Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bira Yahowa Zewaca We Qewî ke û Xwey ke

Bira Yahowa Zewaca We Qewî ke û Xwey ke

“Eger Xudan bajêr neparêze, notirvan [nobedar] beredayî [badîhewa] hişyar dimîne” (ZEBÛR 127:1b, ÎM).

1, 2. a) Çira 24 000 Îsraêliya xelata xwe unda kirin? b) Çira ew mesele bona me ferz e?

 HINEK mabû wekî miletê Îsraêl biketa di Erdê Sozdayî, bi deha hezara mêr “qîzên Moabra zinê” kirin. Axiriyêda 24 000 Îsraêlî mirin. Ewana haqa wede hîviyê bûn û îda hevek mabû ku ewî erdî bistînin. Lê ji bo bênamûsiyê yeke wana xelata xweye qîmet unda kirin (Jimar 25:1-5, 9).

2 Ew mesele “bona me ku em axiriya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê” (1 Korintî 10:6-11). Em dijîn di xilaziya “zemanêd xirab”, û gelek nêzîkî dinya teze ne (2 Tîmotêyo 3:1; 2 Petrûs 3:13). Lê yazix, gelek qulixkarêd Yahowa pey prînsîpêd namûsiyê ne çûn û bênamûsî kirin. Niha ewana diçerçirin ji bo berêd xweye xirab, û hergê ewana gunê xwe nedine rûyê xwe, ewana dikarin unda kin mecala ku bijîn heta-hetayê di cinetêda li ser erdê.

3. Çira mêr û jinra şîretkirin û xweykirina Yahowa lazim e? (Binihêre şikilê ewlin.)

3 Mêr û jinra lazim e şîretkirin û xweykirina Yahowa, wekî zewaca wan ziyanê nekeve, çimkî dinya bi bênamûsiyê tije ye. (Bixûne Zebûr 127:1.) Di vê têmayêda emê pêbihesin, ku ça mêr û jin dikarin zewaca xwe xwey kin. Wanra lazim e ku dilê xwe xwey kin, nêzîkî Xwedê bin, bibine merivê nû, hevra xeberdin, û borcê xwe nava zewacêda biqedînin.

DILÊ XWE XWEY KE

4. Çira hine Mesîhî ketine telika bênamûsiyê?

4 Ça Mesîhî dikare bênamûsiyê bike? Heçî zef ew yek destpêdibe ji çeva. Îsa şirovekir: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:27, 28; 2 Petrûs 2:14). Gelekêd kî ku bênamûsî kirin namûsa xwe unda kirine, pê nihêrandina pornografiyê, xwendina kitêbêd êrotîk, yan jî pê nihêrandina tiştêd ne cayîz di Întêrnêtêda. Hinek jî fîlma dinihêrin yan jî programêd bênamûsî di têlêvîsîonêda. Hinek jî diçine klûbêd şevê û strîp şoû, yan nemêd bênamûsî dinivîsin.

5. Çira em gerekê dilê xwe xwey kin?

5 Hinek jî ketine wê telikê, çimkî heyrêda nin wekî kesekî din dîna xwe bide ser wan, ne ku hevalzewacê wan. Em dijîn di dinyake usada, ku xwegirtina meriva zef kêm e, hemû cûre bênamûsî wan xweş tê. Ji bo wê yekê ku dilê me ne kamil e, qelp û xapînok e, hêsa dikare bal me pêşda bê hestêd romantîkî hindava kesekî din, ne ku hevalzewacê me. (Bixûne Yêremya 17:9, 10.) Îsa got: “Ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkarî, qavî . . . dertên” (Metta 15:19).

6, 7. a) Çi dikare biqewime hergê xwestina ne rast dilê meda pêşda tê? b) Ça em dikarin xwe xwey kin wekî ber Yahowa gune nekin?

6 Çaxê du kes hev xweş tên, paşê ewana destpêdikin tevî hev xeberdidin derheqa wan têma, kîjan ku merî gerekê tenê tevî hevalzewacê xwe xeber de, û hingê cem wana pêşda tê xwestina nerast. Paşê ewana mecalê digerin wekî rastî hev bên, û îda gelek car rastî jî wede tevî hev xerc dikin, lê xwe heq derdixin wekî yan çi xwexa tê sitandin ku ewana rastî hev tên. Çaxê hestê wana hindava hev zêde dibin, paşê îda hê çetin dibe ku şaşiya nekin. Heleqetiya wana hê zêde dibe, û paşê hê çetin dibe ku ji hev biqetin, lê ewana zanin wekî çi ku dikin ew ne rast e (Metelok 7:21, 22).

7 Ewana bîr dikin normêd Yahowa derheqa namûsiyê, û derheqa wê yekê ku ça xwestinêd nerast û heleqetî, derbazî ser wê yekê dibin ku destê hev digirin, hevdu paç dikin, hev hemêz dikin. Lê ew hemû tişt tenê îzin heye ku tevî mêr yan jina xwe bikin. Bona yêd usa Kitêba Pîroz usa dibêje: “Maşoqê dilhavijiyêd xwe, dixape û tê cêribandinê” (Aqûb 1:14, 15). Axiriyêda jî çaxê xwestin hê zef zêde dibe, ewana bênamûsiyê dikin. Ew yek gelek xirab e. Wana dikaribû gune nekirana ber Yahowa, hergê qedirê zewacê bigirtana. Lê em ça dikarin bal xwe qedir hindava zewacê pêşda bînin?

BERDEWAN KE NÊZÎKÎ XWEDÊ BE

8. Ça hevaltiya tevî Yahowa me ji bênamûsiyê xwey dike?

8 Bixûne Zebûr 97:10. Hevaltiya tevî Yahowa dikare me ji bênamûsiyê xwey ke. Çaxê em pêdihesin hunurêd wî em çev didine “Xwedê, çawa zarêd hizkirî”. Axiriyêda, wê qewata meye mezin hebe ku miqabilî “qaviyê û her heramiyê” bin (Efesî 5:1-4). Mêr û jin kîjan ku zanin wekî “Xwedê wê dîwana çevder û zinêkara bike”, dixebitin amin bimînin hevdura (Îbranî 13:4).

9. a) Ûsiv ji bo çi karibû amin bimîne, çaxê aliyê jina axayê xweda hate cêribandinê? b) Em çi dersê dikarin hildin ji mesela Ûsiv?

9 Hine Mesîhî aliyê namûsêda sist bûn, çimkî wana paşî xebatê wedê xwe tevî ne Şedêd Yahowa xerc dikirin. Hinek jî wedê xebatê ketine wê telikê. Ew yek hate serê Ûsivê cahil. Wedê xebatê ewî fem kir ku jina axayê wî çev berdaye wî. Roj bi roj ewê zor dida Ûsiv wekî tevî wê razê. Axiriyêda ewê “dest avîtê kinca wî girt û got: ‘Serê xwe minra dayne’”. Lê Ûsiv înkar kir û revî. Lê ji çi bû ku Ûsiv usa qewî bû ku amin ma? Ew ji wê yekê bû ku ewî xwera safî kiribû ku heleqetiya xwe tevî Yahowa xweyî ke. Rast e Ûsiv xebata xwe unda kir, û kete kelê, lê Yahowa ew kerem kir (Destpêbûn 39:1-12; 41:38-43). Dixwazî em ser xebatê bin, yan jî ku bin jî, mera lazim e ku birevin ji wan dereca kîjan ku dikarin me bavêjine telikê.

BIBE MERIVÊ NÛ

10. Çaxê em merivê nû li xwe dikin, ew yek ça dikare zewaca me xwey ke?

10 Çaxê em bibine merivê nû, dêmek “kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî”, ew yek wê zewaca me ji bênamûsiyê xwey ke (Efesî 4:24). Em çaxê merivê nû xwe dikin, em dikujin xwestinêd bedenê, yê ku me dibin berbi “bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê”. (Bixûne Kolosî 3:5, 6.) Li vir xebera “bikujin” tê hesabê wekî em gerekê hemû tiştî bikin seva miqabilî xwestinêd necayîz herin. Emê birevin ji wan hemû tişta çi ku dikare bibe menî wekî xwestinêd sêksûalî bal me pêşda bên. Çaxê em anegorî normêd Xwedê dijîn, hingê em hîn dibin “ji xirabiyê zivêr bin” û “xwe li qenciyê bigirin” (Romayî 12:2, 9).

Mêr û jinra lazim e heleqetiya xwe qewî kin pê xeberdana bi nazikayî, şîrin, û hestêd hev fem kin

11. Ça merivê nû dikare zewacê qewî ke?

11 Çaxê em merivê nû li xwe dikin, em bal xwe hunurêd Yahowa pêşda tînin (Kolosî 3:10). Hergê mêr û jin bidine kifşê “dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê”, zewaca wana wê qewî be û Yahowa wê wana kerem ke (Kolosî 3:12). Ewana usa jî wê şabûnê bistînin ji emirê xwey zewacêda çaxê “edilayîya Mesîh serwêrtiyê nêt-fikirêd” wana bike (Kolosî 3:15). Çaxê mêr û jin hevdura “şewat” in, ewana “qedirkirinêda ji hevdu derbaztir” dibin û guh didine hev (Romayî 12:10).

12. Tu ça dişirmîş dibî, çi hunur ferz in bona zewac bextewar be?

12 Ji cotekî zewacêda pirsîn, ku kîjan hunura alî wan kiriye wekî zewaca wan bextewar e, mêr ku navê wî Sîd bû got: “Hizkirin ew hunurekî lapî ferz e, em timê dixebitîn li ser wî hunurî. Usa jî me dît ku nermbûn jî gelek ferz e”. Jina wî Sonca, giliyêd wîra qayîl bû û got: “Qencî jî hunurêkî kêrhatî ye. Û usa jî em dixebitîn, wekî milûk bin wî çaxî jî, çaxê ew yek ne hêsa bû”.

XEBERDANA BAŞ TEVÎ HEV

13. Çi ferz e bona zewac qewî be, û çira?

13 Bona zewac qewî be, dîsa menîke baş ew e, ku bi dil û eşq hevra bikevine xeberdanê. Lê yazix, hine mêr jin tevî hev usa xeber didin, ça tevî kesekî xerîb! Çaxê “telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî” di zewacêda hene, wî çaxî heleqetiya orta jin û mêr hêdî-hêdî sist dibe (Efesî 4:31). Çaxê pê xeberdana xwe dilê hev diêşînin û dikine kute-kut hingê zewac hildişê. Lema mêr û jinra lazim e heleqetiya xwe qewî kin bi zarê şîrin, nazik, û dilşewatî (Efesî 4:32).

14. Em gerekê ji çi xwe dûr bigirin?

14 Kitêba Pîroz dibêje: “Wexta hişbûnê heye, û wexta gotinê heye” (Waîz 3:7). Lê ew nayê hesabê ku em gerekê îda xwe ker kin, çaxê lazime xeberdin jî. “Heger mêr û jin usa dikin, ew yek dikare dilê hevalzewac biêşîne”, kulfeteke ji Almanyayê dibêje. Û ew zêde dike: “Wedê strêsê heger çetin be jî xwe bigirin, gelek xirab e wekî hêrsa xwe birêjin. Çimkî bi wê yekê tu dikarî giliyêd usa bêjî yan tiştêd usa bikî, wekî dilê hevalzewacê xwe biêşînî, û ew yek şixul hê xirab ke”. Mêr û jin bi qûjînî yan bi hişbûnê problêmêd xwe safî nakin. Lê dewsê ewana zewaca xwe qewî dikin bi wê yekê, çaxê hevra neqayîlbûna xwe zû safî dikin û îzinê nadin ku ew neqayîlbûn bigihîje şer dewa.

15. Ça xeberdana baş dikare zewacê qewî ke?

15 Tu zewaca xwe dikarî qewî kî, heger xwera wede bivînî dilê xwe hevalzewacê xwera vekî û hestêd xwe jêra eyan kî. Ça ku ferz e tu çi dibêjî, usa jî ferz e tu ça dibêjî. Hela hê derecêd çetinda jî, çiqas dikarî xeberêd baş bide xebatê û nerm xeber de. Hingê wê hevalzewacê tera hêsa be guh bide te. (Bixûne Kolosî 4:6.) Mêr û jin dikarin zewaca xwe qewî kin bi xeberdana ku dişidîne û kêrhatî ye (Efesî 4:29).

Mêr û jin dikarin heleqetiya xwe tevî hev qewî kin hergê tevî hev xeber didin (Binihêre abzasa 15)

ZEWACÊDA BORCÊ XWE BIQEDÎNIN

16, 17. Çira ferz e ku mêr û jin hestêd hev fem kin aliyê êmosîalî û fîzîkîda?

16 Tu dikarî zewaca xwe qewî ava kî, hergê hewcêd hevalzewacê xwe ser hewcêd xwera digirî (Fîlîpî 2:3, 4). Mêr û jin gerekê hestê hev fem kin aliyê êmosîalîda û hewcêd sêksûalîda. (Bixûne 1 Korintî 7:3, 4.)

17 Lê yazix, hine jin û mêr hizkirina xwe hevra nadine kifşê û hevra nêzîk nînin. Hine mêr dişirmîş dibin hergê tevî jina xwe nerm be, ew tê hesabê ku ew sist e. Lê Kitêba Pîroz dibêje: “Mêrno, bi femdariyê emirê xwe tevî jinêd xwe derbaz kin” (1 Petrûs 3:7). Mêr gerekê fem bike ku borcê wî zewacêda, ne ku tenê heleqetiya fîzîkî ye. Ew timê hindava jina xwe gerekê nerm û bi hizkirin be. Hingê jina wî wê şabûnê bistîne ji heleqetiya fîzîkî. Çaxê herdu jî hevra hizkirinê û nazikayê nîşan kin, wê wanara hêsa be ku hewcêd hev yê êmosîalî û fîzîkî razî kin.

18. Ça mêr û jin dikarin heleqetiya xwe qewî kin?

18 Rast e em nikarin xwe heq derxin hergê em cotê xwera amin nîbin, lê kêmasiya hizkirinê jî dikare bibe menî, ku mêr yan jin kesekî dinda hizkirin û heleqetiya nêzîk bigerin (Metelok 5:18; Waîz 9:9). Lema jî Kitêba Pîroz şîreteke usa dide mêr û jin “ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevra bona wextekê tifaq qirar dikin” (1 Korintî 7:5). Çira? Wekî “Mîrê-cin we necêribîne ji dest bêtawiya [nexwegirtina] we”. Wê gelek xirab be heger cotê zewacê îzinê bidin, ku ji bo kêmasiya xwegirtina wan, ji Şeytan bêne cêribandinê bênamûsiyêda. Wedê qedandina borcê zewacê “nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24).

BERDEWAN KIN ZEWACA XWE QEWÎ KIN

19. Em çi gerekê xwera safî kin ku bikin, û çira?

19 Em gelek nêzîk in wekî bikevine dinya teze! Çiqas wê ne baş be hergê em bikevine bin hukumê xwestinêd ne cayîz, mînanî 24 000 Îsraêliya di Mowabêda. Çaxê kitêba Korintî serê 10-da derheqa wê derecê tê şirovekirinê, paşê giliyêd usa dibêje: “Kî difikire ku ew miqerm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekeve” (1 Korintî 10:12). Hergê em dixwazin zewaca xwe qewî kin, em gerekê amin bimînin Yahowara û hevalzewacê xwera (Metta 19:5, 6). Niha mera hê zef lazim e ku em her tiştî bikin seva ku Yahowa me “bêleke û bêqusûr edilayîyêda tevî xwe bibîne” (2 Petrûs 3:13, 14).