Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bi Aminî Alî Birêd Îsa Mesîh Bikin

Bi Aminî Alî Birêd Îsa Mesîh Bikin

“We çi ji yekî ji van birayên min yêd herî biçûkra kiribe, we ew ji minra kiriye” (METTA 25:40, ÎM).

1, 2. a) Îsa kîjan metelok hevalêd xweyî nêzîkra gilî kirin? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Em çi gerekê bizanibin derheqa meteloka pêz û bizina?

 ÎSA tevî hevalêd xweyî nêzîk Petrûs, Endrawis, Aqûb û Yûhenna derheqa tiştekî gelek hewas xeberdida. Paşê çaxê Îsa metelokêd derheqa xulamê amin û serwaxt, deh qîzêd bikir, û telanta wanara gilî kir, peyra ewî meteloka din gilî kir. Di vê metelokêda ewî xeberda derheqa wî wedeyî çaxê “Kurê Însan” dîwana “hemû mileta” bike. Ewî got ku “Kurê Însan” wê meriva ji hevdu başqe ke û bike du koma, komek beramberî pêz kir û ya din jî beramberî bizina. Ewî usa jî gilî kir derheqa komeke ferz “birêd” Padşê. (Bixûne Metta 25:31-46.)

2 Ew metelok çawa şandiyara usa jî wedê meda qulixKarên Yahowara jî hewas e, çimkî ew girêdayî ye tevî emirê meriya. Îsa got ku hinek wê emirê heta-hetayê bistînin, lê yêd din wê bêne kutakirinê. Lema gelek ferz e, wekî em bizanibin ew metelok çi tê hesabê û em çi gerekê bikin wekî emirê heta-hetayê bistînin. Di vê têmayêda, emê pêbihesin caba wan pirsa: Ça Yahowa alî me kir wekî fem bikin evê metelokê? Em ça dikarin bizanibin ku ew metelok girêdayî ye tevî dannasînkirinê? Kê gerekê dannasîn ke? Û çira ferz e wekî meriv niha amin bin “Padşa” û “birêd” wîra?

ÇA YAHOWA ALÎ ME KIR WEKÎ FEM BIKIN EVÊ METELOKÊ?

3, 4. a) Em çi gerekê bizanibin wekî evê metelokê fem bikin? b) Sala 1881, “Birca Qerewiliyêda” ew metelok ça hatibû şirovekirinê?

3 Seva ku em fem bikin meteloka derheqa pêz û bizina, em gerekê bizanibin 1)  ye “Kurê Însan”, yan “Padşa”, kê ne pez û bizin, û kê ne “birêd” Padşê? 2) “Kurê Însan” wê kengê pêz û bizina ji hev başqe ke, yan dîwanê bike? û 3) çira hinek têne navkirinê ça pez lê yêd din jî ça bizin?

4 Sala 1881, “Birca Qerewiliyêda” hatibû gotinê ku “Kurê Însan” yan jî “Padşa”, ev heye Îsa Mesîh. Û usa jî hatibû şirovekirinê ku “birêd” Padşê, ne ku tenê ew in kê wê tevî Îsa hukumtiyê bike ser ezmana, lê usa jî hemû merivêd ku wê bijîn ser erdê, çaxê bibine qedandî. Di wê “Birca Qerewiliyêda” hatibû gotinê ku meriv wê bêne başqekirinê wedê Hezarsaliya Padşatiya Îsa, û yêd ku hemû tiştîda çev didine hizkirina Xwedê, wê bêne navkirinê ça pez.

5. Sala 1923, cimeta Yahowa ew metelok ça fem dikirin?

5 Paşê Yahowa alî cimeta xwe kir, wekî ew metelok wanara diha femdarî be. Sala 1923, “Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehêda hatibû gotinê, ku “Kurê Însan” ew heye Îsa. Lê paşê bi saya rêzêd ji Kitêba Pîroz hate şirovekirinê ku “birêd” di vê metelokêda, ew in kî ku wê padşatiyê bikin tevî Îsa, û ku ewana temam gerekê ser ezmana bin wedê Hezarsaliya Padşatiyê. Usa jî hatibû gotinê ku pez têne hesabê ew yêd ku wê bijîn ser erdê, bin padşatiya Îsa û birêd wîda. Û metelokêda tê gotinê ku ewana alî birêd Padşê dikin, başqekirin yan dîwankirin, wê bê kirinê çaxê hela hê birêd Îsa ser erdê bin, dêmek pêşiya destpêbûna Hezarsaliya Padşatiyê. Di wê jûrnalêda usa jî hatibû gotinê, ku pez wê ew bin kîjan ku baweriya xwe Îsa tînin û bawer dikin ku tenê ew Padşatî wê emirê lapî baş bide.

6. Sala 1995, femkirina wê metelokê ça hate guhastinê?

6 Gelek sal em dişirmîş dibûn ku wedê rojêd axiriyê meriv wê bêne dîwankirinê li ser hîmê dannasînkirinê. Hergê wana mizgînî qebûl kirana, wê bibûna pez, lê hergê qebûl nekirana wê bibûna bizin. Lê sala 1995 femkirina wê metelokê hate guhastinê. “Birca Qerewiliyê” Metta 24:29-31 (bixûne) beramber kir tevî Metta 25:31, 32 (bixûne), û şirovekir ku Îsa wê wedê tengasiya mezin dîwana meriya bike, çaxê “Kurê Însan” “rûmeta xweva” bê. a (Binihêre spartin.)

Em gelek ji Yahowa razî ne ku ewî alî me kir wekî metelokêd Îsa fem bikin

7. Meteloka derheqa pêz û bizina çi tê hesabê?

7 Îro em evê meteloka derheqa pêz û bizina hê rind fem dikin. Em zanin ku “Kurê Însan” yan “Padşa” ew heye Îsa. “Birêd” Padşê ew hene yêd ku pê ruhê pîroz hatine rûnkirinê , û tevî Îsa wê ser ezmana padşatiyê bikin (Romayî 8:16, 17). “Pez” û “bizin” ew hene meriv ji hemû mileta. Ewana wê bêne dîwankirinê pêşiya xilazbûna tengasiya mezin ku zûtirekê wê destpêbe. Û em zanin ku Îsa wê dîwana wana bike anegorî vê yekê ku ewana çawa bûn hindava rûnkiriya yêd ku hê ser erdê ne. Em gelek ji Yahowa razî ne wekî ewî alî me kir, fem bikin ewê metelokê û meteloked din jî ji Metta serê 24 û 25!

EW METELOK ME HÎN DIKE WEKÎ DANNASÎNKIRIN GELEK FERZ E

8, 9. Çira Îsa ser ewêd ku têne hesabê pez, got ku ewana “rast in”?

8 Di meteloka derheqa pêz û bizinada Îsa nedaye xebatê ne xebera “dannasînkirin” ne jî xebera “şixulê dannasînkirinê”. Wekî usa ne, ji ku em zanin ku ew metelok me hîn dike ku dannasînkirin gelek ferz e?

9 Seva ku caba wê pirsê bivînin, ya pêşin lazim e em bînin bîra xwe ku Îsa meriv bi saya meteloka hîn dikirin. Ewî derheqa pez û bizinêd rast ne digot. Îsa usa jî ne digot wekî her kes kî ku wê bê hesabê pez, gerekê xwarinê û kinca bide rûnkiriya, miqatî wan bin çaxê ewana nexweş in, yan jî kelêda teseliya wan bikin. Lê Îsa derheqa pêz got, ku ewana “rast in”. Çimkî ewana li ser rûnkiriya ça ser birêd xwe dinihêrin, û çimkî di wan rojêd axiriyêye çetinda wanara amin dimînin (Metta 10:40-42; 25:40, 46; 2 Tîmotêyo 3:1-5).

10. Pez ça dikarin alî birêd Îsa bikin?

10 Çaxê Îsa gilî kir meteloka derheqa pêz û bizina, ewî digot derheqa wê yekê, ku wê çi biqewime rojêd axiriyêda (Metta 24:3). Mesele ewî got: “Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê” (Metta 24:14). Paşê, pêşiya ku xeberda derheqa pêz û bizina, ewî gilî kir meteloka derheqa telanta. Îsa ew metelok gilî kir, seva ku rûnkiriya hîn ke, ku gelekî bixebitin di şixulê dannasînkirinêda. Lê niha li ser erdê rûnkirî tenê hinek mane, û gelek şixul maye ku bê kirinê! Rûnkiriyara hatibû gotinê, ku “hemû miletara” dannasîn kin, heta xilazî bê. Çawa em ji metelokê pêhesiyan, “pez” alî birêd Îsa dikin. Bi çi ewana dikarin alî birêd Îsa bikin, ya lape baş ew heye dannasînkirin. Lê heger ewana pera qurban kin bona wî şixulî yan jî rûnkiriya hêlan kin ku dannasîn kin, ew yek bese?

KÊ GEREKÊ DANNASÎN KE?

11. Hinek dikarin çi bipirsin, û çira?

11 Îro heyşt mîlyon şagirtêd Îsa hene û heçî zef ji wana rûnkirî nînin. Îsa telant neda wan. Ewî telant da birêd xweyî rûnkirî (Metta 25:14-18). Lema hinek dikarin bipirsin: “Heger Îsa telant nedaye wan, lê gelo rastî lazim e ku ewana dannasîn kin?” Belê, lazim e. Were em pêbihesin çira.

12. Em çi hîn dibin ji giliyêd Îsa di Metta serê 28:19, 20-da?

12 Îsa temî da hemû şagirtêd xwe ku dannasîn kin. Îsa çaxê hate saxkirinê, ewî gote peyçûyêd xwe ku şagirta hazir kin û wana “hemû temiyêd” wî hîn kin. Dêmek, ewêd ku bibûna şagirtêd wî, gerekê usa jî biqedandana temiya Îsa derheqa dannasînkirinê. (Bixûne Metta 28:19, 20.) Dêmek ji wir zelal dibe ku ji me her kes gerekê dannasîn ke, firqî tune gumana me jîyîna ser ezmana ye yan ser erdê (Karên Şandiya 10:42).

Firqî tune gumana me jîyîna ser ezmana ye yan ser erdê, her kes ji me gerekê dannasîn ke

13. Em çi hîn dibin ji dîtinoka ku Yûhenna dît?

13 Ji kitêba Eyantî em hîn dibin ku mesîhiyêd rûnkirî û yêd nerûnkirî gerekê dannasîn kin. Îsa dîtinok da Yûhennayê şandî derheqa “bûkê”, kîjan ku meriya teglîf dike wekî bên û vexwin ava jîyînê. Bûk tê hesabê 144 000 rûnkirî, yêd ku wê ser ezmana tevî Îsa serkartiyê bikin (Eyantî 14:1, 3; 22:17). Av, tê hesabê qurbana Îsa, yê ku wê alî meriya bike wekî bê gune û bê mirin bijîn (Metta 20:28; Yûhenna 3:16; 1 Yûhenna 4:9, 10). Rûnkirî bi xîret meriya hîn dikin derheqa wê qurbanê û çawa dikarin karê jê bistînin (1 Korintî 1:23). Lê di dîtinokêda derheqa komeke din jî hate gotinê, yêd ku rûnkirî nînin û gumana wan jîyîna ser erdê ye. Wanara jî temî hate dayînê ku meriyara bêjin: “Were!” Û wana gura wê temiyê kirin, bi dannasînkirina mizgîniya xêrê. Dêmek, ew dîtinok nîşan dike ku her kes kê mizgîniya xêrê qebûl dike, xwexa jî gerekê dannasîn bike.

14. Ça em “qanûna Mesîh” diqedînin?

14 Her kes kê “qanûna Mesîh” diqedîne gerekê dannasîn ke (Galatî 6:2). Yahowa hîviyê ye ji wan kê wîra qulix dike wekî qanûnêd wî biqedînin. Berêda, ewî hin ji îsraêliya hin ji xerîba jî dewa dikir ku qanûnêd wî biqedînin (Derketin 12:49; Qanûna Kahîntiyê 24:22). Rast e, mera îro ne lazim e hemû qanûn kîjan ku îsraêliyara hatibûn dayînê, biqedînin. Dewsê, em rûnkirî ne yan na, em gerekê “qanûna Mesîh” biqedînin. Yek ji tiştêd ferz ku Îsa hîn dikir ew heye ku hiz bikin (Yûhenna 13:35; Aqûb 2:8). Em gerekê Yahowa, Îsa û meriva hiz bikin. Û em hizkirina xwe dikarin meriyara nîşan kin bi cûrê lapî baş, dêmek mizgîniya Padşatiyê wanra gilî kin (Yûhenna 15:10; Karên Şandiya 1:8).

15. Çira em dikarin bêjin ku Îsa temiya dannasînkirinê da hemû şagirtêd xwe?

15 Ew çi ku Îsa hine şagirtara got, dikare car-cara bona hemû şagirta be. Mesele, Îsa tenê tevî 11 şagirtêd xwe peyman girêda û soz da ku ewana wê di Padşatiya wîda hukumtiyê bikin. Lê bi rastiyê 144 000 rûnkirî wê tevî wî hukumtiyê bikin (Lûqa 22:29, 30; Eyantî 5:10; 7:4-8). Û paşê çaxê Îsa hate saxkirinê, şagirtêd wî tenê hineka bihîstin temiyê wî derheqa dannasînkirinê (Karên Şandiya 10:40-42; 1 Korintî 15:6). Lê hemû şagirtêd Îsa di qirna yekêda ew temî qedandin (Karên Şandiya 8:4; 1 Petrûs 1:8). Îro jî, me ew giliyê Îsa ne bihîstiye ku ewî şixulî bikin, lê yeke em zanin ku gerekê dannasîn kin. Û rastî jî, weke heyşt mîlyona şixulê dannasînkirinê dikin. Em zanin ku bi dannasînkirinê em didine kifşê ku bi rastiyê baweriya xwe Îsa tînin (Aqûb 2:18).

NIHA WEDE YE KU AMIN BIN

16-18. Em ça dikarin amin bin birêd Îsaye rûnkirîra, û ew yek çira niha lazim e?

16 Şeytan hê zêde û zêde şer dike tevî birêd Îsaye rûnkirî yêd ku hê ser erdê ne, îlahî ew zane ku “wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:9, 12, 17). Rast e Şeytan qayîm miqabilî wana diçe, lê yeke rûnkirî rêberiya şixulê dannasînkirinê dikin, û tu car haqas gelek merî derheqa mizgîniya xêrê pênehesiyane, çiqas niha. Kifş e, ku Îsa tevî rûnkiriya ye, û ew rêberiyê wan dike (Metta 28:20).

Çaxê em alî birêd Îsaye rûnkirî dikin, ew yek qedirekî mezin e

17 Em qedirekî mezin hesab dikin evê yekê, ku alî birêd Îsa Mesîh dikin di dannasînkirinêda. Em usa jî alî wan dikin bi qurbankirinêd xwe û çaxê gelekî dixebitin ser avakirina Odêd Civata, Civatêd Mezin, û fîlîala. Çaxê em bi aminî guhdariya rûspiya û birêd din dikin, yêd ku “xulamê amin û serwaxt” kifş kirine, em didine kifşê ku dixwazin alî birêd Îsa bikin (Metta 24:45-47; Îbranî 13:17).

18 Zûtirekê, rûnkiriyêd ku mane wê bistînin mora xilaziyê. Paşê milyaket wê “bayêd her çar qulbêd dinyayê” berdin, û tengasiya mezin wê destpêbe (Eyantî 7:1-3). Pêşiya destpêbûna Harmegedonê, Îsa wê rûnkiriya bive ser ezmana (Metta 13:41-43). Dêmek çaxê Îsa bê, heger em dixwazin bêne hesabkirinê pez, niha ye wede ku amin bin birêd Îsaye rûnkirîra.

Em bi cûre-cûre alî rûnkiriya dikin(Binihêre abzasa 17)

a Bona wê metelokê elametiyê zêde hûn dikarin pêbihesin ji jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya sala 1995, 15 Cotmehê, rûpêla 18 û 23.