Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çev Bidine Îsa di Mêrxasî û Serwaxtiyêda

Çev Bidine Îsa di Mêrxasî û Serwaxtiyêda

“We ew nedîtiye, lê hûn wî hiz dikin, niha jî nabînin, lê wî bawer dikin” (1 PETRÛS 1:8).

1, 2. a) Ça em dikarin bistînin emirê heta-hetayê? b) Çi dikare alî me bike wekî dîna xwe bidine li ser rêwîtiya xwe?

 ÇAXÊ em dibine Mesîhî, ça bêjî em rêwîtiyê destpêdikin. Hergê em Xwedêra amin bimînin, rêwîtiya me wê baş be û emê bikaribin bijîn heta-hetayê. Îsa got: “Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be” (Metta 24:13). Belê, seva em xilaz kin rêwîtiya xwe, em gerekê Xwedêra amin bimînin “heta xilaziyê”, firqî tune heta xilaziya emirê me yan heta xilaziya vê dinya zulm. Em gerekê miqatî xwe bin, wekî ev dinê dîna me nede ser tiştekî din (1 Yûhenna 2:15-17). Lê ça em dikarin dîna xwe bidine li ser rêwîtiya xwe?

2 Îsa meseleke baş mera hîşt. Çaxê em di Kitêba Pîrozda lêkolîn dikin derheqa rêwîtiya Îsa, dêmek emirê wî, em dikarin bizanibin ku ew yekî ça bû. Usa emê wî hiz kin û wê baweriya me hebe hindava wî. (Bixûne 1 Petrûs 1:8, 9.) Petrûsê şandî got ku Îsa mera mesele hîşt, wekî em rast pey wî herin (1 Petrûs 2:21). Û hergê em çev didine mesela Îsa, emê bikaribin heta xilaziyê teyax kin. a (Binihêre spartin). Di gotara dinda em pêhesiyan, ku em ça dikarin çev bidine mesela Îsa di milûktiyêda û dilşewatiyêda. Di vê gotarêda, emê pêbihesin ku ça çev bidine mesela wî di mêrxasiyêda û serwaxtiyêda.

ÎSA MÊRXAS E

3. Çi ye mêrxasî û ça em dikarin mêrxas bin?

3 Mêrxasî ew hunurekî usa ye, kîjan ku dikare me qewî ke û alî me bike, wekî çetinaya teyax kin. Mêrxasî usa jî alî me dike ku em rastiyê xwey kin. Ew usa jî dikare alî me bike, ku em wedê tengasiya tevhev nebin dêmek rihet bimînin, û Xwedêra amin bin. Mêrxasî girêdayî ye tevî tirsê, gumanê û hizkirinê. Lê ça? Çaxê tirsa me heye ku Xwedê nexeydînin, emê îzinê nedin wekî tirsa hindava meriya hukum be li ser me (1 Samûyêl 11:7; Metelok 29:25). Gumana li ser Yahowa dikare alî me bike, ku em dîna xwe bidine ser axiriya xwe, ne ku ser çetinayêd xwe (Zebûr 27:14). Hizkirina helal me hêlan dike, ku em mêrxasiyê nîşan kin hela çaxê pey me dikevin jî (Yûhenna 15:13). Çaxê em îtbariya xwe Yahowa tînin û çev didine kurê wî, em mêrxas dibin (Zebûr 28:7).

4. Ça Îsa di paristgehêda mêrxasî nîşan kir? (Binihêre şikilê ewlin.)

4 Îsa 12 saliya xweda, mêrxasî nîşan kir, çaxê ew di “paristgehêda . . . tevî dersdara rûniştibû”. (Bixûne Lûqa 2:41-47.) Wan dersdara gelek rind zanibûn qanûna Mûsa, lê wana usa jî zanibûn eyd-qeydêd Cihûda. Ew eyd-qeyd, qedandina qanûna çetin dikirin. Lê Îsa îzin nedida, wekî zanebûna wana wî bidine sekinandinê, ku ew xeberde. Ew ne ditirsiya. Ewî berdewan dikir “pirs didane wan”. Belê, pirsêd Îsa mîna wan pirsa nîbûn, ku xortê cahil dikaribû bida. Ewî pirsêd usa kûr dida wan, wekî wana nikaribûn guhê xwe nedana ser û ser dişirmîş nebûna. Û çaxê wan dersdara dixwestin Îsa bi pirsa bixalfînin û pêra bikevine dewê, yeke nikaribûn. Hemûyêd ku xeberdana wî dibihîstin, usa jî dersdar, “ser zanebûn û cabêd wî zendegirtî diman”. Belê, Îsa bi mêrxasiyê rastî xwey dikir, ya ku di Xebera Xwedêda ye!

5. Îsa di qulixkirina xweda, ça mêrxasî nîşan kir?

5 Wedê qulixkirina xwe, Îsa bi cûre-cûre mêrxasî nîşan kir. Mesele, ewî meriyara eyan kir, ku serwêrêd rêlîgiyayê pê hînkirinêd qelp wana dixalfînin (Metta 23:13-36). Usa jî, Îsa îzin neda wekî eva dinya wî bike yekî xirab (Yûhenna 16:33). Ewî hela hê wedê peyketina jî dannasîn dikir (Yûhenna 5:15-18; 7:14). Û du cara, ewî bi mêrxasî paristgeh temiz kir û berî wan da, yêd ku hebandina rast bêhurmet dikirin (Metta 21:12, 13; Yûhenna 2:14-17).

Îsa ber dîwana Cihûyaye serekeda bi mêrxasî got, wekî ew heye Mesîh Kurê Xwedê

6. Ça Îsa mêrxasî nîşan kir di roja xilaziya emirê xwe li ser erdê?

6 Were em xeberdin derheqa mêrxasiya Îsaye roja xilaziya emirê wîyî li ser erdê. Îsa zanibû ku wê çi biqewime çaxê Cihûda nemamiya wî bike. Li ser derbazkirina Cejina Derbazbûnê, Îsa gote Cihûda: “Tê çi bikî zû bike” (Yûhenna 13:21-27). Paşê, çaxê esker hatine baxçê Gêtşemanî wekî Îsa bigirin, ewî xwe veneşart. Hingê rast e emirê Îsa qeziyêda bû, lê ewî şagirtêd xwe xwey kir. Ewî gote eskera: “Bihêlin bira evana herin” (Yûhenna 18:1-8). Paşê çaxê dîwana Cihûyaye serekeda pirs didane Îsa, ewî bi mêrxasî got wekî ew heye Mesîh kurê Xwedê. Îsa hela wî çaxî jî ne ditirsiya, çaxê serekkahîn menî digeriya ku wî bikuje (Marqos 14:60-65). Îsa heta mirinê jî Xwedêra bêqisûr ma. Ber mirinê gotina wîye paşin ew bû: “Temam qewimî!” (Yûhenna 19:28-30).

ÇEV BIDINE MÊRXASIYA ÎSA

7. Cahilno, çira hûn gerekê şerm nekin ku hûn Şedêd Yahowa ne, û ça hûn dikarin mêrxasiyê nîşan kin?

7 Em ça dikarin çev bidine Îsa di mêrxasiyêda? Di mektebêda. Cahilno, hergê hûn di mektebêda dersdarêd xwe û yêd dinênara dibêjin, ku hûn Şedêd Yahowa ne hûn mêrxas in, îlahî heger hûn zanin ku dibeke ser we bikenin, û yeke hûn dibêjin. Bi vê yekê, hûn didine kifşê wekî bona we qedir e, ku navê Yahowa li ser we ye. (Bixûne Zebûr 86:12.) Hinek dibek jî dixwezin ku tu êvolûsyayê bawer kî. Lê tu gerekê bawer bî, wekî çi ku Kitêba Pîroz derheqa efirandinê dibêje, ew e rast. Seva ku caba wan bidî yêd ku dixwazin bizanibin hîmê baweriya te çi ye, tu dikarî bidî xebatê biroşûra “Kanya Emir-Pênc Pirsêd Ferz” (1 Petrûs 3:15). Hergê tu bi mêrxasî rastiya Kitêba Pîroz xwey dikî, tê şabûnê bistînî!

8. Menî çi ne ku em bi mêrxasî dannasîn dikin?

8 Di qulixkirina xweda. Ça Mesîhiyêd rast, mera lazim e “mêrkîmî ser Xudan xeber” din (Karên Şandiya 14:3). Çira em dikarin bi mêrxasî dannasîn kin? Ya ewlin, em zanin, çi ku em dannasîn dikin ew ji Kitêba Pîroz e (Yûhenna 17:17). Ya duda, “em tevayî bona Xwedê dixebitin”, û ewî ruhê xweyî pîroz daye me wekî alî me bike (1 Korintî 3:9; Karên Şandiya 4:31). Ya sisiya, em Yahowa û meriya hiz dikin, û ev yek me hêlan dike ku çiqas qewata me digihîjê, meriyara dannasîn kin derheqa mizgîniya xêrê (Metta 22:37-39). Çimkî em mêrxas in, lema em tu car nasekinin dannasîn kin. Em gelek dixwazin û hazir in wekî rastiyê hîn kin, wan meriya yêd ku “kor” in, yan ji serwêrêd rêlîgiyayê hatine xapandinê (2 Korintî 4:4). Û emê berdewan kin mizgîniya xêrê dannasîn kin, hela hê heger meriv guh nadine vê mizgîniyê yan jî pey me dikevin (1 Têsalonîkî 2:1, 2).

9. Ça em dikarin wedê tengasiya, mêrxasiyê nîşan kin?

9 Çaxê em çetinayada nin. Hergê em gumana xwe bidine ser Yahowa, ew wê bawerî û mêrxasiyê bide me, seva ku çetinayada teyax kin. Çaxê merivekî meyî nêzîk dimire, dilê me zef diêşe, lê em gumana xwe unda nakin. Em sed selefî bawer in, ku “Xwedêyê hemû berdiliyê” wê me qewî ke (2 Korintî 1:3, 4; 1 Têsalonîkî 4:13). Hergê em sist in yan nexwaş in, dibeke em eşê dikişînin, lê emê qebûl nekin hemû wan derman yan mêtodêd qenckirinê, yêd ku miqabilî qanûnêd Xwedê ne (Karêd Şandiya 15:28, 29). Hergê em dilşikestî ne, dilê me dikare me “neheq ke”, lê em tu car gerekê destê xwe peya nekin. Çimkî em îtbariya xwe Yahowa tînin, yê ku “nêzîkî dilşikestiya ne”. b (Binihêre spartin.) (1 Yûhenna 3:19, 20; Zebûr 34:18)

ÎSA SERWAXT E

10. Çi ye serwaxtî, û Mesîhiyê serwaxt ça xwe dide kifşê çaxê xeber dide?

10 Serwaxtî ew hunur e, kîjan ku alî meriva dike fem kin firqiya orta rastî û nerastiyêda û paşê bijbêrin çi ku rast e (Îbranî 5:14). Mesîhiyê serwaxt safîkirinêd usa dike, ku heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî ke. Ew xeberdanêda fesal e, wekî dilê kesekî neêşîne. Ew dilê Yahowa şa dike, çimkî xeberêd usa dijbêre, yêd ku alî meriya dikin (Metelok 11:12, 13). Ew “dereng hêrs dibe” (Metelok 14:29). Ew ser riya rast diçe (Metelok 15:21). Ça em dikarin bibine merivêd serwaxt? Em gerekê Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û çi ku hîn dibin bidine xebatê (Metelok 2:1-5, 10, 11). Em usa jî dikarin hîn bin ji mesela Îsa û çev bidine wî di serwaxtiyêda.

11. Îsa çawa nîşan kir serwaxtî xeberdana xweda?

11 Îsa serwaxtî nîşan kir hemû xeberdan û kirêd xweda. Di xeberdana xweda. Çaxê Îsa mizgîniya xêrê dannasîn dikir, ewî xeberêd usa dida xebatê, ku guhdar zendegirtî diman (Metta 7:28; Lûqa 4:22). Ewî timê ji xebera Xwedê dixwend û digot. Ewî zanibû kîjan rêzê, çi derecêda bide xebatê (Metta 4:4, 7, 10; 12:1-5; Lûqa 4:16-21). Usa jî, çaxê Îsa rêz şirovedikir, ev yek zef hukum dibû ser guhdara. Paşî saxbûnê çaxê Îsa diçû Emwasê, rêva du şagirtêd xwera xeber da. Ewî wanara ew rêza ji Kitêba Pîroz ku derheqa wî bû şirovekir. Paşê şagirta usa gotin: “Lema, gava ewî rêda mera xeber dida û nivîsar mera şirovedikirin, agir dilê me diket” (Lûqa 24:27, 32).

12, 13. Kîjan mesele didine kifşê ku Îsa zû hêrs nediket û femkar bû?

12 Di êmosiya û nihêrandina xweda. Serwaxtiyê alî Îsa dikir, wekî ew zû hêrs nekeve (Metelok 16:32). Îsa êmosiyêd xwe kontrol dikir, û ew “şkestî” bû (Metta 11:29). Rast e şagirtêd wî şaşî berdidan, lê Îsa hindava wan bi sebir bû (Marqos 14:34-38; Lûqa 22:24-27). Hela çaxê wî dizêrandin jî, ew dîsa hêrs nediket (1 Petrûs 2:23).

13 Serwaxtiyê alî Îsa dikir ku ew femkar be. Ewî fem dikir meniya qanûna Mûsa, û ew yek hukum dibû ser wê yêkê ku ew hindava meriya çawa bû. Mesele, bîne bîra xwe dereca jina ku “ser xûnê vebibû”. (Bixûne Marqos 5:25-34.) Ew jinik nava elaletêra diçû û çaxê dest da kincêd Îsa, pêra-pêra qenc bû. Bi qanûna Mûsa ew jinik ne temiz bû, û îzina wê tunebû destê xwe bide kesekî (Qanûna Kahîntiyê 15:25-27). Lê Îsa tevî wê sert xeberneda. Çira? Çimkî ewî fem dikir ku hunurêd usa ça “rem û bawerî” hê ferz in, ne ku qedandina qanûna Mûsa (Metta 23:23). Îsa bi nermî got: “Evdê! Baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here û ji êşa xwe qenc be”. Ew mesele rind dide kifşê ku serwaxtiyê alî Îsa kir ku dilrem be.

14. Îsa çi danî ser ciyê pêşin, û çi alî wî kir dîna xwe bide wê yekê?

14 Bi jîyîna xwe. Îsa serwaxtî da kifşê bi wê yekê ku ewî çi cûreyî dijît. Îsa qulixkirin dida ser ciyê pêşiyê (Lûqa 4:43). Îsa hemû şixulê xwe usa safî dikir, wekî bikaribe dîna xwe bide ser qulixkirina xwe û borcê xwe biqedîne. Mesele ewî bi emirekî hêsa û nedewletî dijît, seva ku hemû wedê xwe û qewata xwe ser qulixkirinê xerc ke (Lûqa 9:58). Ewî zanibû ku lazim e ew meriya hîn ke û hazir ke, seva ku paşî mirina wî jî dannasînkirin here (Lûqa 10:1-12; Yûhenna 14:12). Ewî usa jî soz da şagirta ku wê alî wan bike “heta axiriya dinyayê” (Metta 28:19, 20).

ÇEV BIDINE ÎSA SERWAXTIYÊDA

Serwaxtî alî me dike ku fem bikin hewcêd meriva û wekî xeberêd baş bijbêrin (Binihêre abzasa 15)

15. Ça em dikarin serwaxtiyê bidine kifşê di xeberdana xweda?

15 Ça em dikarin çev bidine Îsa serwaxtiyêda? Di xeberdana xweda. Çaxê em tevî xûşk û bira xeber didin, em gerekê xeberêd usa bidin xebatê, yêd ku wê wana dilgerm ke ne ku dilteng ke (Efesî 4:29). Çaxê em xeber didin tevî meriya derheqa mizgîniya xêrê, xeberêd me gerekê “xwêkirî be”, dêmek em gerekê bi taktîkî tevî meriya xeber din (Kolosî 4:6). Em dixwazin fem bikin çi meriyara lazim e û çi wê wanra hewas be û paşê rind xebera bijbêrin. Heger em xeberêd baş bidin xebatê, meriv wê bixwazin guhê xwe bidine me û mizgîniya me dikare bigihîjê dilê wan. Usa jî çaxê em derheqa baweriyê xeber didin, hergê derece dest dide em didine xebatê Kitêba Pîroz, çimkî Xebera Xwedê zor e. Em zanin ku rastiyêd ji Kitêba Pîroz ji her xebereke me zortir e (Îbranî 4:12).

16, 17. a) Ça em dikarin nîşan kin ku em zû hêrs nakevin û femkar in? b) Ça em dikarin bi temamî dîna xwe bidine qulixkirina xwe?

16 Em di êmosiya û nihêrandina xweda. Serwaxtî alî me dike ku em êmosiyêd xwe kontrol kin û derecêd çetinda zû hêrs nekevin (Aqûb 1:19). Çaxê kesek me dixeydîne, em dixwazin fem bikin çira ewî usa kir yan usa got. Ew yek alî me dike wekî em bibaxşînin û hêrsnekevin (Metelok 19:11). Serwaxtî usa jî alî me dike, wekî em femkar bin. Em ji xûşk û birêd xwe dewa nakin ku ew qedandî bin. Dewsê em timê bîra xweda xwey dikin, ku dibeke cem wan problêmêd usa hene, ku em heta xilaziyê nikarin wana fem kin. Em hazir in guh bidine wan. Û çaxê em dikarin, em rê didine wan, dêmek em ser ya xwe nasekinin (Fîlîpî 4:5).

17 Bi jîyîna xwe. Em zanin ku dannasînkirina mizgîniyê qedrekî lapî mezin e bona me. Lema em dixwazin usa bikin ku dîna me li ser qulixkirinê be. Em Yahowa datînin ciyê pêşiyê di emirê xweda. Em bi emirekî hêsa û nedewletî dijîn, seva ku heta hatina xilaziyê, hemû wedê xwe û qewata xwe ser dannasînkirina mizgîniyê xerc kin (Metta 6:33; 24:14).

18. Em ça dikarin bigihîjne dinya teze û ser çi lazim e em bixebitin?

18 Çiqas baş e, ku me niha derheqa hine hunurêd Îsa şêwir kir! Bidin hesabê xwe çiqas wê kar be hergê em derheqa hunurêd Îsaye din jî pêbihesin, û hê zêde bibine mîna wî. Were em bixebitin ku hê zêde çev bidine Îsa Mesîh. Hergê em usa bikin, emê bigihîjne dinya teze û hê zêde nêzîkî Yahowa bin.

a Yekê Petrûs 1:8, 9 hatiye lêkirinê bona wan Mesîhîya, gumana kîjana ku ya ezmana ye. Giliyê Petrûs usa jî dikarin bidin xebatê ew Mesîhî, gumana kîjana ku jîyîna heta-hetayê li ser erdê ye.

b Hûn dikarin meselêd wan meriya, yêd ku wedê çetinayêd giran mêrxasî nîşan kirine, bivînin di jûrnala “Birca Qerewiliyê”, 1 Kanûna Pêşin sala 2000, rûpêla 24-28; û “Hişyar Bin” 22 Nîsan, sala 2003, rûpêla 18-21; û 22 Çile, sala 1995, rûpêla 11-15.