Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Hûnê “Hişyar Bimînin?”

Gelo Hûnê “Hişyar Bimînin?”

“Hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin” (METTA 25:13, ÎM).

1, 2. a) Îsa derheqa rojêd axiriyê çi eyan kir? b) Di vê têmayêda emê derheqa kîjan pirsa xeberdin?

 BIDE ber çevê xwe ku Îsa rûniştiye ser çiyayê Zeytûnê û dinihêre ser paristgeha Orşelîmê. Ew tevî çar şagirtêd xwe Petrûs, Endrawis, Aqûb û Yûhenna ye. Wana rind guh didane Îsa, çaxê ewî wanara pêxembertiya bona axiriyê gilî dikir. Evê pêxembertiyê eyan dikir ku çi wê biqewime wedê rojêd axiriya vê dinya zulm, çaxê Îsa padşatiyê bike di Padşatiya Xwedêda. Îsa wanra gilî dike, ku di wan rojêd axiriyêda, xulamê wîye “amin û serwaxt” wê bibine wekîlê wî, û wextda xwarina ruhanî bidine qulixkarêd wî (Metta 24:45-47).

2 Paşê, Îsa di vê pêxembertiyêda metelokekê gilî dike derheqa deh qîzêd bikir. (Bixûne Metta 25:1-13.) Di vê têmayêda emê xeberdin derheqa van pirsa: 1) Nêta vê metelokêye sereke çi ye? 2) Yêd rûnkirî şîreta ji vê metelokê ça dane xebatê, û kara ji vê yekê çi ye? 3) Ça her kes ji me îro, dikare karê bistîne ji vê meteloka Îsa?

ÇI YE NÊTA METELOKÊ?

3. Berê edebyetêd meda ça dihate şirovekirinê meteloka derheqa deh qîzêd bikir, û dibeke çi kêmasiya vê yekê hebû?

3 Di têma pêşinda em pêhesiyan, ku di wan paşwextiyada, xulamê amin û serwaxt guhast cûrê şirovekirina qewimandinêd ji Kitêba Pîroz. Xulamê amin niha hê zêde dîna xwe dide ser dersêd kêrhatî, ne ku ser femkirina bi sîmbolîk yan jî bi pêxembertî. Mesele meteloka Îsa derheqa deh qîzêd bikir. Edebyetêd meda dihate gotinê, wekî rûn, derdana rûn û çira, ew têne hesabê kesek yan tiştek. Gelo diqewime, ji bo vê yekê ku dîna xwe didane ser tiştêd biçûk, nêta ferz ya vê metelokê unda bû? Caba vê pirsê ferz e.

Qîzêd bikir gerekê pê çirêd vêxistî hazir bûna çaxê zeva bihata

4. Di vê metelokêda em ji ku zanin wekî a) kî ye zeva? b) kê ne qîzêd bikir?

4 Werên em lêkolîn kin nêta meteloka Îsa. Ya ewlin, dişirmîş bin derheqa kesêd di metelokêda. Kî ye zeva? Ew heye Îsa Mesîh. Em evê yekê zanin, çimkî Îsa xwexa derheqa xwe got ku ew e zeva (Lûqa 5:34, 35). Kê ne qîzêd bikir? Ewana “keriyê . . . biçûk” in, dêmek Mesîhiyêd rûnkirî. Lê em ji ku zanin? Di metelokêda, qîzêd bikir gerekê pê çirêd vêxistî hazir bûna çaxê zeva bihata. Niha dîna xwe bidinê, Îsa çi gote rûnkiriyê xwe: “Bira pişta we girêdayî û çirêd we vêxistî bin. Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîviya axayê xwe ne, ku ewê kengê ji dewatê vegere” (Lûqa 12:32, 35, 36). Hin jî, Pawlos û Yûhennayê şandî jî rûnkiriyêd Îsa beramberî qîzêd bikir kirin (2 Korintî 11:2; Eyantî 14:4). Dêmek Îsa ev meteloka ku di Metta 25:1-13-da hatiye nivîsarê, bona vê yekê got wekî temiyê bide rûnkiriyêd xwe û wekî haş ji xwe hebin.

5. Îsa ça eyan kir ku ew metelok derheqa kîjan wedeyî ye?

5 Lê em ça bizanibin ku ev şîreta Îsa derheqa kîjan wedeyî bû? Wê alî me bike giliyêd Îsa, kîjan ku ewî berî xilaziya metelokê got: “Zeva hat” (Metta 25:10). Ji jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2013, em pêhesiyan ku pêxembertiya Îsaye di Metta serê 24 û 25-da, heyşt cara tê gotinê derheqa hatina Îsa. Çaxê Îsa derheqa hatina xwe digot, ewî bona wedê tengasiya mezin digot, çaxê ew bê dîwanê bike û dinya zulm qir ke. Dêmek em divînin ku meteloka Îsa derheqa rojêd axiriyê ye, lê ew wê wedê tengasiya mezin bê.

6. Çi ye nêta vê metelokê?

6 Em çi dikarin hîn bin ji nêta vê metelokê? Werên em bikine bîra xwe kontêksta vê metelokê. Di Metta serê 24-da, Îsa xeber dide derheqa xulamê amin û serwaxt. Ew xulam gerekê koma biçûk ya rûnkiriya bûya, kîjan ku gerekê borcdarî hilda ser xwe nava peyçûyêd Îsada, wedê rojêd axiriyê. Îsa pêşda gote wan rûnkiriya ku ewana gerekê amin bimînin. Lê serê 25-da, Îsa metelok anî derheqa deh qîzêd bikir, wekî hemû rûnkiriyêd xwe şîret ke bona rojêd axiriyê. Ewî wanra got “hişyar bimînin”, çimkî bi vê yekê wana wê xelata xweye ezmana unda nekirana (Metta 25:13). Niha werên em evê metelokê şirovekin û bivînin ku rûnkiriya çawa ew şîret qebûl kirin.

RÛNKIRIYA ÇA ŞÎRETA JI METELOKÊ QEBÛL KIRIN?

7, 8. a) Çira qîzêd serwaxt hazir bûn? b) Çawa rûnkirî hazir in?

7 Di vê metelokêda, Îsa kifş kir ku qîzêd serwaxt ne mîna qîzêd bêfem bûn, ewana îda hazir bûn çaxê zeva hat. Çira? Çimkî xwe hazir kirin û hişyar man. Hemû deh qîzêd bikir gerekê serxwe bûna û miqat bûna wekî şev çirêd wan vênesin. Ew pênc qîzêd serwaxt ku ne mîna yêd bêfem bûn, xwe hazir kirin çimkî wana xwera tevî çirêd xwe rûnê zêde hildan. Lê gelo çawa rûnkiryêd amin xwe hazir kirine bona hatina Îsa?

8 Rûnkirî hazir in wekî şixulê xwe heta xilaziyê biqedînin. Ewana fem dikin, seva ku Xwedêra qulix kin, lazim e înkar kin ew komforta matêrîalî ku dinya Şeytanda ne, û ewana usa jî dikin. Ewana dixwazin bi aminî Xwedêra qulix kin, ne ku çimkî xilazî nêzîk e, lê çimkî ewana Xwedê û Kurê wî hiz dikin. Ewana bêqusûrtiya xwe xwey dikin û nahêlin wekî dinya perehiz, bênamûs û xwehiz ser wan hukum ke. Ewana mîna wan qîzêd serwaxt, yêd ku çira hazir kirin û hîviyê bûn, şewqê didin û bi sebir hîviya hatina Zeva ne. Dibeke usa tê kifşê, ku Zeva derengî dikeve, lê ewana dîna xwe nadine wê yekê (Fîlîpî 2:15).

Îsa pêşda şîret da rûnkiriya, wekî ewana amin bimînin

9. a) Îsa çi gote şagirtêd xwe derheqa xewraçûyînê? b) Rûnkiriya xwe ça dane kifşê, çaxê deng bihîstin ku: “Va ye zeva tê”? (Binihêre spartin.)

9 Qîzêd serwaxte bikir usa jî hazir bûn bona hatina zeva, çimkî ewana hişyar bûn. Lê di metelokêda tê gotinê wekî hemû 10 qîzêd bikir “hênijîn û xewra çûn”, çaxê hîviya zeva bûn, yê ku tê bêjî derengî diket. Lê gelo dikare usa biqewime ku îro Mesîhiyêd rûnkirî jî “xewra herin”, dêmek heta hîviya hatina Îsa ne, hişê wan û dîna wan here ser tiştêd din? Belê. Îsa zanibû wekî hela hê ew merivê ku hazir e jî, wedê hîviyêbûnê dikare sist be û dîna wî here ser tiştêd mayîn. Rûnkirî gelek dixebitin, wekî hişyar bimînin. Di vê metelokêda, hemû deh qîzêd bikir çaxê ev deng bihîstin: “Va ye zeva tê!” hişyar bûn. Lê tenê qîzêd serwaxt hazir bûn (Metta 25:5, 6; 26:41). Îro jî, wedê wan rojêd axiriyê, Mesîhiyêd rûnkirî deng bihîstin ku: “Va ye zeva tê!” Wana îzbatkirina qewî ya hatina Îsa dîtin, û ewana hazir in bona hatina wî. a (Binihêre spartin.) Werên em biniherin xilaziya meteloka Îsa, yê ku dîna me dide ser wedekî konkrêt.

XELAT BONA SERWAXTA Û DÎWANKIRIN BONA BÊFEMA

10. Em çi dikarin bêjin derheqa dereca orta qîzêd bêfem û qîzêd serwaxt?

10 Li xilaziya vê metelokê qîzêd bêfem ji qîzêd serwaxt rûnê bona çirê dixwazin. Lê qîzêd serwaxt qayîl nebûn alî wan bikin. (Bixûne Metta 25:8, 9.) Lê gelo kengê tiştê usa qewimiye ku mesîhiyêd rûnkirî alî ketiya nekirine? Hela bîne bîra xwe, ew metelok derheqa kîjan wedeyî dibêje. Îsa, dêmek Zeva, tê wekî nêzîkî xilaziya tengasiya mezin dîwanê bike. Dêmek, ça tê kifşê ew dereca orta qîzêd bêfem û qîzêd serwaxt wê biqewime hema pêşiya xilaziya tengasiya mezin. Çira em usa dibêjin? Çimkî wî wedeyî rûnkirî mora xweye xilaziyê wê bistînin.

11. a) Çi wê biqewime pêşiya destpêbûna tengasiya mezin? b) Ew yek ku qîzêd serwaxt gotine yêd bêfem ku herin û xwexa rûn bikirin, çi tê hesabê?

11 Dêmek, paşê pêşiya ku tengasiya mezin destpêbe, hemû rûnkiriyêd amin wê mora xilaziyê bistînin (Eyantî 7:1-4). Pey wê yekêra ewana îda wê sed selefî bizanibin ku wê herin ser ezmana. Lê hela dişirmîş be derheqa salêd pêşiya tengasiya mezin. Heger ji rûnkiriya hinek hişyar û amin nemînin, wê çi biqewime tevî wan? Ewana wê morê nestînin. Lema wî çaxî mesîhiyêd amine din wê bêne rûnkirinê. Çaxê tengasiya mezin destpêbe, ewêd bêfem û neamin, çaxê bivînin ku Babîlona Mezin hate kuta kirinê, wê zendegirtî bimînin. Wî çaxî ewana wê fem kin ku hazir nînin bona hatina Îsa. Hergê hingê ewana alîkariyê bixwazin, gelo wê bistînin? Caba wê pirsê di metelokêda ye. Qîzêd serwaxt rûn nedane qîzêd bêfem, û dewsê gotin wekî herin xwexa bikirin. Çimkî eva “nîvê şevê” qewimî, kes tune bû ku rûn bifrota wan. Îda gelek dereng bû!

12. a) Wedê tengasiya mezin, yêd ku rûnkirî bûn lê amin neman wê çi halîda bin? b) Çi wê biqewime tevî wan, yêd ku mîna qîzêd bêfem bin?

12 Wedê tengasiya mezin, rûnkiriyêd amin wê nikaribin alî neamina bikin. Çimkî wê îda gelek dereng be. Lê çi wê biqewime tevî neamina? Dîna xwe bide wê yekê, ku çi qewimî tevî wan qîzêd bêfem, yêd ku çûn rûn bikirin: “Zeva hat û ewêd hazir tev wî ketine dewatê û derî hate girtinê”. Çaxê Îsa nêzîkî xilaziya tengasiya mezin bê, ew wê hemû rûnkiriyêd amin li ser ezmana top ke (Metta 24:31; 25:10; Yûhenna 14:1-3; 1 Têsalonîkî 4:17). Lê yêd neamin wê qebûl neke. Mîna wan qîzêd bêfem ewana jî dibeke usa bêjin: “Em xulam, Em xulam! Derî li me veke!” Lê Îsa wê ça caba xwe bide? Lê sed heyf Îsa wê dîsa usa bêje wan, çawa ku wê bêje neheqa: “Ez rast wera dibêjim, ez we nas nakim” (Metta 7:21-23; 25:11, 12).

Her rûnkirî gerekê xwexa hazir be û hişyar bimîne

13. a) Çira em gerekê nebêjin ku gelek ji mesîhiyêd rûnkirî, wê bibine neamin? b) Çira em dikarin bêjin ku meteloka Îsa dide kifşê ku ew îtbariya xwe rûnkiriyêd xwe tîne? (Binihêre şikilê ewlin.)

13 Lê gelo Îsa ev yek dixwest bigota, ku gelek ji rûnkiriya wê neamin bin û dewsa wan wê yêd din bêne jibartinê? Na. Di Metta serê 24-da, em dixûnin ku Îsa pêşda gote xulamê amin û serwaxt, wekî ewana nebine xulamê xirab. Lê ew nayê hesabê ku Îsa hîviyê bû ku wê usa jî biqewime. Ji wir tê kifşê ku meteloka derheqa dehe qîzêd bikir, ev heye şîret yan jî temî. Çawa dehe qîzêd bikir, pênc ji wan bûne bêfem, pênc jî serwaxt, usa jî mesîhiyê rûnkirî gerekê bijbêre ku bibe serwaxt, dêmek hazir be û hişyar be, ne ku bibe bêfem û neamin. Pawlos jî şîreteke usa da xûşk û birêd rûnkirî. (Bixûne Îbranî 6:4-9; beramber kin Qanûna Ducarî 30:19.) Pawlos sert şîret da wan, lê ewî îtbariya xwe xûşk birêd xwe dianî, ku ewana dikarin xelata xwe bistînin. Dersa meteloka derheqa dehe qîzêd bikir, dide kifşê, ku Îsa jî îtbariya xwe rûnkiriya tîne. Ew zane ku her kes ji rûnkiriya dikare amin bimîne û bistîne xelata baş!

“PEZÊD DIN” ÇI KARÊ DIKARIN BISTÎNIN JI METELOKÊ?

14. Çira “pezêd din” jî dikarin karê bistînin ji vê meteloka derheqa deh qîzêd bikir?

14 Meteloka Îsa bona Mesîhiyêd rûnkirî bû. Lê gelo pezêd din jî dikarin ji vê metelokê karê bistînin? (Yûhenna 10:16) Belê! Nêta metelokê gelek femdarî ye: “Hişyar bimînin”. Carekê Îsa got: “Û ez çi wera dibêjim, hemûyara dibêjim: ‘Hişyar bimînin!’” (Marqos 13:37) Îsa dewa dike wekî hemû şagirtêd wî hazir bin û hişyar bimînin. Û hemû mesîhî dikarin çev bidine mesela rûnkiriyaye baş, yêd ku qulixkirinê datînin ciyê pêşiyê di emirê xweda. Bînin bîra xwe, ku qîzêd bêfem ji qîzêd serwaxt hîvî kirin wekî hine rûn bidine wan. Hîvîkirina wana qebûl nekirin. Ew mera nîşan dike wekî tenê meva girêdayî ye emê amin bimînin yan na. Lema jî em gerekê xwexa hişyar bin û hazir bin. Tu kes dewsa me yan seva me nikare ewê yekê bike. Emê xwexa caba xwe bidin ber dîwana Îsa Mesîh, yê ku wê zûtirekê bê. Dêmek em gerekê hazir bin!

Dewsa me tu kes nikare amin bimîne yan hişyar bimîne

15. Çira zewaca Îsa û bûka wî, hewas e bona hemû Mesîhiyêd rast?

15 Hemû mesîhiyara hewas e ew zewac, derheqa kîjanî ku di meteloka Îsada hatiye gotinê. Di axiriyêda, paşî Harmegedonê, mesîhiyêd rûnkirî wê bibine bûka Îsa (Eyantî 19:7-9). Paşê her kesê li ser erdê wê karê bistîne ji zewaca li ezmana. Çira? Çimkî ew sozê serwêrtiya kamil bona hemû meriva dide. Firqî tune gumana me ya ezmana ye yan ya erdê, werên em xwera safî kin wekî hazir bin û berdewan kin hişyar bimînin. Hergê em usa bikin, emê bikaribin ji axiriya başra şa bin, kîjan ku Yahowa bona me hazir kiriye!

a Di metelokêda pêşiyê tê gotinê ku “Va ye zeva tê!” (rêza 6), û paşê dibêje ku zeva hat (rêza 10), dêmek orta wan du qewimandinada wede heye. Nava wan rojêd paşinda, rûnkirî têne hêlankirinê ku hişyar bimînin. Wana texmîn kir nîşana vê yekê ku Îsa tê, lema jî ewana zanin ku Îsa di Padşatiya Xwedêda padşatiyê dike. Lê ewana dîsa jî gerekê hê hişyar bimînin, heta ku Îsa bê.