Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çev Bidine Îsa Milûktî û Dilşewatiyêda

Çev Bidine Îsa Milûktî û Dilşewatiyêda

“Mesîh xwexa jî bona we cefa kişand û nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin” (1 PETRÛS 2:21).

1. Çira em dikarin bêjin ku çaxê em çev didine Îsa, em nêzîkî Xwedê dibin?

 MERIV dixwazin çev bidine wan meriya, yêd ku ber çevê wan qîmet û hêja ne. Lê nava hemû merivêd ku hebûn yan jî hene, kesê lape hêja ku em çev bidinê, Îsa ye. Lê gelo çira? Carekê Îsa xwexa got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Îsa Mesîh bi temamî çev dida hunurêd Yahowa, lema çaxê em pêdihesin derheqa Îsa, em derheqa Yahowa jî pêdihesin. Usa jî çaxê em çev didine Îsa em hê nêzîkî Yahowa dibin. Bidine hesabê xwe, em dikarin nêzîkî Xwedayê Himzor bin. Ew çiqas qedrekî mezin e!

2, 3. a) Çira Yahowa hûr bi hûr emirê Îsa bona me da nivîsandinê, û Yahowa ji me hîviya çi ye? b) Di wan du gotarada emê derheqa çi şewir kin?

2 Di Kitêba Pîrozda hûr bi hûr tê gilîkirinê derheqa emirê Îsa Mesîh. Gelo çira? Çimkî Yahowa dixwaze ku em wî rind nas kin û bikaribin rind çev bidine wî. (Bixûne 1 Petrûs 2:21.) Di Kitêba Pîrozda mesela ku Îsa mera hîşt, tê beremberkirinê tevî pêgehê. Gelo ew çi tê hesabê? Yahowa dixwaze, wekî em pêgeha Îsada herin, dêmek her tiştîda çev bidine wî. Rast e Îsa kamil bû, lê Yahowa hîviyê nîne ku emê bi kamiltî çev bidine Îsa. Dewsê Yahowa hîviyê ye ku emê hemû qewata xwe bidine xebatê seva ku çev bidine Îsa.

3 Were em niha şêwir kin derheqa hine hunurêd Îsa. Di vê gotarêda wê bê gotinê derheqa milûktî û dilşewatiyê. Di gotara dinda wê bê şirovekirinê mêrxasî û serwaxtiya Îsa. Emê caba sê pirsêd usa bidin: Ew çi tê hesabê? Îsa çawa ev hunur nîşan kirin? Ça em dikarin çev bidine wî?

ÎSA MESÎH MILÛK E

4. Çi tê hesabê milûktî?

4 Çi tê hesabê milûktî? Gelek merî dişirmîş dibin ku merivê milûk, merivekî sist e û xweda guman nîne. Lê gelo ew yek rastî usa ne? Bi rastiyê, seva ku milûk bî, lazim e qewî û mêrxas bî. Seva ku milûk bî, ya pêşin lazim e rast ser xwe binihêrî. Mesele ferhengeke Kiteba Pîroz usa dibêje: “Milûktî ew e, çaxê tu zanî ku himberî Xwedê tu çiqas biçûk î”. Hergê em milûk in, emê tu car nefikirin, ku em ji kesekî çêtir yan baştir in (Romayî 12:3). Bona merivê neqedandî bi rastiyê jî ne hêsaye milûk be. Lê hergê em bifikirin derheqa himzoriya Yahowa û çev bidine Îsa, wî çaxî emê hîn bin ku milûk bin.

Hergê em milûk in, emê tu car xwe ji meriyêd din çêtir hesab nekin

5, 6. a) Kê ye Mixayîl? b) Mixayîl çawa milûktî nîşan kir?

5 Lê gelo Îsa çawa milûktiya xwe dida kifşê? Îsa timê jî milûk bû, hin çaxê li ser ezmana çawa milyaketê zor bû, hin jî çaxê ser erdê çawa merivekî qedandî bû. Were em hine mesele pêbihesin.

6 Nihêrandina Îsa. Di kitêba Cihûdada tê gilîkirinê derheqa emirê Îsa, pêşiya ku ew bihata ser erdê. (Bixûne Cihûda 9.) Mixayîl, dêmek serekê milyaketa, “bona cinyazê Mûsa rabû Mîrêcinra kete hucetê”. Çaxê Mûsa mir, Yahowa cinyazê Mûsa cîkî usa çel kir, ku tu kes pênehese û wî nevîne (Qanûna Ducarî 34:5, 6). Dibek jî Şeytan dixwest ku cinyazê Mûsa bide xebatê, seva ku cimeta Îsraêlî hebandina qelpda bide şaşkirinê. Em sed selefî nizanin Şeytan çi dixwest bikira, lê em zanin ku Mixayîl, dêmek Îsa, wî da sekinandinê. Kitêbekêda hatibû şirovekirinê ku xebera “rabû” û “kete hucetê”, têne xebitandinê seva ku bidine kifşê “huceta qanûnî”, dêmek em dikarin hesab kin ku “Îsa, îzina Şeytan ku cinyazê Mûsa hilde danî bin şikê”. Rast e Îsa serekê milyaketa bû, lê ewî zanibû ku qewat û îzina wî bê sînor nîne. Lema jî Îsa ew şixul da destê Yahowa Hakimê sereke, çimkî tenê îzina Yahowa hebû ku dîwana Şeytan bike. Bi rastiyê jî, Îsa milûktiya mezin nîşan kir!

Îsa Mesîh bi milûktî her tiştêd ku Xwedê wîra gotibû kir, û hela hê “mirinêra jî qayîl bû”

7. Îsa milûktiya xwe ça da kifşê?

7 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî usa jî dida kifşê milûktiya xwe bi xeberdana xwe û bi kirêd xwe. Xeberdana wî. Îsa tu car nedixwest dîna meriya bikişîne li ser xwe. Dewsa wê yekê, ewî dixwest ku hemû hurmet Bavê wî bistîne (Marqos 10:17, 18; Yûhenna 7:16). Îsa tu car usa xebernedida tevî şagirtêd xwe ku ewana xwe nimiz yan jî bêaqil hesab kin. Dewsa wê yekê, ew bi qedir bû tevî wan, payê wan dida û wanara nîşan dikir ku îtbariya xwe wana tîne (Lûqa 22:31, 32; Yûhenna 1:47). Kirêd wî. Îsa safî kir ku bi emirekî ne dewletî bijî û gelek tişt qazanç nedikir (Metta 8:20). Ew ji bo milûktiyê hazir bû xebateke usa bikira, kîjan ku yê din ne dixwestin bikirana (Yûhenna 13:3-15). Ewî usa jî derheqa milûktiyê meseleke baş hîşt bi wê yekê, ku merîkî guhdar bû. (Bixûne Fîlîpî 2:5-8.) Merivêd qure hiz nakin gura kesekî bikin, lê Îsa Mesîh bi milûktî her tiştêd ku Xwedê wîra gotibû kir, hela hê “mirinêra jî qayîl bû”. Ji vir rind tê kifşê ku Îsa milûk û “dilmilahîm” bû (Metta 11:29).

ÇEV BIDINE MILÛKTIYA ÎSA

8, 9. Ça em dikarin milûktiyê nîşan kin?

8 Em ça dikarin çev bidine milûktiya Îsa? Nihêrandina me. Çaxê meriv milûk e, ew zane ku qewat û îzina wî bi sînor e. Lema jî ew fem dike, ku îzina wî tune meriyêd din sûcdar ke. Ew wê şaşiyêd meriyêd din negere û nêtêd wanda dudilî nebe (Lûqa 6:37; Aqûb 4:12). Milûktî alî me dike, wekî em xwe gelek rast hesab nekin. Dêmek, heger fereset yan cabdariyêd meye usa hene, ku cem meriyêd din tunene, emê xwe ji wan çêtir hesab nekin (Waîz 7:16). Rûspiyê milûk wê tu car dişirmîş nebe, ku ew ji xûşk birêd xwe çêtir e. Dewsê, şivanê bi hizkirin wê “hevalê xwe ser xwera bigire”, dêmek wana ji xwe mezintr wê hesab ke (Fîlîpî 2:3; Lûqa 9:48).

9 Werên em pêbihesin derheqa W. C. Torin, kîjanî ku ji sala 1894-da ça berpirsiyarê rêwî qulix kiriye. Torinê ku haqas sal ça berpirsiyar qulix dikir, hate kifşkirinê di Niyû Yorkêda fêrma Beytelêda, seva ku mirîşka xwey ke. Her car çaxê ew difikirî ku gerekê şixulekî hê ferzva mijûl bûya, xwexa xwera digot: “Ne tu toze xalî yî. Tu kêyî ku xwe usa qure dikî”. (Bixûne Îşaya 40:12-15.) Ew bi rastiyê jî milûktiya gelek mezin e!

10. Ça em dikarin milûktiyê nîşan kin di xeberdan û kirêd xweda?

10 Xeberdana me. Heger em bi rastiyê jî milûk in, ev yek wê bê kifşê, bi vê yekê em ça tevî meriya xeber didin (Lûqa 6:45). Merivê milûk xeberdanêda, timê derheqa xwe û kirêd xwe nabêje (Metelok 27:2). Dewsê, ew wê payê xûşk û bira bide, bona xeyset-hunur û kirêd wane baş (Metelok 15:23). Kirêd me. Mesîhiyê milûk wê tu car nexwaze, ku vê dinyayêda bive merivekî navdar û girîng. Dewsê ew bi emirekî ne dewletî dijî, xebateke milûk dike, seva ku bikaribe Yahowara hê zêde qulix ke (1 Tîmotêyo 6:6, 8). Milûktiya me hê zêde wî çaxî jî tê kifşê, çaxê em guhdar in. Seva ku di civatêda “guhdariya rêberêd xwe” bikin, û rêberiya teşkîleta Yahowa qebûl kin û biqedînin, lazim e em milûk bin (Îbranî 13:17).

ÎSA MESÎH DILŞEWAT E

11. Çi ye dilşewatî?

11 Hîmê dilşewatiyê hizkirin e. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Yahowa û Îsa Mesîh didine kifşê dilşewatî û hizkirina mezin (Lûqa 1:78; 2 Korintî 1:3; Fîlîpî 1:8). Derheqa vê yekê ku Kitêba Pîroz me hêlan dike wekî em dilşewat bin, Kitêbek usa dibêje: “Ew hêlankirin tê hesabê ne ku tenê berxwekevî bona wan kê di çetinayada ne. Lazim e xem bikî bona wan, tiştekî bikî bona alîkariyê bidî wan, seva ku wana dilrihet kî, û halê wan biguhêzî”. Dilşewatî me hêlan dike, ku tiştekî bikin. Merivê dilşewat hêlan dibe wekî emirê merivêd din aliyê başda biguhêze.

12. Çi dide kifşê wekî Îsa dilşewat bû hindava meriya, û dilşewatiyê ew hêlan dikir ku çi bike?

12 Ça Îsa dilşewatî dida kifşê? Dilşewatî û kirêd Îsa. Dilê Îsa dişewitî bona meriya. Çaxê Îsa dît ku hevala wî Meryem û yêd din ji bo mirina Lazar digirîn, Îsa jî tevî wan giriya. (Bixûne Yûhenna 11:32-35.) Dilşewatiyê Îsa hêlan kir wekî Lazar sax ke. Dîsa carek jî dilşewatiyê Îsa hêlan kiribû, çaxê ewî kurê jinebîkê sax kir (Lûqa 7:11-15; Yûhenna 11:38-44). Bi saya vê dilşewatiyê ku Îsa bi kirêd xwe da kifşê, ewî mecal da Lazar wekî emirê ser ezmana bistîne. Hinek wede pêşda, çaxê elalet hate bal Îsa “gunê wî li wan hat”, û ewî “gelek tişt ew hîn kirin”, çimkî dilşewatiyê wî hêlan kir (Marqos 6:34). Ewê yekê emirê wan meriya guhast, yêd ku pey hînkirinêd wî çûn! Dilşewatiya Îsa, ew tiştekî hê zêde bû, ne ku tenê berxweketin. Dilşewatiya wî, ew hêlan dikir ku alî wan bike, kî ku hewce bû (Metta 15:32-38; 20:29-34; Marqos 1:40-42).

13. Ça Îsa bi dilşewatiyê tevî meriya xeberdida? (Binihêre şikilê ewlin.)

13 Xeberêd wîye dilşewat. Dilşewatiya Îsa wî hêlan dikir, ku tevî meriya nerm xeberde, îlahî tevî yê sist û dilşikestî. Şandî Metta çaxê derheqa Îsa digot, wekiland giliyêd Îşaya: “Ew qamîşê perçiqî hûr nake, pilta diçirûse vênasîne” (Îşaya 42:3; Metta 12:20). Ew çi tê hesabê? Îsa tu car meriv bêhurmet ne dikir û tevî wan sert nîbû. Dewsa wê yekê ewî bi xeberdana xwe ewana dilrihet dikirin. Ewî wanra dannasîn dikir, wekî gumanê bide “dilşikestiya” (Îşaya 61:1). Ewî gazî wan meriya dikir yêd ku “westiyayî û bargiran” bûn, wekî ewana cem wî “rihetiyê” bistînin (Metta 11:28-30). Îsa guman kir şagirtêd xwe, ku Xwedê hindava hemû qulixkarêd xwe dilşewat e, û hela hê hindava “biçûka” jî, û usa jî hindava wan yêd ku di vê dinêda tu tişt nînin (Metta 18:12-14; Lûqa 12:6, 7).

ÇEV BIDINE ÎSA DILŞEWATIYÊDA

14. Ça em dikarin bidine kifşê hestêd dilşewatiyê?

14 Ça em dikarin çev bidine Îsa dilşewatiyêda? Hestêd dilşewatiyê. Kitêba Pîroz mera dibêje ku em gerekê bixebitin li ser vê yekê ku nîşan kin “dilşewatî”, hela hê hergê em hînî vê yekê nehatine jî. Yahowa hîviyê ye ku em bibine “merivê nû”. Lê bona vê yekê, usa jî lazim e hîn bin dilşewat bin. (Bixûne Kolosî 3:9, 10, 12.) Lê çawa em dikarin hestêd dilşewatiyê bidine kifşê? Kitêba Pîroz dibêje: “Dilê xwe . . . vekin” (2 Korintî 6:11-13). Çaxê kesek tera gilî dike problêmêd xwe û xemkirinêd xwe, rind guhê xwe bidê (Aqûb 1:19). Bide xebatê fantazya xwe, û pirsêd usa bide xwe: “Heger ez dereca wîda bûma, minê xwe ça texmîn kira? Çi wê minra lazim bûya?” (1 Petrûs 3:8)

15. Em ça dikarin alî wan meriya bikin yêd ku telî-tengasiyada nin?

15 Kirêd meye dilşewat. Dilşewatî wê me hêlan ke, wekî em alî meriya bikin, îlahî alî wan yêd ku di telî-tengasiyada nin. Lê ça em dikarin alî wan bikin? Kitêba Romayî 12:15-da tê gotinê: “Tevî yêd digirîn bigirîn”. Merî hê zêde hewce ye ku kesek ber dilê wanda bê, ne ku problêmêd wan safî kin. Wanra hê zêde lazim e hevalê ku guhê xwe bide wan, û bona wan xem bike. Çaxê qîza xûşkeke me miribû, xûşk û bira ber dilê wêda dihatin. Ewê xûşkê giliyêd usa got: “Min gelek dişêkirand çaxê hevalêd min dihatin, û tevî min digiriyan”. Em usa jî dikarin dilşewatiyê nîşan kin, heger bi şixulekî alî meriya bikin. Dibek jî hene jinebiyêd usa, kêra ku alîkarî lazim e wekî tiştekî mala wêda çêkin. Yan dibek jî heye Mesîhîkî emirê mezinda, kêra ku lazim e alîkarî ku bivine civatê, yan ser dannasînkirinê, yan jî bal hekîm. Hela hê kirêd weye biçûk jî, dikare emirê meriya aliyê başda biguhêze (1 Yûhenna 3:17, 18). Dilşewatiya lape mezin em dikarin meriyara bidine kifşê wî çaxî, heger em çiqas qewata me digihîjê wanara dannasîn kin derheqa mizgîniya xêrê. Bi vê yekê em rastî jî dikarin emirê meriyêd dilsax aliyê başda bidine guhastinê.

Gelo tu bi dil xem dikî bona xûşk û birêd xwe?(Binihêre abzasa 15)

16. Em çi dikarin bêjine wan yêd ku dilşikestî ne?

16 Xeberêd meye dilşewat. Dilşewatî me hêlan dike, wekî em pê xeberêd xwe ber dilê merivêd diltengda bên (1 Têsalonîkî 5:14). Lê çi em dikarin bêjin wekî wana dilgerm kin? Em dikarin wanara bêjin, ku em çiqas bona wan xem dikin. Em dikarin payê wan bidin, û alî wan bikin ku ewana bivînin hunur û feresetêd xweye baş. Em dikarin bînine bîra wan, ku Yahowa ewana anîne ser riya rast û ewana gerekê ji Yahowa razî bin (Yûhenna 6:44). Em dikarin wana bidine bawerkirinê, ku Yahowa gelek xem dike bona hemû qulixkarêd xwe, yêd ku dilşikestî ne (Zebûr 34:18). Xeberêd meye dilşewat bi rastiyê jî dikarin dilgerm kin wan, yêd ku hewcê berdilyê ne (Metelok 16:24).

17, 18. a) Yahowa dixwaze ku rûspî hindava berxêd wî çawa bin? b) Emê çi pêbihesin di gotara dinda?

17 Rûspîno, Yahowa hîviyê ye, ku hûn tevî berxêd wî bi dilşewatî bin (Karêd Şandiya 20:28, 29). Bira bîra teda be, ku tu borcdarî berxêd wî hîn kî, qewî kî, û dilgerm kî (Îşaya 32:1, 2; 1 Petrûs 5:2-4). Rûspî ku dilşewat e, wê tu car ser birêd xwe kontrol neke. Dêmek ew wê qanûna usa çê neke û ser îsafa wan hukum neke, seva ku ewana zorê haqas bikin çiqas ku ji qewata wan der e. Dewsa vê yekê, rûspî dixwaze ku xûşk û birêd wî bi rastiyê bextewar bin. Rûspî îtbariya xwe wana tînin, ku hizkirin hindava Yahowa wê wan hêlan ke bi dil û can jêra qulix kin (Metta 22:37).

18 Hergê em bifikirin li ser milûktî û dilşewatiya Îsa, emê hêlan bin çev bidine wî. Di gotara dinda, emê pêbihesin ku çawa em dikarin çev bidine Îsa di mêrxasî û serwaxtiyêda.