Zewaca Qewî û Bextewar
“Eger Xudan malê çêneke, avakar beredayî [badîhewa] dixebitin” (ZEBÛR 127:1a, ÎM).
1-3. Cotê zewacêda rastî kîjan çetinaya tên? (Binihêre şikilê ewlin.)
MALXÊ kîjan ku 38 sala zewaca xweda bextewar bû dibêje: “Hergê bona bextewarbûna malbetê çiqas te tê qewatê xerc dikî, tê şabûnê bistînî ji keremêd Yahowa”. Belê, mêr û jin dikarin bextewar bin û wedê çetinaya alî hev bikin (Metelok 18:22).
2 Bi rastiyê cotê zewacêda rastî “oxirmêd giran” tên (1 Korintî 7:28). Çira? Mesele, ji çetinayê herrojî destpêdibe orta wan hevkeve. Çimkî ew neqedandî ne, ewana dikarin dilê hev biêşînin, yan jî hev fem nekin (Aqûb 3:2, 5, 8). Gelek cotêd zewacêda hin gerekê bixebitin hin jî zara mezin kin û şîret kin. Ji bo strês û westandinê, jin mêr carna nikarin xwera wede bivînin, seva ku zewaca xwe qewî kin. Problêmêd aliyê perada û sihet-qewatêda, usa jî çetinayêd mayîn dikarin hizkirinê û qedir orta wanda sist kin. Û hê zêde, hela hê hîmê zewaca lape qewî jî dikare ziyanê bistîne ji bo “kirêd binyata însên”, mesele ça bênamûsî, toltî, neyartî, şer-dew, hevsûdî, hêrsketin, hevrikî (Galatî 5:19-21).
3 Û hê xirab ew e, ku wan wedê “zemanêd xirab”, meriv xwehiz in û tiştêd bêxwedêtî dikin, û ev yek dibe ça jer seva zewacê (2 Tîmotêyo 3:1-4). Kul ne ew kul e, cotê zewacêda gerekê şer ke pêşberî wê yekê ku dijminê zulm dixwaze zewaca wana hilşîne. Pawlosê şandî mera pêşda dibêje: “Neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Petrûs 5:8; Eyantî 12:12).
4. Ça em dikarin zewaca qewî û bextewar ava kin?
4 Mêrekî ji Japonyayê gilî dike: “Bona problêmêd perava girêdayî, ez strêsa mezinda bûm. Ji bo wê yekê ku ez tevî jina xwe nediketime xeberdanê usa ça lazim bû, jina min jî kete strêseke mezin. Hin jî, hine wede pêşda ewê nexweşîke giran derbaz kiribû. Û ew strês bûne menî ku orta min û jina min hevket”. Di zewacêda hene çetinayî ji kîjana em nikarin birevin, lê em dikarin teyax kin û derbaz kin. Bi alîkariya Yahowa, mêr û jin dikarin şa bin zewaca xweye qewîra û tifaqiya xwera. (Bixûne Zebûr 127:1.) Werên em niha xeberdin derheqa pênc tişta, kîjan ku dikarin zewacê qewî û dirêj kin. Paşê emê şêwir kin, ku çira hizkirin gelek ferz e seva zewac qewî bimîne.
BIRA YAHOWA TEVÎ ZEWACA WE BE
5, 6. Jin û mêr çi dikarin bikin wekî Xwedê tevî zewaca wan be?
5 Hîmê zewaca qewî ew e, ku heye guhdarîkirin û aminî hindava sazkarê zewacê. (Bixûne Waîz 4:12.) Hergê mêr û jin pey rêberiya Yahowaye bi hizkirin diçin, hingê Yahowa wê tevî zewaca wan be. Kitêba Pîroz derheqa cimeta Xwedêye berê dibêje: “Û dema hûn ber bi aliyê rast yan jî aliyê çepêva çewt bibin, [bizwirin] wê guhên te, dengekî ku dibêje: ‘Rê ev, di vê rêyada bimeşin! ji paşiya te bibihîzin’” (Îşaya 30:20, 21). Îro, mêr û jin dikarin “bibihîzin” xebera Yahowa, çaxê ewana tevayî Kitêba Pîroz dixûnin (Zebûr 1:1-3). Ewana usa jî dikarin zewaca xwe qewî kin bi alîkariya Qulixkirina tevî Malbetê, çi ku bi hewas e û wana ruhanîda qewî dike. Usa jî çaxê mêr jin tevayî her roj dua dikin, ew yek zewaca wan qewî dike, û zewac dikare dinya Şeytanda qewî bisekine.
6 Gêrhart ji Almanyayê gilî dike: “Hergav şabûna me ditemirî ji bo çetinayêd meye şexsî yan jî ji bo hevnefemkirinê, lê şîreta ji Xebera Xwedê alî me kir wekî sebirkirinê û baxşandinê bal xwe zêde kin”. Ew zêde dike: “Ew hunur gelek lazim in seva zewac baş be”. Çaxê jin mêr bi saya şixulêd ruhanî tevayî dixebitin wekî Xwedê di zewaca wanda be, wî çaxî qewî dibe heleqetiya wane tevî Xwedê û tevî hev usa jî yektiya wan.
SERWÊRTIYA MALXÊYE BI HIZKIRIN
7. Ça mêr gerekê serwêrtiyê bike?
7 Ew yek ku mêr çi cûreyî serwêrtiyê dike, dikare hukum be li ser qewîbûn û bextewarbûna zewacê. Kitêba Pîroz dibêje: “Serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye” (1 Korintî 11:3). Kontêksta wê rêzê dibêje ku ça gerekê mêr serwêrtiyê bikin, dêmek çev bidine Îsa ku ew ça serwêrtiyê li ser mêra dike. Îsa tu car sert û bê rem nîbû, lê ew yekî bi hizkirinê tije, qenc, serwaxt, şkestî, û dilmilahîm bû (Metta 11:28-30).
8. Ça mêr dikare ji kulfeta xwe qedir û hizkirin qazanç ke?
8 Mêrêd ku mesîhî ne, wanra nelazime wekî hertim ji jinêd xwe dewa bikin ku qedirê wan bigirin. Dewsê, ewana gerekê “bi femdariyê emirê xwe tevî jinêd xwe” derbaz kin. Ewana gerekê “çawa qisimê sist qedirê wan” bigirin (1 Petrûs 3:7). Mêr gerekê hindava jina xwe bi qedir û bi dilremî xeberde, ça nav meriyada usa jî çaxê tenê ne. Ji bo vê yekê mêr nîşan dikin ku kulfetêd wan çiqas wanra qîmet in (Metelok 31:28). Hergê mêr serwêrtiyê bi hizkirin dike, wî çaxî ew ji kulfeta xwe hizkirinê û qedir qazanç dike, û hin jî Yahowa zewaca wana kerem dike.
JINÊD KU MILÛK Û GUHDAR IN
9. Ça jin dikare bi milûktî gura mêrê xweda be?
9 Hizkirina helal, ya ku li ser hîmê prînsîpêd Yahowa ye, dikare alî me hemûşka bike ku em “bin destê Xwedêyî zor ta bin” (1 Petrûs 5:6). Hergê jin tevî mêrê xwe şixulkariyê dike û aliyê xweda dixebite wekî malêda edilayî hebe, ew pê vê yekê nîşan dike qedir hindava serwêrtiya Yahowa. Kitêba Pîroz dibêje: “Kulfetno, gura mêrêd xweda bin, çawa ku li yektiya Xudan dikeve” (Kolosî 3:18). Femdarî ye ku ne hemû safîkirinêd mêr dikare jina wî xweş bê. Xêncî wê yekê hergê safîkirina mêr nemiqabilî qanûna Xwedê ye, jina guhdar tevî wî razî dibe (1 Petrûs 3:1).
10. Çira guhdarîkirina bi hizkirin ferz e?
10 Jinêra ciyê bi qedir hatiye dayînê, ew hevalxebatkara mêrê xwe ye (Malaxî 2:14). Wedê safîkirinêd di malbetêda jin dikare alî mêrê xwe bike. Mesele ew bi qedir fikirêd xwe û hestêd xwe eyan dike, û yeke dîsa gura mêrê xweda dimîne. Mêrê bîlan wê rind guhê xwe bide giliyêd jina xwe (Metelok 31:10-31). Guhdarîkirina bi hizkirin dikare şabûnê, edilayê, û tifaqê bike nava malbetê. Û ewana ku gura Xwedê dikin, ji bo wê yekê şa dibin (Efesî 5:22).
BAXŞANDINA BI DIL Û CAN
11. Çira baxşandin gelek ferz e?
11 Yek ji wan tişta ku zewacê qewî û dirêj dike, ew heye baxşandin. Zewac wê hingê qewî be hergê mêr û jin “li hev sebir kin û li hev bibaxşînin” (Kolosî 3:13). Alîkîva jî, heleqetî di zewacêda dikare xirab be, hergê jin û mêr xeyda berê dilê xweda xwey dikin, û ça çek didine xebatê seva ku hucumî ser hev kin. Çawa ku qelş dîwarê avayî sist dike, usa jî xeyd û hêrsketin dikarin usa ser dilê meriya hukum bin, wekî baxşandin zef çetin be. Lê zewac dikare qewî be, hergê jin û mêr usa hevdu bibaxşînin, çawa ku Yahowa dibaxşîne wan (Mîxa 7:18, 19).
12. Ça hizkirin “gelek guna dinixême”?
12 Hizkirina rast “kînê najo”. Bi rastiyê jî “hizkirin gelek guna dinixême”. (1 Korintî 13:4, 5; bixûne 1 Petrûs 4:8.) Bi giliyê mayîn, hizkirin çapê danayne çiqas car gune bibaxşînin. Çaxê Petrûs pirs kir ku çiqas car ew gerekê kesekî bibaxşîne, Îsa caba wî da: “Heta heftê cara heft” (Metta 18:21, 22). Ewî nîşan kir ku hesab tune ku Mesîhî çiqas car gerekê bibaxşîne (Metelok 10:12). a (Binihêre spartin.)
13. Tu çi dikarî bikî wekî hêsa bibaxşînî?
13 Anêtt ji Almanyayê dibêje: “Hergê ji cotê zewacê yek nexwaze bibaxşîne, wî çaxî hêrsketin û neîtbarî pêşda tên, û ew yek dibe jer bona zewacê. Baxşandin heleqetiya mêr û jin qewî dike û wana nêzîkî hev dike”. Ser xwe bixebite wekî bêşêkir nîbî û şêkirandina xwe bide kifşê. Payê mêr yan jina xwe bide seva kirêd wî yan wê. Hergê tu usa bikî, tê hêsa bikaribî bibaxşînî (Kolosî 3:15). Axiriyê jî wê edilayî û tifaqî hebe hişê teda, û tuyê qebûlkirina Xwedê bistînî (Romayî 14:19).
XEBITANDINA QEYDÊ ZÊRÎN
14, 15. Çi ye Qeydê Zêrîn, û ça em dikarin bidine xebatê wekî zewacê qewî kin?
14 Femdarî ye ku tu dixwazî wekî qedirê te bigirin. Tu dişêkirînî çaxê te dibihên û derheqa hestêd te dişirmîş dibin. Tu qîmet dikî çaxê guh didine te û hestêd te hildidin hesab. Dibek we ji kesekî bihîstiye wekî gotiye: “Ew minra ça bû, ezê jî wîra usa bim”. Lê Kitêba Pîroz miqabilî vê yekê ye: “Gotina: Tiştên ku wî li min kirine, ezê jî ji wîra bikim, ezê berdêla [caba] kirinên wî bidim wî; nebêje” (Metelok 24:29). Îsa rêke lape baş hîn kir, ku ça derecêd çetin safî kin. Ew çi ku Îsa got, li ser gelek zimana tê gotinê Qeydê Zêrîn: “Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanra bikin” (Lûqa 6:31). Îsa pê wê yekê dixwest bigota ku em gerekê tevî meriya usa bin çawa ku em dixwazin ewana tevî me bin, ne ku ça ewana tevî me ne. Ew tê hesabê wekî em çi ku dixwazin ji zewaca xwe bistînin, ewê yekê em xwexa gerekê bikine nav zewaca xwe.
Em çi ku dixwazin ji zewaca xwe bistînin, ewê yekê em xwexa gerekê bikine nav zewaca xwe
15 Mêr û jin heleqetiya orta xwe qewî dikin çaxê hestêd hev hildidin hesab. Mêrekî ji Afrîkayê dibêje: “Me cêriband ku Qeydê Zêrîn bidine xebatê. Rast e em cara hêrs dikevin, lê em dixebitin ku hindava hevda usa bin ça ku em xwexa dixwazin ku hindava meda bin, dêmek bi qedir û merîfetî”.
16. Mêr û jin hindava hev çi gerekê ne kin?
16 Tu car kêmasiyêd hevalcotê xwe nede kifşê ber merivêd din, û derheqa xeysetêd wîye yan wêye ku te xweş nayên, hela hê henekada jî nebêje. Bîra xweda xwey ke, ku zewac ew yek nîne ku hevra bikevine hucetê, hela kê qewat e, kê dikare hê zêde bike qarînî, yan kê dikare pê giliya hê zêde dilê meriya biêşîne. Em gişk jî gunekar in, û car cara dikarin hêrsa hev bînin. Lê bi rastiyê bêjî, di zewacêda meniyêd usa tunene wekî mêr û jin giliyê xirab hevra bêjin, dilê hev biêşînin, hev bêhurmet kin, yan jî destê xwe li ser hev hilbirin. (Bixûne Metelok 17:27; 31:26.)
17. Ça mêr dikare Qeydê Zêrîn bide xebatê?
17 Nava hine miletada, mêr tirsa xwe dikine ser jina xwe yan jî destê xwe ser wana hildikşînin, seva ku îzbat kin ewana qewat in. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî kê leznakeve hêrs keve merivê lape zor baştir e, û kê xwe destê xweda digire ji yê şeher altkirî baştir e (Metelok 16:32). Qewateke mezin lazim e wekî meriv çev bide xwegirtina merivê girîng, dêmek Îsa. Ew malxê ku jina xwe dide xeydandinê û dikute mêrekî sist e, kîjan ku wê heleqetiya tevî Yahowa unda ke. Zebûrbêj Dawid ku qewat û mêrxas bû, giliyê usa got: “Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin. Di nav nivînên xweda kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin” (Zebûr 4:4).
“HIZKIRINÊ LI XWE KIN”
18. Çira gerekê em bi helalî hev hiz kin?
18 Bixûne 1 Korintî 13:4-7. Hizkirin gelek ferz e di zewacêda. Kitêba Pîroz dibêje: “Dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin. Û ser van hemûyada hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide” (Kolosî 3:12, 14). Mêr û jin gerekê hizkirina helal bidine kifşê û çev bidine Îsa, kîjan ku bi rezedilî xwe kire qurban bona hemûya. Hergê hîmê zewacê li ser hizkirina wî cûreyî ye, çi çetinayî jî hebin, mesele problêmêd perava girêdayî, nexweşiyêd giran, problêmêd tevî merivêd nêzîk, yeke ew wê qewî bimînin.
19, 20. a) Ça mêr û jin dikarin zewaca xwe qewî û bextewar kin? b) Çi emê pêbihesin di têma dinda?
19 Bona zewac bextewar be, lazim e qewatê xerc kin usa jî hev hiz kin û amin bimînin. Çaxê çetinayî pêşda tên, cotê zewacêda gerekê gumana xweye ser zewacê unda nekin. Wanra lazime hê gelek nêzîkî hev bin. Mêr û jinêd ku Yahowa hiz dikin û usa jî hevdu, gerekê problêmêd xwe safî kin bi hizkirinê çimkî “hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:8; Metta 19:5, 6; Îbranî 13:4).
20 Roja îroyîn gelek çetin e wekî zewaca xwe qewî û bextewar ava kin, menî ew e ku em dijîn wedê “zemanêd xirab” (2 Tîmotêyo 3:1). Tenê bi alîkariya Yahowa evê yekê dikarin bikin. Çimkî cotê zewacêda usa jî gerekê miqabilî bênamûsiya vê dinyayê herin. Di têma dinda emê pêbihesin, ku çawa mêr û jin dikarin zewaca xwe qewî xweyî kin.
a Rast e cotê zewacêda dixebitin ku hevdu bibaxşînin û çetinayêd xwe safî kin, lê bona bênamûsîkirinê Kitêba Pîroz îzinê dide cotê ne neheq, ku xwexa safî ke bibaxşîne, yan ji yê bênamûs biqete (Metta 19:9). Binihêre têma “Nihêrandina Kitêba Pîroz: Bênamûsiyê-Bibaxşînin yan Nebaxşînin?” ji jûrnala “Hişyar Bin!” ya 8 Tebaxê, sala 1995.