevdura hizkirina xwe eyan dikin, ew yek alîkî dinda jî zewaca wan qewî dike. Çi cûreyî? Silêman Padşa tacê zêrîn bi zîv xemilandî pêşkêş da Şûlamîtê. Û usa jî payê wê dida û digot ku ew mîna hîva temam e, û mîna teva şewqdayî (Sitrana Silêman 1:9-11; 6:10). Lê hizkiriyê qîzikê îda hebû, ewê şivan hiz dikir. Çi alî wê kir wekî ew şivanra amin ma? Û wî wedeyî ku ewana ji hev dûr bûn, ewê ji çi berdilî distand? (Bixûne Sitrana Silêman 1:2, 3.) Ewê dianî bîra xwe, çaxê şivan xeberêd şîrin jêra digot. Ew xeberêd şakirinê bona wê ji şeravê çêtir bûn. Di qesirêda wan xebera dilgermî didane wê, ça rûnekî bînxweş (Zebûr 23:5; 104:15). Bona jin û mêr jî gelek ferz e wekî bi xeberê şîrin hizkirina xwe bidine kifşê, çimkî bi wê yekê hizkirina wana hê mezin dibe. Û bîranîna wan xebera, wê alî wan bike wekî hizkirina wan qewî bimîne.
HIZKIRINA MIN “HIŞYAR NEKIN” HETA XWEXA HIŞYAR NEBE
11. Çi em dikarin hîn bin ji giliyêd Şûlamîtayê çaxê gote jinêd di qesira Silêmanda?
11 Hergê tu dixwazî bizewicî yan mêr kî, tu ji Şûlamîtayê çi dikarî hîn bî? Şûlamîtayê hiz nedikir Silêman padşa, û lema jî ewê di qesirêda jinara sert got, ku bira ewana hizkirina wê hişyar nekin û ranekin, heta xwexa hişyar nebe (Sitrana Silêman 2:7; 3:5). Gelo wê rast be tevî her merîkî destpêkî heleqetiya romantîk? Na, dewsa vê yekê wê hê bîlantî be hergê tu bi sebir hîviyê bî û bizewicî tevî wî yan wê, kîjanî ku tuyê bi rastiyê jî hiz kî.
Bi aqilayî ye, hîviyê bî û bizewicî tevî wî yan wê, kîjanî ku rastî jî dikarî hiz bikî
12. Çira Şûlamîtayê şivan hiz dikir?
12 Lê çira Şûlamîtayê şivan hiz dikir? Ew derheqa wî dibêje ku ew bedew bû, mîna “xezalê”. Destê wî usa qewat bûn ça lûleyên zêrîn, û nigêd wî mîna “sitûnên mermerî bûn”. Lê ew tenê qewat û bedew nîbû. Keçikê zanibû ku şivan Yahowa hiz dike û hunurêd wîye baş jî hene. Lema jî ew bona wê başqe bû ça “nava darên daristanêda, dara sêvê” (Sitrana Silêman 2:3, 9; 5:14, 15).
13. Çira şivan Şûlamîta hiz dikir?
13 Şûlamîta gelek bedew bû. Silêman Padşa rast e 60 jinpadşêd wî hebûn û 80 carî û bê hesab keçikêd azep, lê ewî jî Şûlamîta gelek begem kir. Lê şivan tenê bona bedewbûna wê ew hiz dikir? Na. Ewê Yahowa hiz dikir, û hunurêd wêye baş hebûn. Mesele, ew keçik gelek milûk bû, û xwe beramberî guleke Şaronê kir, ya ku qîmet nîbû. Lê bona şivan yêd mîna wê tune bûn, çawa sosinek di nava kelemada (Sitrana Silêman 2:1, 2; 6:8).
14. Hergê em dixwazin bizewicin yan mêr kin, em çi dikarin hîn bin ji mesela şivan û Şûlamîtayê?
14 Yahowa qulixkarê xwera emir dike, wekî hevalzewacê wan gerekê “tenê bawermendê Xudan be” (1 Korintî 7:39). Ew tê hesabê ku em dixwazin, wekî rasthatin û zewaca me tenê tevî qulixkarê Yahowayî nixumandî be. Ew yek wê ça alî zewacê bike? Mêr û jin her roj rastî çetinayêd di emirda tên. Lê çaxê heleqetiya herdua jî tevî Yahowa nêzîk e, hingê zewaca wana dikare edilayî û bextewar be. Hergê tu dixwazî bizewicî yan mêr kî, pey mesela şivan û Şûlamîtayê here. Bigere wî merivî kîjan ku hunurêd wîye baş hene û bi rastiyê jî Yahowa hiz dike.
DERGÎSTIYA MIN MÎNA “BAXÇEYEKÎ GIRTÎ YE”
15. Aminiya Şûlamîtayê ça meseleke baş e bona Mesîhiyêd ku dixwazin hev bistînin?
15 Di Sitrana Silêman 4:12-da em dixûnin: “Xûşka min, dergîstiya min, baxçeyekî girtî ye, çevkaniyek girtî ye, kanîyek hatiye morkirinê”. Çira şivan got ku Şûlamîta “baxçeyekî girtî ye”? Çaxê dergê baxçe dadayî ye, ew tê hesabê ku bona gişka vekirî nîne. Ew qîzik mîna wî baxçeyî ye, çimkî ewê tenê şivan hiz dikir. Û ewê dixwest şivan bistîne, lema jî çi ku padşa bona wê dikir, ewê gişk înkar kir. Û ewê ne dixwest safîkirina xwe biguhêze. Ew bû mîna “dîwar”, ne ku “deriyê” hêsa vedibe (Sitrana Silêman 2:10-15). Usa jî Mesîhî, çaxê ewana dixwazin hev bistînin, hevra amin dimînin. Ewana bi romantîk ser tu kesekî din nanihêrin.
16. Hergê tu rastî kesekî têyî seva ku hev nas kin, tu çi dersê dikarî hildî ji Sitrana Silêman?
16 Çaxê şivan ji Şûlamîtayê hîvî kir wekî tevayî derên bigerin, birêd wê nehîştin. Dewsê, wana ew şand ku here ber rezêd tiriya be. Lê çira? Wana aminiya xwe xûşka xwe nedihanîn? Ewana dişirmîş dibûn ku şivan û xûşka wan wê tiştekî bênamûsî bikin? Na. Birêd wê xwestin wekî xûşka xwe xwey kin ji dereca usa, ku xûşka wan dikaribû tiştekî nerast bikira (Sitrana Silêman 1:6; 2:10-15). Hergê rastî kesekî têyî seva hûn hev nas kin, tu ça dikarî xwe ji bênamûsiyê xwey kî? Pêşda safî ke ku tu gerekê ji çi birevî, wekî heleqetiya we temiz bimîne. Tu car bira usa nîbe ku hûn tenê bin û kesek we nevîne. Hizkirina xwe hevdura bi layîqî bidine kifşê.
17, 18. Çida alî te kir ewê têmaya derheqa Sitrana Silêman?
17 Yahowa dixwaze wekî zewac qewî û dirêj be. Ew dixwaze wekî mêr û jin hev hiz bikin. Çaxê hev distînin, tebiyetî ye ku hev hiz dikin. Lê seva ku zewaca wana qewî û dirêj be, wanra lazim e usa bikin ku hizkirina wana kuta nebe, mîna agirekî ku tu car vênase (Marqos 10:6-9).
18 Hergê tu dixwazî bizewicî yan mêr kî, bijbêre wî yan wê kîjanî ku tuyê bi rastiyê jî hiz kî. Çaxê tu wî merivî bivînî, tevayî bixebitin ku hizkirina we tu car kuta nebe. Ça em ji Sitrana Silêman pêhesiyan, hizkirina helal û dirêj dikare hebe, çimkî ew “alava Yahowa ye” (Sitrana Silêman 8:6).