Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bizewicin Tenê Tevî “Bawermendê Xudan” Gelo Ew Rêalî ye?

Bizewicin Tenê Tevî “Bawermendê Xudan” Gelo Ew Rêalî ye?

“Ez nikarim xwera hevalzewac di civatêda bivînim, û lema ez ditirsim ku tenê bimînim û pîr bim”.

“Hine mêrêd nebawer usa heyf in, bi hizkirinê ne, û baş in. Ewana miqabilî baweriya min naçin û hin jî tevî wana hê hewas e, ne ku tevî hine birêd me”.

Hine qulixkarêd Xwedê hema usa jî dişirmîş dibin. Lê ewana rind zanin şîreta Pawlos ku gerekê bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan” û ewana zanin ku ew şîret bona hemû Mesîhiya ye û ewana jî gerekê biqedînin (1 Korintî 7:39). Lê gelo çira hinek usa dişirmîş dibin çawa ku destpêbûna têmayêda hatiye gotinê?

ÇIRA HINEK DUDILÎ DIBIN

Ewêd ku usa difikirin çawa jorê hatibû gotinê, dişirmîş dibin ku di civata Mesîhiyada xûşk hê zef in ne ku bira. Rastî jî di gelek welatada usa ye. Mesele: Di Korêyayêda, weke 100 Şedêd Yahowa azep in, 57 xûşk in û 43 jî bira ne. Lê di Kolûmbyayêda 66 selef xûşk in û 34 selef bira ne.

Di hine welatada jî, çetine ku bizewicin ser bawermenda, çimkî dê-bavê qîzikê yêd ku nebawer in, dikarin qelenê giran bixwazin, ji bo çi jî birêd desttengra çetin dibe ku bizewicin. Lema xûşk dikare dişirmîş be, ku nerêalî ye wekî mêr ke tenê tevî “bawermendê Xudan”. Ew dibeke jî pirsê bide xwe: “Gelo ezê bikaribim di civatêda merivekî xwera layîq bivînim?” a

ÎTBARIYA XWE YAHOWA BÎNE

Hergê fikirê usa hatine hişê te, bawer be ku Yahowa rind zane halê te û derecêd te. Bi rastiyê jî, di vê derecêda ew te gelek rind fem dike (2 Dîrok 6:29, 30).

Lê wekî usa ne pirs pêşda tê: Gelo çira Yahowa ewa temî da cimeta xwe wekî bizewicin tenê tevî bawermendê Xudan? Çimkî Yahowa ji hemûşka baştir zane çi cimeta wîra qenc e. Yahowa ne ku tenê wê yekê dixwaze ku em ji bo jibartina nerast neçerçirin, lê ew usa jî dixwaze ku em bextewar bin. Wedê Nehemiyada gelek merivêd cihû dizewicîn tevî ne cihûya, yêd ku Yahowara qulix nedikirin. Nehemiya dîna wana da ser mesela Silêman Padşa û wanara got, ku rast e Xwedê Silêman hiz dikir lê “jinên biyan [xerîb] heta wîra jî sûc dan kirin” (Nehemiya 13:23-26). Lema îro jî Xwedê temiyê dide qulixkarêd xwe wekî bizewicin tenê tevî wan, yêd ku nava baweriya rastda nin (Zebûr 19:7-10; Îşaya 48:17, 18). Mesîhiyêd rast bi dil û can dişêkirînin hizkirin û xemkirina Xwedê û îtbariya xwe rêberiya wî tînin. Bi wê yekê ewana gura Xwedê dikin, û qebûl dikin ku ew e Serkarê lapî mezin (Metelok 1:5).

Femdarî ye ku hûn naxwazin bikevine “binê nîrekî” tevî merivê ku dibeke we ji Xwedê dûr xe (2 Korintî 6:14). Gelek Mesîhiyêd îroyîn gura wê şîreta Xwedê kirin yê ku wana xwey dike. Û wana fem kir ku safîkirina wan bi aqilayî bû. Lê hinek cûrekî mayîn safîkirina dikin.

RÊALÎ Û KÊRHATÎ YE

Mêgî b ji Avstralyayê ye, ew gilî dike çi qewimî paşî wê yekê çaxê ewê destpêkir hevaltiyê bike tevî nebawerekî. Ewê got: “Min gelek car civat berdidan, tenê seva wê yekê ku kêleka wî bim û rastî wî bêm. Lema jî ez ruhanîda gelek ketim”. Dîsa meselek, Ratana ji Hindistanê hevalê xweyî dersxanêda begem dikir. Ewî gedeyî destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz. Lê paşê wede derbaz bû, ewî da kifşê ku nêta wî tenê ew bû, wekî heleqetiya wîye romantîk tevî qîzikê hebe. Axiriyêda Ratana rastî hîşt, û kete rêlîgiya dinda, seva ku mêr ke tevî hevalê xweyî dersxanêda.

Meseleke din derheqa Nidengayê ji Kamêrûnê. Ewê 19 saliya xweda mêr kir. Çaxê dergîstî bû, dergîstiyê wê soz dabû wê wekî bihêle ku ew Xwedêra qulix ke. Lê paşî dewatê du heftî derbaz bû, mêrê wê qedexe kir wekî ew here ser civata. Ew dibêje: “Min xwe tenê texmîn dikir û ez gelek digiriyam. Min fem kir, ku ez xwexa îda nikarim serwêrtiyê xwe bikim. Û timê îsafa min ez diçerçirandim”.

Rast e hemû mêrê nebawer, xirab û bêfem nînin. Dibeke mêrê te qedexe nake wekî tu Xwedêra qulix kî, lê hela dişirmîş be ser wan pirsa: “Ew safîkirina te ku te nebawer stand, ça hukum bû ser heleqetiya te tevî Bavê teyî ezmana?” Tu xwe ça texmîn dikî, çaxê dişirmîş dibî ku te hilneda şîreta wî, ku bona kara te bû? Û pirsa lape ferz, lê Xwedê ça dinihêre ser safîkirina te? (Metelok 1:33)

Xûşk birêd nav temamiya dinyayê îzbat bûne ku zewaca tevî “bawermendê Xudan” safîkirina lape baş e. Ewêd ku azep in qayîm safî kirine, wekî dilê Xwedê şakin, ewana dixwazin bizewicin tenê tevî qulixkarêd Xwedê. Mîçîko ji Japonyayê çaxê azep bû, merivêd wêyî nêzîk zor didane wê, wekî yê nebawer bistîne. Lê ewê dît ku heval û nasêd wê xwera hevalzewac di civatêda divînin. Ew dibêje: “Min timê xwera digot ku Yahowa ‘Xwedêyê xwezilî’ ye, û bextewariya me vê yekêva girêdayî nîne ku em azep in yan na. Ez usa jî bawer dikim ku ew xwestinêd dilê me tîne sêrî. Lema hergê em dixwazin bizewicin, lê nikarin xwera hevalzewac bijbêrin, wî çaxî hê baş e azep bimînin” (1 Tîmotêyo 1:11). Axiriyê, Mîçîko mêr kir tevî birakî ruhanî, û ew gelek bextewar e û şa ye wekî lez neket.

Hine bira jî hîviyê bûn wekî xwera hevalzewac bivînin, kîjan ku wê begem kin. Mesele Bîll ji Avstryayê ye. Ew gilî dike ku car cara ewî jinêd vê dinyayê begem dikir. Lê ewî îzin neda xwe wekî tevî wana nêzîk hevaltiyê bike. Çira? Çimkî ewî ne dixwest ku biketa “binê nîrekî” tevî nebawera. Ewî nava gelek sala, hine xûşk begem dikir, lê wana wî begem nedikirin. Paşê 30 sal derbaz bû. Û ewî xûşkek dît kîjan ku begem kir. Bîll dibêje: “Ez qe derheqa tu tiştî berxwenakevim”. Ew şirovedike: “Ez texmîn dikim ku min kerem stand, çimkî ez tevî jina xwe diçim ser dannasînkirinê, em tevayî lêkolîn dikin, û tevayî Xwedêra qulix dikin. Ez gelek şa me çaxê rastî hevalêd jina xwe têm, çimkî ewana jî qulixkarê Yahowa ne. Em di zewacêda prînsîpêd ji Kitêba Pîroz didine xebatê”.

ÇAXÊ HÎVIYA YAHOWA YÎ

Hûn çi dikarin bikin, çaxê we xemêd xwe daye destê Yahowa? Hûn dikarin dişirmîş bin mesele hûn çira nezewicî ne. Mesele hergê menî ew e ku hûn dixwazin bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan”, hûn gelek hêjayî paya ne, çimkî prînsîpa Xwedê diqedînin. Dudilî nebin û bawer kin, ku Yahowa qebûl dike û qîmet dike ku we safî kiriye guh bidine Xebera wî (1 Samûyêl 15:22; Metelok 27:11). Tu berdewan ke “dilê xwe weke ber” Xwedê duakirinêda (Zebûr 62:8). Çaxê tu timê bi dil û can ji Xwedê duakirinêda hîvî dikî, duakirinêd te hê bi nêt dibin. Hin jî, hergê tu hergav miqatî xwestinêd xwe dibî, cêribandinada qayîm disekinî, heleqetiya te tevî Xwedê wê roj bi roj hê qewî be. Bawer ke ku Xwedayê Himzor miqatî hemû qulixkarêd xwe dibe, û tu jî ber çevê wî gelek qîmet î. Ew xem dike bona hewcêd te û xwestinêd te. Rast e Xwedê her kesîra hevalzewac soz nedaye. Le hergê hûn rastî jî dixwazin ku bizewicin, Xwedê zane ça xwestina we bîne sêrî, bi cûrê baş (Zebûr 145:16; Metta 6:32).

Cara dibek tu xwe çawa zebûrbêj Dawid texmîn dikî, yê ku got: “Zû bersîv bide min, ya Xudan, ruhê min derdikeve. Ruyê xwe ji min nenixême” (Zebûr 143:5-7, 10, ÎM). Îzinê bide Bavê xweyî ezmana, wekî tera nîşan ke çi bona te dixwaze. Tu dikarî ewê yekê bikî çaxê Xebera wî dixûnî û ser difikirî. Usa tuyê bizanibî temiyêd wî, û tuyê bivînî ça ewî berêda xwe dida kifşê hindava cimeta xwe. Hergê tu bi rastiyê jî guh bidî Xwedê, tuyê îzbat bî ku rastî jî bi bîlanî ye çaxê guhdariya wî dikin.

Xûşk birêd azep dikarin kareke mezin bînin di civatêda, mesele çaxê alî malbeta yan jî cahila dikin

Ça tu dikarî azabûna xwe, baş û kêrhatî bidî xebatê? Tu azabûna xwe dikarî bidî xebatê hergê hunurêd usa pêşda bînî, kîjan ku wê gelek kêrhatî bin di jîyîna malbetêda. Mesele serwaxtbûna ruhanî, heyfbûn, xebathizî, aminî, û navê baş dikarî xwera çêkî (Destpêbûn 24:16-21; Rût 1:16, 17; 2:6, 7, 11; Metelok 31:10-27). Berê pêşin Padşatiya Xwedê bigere bi dannasînkirina xwe û di şixulêd dinda. Ew yek wê te xwey ke. Bîll derheqa kîjanî di vê têmayêda hatibû gotinê, derheqa wî wedeyî çaxê dixwast bizewice, gilî dike: “Ew wede usa zû derbaz bû! Min ew wede da xebatê wekî çawa pêşeng qulix kim”.

Rastî jî, bizewicin ser “bawermendê Xudan” rêalî ye. Hergê tu guh didî ewê prînsîpê, ew yek wê alî te bike ku Yahowa rûmet kî û bistînî berêd baş. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin, bi emirên wî gellek dilşa dibin! Wê mala wî di firehî û dewlemendiyêda be, Rastariya wî her û her bimîne” (Zebûr 112:1, 3, ÎM). Xwera safî ke ku biqedînî ewê prînsîpê ku bizewicî tenê tevî “bawermendê Xudan”.

a Di vê gotarêda tê gotinê ku çawa xûşk gerekê ser zewacê binihêrin. Lê ew prînsîp ku li wir têne dayînê usa jî bona bira ne.

b Hine nav di vê têmayêda hatine guhastinê.