Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Berdewan kin bi Xîret Dannasîn kin

Berdewan kin bi Xîret Dannasîn kin

ÎRO dannasînkirin şixuleke gelek ferz e. Hilbet, tu çawa qulixkarê Yahowa, qîmet dikî vê yekê, ku tu jî dikevî nava şixulê hazirkirina şagirta. Lê dibeke tu qayîl bî, wekî car cara qulixkar yan jî pêşeng dikarin xîreta xwe hindava dannasînkirinê unda kin.

Çi dikare alî te bike wekî dannasînkirinêda xîreta xwe unda nekî?

Hine qulixkar dilteng dibin ji bo vê yekê, ku wedê dannasînkirina mal bi mal, nikarin merivara xeber din. Menî ew e ku gelek meriv malda nînin. Yan jî xweyê malê hindava mizgîniya me bêtalaş in, yan dibeke bi dijminatî ser me binihêrin. Lê hinek jî, berxwedikevin ji bo vê yekê, ku mihala wan gelek mezin e, û ewana ditirsin nikaribin şixulê xwe xilaz kin. Lê hinek qulixkar jî, îda gelek sale ku dannasîn dikin, lê qe hîviyê nî bûn ku haqas sal dannasînkirin wê lazim be, û lema dilteng dibin.

Cimeta Yahowa ji bo çetinaya, dikare şixulê dannasînkirinêda şabûnê unda ke. Û em ecêbmayî namînin, wekî gelek çetin e mizgîniya xêrê ji Xwedê, dannasîn kin, çimkî dinya bin hukumê “yê xirabda ye”, dêmek Şeytan (1 Yûhenna 5:19).

Wedê dannasînkirina mizgîniya xêrê, tu rastî çi çetinaya jî bêyî, bawer be ku Yahowa dikare alî te bike, wekî tu wan çetinayada teyax kî. Werên em pêbihesin hine şîreta, yê ku wê alî me bikin, wekî xîreta xwe dannasînkirinêda unda nekin.

ALÎ YÊD NECÊRIBANDÎ BIKE

Her sal, bi hezara meriv têne nixumandinê, wekî Yahowara qulix kin. Hergê tu teze hatî nixumandinê, xûşk û birayêd ku gelek sal e dannasîn dikin û cêribandî ne, wê alî te bikin. Lê hergê gelek sal e ku qulix dikî, tu dikarî tiştekî qîmet bikî, dêmek di dannasînkirinêda alî wan bikî kîjan necêribandî ne.

Îsa zanibû ku şagirtêd wîra rêberî lazim e, wekî dannasînkarêd baş bin, ewî wanara nîşan dikir ku ça gerekê dannasîn bikin (Lûqa 8:1). Îro jî, lazim e em alî xûşk bira bikin, wekî dannasînkarêd baş bin.

Em gerekê hîviyê nîbin wekî dannasînkarê teze, hergê dertê ser dannasînkirinê, ew wê xwexa hîn be û cêribandî be dannasînkirinêda. Na, wîra lazim e dersdar, kîjan ku wê bi hizkirin û nerm wî hîn ke. Dersdar gerekê wî hîn ke wekî ew bizanibe çawa 1) pêşanînê hazir ke, ku dannasînkirinêda bide xebatê, 2) xeberdanê destpêke tevî xweyê malê yan jî rastî kê tên, 3) edebyetê bide, 4) hewasa meriya pêşda bîne, û 5) destpêke hînbûna Kitêba Pîroz. Hergê yê teze rind dîna xwe bide dersdar û çev bide wî, ew yek wê gelek karê bîne (Lûqa 6:40). Yê necêribandî wê gelek razî be, hergê hevalqulixkarê wî rind guhê xwe bide wî, û hergê lazim e alî bike. Ew usa jî wê karê bistîne hergê payê wî bidin û şîretêd kêrhatî bidinê (Waîz 4:9, 10).

TEVÎ HEVALQULIXKARÊ XWE XEBER DE

Dibeke tu hemû tiştî dikî ku wedê dannasînkirinê xweyê malêra bikevî xeberdanê. Lê ew jî ferz e ku tevî hevalqulixkarêd xwe xeber dî. Bîra xweda xwey ke wekî, Îsa şagirt “dudu-dudu” dişande ser dannasînkirinê (Lûqa 10:1). Bi vê yekê wana dikaribûn hevdu bişidînin û hêlan kin. Dêmek çaxê em tevî xûşk û bira dertên ser dannasînkirinê, ew wede mera mecaleke baş e wekî em “dil bidin ber hev” (Romayî 1:12).

Lê derheqa çi hûn dikarin hevra xeberdin? Wan paşwexitiyada qewimandinêd hewas tevî we kesekî qewimî ne? Yan jî wedê hînbûna şexsî yan qulixkirina tevî malbetê, têmek gelek we xweş hatiye? Yan dibeke ser civatê fikireke baş we bihîst, bi kîjanî hûn şidiyan. Cara, dibeke tu tevî wî merivî dannasîn kî, tevî kîjanî ku ne hergav dannasîn dikî. Hingê tu dikarî wê bipirsî, hela ew ça hatiye nava rastiyê? Ewî ça bawer kiriye, ku teşkîleta Şedêd Yahowa, ew heye teşkîleta Xwedê? Ew ku Şedêd Yahowa ye, çi qedir standiye û çi qewimandinêd şidandinê tevî wî qewimîne? Hûn dikarin qewimandinêd xwe jî gilî kin. Çaxê tevî kesekî dertêyî ser dannasînkirinê, firqî tune meriv guh didine we yan na, ew wede mecaleke baş e wekî “alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11).

XWERA BIKE XEYSET HÎNBÛNA ŞEXSÎ DERBAZ KÎ

Hergê em nexwazin xîreta xwe unda kin di dannasînkirinêda, em gerekê xwera bikine xeyset hînbûna şexsî derbaz kin û lêkolîna bikin. “Xulamê amin û serwaxt” bona me cûre-cûre têma derdixe (Metta 24:45). Dêmek bona me gelek têma hene, kîjan ku em dikarin lêkolîn bikin û ruhanî têr bin. Werên em xeberdin derheqa têmekî kîjan ku wê baş be em lêkolîn kin wedê hînbûna şexsî: “ Çira dannasînkirina mizgîniya Padşatiyê gelek ferz e?” Dîna xwe bidin vê çargoşê, kîderê ku hatiye nivîsarê hine menî ku çira ew yek ferz e.

Hergê tu bixûnî ewê çargoşê, ew dikare te hêlan ke ku berdewan kî bi xîret dannasîn kî. Tu dikarî wedê hînbûna şexsî lêkolîn bikî, ku dîsa çi menî hene wekî dannasînkirina mizgîniya Padşatiyê gelek ferz e. Paşê bifikire ser wan meniya û ser rêzêd ji Kitêba Pîroz, kîjan ku îzbat dikin evê yekê. Bi wî cûreyî tuyê hê zêde bixwazî ku bi xîret dannasîn kî.

GUH BIDE ŞÎRETA

Teşkîleta Yahowa timê mera şîreta dide, yêd ku alî me dikin wekî dannasînkirina xwe hê baş kin. Xêncî dannasînkirina mal bi mal, em dikarin bi cûrekî din jî dannasîn kin. Mesele, pê nemê, pê têlê, dannasîn kin kûçê yan di ciyêd ku gelek merî hene, û usa jî dannasînkirina neformal yan jî ciyêd karkirinê. Hin jî, em dikarin şixulê xwe usa biguhêzin ku bikaribin dannasîn kin wan ciya, kîderê ku hindik tê dannasînkirinê.

Hûn hazir in ku ewan şîreta bidine xebatê û bi wan cûra dannasîn kin? Ewêd ku ew şîret dane xebatê, berêd baş anîne û şabûn standine. Werên em binihêrin sê mesela.

Mesela pêşin mera nîşan dike, ku çiqas baş e çaxê şîreta didine xebatê, kîjan ku di “Qulixkirina Meye Padşatiyêda” hene. Xûşk bi navê Êprîl, daye xebatê şîreta di “Qulixkirina Meye Padşatiyêda”, derheqa vê yekê ku çawa destpêkin hînbûna Kitêba Pîroz. Ewê sê hevalxebatkarêd xwe teglîf kir ku hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin, û ew ecêbmayî ma çaxê wan sê meriva, destpêkirin hînbûna Kitêba Pîroz, û hin jî destpêkirin bêne ser civatê.

Mesela duda, şîret derheqa belakirina edebyetêd me. Di “Qulixkirina Meye Padşatiyêda” hebû şîret ku em jûrnalê bi têmaya bijbêrin, wekî kîjan têma meriyara wê hewas be. Berpirsiyarê mihalê di Amêrîkayêda, ew şîret daye xebatê. Ewî di mihala xweda, jûrnala “Hişiyar Bin” kîjanêda ku hebû têma derheqa çerxêd erebê, daye hemû mênêcêrêd dikana çerxa. Ewî usa jî tevî jina xwe, jûrnala bi rêza gotara, derheqa qîmetkirina şixulê hekîma, 100 zêdetir nexweşxanêd mihala xweda bela kirine. Ew gilî dike: “Bi saya dannasînkirina usa, gelek meriv hin derheqa şixulê me, hin jî derheqa edebyetêd me pêhesiyane. Usa jî bi saya heleqetiya hevaltî, mera mecal çêbû ku dîsa rastî wan meriva bên”.

Mesela sisiya, ew heye derheqa dannasînkirina pê têlê. Xûşk bi navê Cûdî, Beytela Amêrîkayêra nemek nivîsî, wekî nîşan ke razîbûna xwe derheqa wê hêlankirinê ku pê têlê dannasîn kin. Ew dibêje ku diya wê 86 salî ye û gelek nexweşiyê wê hene, lê timê pê têlê dannasîn dike. Û ew şabûneke gelek mezin distîne, çimkî tevî jineke 92 salî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike.

Şîretêd ku di edebyetêd meda hene, gelek kêrhatî ne. Ewan şîreta bide xebatê. Ew yek dikare alî te bike wekî di dannasînkirinêda şabûn û xîreta xwe xwey kî.

NÊTÊD AQIL DAYNIN PÊŞIYA XWE

Pêşdaçûyîn di dannasînkirinêda bi wê yekê nayê çapkirinê, hela em çiqas jûrnal bela dikin, çiqas hînbûna Kitêba Pîroz em derbaz dikin, yan jî çiqas merî bi saya me dibine qulixkarê Yahowa. Werên em dişirmîş bin hela xêncî malbeta Nuh, dîsa kê bi saya dannasînkirina wî, bû qulixkarê Yahowa. Qe tu kes, lê yeke Nuh dannasînkarekî baş bû. Ya lape ferz ew e, ku em amin qulix kin Yahowara (1 Korintî 4:2).

Gelek qulixkara texmîn kirin, ku seva ku ewana dannasînkirinêda şabûna xwe unda nekin, wanara lazim e nêtêd aqilayî daynin pêşiya xwe. Mesele em çi nêtê dikarin daynin pêşiya xwe? Derheqa hinek ji wan nêta nivîsar e di  çargoşêda ser vê rûpêlê.

Bi alîkariya Yahowa dannasînkirina we wê kêrhatî û bi berê baş be. Çaxê tu bigihîjî nêtêd xwe, tuyê şabûn û rihetiyê texmîn kî, çimkî tu zanî ku hemû tiştî dikî, seva ku mizgîniya xêrê dannasîn kî.

Belê, dannasînkirina mizgîniya xêrê hêsa nîne. Lê, hergê tu ewan şîreta bidî xebatê, tuyê bikaribî bibî dannasînkarê bi xîret. Wedê dannasînkirinê tevî hevalqulixkarê xwe xeberde, xwera bike xeyset hînbûna şexsî derbaz kî, bide xebatê şîretêd xulamê amin, û nêtêd aqilayî dayne pêşiya xwe. Bîra xweda xwey ke, ku Xwedê qedir daye te ku bibî şedê wî û dannasîn kî mizgîniya xêrê (Îşaya 43:10). Emê şabûneke çiqas mezin bistînin, hergê em bi xîret berdewan kin dannasîn kin!